
Yazar: baha din akhan

Bahadîn Akhan: Bila tenê bêdengî bêdeng bimîne
Hevpeyvîn: Bîlalê Xerzî
Weke tê zanîn ji aliyê Weşanên Sor û malbata şairê gewre ve, ev sala nehan bû ku li ser navê şairê gewre, li ser navê Arjen Arî pêşbirka helbestan hat lidarxistin. Di pêşbirka îsalîn de Bahadîn Akhan bi dosyeya xwe ya bi navê “An jî gilî gotinên li ser hatinê” hêjayî xelatê hat dîtin. Dosye dê ji aliyê weşanxaneyê ve di demeke nêz de were çapkirin. Ev hevpeyvîn dike ku Bahadîn Akhan berî dosyeya xwe derkeve pêşberî xwîneran.
Navê te li ser zimanan e. Dengê te jî li ser zemanan be. Gilî û gotinên te yên ewil?
Seva vê xeberxweşiya te û kubariya te spas dikim. Hêvî dikim navê me tevan bi awayekî qenc li ser zimanan û ser zemanan be. Te dî berê berê da gotin hebû, yên min ne yên ewil bin jî dixwazim çend kelaman daynim ser qûça gotinên heyî. Min digel her tiştî hij vê dinê kir. Jiyanê îro ez gihandim ser rêyeke ku min pirr dixwest ez tê da bimeşim. Min tim hewl da ez xwe perwerde bikim, hîn bibim û hînbûna xwe parve bikim. Keda gelek kesan ser min heye, ez yek bi yek spasiya tevan dikim. Lê dixwazim vê bêjim: Ku hûn hij hinekan dikin rabin bêjin, taloq nekin. Ku hûn westiyan rûnên vehesin, tengezar nebin. Ku hûn tirsiyan rabin mikur bên, elenewêrek nebin. Meriv hij dike, diweste û ditirse, em ev in.
Ji te hezdikim, westa min li pişta min e, ji Gurê Manco û Mêrê Şevê ditirsim. Ev e?
Dilî bi dil, hezkirina me. Te ji min çaktir da ser hev meseleyê.
Peyvek, rengek, bajarek, heywanek, nebatek û navekî li ber dilê te şêrîn be bêje ji me re. Bila xêra miriyên te be!?
Peyv: xudreste
Reng: hêşîn
Bajar: Machu Pichu
Heywan: qelareşk/qar
Nebat: ûzelik/espender
Nav: Leyl
Taybetmendiyeke te ya em pê şaş bibin?
Taybetmendiyeke min a wisa ku tu pê şaş û metel bimînî tune ye. Lê ez dibêm qey di hundirê min da du kes dijîn. Jin û mêrek. Aha li vir ji bo şaş bimînî jî divê tu pêşî ji min bawer bikî.
Gumana min ji te nîne. Tu bêjî Xwedê nîne, ez ê ji îmana xwe bikevime şikê. Wek şa’irekî li ser jiyaneke hetahetayî çi difikirî?
Dema difikirim ditirsim. Ji ber ku kesî tecrûbe nekiriye ev daxwaz tim di dilê meriv da hebûye û rabûne li dû jî geriyane. Lê zehmet e û ez dibêm qey sedemeke wê heye ku jiyaneke hetahetayî para me neketiye. Yanî ez naxwazim heta hetayî li cinetê û cihnemê jî –ku hebin – bimînim. Bêhna min ê teng bibe. Bêdawîbûn tiştekî wisa ye û saw bi ser meriv dixe. Û bi min mirin ji bo şairan çêtir e. Divê her şair bimire.
(- Serçavan, lê şertekî min heye.
– Çi ye?
– Divê romannûs û çîroknûs jî bimirin. Em dikenin.)
Baş e, her tiştê çû, tu didî dû?
Belê didim dû, lewra meraq dikim ka gelo ew tên ku? Ez didim dû kes an jî meseleyeke ku çûye an jî qediyaye. Lewra meraq dikim ka ew kes an jî ew mesele dê bê û di ku dera jiyana min da cardin derkeve. Ez li ser tiştên çûyî pir diqilqilim û merivekî qirqiço me. Xwe xwe dibêjim: Ka gelo wiha nebûya, wiha bûbûya dê çawa bûya? Xwe ra çîrokan saz dikim û ez vê yekê pir hez dikim. Li gorî min ev hest ne tenê ji bo tiştên çûyî ye, her wiha ji bo tiştên ku dê bên jî wisa ye. Meraq dikim ka dê bi kîjan awayî bên û biqewimin.
Tu ji bo kîjan demê yî?
Nizanim ji bo kîjan demê me lê wisa qenc pê dizanim ku “ez” ji “dem”ê me. Lê heke bersivekê bidim vê pirsê: Min dixwest ez di serdemeke wisa da bijîm ku meriv derketine fezayê û ez jî bikaribim herim fezayê. Ji jorê ve li vê dinyaligê temaşe bikim.
“Ya girîng rê ye”
Hêvî dikim Kurdê ewil biçe fezayê ne tu bî. Tûrikê te bi çi ‘mişt e’?
Jixwe ez naxwazim bibim yê ewil. Lewra ewilbûn li cem me kurdan rewşeke kompleks e, her kes dixwaze bibe yê ewil –dikene-. Sedî nehwêd tûrikê min bi bêriyê dagirtî ye niha. Ez pirr bêrî dikim. Sedî dehê din ê tûrikê min jî; bi lehengan, bi bûyer û qewimandinan, bi çîrok û destanan dagirtî ye û dixwazim wan bi lêv bikim, bi deng bikim wisa.
Tu çûyîn û hatinê jî gelekî bi deng dikî. Çûyîn peyveke dirêj e, yan hatin?
Ez pirr serê xwe bi her du peyvan diêşînim. Çûyîn çi ye? Hatin çi ye? Bi min meriv ji derekê diçe seva bê derekê. Ji ber wê jî ev her du peyv bêyî hev nabin. Çawa her du rûyên pelekê bin. Ber wê, heke çûyîn dirêj be hatin jî dirêj e. Lê bona min ya girîng rê ye. Çûyîn destpêka wê ye, hatin dawiya wê, ya girîng rê û rêwîbûn e.
Te behsa “bêrîkirinê” dikir. Ev e çi hesret e di xenoqa bedewiya helbestên te da?
Hesreta “rabirdûya bêyî min”, “nihaya bêyî min” û “siberoja bêyî min” e. Ez pirr bêriya duhê dikim, pirr bêriya niha dikim û ez pirr bêriya sibehê dikim. Bêriya bêdengiya duh, îro û sibehê dikim. Ez berhemeke zemanî me. Bûyerên duhê hatine serê min, biryarên min ên îro û xeyalên min ên sibehê… wan ez çêkirime, mezin kirime. Û ez merivekî aşiq im, merivên aşiq ji hesretê diwelidin.
Erê lo ez im, tu yî, Şêxmûs Kurt e, rehmetiyê Mele Ehmedê Nalbend e. Em in aşiqên ji gundekî. Şîretên te çi ne ji bo bêdengiyê û derengmayînê?
Baş e ez hevrêyê aşiqê mînanî we me –dikene-. Ne şîret lê dixwazim tiştekî bêjim. Bila tenê bêdengî bêdeng bimîne. Wekî din mirov, heywan, xweza û feza bêdeng nemînin. Ez ji deng hez dikim. Deng nîşaneyeke pîroz a hebûnê ye. Dengê her tiştî heye. Dengê bêdengiyê jî. Bêdengiya meriv tiştekî namahrem e, divê tu kes destdirêjiya bêdengiya merivên din neke. Ev wekî sûc e li ba min. Heçî derengmayîn e, ew jî kula dilê min e. Lê ne ku ez li dinê dereng mame, ez li hijêkirinê dereng mame. Axir derengmayîn jî ne tu qeder e ji bo tu kesî.
Şa’ir kîjan cara kesekî dinê ye?
Şair gelek caran kesekî dî ye bi min, lê axir ew jî însan e. Ez gelek caran bi çavine normal li şairan nanihêrim. Bi ya min ew hem ji vê dinê ne hem ji dinyayeke din. An jî wiha bêjim: Qene be ew dikarin hem ji vê dinê bin hem jî ji dinyayeke din. Hişê wan, ferhenga wan pirr bala min dikişîne. Ez wan pîroz nabînim ha, romannûs jî bo min wisa ye, lê bi min ew dişên ji xwe zêdetir kesinan di xwe da bihewînin, bêyî hestên xwe ji bîr bikin. Ew ne kesek tenê ye, tu caran.
Tu, Mihemed Resûlê kalikê Kawa Nemir, Dost Çiyayî, Fêrîkê Ûsiv, Kamîran Alî, Mîr Celadet, Qazî Mihemed û gopalê mezî yê jibirbûyî çi yên hev in?
Ez dibêm qey em hemû zarokên heman malê ne û demekê em hemû, li ser doşekên hêrî, di paşika hev da razane. Ji wan hez dikim, li ber dilê min şirîn in. Wan gelek tişt fêrî min kirin, wan ez ji derekê hildam û anîm danîm hinda vê terazinê. Ez cûcikek bûm û wan bi serhatiyên xwe, bi deng û rengên xwe yên xweserî xwe ez bi firê xistim. Mesela ez dibêm qey Dost niviştek e û ez bi xwe ra digerînim, ew min, ez wî xweyî dikim. Û gopal jî seva min qidûm e, naxwazim qidûmê xwe bîr bikim.
“Folklor helbestê bi reh û rîşe dike”
Di helbestên te da serhildêriya jinan di bin siya mexdûriyetiya wan de maye. Tiliya te neketibe qula mozan?
Ez berovajî te difikirim, min behsa serhildaneke pirr cuda a jinê kiriye bi ya min. Li gorî min li derekê heke zêde behsa serhildêriya jinan a di şer û pevçûnan da bê kirin, hingê mexdûriyeta wan tê nixamtin. Ez naxwazim çeka jinê birîna li piştê veşêre. Min xwest ez bala xwe bidim ser birînê, ne keleşkoya li dêst tenê. Li vir, tu serhildanê û mexdûriyetê çawa dinirxînî ew girîng e. Ez behsa pişteke şkestî ya tu carî nearxayîn dikim, ev nayê wê wateyê ku ez bi wê piştê qayîl im. Ez di heman demê da behsa sersebebên birînê jî dikim û dixwazim dîrokekê berovajî bikim. Gelo, dibêjim: Hewa ne ji pişta Adem, lê Adem ji pişta Hewa bihata afirandin dê çi bibûya? Tu bi çavên mêrekî bixwînî tu yê mexdûriyeta jinê ya li beramberî xwe bibînî, lê tu gazî jina nav xwe bikî û bi çavên wê bixwînî tu yê bibînî ku ez gilî û gazindên wê tînim ziman.
Yanî te tiliya xwe ji qula mozan derxist û serê min xiste wir. -Em dikenin- Hêmayên folklorîk di helbestên te de zêde ne? Ev e ne xetere ye? Ferqa helbest, folklor û dengbêjiyê çi ye?
Belê zede ne, lê hêmayên wisa ne ku ketine milê hêmayên modern jî. Folklor ji bo şi’rê xeter e. Lê gelo ji bo kîjan şi’rê xeter e? Li gorî min folklora ku di şi’ra kurmancî da tê bikaranîn ne mîna folklora neteweyên din e ku di helbesta wan da tê bikaranîn. Ango dibe ku di serdema modern da gelek şairan xwe ji hêmayên folklorîk dûr xistibin û tenê xwe li hêmayên postmodern radikişînin. Lê li ba me kurdan folklor û liqelemdana wê bi xwe tiştekî modern e. Tirkek ji foklorê aciz e û dibêje helbestê kevn dike, lê folklora di helbestên kurdî da helbestê kevin nake, bi reh û rîşe dike. Bifikire ez ji Serhedê me, tu ji Xerzanê yî, haya te çiqas ji folklora min heye û haya min çiqas ji folklora te heye? Ser meselê gotineke pêşiyan, îdiyomek li ba me heye lê li ba we tune ye, gava tu vê di helbesta min da cara ewil bibînî tu dikarî bibêjî ku folklor helbesta te kevin dike, an jî helbesta te di talûkeyê da ye? Bi min na. Heke min ji bo çend heb xwendevanên Serhedî tenê binivîsanda û wan jî her roj gotinên helbestên min ji dê û bavên xwe bibihîstana dê bikaribûna bigotana ku evê hanê çûye çend gilî gotinan daye ber hev û hew. Lê ez ji bo kurdî dinivîsim û dixwazim helbesta min alîkî ve bibe arşîva zimanê min ê şexsî û zimanê min ê civakî jî. Lê rast e folklor teleyeke nixamtî ye li pêşiya helbestê, gerek e meriv bikaribe kirasên nû jê ra bidirû û wisa li xwe bike.
Her wiha wekî min got ez bêriya duhê dikim, ji ber wê jî ez naxwazim bi tehrekî anakronîk, bi zimanê îro behsa duhê bikim. Aha ev talûke ye, ez hingê ruhê duhê nikarim zeft bikim. Her peyv û îdiyomek ruhê wê heye ku te di rastiyê da digihîne zemanan.
Ha ferqa folklor, dengbêjî û helbestê jî nîne. Zêmara jinekê jî helbest e, mersiyeya Mele Zahirê Tendûrekî jî helbest e û Şerê Li Horîşanê ya Şakiro jî helbest e. Ferq ew e ku durf û teşeyê peyvan, risteyan û kirpandinan cihê ye. Meriv neşê wisa ji hev birr birrî bike û bêje tu eleqeya wan tune ye. Û bi min dengbêjî formeke helbestê ya xweserî zimanê kurdî ye.
Helbestên serê wan ji ser siccadê ranabin û helbestên terkeselat li bin guhê hev ketine; lê her bandoreke dînî heye li ser helbestên te. Kî ye Rebbê te?
Çima qey Rebê te û Rebê min ci hev cihê ne? –dikene- Rast e helbestên ku di dabaşa wan da dîn û ayîn hene jî di dîwanê da cih digirin û helbestên ku Quran xenîmê wan bûne jî. Lê ew ne ez tenê me. Ew her kes in. Ez lawê dewraneke wisa me ku min tê da şahidiya hevaltiya ateîst û bawermendekî kiriye. Ez dengê her duya me jî. Wekî din jî dîn ji bo min ne pirsgirêkek e ku ez belapêjgarî wî bim an jî ne teberikek e ku ez her kêlî bi bîr bînim, ew rastiyek e û ez wê dijîm wekî gelek tiştên din. Û Rebbê min Rebbê her tiştî ye.
Bahayê Şa’ir! Tu li pey kîjan heqîqetê yî?
Te ji min Rebê min pirsî li jor, niha jî heqîqeta min dipirsî. Heyran di qebrê da ev pirs nayên pirsîn –dikene- Heqîqet tiştekî eyan û beyan û wisa li ber çavan nîne. Ji ber wê jî ez nikarim bêjim ev heqîqeta min e. Gelek kes vê ji xwe dipirse, ka gelo heqîqetek tenê heye an gelek heqîqet? An jî heqîqet çi ye? Feylesof an jî şairek tenê van pirsan ji xwe nake. Filankesê cotkar, feqiyek an jî zarokekî ku ji masiyên keran bawer dike jî bi şiklekî, bi zimanekî aydê xwe van pirsan ji xwe dike. Heqîqet aydê girseyeke arîstokrat, entel û hunermend nîne. Ew li her derê, li cem hemû merivan e. Li gorî min heqîqet ew tişt e ku tu daîm lê digerî û nabînî. Û her kes di dema gerê da heqîqeta xwe bi xwe ra digerîne. Ew tişteke windabûyî nîne, bi te ra ye, tu li wê bigerî tu yê xwe bibînî, li xwe bigerî tu yê wê bibînî, lê ev yek hîç temam nabe. Ne xwedîtin, ne jî dîtina heqîqetê. Ber wê ez tim lê digerim.

Mîtos û Watedarî
Mît û Watedarkirina Mîtolojiyê
Mirov wekî aferîdeyekî ramyar, di nav gerdûna demkî (temporal) û bihecm da hebûna xwe ya fîzîkî û arişî berdewam dike. Mîna çerxeke hebûnî (ontolojîk) li dû xwe ye. Ji destpêka hebûna xwe vir ve mirovan serê xwe bi hebûna giştî ra êşandiye. Pirs û lêgerîna wan ya herheyî rê li ber hin rêbaz û watedarkirinên jiyanê vekiriye. Ango ji bo bikaribin xwe –wekî heyîneyan– bidomînin û nû bikin, serî li pirsan dane. “Ez kî me? Çi me? Çima heme? Çima li vir im? Jiyan û mirin çi ne, tên çi wateyê? Armanca hebûna min çi ye? Armanca mirina min çi ye? Ez ê cihê xwe yê li cîhanê, di nav dem û fezayê da çawa bikaribim kişf bikim û fehm/watedar bikim?”[1]
Barbara C. Sproul gava behsa van pirs û vê lêgerîna mirovî dike, balê dikişîne ser mîtosan. Lewra li gorî wê her çi qas ev pirsiyarên wateyê bi xwe bin û ketibin bin bandora mijarên faktûel jî ew pirsên faktûel nînin.[2] Ji ber vê jî ev babet yekser bi mîtosan ra eleqedar e. Em bi rêya mîtan rastî, gerdûn, cîhanê û xwe nas dikin. Ev naskirin wekî bivênevêbûnekê heta ‘em hebin’ dê bi me ra be. Ango mirov ji roja hatiye afirandin heta hebe –ku ev di mîtosan da heta radeyekê wekî berginda ebedîbûnê ye–, dê di nav demajoyeke xwenaskirinê ya bivênevê da be.
Wekî lêkerekê ‘dîtîn’, ji bo mirovan, teqabûlî şêweya watedarkirina hebûnê dike. Mirov aferîdeyekî ‘serwext’ û ‘sercih’ e. Di demê û mekanê da li pey fehmkirinê ye. Mewcudiyeta wê ya arişî û fîzîkî, ya di dem û mekanê da, fehmkirinê li ser ferz dike. Baş e, em vê ji ku dizanin? Bêguman dema ev pirs bên pirsîn em ê xwe beriya her tiştî li mîtosan rakişînin, xwe bavêjin ber bextê wî ‘zemanê pîroz’ û ‘çîrokên rasteqîn’ ên der barê hebûnê de.
Mircea Elîade berî ji bo mît/mîtosan pênaseyekê bike, behsa zehmetî û çetinayiya pênasekirineke temam dike. Mît, ji roja ku bûne dabaşa lêkolînên zanistî heta roja me, bi gelek awayên ciyawaz hatine pênasekirin. Lê belê mirov dikare bi rihetî bibêje ku her çi qas zanyaran li gorî xwe wateyek dabin vê peyvê jî, hema hema hemû pênaseyên der heq mîtan da ji heman mişarî ne û ji heman çavkaniyê av vexwarine. Ew jî dem, rasteqînî û pîroziya wan e. Kê çi gotibe jî hema li dor van xalan çûye û hatiye.
Elîade bi xwe jî hewl dide ku pênaseyeke temam ji bo mîtan bike. Li gorî wî, ji ber ku pênaseya herî berfireh e, pênaseya tewaw û bêkêmasî ev e: “Mît çîrokeke pîroz vedibêje. Bûyereke ku di kevintirîn deman da, di destpêka dema çîrokî da qewimiye û qediyaye, vedibêje. Bi gotineke din, mît behsa vê dike ku, çawa bi saya serkeftinên Hebûnên Derxwezayî, çi rastiya temamî ya bêkêmasî, ango Kozmos be, çi bi tenê parçeyeke wê (wekî mînak, giravekê, cureya giyayekê, tevgera însanekî, saziyekê) be, rastiyekê derketiye holê. Bi vî awayî mît her dem çîroka “afirandin”ekê ye: tiştekî çawa tê afirandin, çawa dest bi hebûnê dike, vedibêje.”[3]
Ji ber vê yekê ye ku Elîade dibêje kesên di mîtan da Hebûnên Derxwezayî ne û ew bi kiryarên xwe yên ku di wê dema bêhempa ya “destpêkê” da tên nasîn. Mît behsa pîroziyên hebûnê dikin, her wiha rengvedanên van pîroziyan ên li ser cîhanê ji bo mirovan dişayesînin. Tiştê ku cîhanê afirandiye û aniye gihandiye roja me jî nijd û herka vê pîroziyê bi xwe ye.
Em mirov lêgerîna xwe ya (xwe)naskirinê bi rêya van pîroziyan bi ser dixin. Em bi saya mîtosan hîn dibin ku destwerdana van Hebûnên Derxwezayî li ser hebûnê û cîhanê heye. Hebûna van Hebûnên Derxwezayî mîna rewşeke îlahî û olîmpîk derdikeve pêşberî me. Îro em bi saya mîtosan dizanin ku em dijîn, dimirin, zayendên me hene û em xwedî çandekê ne. Ev ji bo em “xwebûna” xwe nas bikin dibe dergeh û derwazeyek. Em xwedî hebûn in, mît ji me ra vê vedibêjin, lê her wiha mît dibin handêr û teşwîqkar ku em di nav hebûna giştî da “xwebûna” jî xwe bi dest bixin. Ev yek me dibe digihîne ber pirsa zanav û nasnameya takekesî jî. Zanav û nasnameyeke me ya takekesî ya bi çi rengî heye? ‘Ev ‘ezê ku cîhanê bîr dibe û dijî kî ye?’[4] Di vir da mît mîna çavkanî û jêderkên xwebûna me jî derdikevin holê. Lewra diyardeya ku teşe daye “eza min a duhê”, teşe dide “eza min a îro” û dê teşe bide “eza min a sibehê” jî mît in û gotara demên pîroz e.
Duh mirov bimirin bûn, îro bimirin in, sibehê jî dê bimirin bin; an jî duh zayenda mirovî hebû, îro zayenda mirovî heye û sibehê jî dê zayenda mirovî hebe, em vê rastiyê ji mîtosan hîn dibin. Zanyariya me ya der barê hebûn û xwebûna me da, xwe dispêre vegêranên mîtîk. Ji ber vê yekê jî mirov nikare ‘rastî’ya mîtan paştguh bike. Lewra rastiya me ya îro bi xwe jî xwe dispêre wê rastiyê. Heke em ji rastiya mîtan ra bibêjin rastiyeke derewîn, ew çax rastiya me ya îroyîn bi xwe dibe derew.
Çawa ku mît di teşegirtina ‘ez’ê da jêderka bingehîn e, di teşegirtina civakê da jî wekî jêderka bingehîn tevdigere. Erka mîtan a sereke jî ev e jixwe. Ji bo em bikaribin ji pirsên wekî ‘Ez kî me?’ ‘Ez çawa bi civak û xwezayê ra li hev dikim?’, ‘Divê ez çawa bijîm?’ bersivan bibînin, pêwîstiya me bi wê dema destpêkê ango dema mîtîk heye. Mît, modelên hemû ayîn û çalakiyên watedar ên mirovî, (xwexweyîkirin, zewac, xebat, perwerde, huner, zanyarî) yên ku dê ji bo siberojê bibin nimûne, didin dabînkirin.
Tevger û reftara civakî bi çîroksaziya/fictiona mîtan ve hişkehişk girêdayiye. Heke îro tiştek di nav civakê da qedexe be, an jî kirina wê ferz be, teqez reh û rîşeyên wê kiryarê di wê dema mîtîk a pîroz da veşartiye. Îro gava em tiştekî dikin, em serî li serhatiyên pêşiyên xwe didin. Bersiva me ya di cih da ev e: “Pêşiyên me jî wisa kirine.” Ser meselê îro kurd (temamî nebe jî li ba me wisa ye) dema avê bi ser agir da dikin, an jî ava kelî dirijînin erdê pêşî wekî efsûnekê tiştekî bi lêv dikin, dibêjin ‘bisimilah’, ango bi ‘bi navê Xwedê’. Ev wekî rîtûelekê, di nav vê civakê da heye. Dema tu bipirsî helbet dê çîrokek bê vegotin, dê bêjin: ‘Ji ber ku carna mirov ava kelî bi ser erdê da dike, zarokên cinan li wir in û dişewitin, heke zarokên wan bişewitin jî cin dibin belapêjgarî mirov û li mirov radiselitin, mirov bi cinan dikevin.’ Ev qiseyek e, çîrokek e. Lê rasterast ev çîrok berê me dide destpêkekê; ya av û agir. Bêguman bi demê ra gotara dînî jî lê zêde bûye teşe daye vî reftarî. Lê belê tişta ku divê were fehmkirin ev e, tevger û reftarên me yên îro, hê ji wê dema pîroz a mîtîk ve hatine diyarkirin.
Lehengên di mîtolojiyê da bi giştî Xweda, Xwedawend û Hebûnên Derxwezayî ne. Di meselokan da jî lehengên derasayî û heywan serwer in. Cudatiyeke mît û meselokan jî ev e. Lê belê di her duyan da jî leheng ne ji nav jiyana rojane ne. Her wiha ferqek jî di navbera zemanê her duyan da heye. Zemanê mîtan zemanê ‘destpêk’ê ye. Di mîtan da kêliya çêbûna hebûnê tê vegotin, lê di meselokan da dem piştî zemanê destpêkê ye. Ango zemanê mîtan berî zemanê meselokan e.
Helbet, mît, tenê behsa reh û rişeyê hebûn, afirandina mirov, heywan û nebatan nake. Di heman demê da ew behsa hemû bûyerên ku bi serê mirovahiyê da hatine û mirovahiyê gihandiye heta roja me ya îro, behsa rewşa wê ya niha jî dike. Mît ji mirovî ra dibêje ku tu bimirin î, bizayend î, wekî civak hatiyî rêkxistinkirin, ji bo bijî divê bixebitî û divê li gorî hin qayîdeyan bixebitî. Heke dinya hebe, heke mirov hebe, sedema wê ew e ku di destpêkê da Hebûnên Derxwezayî çalakiyeke afirîner dane raberkirin.[5]
Elîade gava behsa mirovê modern dike dibêje ku li gorî mirovê modern ew ji aliyê ‘dîrok’ê ve hatiye afirandin, lê mirovê arkaîk/dêrîn jî xwe wekî encama bûyerên mîtîk dihesibîne. Mirovê modern dê sinsileya bûyerên dîrokî rêz bike û heke hewl bide rewşa xwe ya îro binirxîne, dê vê sinsileya bûyeran ji bo rewşa xwe wekî sedem diyar bike. Ango ew ê xwe û rewşa ku tê da ye wekî encama Şoreşa Fransî, Pîşesazî, Şerê Hemdinyayê yê Ewil û yê Duduyan pênase bike. Lê mirovê dêrîn jî dema behsa rewşa xwe bike, dê bi awayekî bivênevê xwe bispêre sedeman. Ew ê jî hin bûyeran rêz bike û bibêje ez encama wan bûyeran im. Lê belê li gorî Elîade ev bûyer di dema mîtîk da qewimîne, ji ber wê jî çîrokeke pîroz hatiye dahênan. Lewra kesên di van bûyeran da ne mirov in, Hebûnên Derxwezayî ne. Her wiha mirovê modern ne hewce ye hakimê zanyariya Dîroka Gerdûnî be, lê mirovê arkaîk/dêrîn neçar e ku çîroka hoz û êla xwe ya mîtîk bizanibe û bi bibîranînê wê tim bide jîyîn û pêkanîn.
Zanyariya li ser mîtan yekser bi reh/kok/bingeha heyberan ra eleqedar e. Heke tu bixwazî koka heyberekî bizanibî divê haya te ji mîtosa wê hebe. Gava tu wê mîtosê bizanibî tu yê bibî hakimê sirr û raza wê heyberê jî. Ne tenê tu yê bizanibî ka ew heyber çawa hatiye asta hebûnê, di heman demê da, dema ew heyber ji holê rabûn jî tu yê bizanibî ku tu yê wê li ku derê bibînî û wê çawa derxînî holê.[6] Ji ber ku mît behsa reha destpêka her tiştî dike, yên ku bi wan bizanibin jî wekî bisêhr û efsûn in. Lewra destpêk hakimî sibehê ye, rêberê dawiyê ye, ku tu bi wê bizanibî tu yê bikaribî raza wê ji bo xwe biemilînî.
Elîade, der barê binyad û erka mîtan da pênc xalên sereke wiha li pey hev rêz dike: 1. Mît behsa Çîroka çalakiyên Hebûnên Derxwezayî dikin; 2. Ev Çîrok erhede rast e (lewra bi rastiyê ra pêwendîdar e) û pîroz e (lewra ji aliyê Hebûnên Derxwezayî ve hatiye afirandin); 3.Mît her tim bi ‘afirandin’ekê ra eleqedar e, behsa wê yekê dike ka tiştek çawa derbasî nav jiyanê bûye, reftarek, saziyek, awayekî xebatê çawa hatiye afirandin; lewma jî mît, nimûneyên tîpîk ên hemû çalakiyên watedar ên xweserî mirovan in; 4. Mirov bi zanîna mîtan ‘reh’ên heyberan jî dizane, ji ber vê yekê dikarin bibin hakimê heyberan û wan li gorî xwesteka xwe araste bikin û bi kar bînin; 5. Bi her awayî, mirov mîtan ji nû ve bi bîr tînin û bi bûyerên ku cardin dê wan bînin merhaleya jinûveçêbûnê, bi awayekî pîroz û bicoş û peroş mîtan ‘dijîn’.[7]
Mîtos li cem Ksenophanes di çarçoveyeke cudatir da tê emilandin. Li gorî wî mîtos berovajiyê logos û historiayê tevdigere û axirî hemû tiştên ‘ku di rastiyê da tune ne’ vedigire nava xwe. “Li gorî bîr û boçûneke bi vî rengî; ji mîtosan, vegêranên sehekî/pêjnî (intuitional) peyda bûne, lê ji logosê nîqaşên beraqilî peyda bûne. Mîtos bûye sebebê kehanet û hunerê. Ji logosê jî zanist û matematîk derketiye holê. Logos ji me ra dibêje ka roj çawa bilind dibe, zarok çawa tên dinê. Logosê mirovan biriye heyvê. Lê tu carî sedema wê rave nake. Roj çima bilind dibe? Zarok çima tê dinê? Mirov çima li rûyê erdê hene? Ji bo bersivan jî me berê xwe û dêhna xwe daye mîtosan. Mîtos ji bo hebûnê armancekê dide mirov, wateyekê û erêkirinekê dide mirov.”[8] Zanist û bi giştî logos çawaniya bûyer û qewimînekê derdibire, wê li ser çawaniyê rave dike. Lê herçî mîtos e, beriya her tiştî berê me dide ‘çima’ya bûyer û qewimînan. Zanist çawaniya hebûnê lêkolîn dike, lê mît sedemekê, armancekê jê ra dibîne.
Lê her çi be jî ev her du têgehên dijberî hev di peyveke hê nûjentir da gihîştine hev: Mîtolojî. Mîtolojî ji peyva ‘mythos’ û ‘logos’a yewnanî hatiye dariştin. Ango dîsiplîna lêkolînkirina mîtan. Peyva logos di serdema modern da wekî paşgireke dîsiplînên zanistî hat emilandin û jê gelek peyv û têgehên nû hatin dariştin. ‘Ji ve dîsiplîna ku hemû efsaneyan vedigire nava xwe ra û wan bi awayekî sîstematîk lêkolîn dike, mîtolojî tê gotin.’[9] Li ser ve yekê Pattanaik dibeje: “Heke mît fikirek be, mîtolojî amûra wê fikirê ye. Mîtolojî ji çîrok, sembol û ayînên ku mîtan şênber dikin pêk tê. Ji mîtan bawerî, ji mîtolojiye jî nerît/edet peyda dibin. Mît fikir û hestan dimercîne. Mîtolojî li ser şiklê reftaran û ragihandinê bandor dike. Li pişt mîtolojiyê mît heye. Li pişt mîtan jî heqîqetek heye: ew heqîqeta ku ji jiyan û mirinê, xweza û çandê, bêqisurî û dibêtiyê, hiyerarşî û asoyan ji me ra mîras maye.”[10] Mîtolojî pergala perwerdeya mirovên qedîm e. Mîtolojî ji bûyeran wêdetir li ser sedemên derketina bûyeran radiweste, resmê cîhana rasteqîn xêz nake, hewl dide ku ev alem bi rêya sembolan bê fehmkirin.[11] Em bi rêya mîtolojiyê ji wê destpêka pîroz fehm dikin, dikarin wê darîçav bikin û rê li ber hebûn û xwebûna xwe xweş bikin. Hê jî wekî pergaleke perwerdeyê, di jiyana me da li kêlek zanista modern şop û rêçên vî gotara mîtîk têne dîtin.
Gava em di çarçoveya dîsipleneke zanistî da li mîtolojiyê dinihêrin em dibînin ku senifandinek ji bo cureyên mîtan çêbûye. Ev senifandin jî li gorî kesan diguhere helbet. Lê belê senifandineke giştî ya ku mirov ji bo vê çarçoveyê xêz bike dê bi îhtîmaleke mezin wiha be: Mîten Afirandinê, Mîtên Antropogonîkê, Mîtên Rîtuele, Mîtên Kokê, Mîtên Kultê, Mîtên Prestîjê, Mîtên Eskatologyayê û Mîtên Cîvakî.[12]
Ne ku mît û mîtolojî ji nav jiyana me derketiye, berovajî wê, di vê heyama modern da jî em kartêkeriya mîtan heta şanikên xwe hîs dikin. Her wiha êdî zanista modern bi xwe ji xwe ra mîtine teze diafirîne. Pergala kapîtalîzmê ya ku desthilatdarê vê serdemê ye, wan mîtên mirovên qedîm ji xwe ra dike tişt û diyardeyên mezaxtin û xeratê. Heta radeyekê postmodernîzmê hewl da wê şek û şikesteka ku bi modernîteyê ra li pîroziyên mirovan ketibû bicebirîne, lê belê neşiya ku mîtên mirovên qedîm ji nav lepê pergalê –sînema, honaka zanistî– rizgar bike. Êdî der barê siberojê da kehanet û mirwayên zanistê bi xwe hene; ka gelo robot dê kengî dawî li dinyayê bînin? Mirov dê kengî ji cîhane bar bikin biçin fezayê? û hwd. Lê mirovahî here ku bira here, heta dinya(yên) me xweş ava be(bin) em e dev ji mîtan bernedin. Lewra “em” bi destpêka hebûnê ra pewendîdar in, ji Xwedê ne.
[1] Barbara C. Sproul, Yaratılış Mitleri, Hil Yayın, 2018, r:13
[2] Hmn brh: 1
[3] Mircea Eliade, Mitlerin Özellikleri, Alfa, 2020, r:17, veguhastin: Shahab Vali, Kurdên Yarsan, Avesta, 2018, r:78-79
[4] Sproul, hmn brh, r:14
[5] Mircea Eliade, Mitlerin Özellikleri, Alfa, 2020, r: 23
[6] Elîade, hmn brh, r: 27
[7] Elîade, hmn brh, r: 32-33
[8] Devdutt Pattanaik, Hint Mitolojisine Giriş; Mit ve Mitya, Doğu Batı, 2016, r: 15-16
[9] Nîmet Yildirim, Îran Mîtolojîsî, Pînhan,2018, 38
[10] Pattanaîk, r: 16-17-18
[11] Fuzulî Bayat, Mitolojiye Giriş, Karam Yayinlari, 2005, r: 5
[12] Shahab Valî, hmn brh, r: 80

Duaya Alî Şerîatî: Ey Xwedê!
Ey Xwedê
Ji zanayên me ra berpirsiyarî,
û ji gelê me ra zanîn,
û ji bawermendên me ra rewşenî,
û ji rewşenbîrên me ra îman,
û ji xîretmendên me ra têgihiştin,
û ji têgihiştîyên me ra xîret,
û ji jinên me ra fehmbarî,
û ji mêrên me ra şeref,
û ji pîrên me ra agahî,
û ji ciwanên me ra torinî [esalet],
û ji mamosteyên me ra bawerî,
û her wiha ji xwendekarên me ra jî bawerî,
û ji xewarên me ra hişyarî,
û ji hişyarên me ra vîn,
ji zêrevanên me ra bizav
û ji bêdengên me ra feryad
û ji nivîskarên me ra sozdarî
ji hunermendên me ra derd
ji şairên me ra hişmendî
ji fêrkarên me ra armanc
û ji peyamnêrên me ra heqîqet
û ji dexesên me ra şifa
û ji xwedbînên me ra însaf
û ji devpîsên me ra edeb
û ji taîfeyên me ra yekîtî
û ji mirovên me ra xwezanîn
û ji hemû miletê me ra dilsozî, biryardarî,
şiyana fedakarîyê
û şayaniya azadiyê
û serbilindîyê bibexşe!
!ای خداوند
به علمای ما مسئولیت
و به عوام ما علم
و به مومنان ما روشنای
و به روشنفکران ما ایمان
و به متعصبین ما فهم
و به فهمیدگان ما تعصب
و به زنان ما شعور
و به مردان ما شرف
و به پیران ما آگاهی
و به جوانان ما اصالت
و به اساتید ما عقیده
و به دانشجویان ما نیز عقیده
و به خفتگان ما بیداری
و به بیداران ما اراده
و به نشستگان ما قیام
و به خاموشان ما فریاد
و به نویسندگان ما تعهد
و به هنرمندان ما درد
و به شاعران ما شعور
و به محققان ما هدف
و به مبلغان ما حقیقت
و به حسودان ما شفا
و به خودبینان ما انصاف
و به فحاشان ما ادب
و به فرقه های ما وحدت
و به مردم ما خودآگاهی
و به همه ملت ما همت، تصمیم
و استعداد فداکاری
و شایستگی نجات
و عزت ببخش

Janya Êdî Têra Me Nake
21 Tebax, Yekşem 2022 Demjimêr: 08:02 Nivarkirin: 31 Tebax Çarşem 2022 Demjimêr: 01:15
Li gorî Bahadîn Akhan, divê her şa’ir her nivîskar her sal xwe nû bike, mîna biharê û zimanekî nû bi kar bîne da ku edebiyatê teze bike.
Bêrîvan Kayi
DUVAR – Bahadîn Akhan ê ku di Pêşbirka Xelata Arjen Arî ya 2022an de xelat girtî der barê xelatê û helbesta kurdî de axivî û got: “Li gorî min nifşekî teze heye û behsa cudabûna êş û hestan dike. Yanî ev nifşekî pirreng, pirrdeng e. Nabêje çi jin çi jî mêr hemû kurd bindest in, bêdewlet in, bêxwedî ne…”
Me vê hefteyê berê xwe da helbestvanekî ciwan. Gelek kesan navê Bahadîn Akhan bi xelata ku ji Pêşbirka Helbesta Arjen Arî girtî, bihîst. Bi dosyaya bi navê ‘An jî gilî û gotinên li ser hatinê’ di pêşbirkê de bû yekem û hêjayî xelatê hat dîtin. Di demeke pir kurt de dê pirtûka wî ji Weşanên Sor derbikeve. Ka em berê xwe bidin bersivên wî.
Çi wextî peşka helbestê li te ket û tu ketî ser rêya wê?
Ji piçûkaniya min ve kêfa min ji helbestê re tê. Rîtma wê û herka wê xweş e. Helbest û beytên min dibihîstin li ser min tesîrekê çêdikir. Di heyama dibistana navîn de, pirtûkek kete ber destê min, behsa Zindana Dîyarbekirê dikir. Ez ketim bin tesîra wê pirtûkê min li ser wê serdemê, wê atmosferê helbesteke bikêş û serwa, bi tirkî, nivîsî. Min xwest ez hestên xwe wisakîna bînim der. Helbet tiştekî pirr amatorane bû. Ji bo helbestê, paşxaneyên bi vî rengî, ez dibêjim li cem gelek kesan heye. Lê min bi awayekî kar û xebateke hunerî, di dema zanîngehê da serê xwe bi helbestê ra êşand. Xasma dema min beşa kurdî qezenc kir û ez bi kurdî ra eleqedar bûm. Lê min helbestên xwe xêncî çend hevalan û derdoreke diyar li tu derî, bi tu kesan ra parve nekiribû.
Ez dixwazim navbirî bidim xeberdana te. Mesela dema min helbestên te xwendin, ger min navê te li ser dosyayê nedîta minê bigota ev helbestên jinekê ne. Qey em zêde jiberkirî dijîn, çima mêrek wek jinekê an jî jinek wek mêrekî nefikire? Di helbestên te da mirov dibîne ku te ev jiberkirinên me vajî kirine.
Ne hemû lê di hinekan da ev yek heye. Ez li ser vê yekê xebitîm bêguman. Ji hêla teorîk ve li ser paşxaneya vî tiştî hinekî xebitîm. Ji 2014an û vir ve li ser teknîkên vegêranê dixebitim. Li ser teoriya romanê, çîrok û helbestê dixebitim. Meseleya dengê vegêr ev e: Gelo em di vegêranekê de (çi roman, çi jî helbest) dengê kê dibihîsîn, dengekî çakîna tê me, dengekî mêrane ye yan jinane ye, yê mezinan an yê biçûkan e? Ji peyvan bigre heta kirpandinan bala min tim li ser vî dengî bû. Lê pirs ev e: Çi ferq di navbera vegêra/ê nivîskarekî mêr û nivîskareke jin da heye? Lewra carna dev ji vegêran berdin nivîskarên mêr lehengên jin jî wekî mêran didin xeberdan, an jî heman tiş cem nivîskarên jin jî wisakîna ye. Min xwest ez bi van tiştan ra serê xwe biêşînim. Lewra di civakê da her kesek dengekî xweser heye. Nivîskarekî mêr çiqas dikare dengê zayendên din baş veguhêze? An jî qet endîşeyeke wî ya bi vî rengî çêdibe yan na?
Êja dîsa meriv dikare di roman û çîrokan da vê yekê pêk jî bîne. Lê gelo di helbestê da dengê tê bihîstin yê kê ye? Helbest cureya edebî ya herî hestyar e belkî. Dema ez ji perspektîfeke wihakîna ve li helbestê dinihêrim ez dibêjim gelo meriv dikare di helbestê da hemû dengan çakîna zeft bike û veguhêze. Yanî gava ez behsa hestên jinekê, an jî hevzayendan dikim ez çiqas dikarim xwe bigihînim frekansa hîs û sewta wan? Ev pirseke girîng e bo min, ji ber wê serê xwe pê ra diêşînim û hewl didim di berhemên xwe da, xwe ji yekdengiyê xelas bikim. Bi ya min tişta edebiyata kurdî qels dike ev yekdengî ye, divê em bikaribin di edebiyatê da pirdengiyê pêk bînin. Ev babet jî sedî sed bi ziman ra û bi xebatê ra eleqedar e.
Dema em bala xwe didin naveroka helbestên te, di peyv û rêzikan da zimanekî esîl, resen û carinan jî herêmkî derdikeve pêşberî me. Li gel asîmîlasyona heyî û rewşa zimanê kurdî ya îro, zimanê helbesta te zimanekî kamil e, te çawa xwe parast?
Bi min xala herî giring ji bo nivîskaran ziman e. Tişta çîrok, bûyer, hîs, dengê nivîskaran ji hev cuda dike ziman e. Ji ber vê yekê jî berî her tiştî ez li ser ziman dixebitim ji bo xweseriya dengê xwe kifş bikim. Qe nebe di nivîsê da. Her şair li ser ziman dixebite. Lê bi min xala ku xebata zimanî diyar dike jî poetîkaya şair bi xwe ye. Ango ka ew ji helbestê çi fehm dike? Bi helbesteke çakîna ra mijûl e? Ez helbesteke pirreng û pirrdeng dixwazim û zendan ji bo vê badidim. Ji bo ez hîs û fikr û çîrokên xwe ji yên berî xwe û hevçaxên xwe cuda bikim jî ez ser ziman dixebitim. Lê israra min li ser zimanekî herêmkî tenê jî nîne. Lewra bi min israra li ser zimanê herêmkî jî carna ziman berteng dike. Ber wê ji zaravayan bigire heta devokan dixwazim peyv û qaliban bi kar bînim.
Her wiha divê mirov ji bo pirrengiyê û pirdengiyê baş çavdêrî bike. Ji bo vê yekê jî gerek e meriv qenc lê binihêre ka gelo merivek hestên xwe, fikrên xwe çakîna tîne ziman. Dema mirov bi vî awayî li ser ziman bixebite hingê digihîjîe derekê. Û bi rastî jî divê meriv serê xwe bi zimanê kurdî ra biêşîne da zimanekî berteng û rijî dernekeve holê. Her wiha li gorî min, divê her şa’ir her nivîskar her sal xwe nû bike, mîna biharê, û zimanekî nû bi kar bîne da ku edebîyatê teze bike.
Te ji pêşbirka Arjen Arî xelat girt. Dema te xelata Arjen Arî wergirt te çi hîs kir?
Bi min pirseke çetin e ku meriv behsa kelcaniyeke bi vî rengî bike. Yanî heqeten hîsên ecêb ser min peyda bûn. Lewra min dengê xwe li gelek dengan zêde kiribû. Ya rastî bi handan û israra hin hevalan, min go divê ev deng derbikeve holê êdî. Min ji xwe bawer nekira digel hinde israran jî min ê dosyeya xwe neşanda herhal. Ya rastî min ji ziman û çîroka xwe bawer dikir. Dema aşkera bû jî min du tişt hîs kir; yek ez kelecan bûm ya duduyan jî ez piçekî tirsiyam. Çimkî êdî her tişt li holê bû. Goran Haco ewqas helbestên bedew û hêja lê kirine, lê xwe wekî helbestvanekî nanirxîne û dibêje “navê helbestvanîyê giran e”. Tirsa min jî ber wê bû, ji min wetrî li hemberî helbestê berpirsiyariya min zêdetir bû. Ez pak nizanim ka gelo min berpisiyariyeke bi vî rengî dixast an na. Yanî min digot ezê bibim nivîskar, lê berpirsiyariya nivîskariyê ez gelek caran dudil hîştime. Axir bû, bi xêr û gunehên xwe ve, bi kêmasî û qelsiyên xwe ve navê helbestvaniyê bi pêşbirkê li ser min ma. Êja heçku divê ez vî dengî bêxweyî nehêlim û tiştên ez difikirim êdî bikaribim bilêv jî bikim. Lê tirsa min ne tenê ji ber vê jî bû.
“Warê min talan kirine, ez, yanî pamalî zemane/yê vê heyamê, yê vê helbestê, yê vê kelamê/li benda mizgînîya çîroka welatê xwe me/… /belê Ûrsûla, hingê heke te dît ez ketim/heke te dît di rê da mam ez ji vê seferê/tu kaw kubara “Healayê”, wereû bi ser min da vegere…” Tu çima hawara xwe digihînî Ursula K. Le Guinê?
Ji bo ez xwe nas bikim, kifş bikim Ûrsûlayê pir tesîr li min kir. Min gelek çîrok, ceribandin, nivîs, roman û helbestên Ûrsûlayê xwendin. Ew li ser gelek aliyên cuda disekine û pirsên pir ecêb li xwendevan dike. Hişekî dehşet e bi min di edebiyata cîhanê da. Ûrsûlayê jî hin qalibên edebiyata cîhanê şikandin. Gava min berhemên wê dixwendin min kêmasiyên xwe hîs dikirin. Wê di cureyên wekî honaka zanistî da bi wê anarşiya xwe ya navdar serî li mêran rakir û rê li ber gelek jinan vekir. Lê Ûrsûla ne tenê bi çîrok û romanên xwe bi helbestên xwe jî li ber dilê min gelek şirîn e. Ûrsûla pirsên ecêb bi meriv dide kirinê, meriv pê ra difikire, pê ra diguhere. Dema min xwest ez derkevim sefera helbestê, min go ka gelo kî wê were bi hawara min ve? Min hew dît ji nav gelek şa’iran Ûrsûla jî bi min re ye…
Mesela dema min gotinên te yên li ser Ûrsûlayê niha guhdarî kirin min go gelo tu hê zêdetir di bin bandora helbesta Rojava da yî. Lê bi ‘Pîrozeyê’ û gelek helbestên din ên di dîwanê da ev fikra min guherî. Bi ‘Kilama Pîrozeyê’ em dibînin ku te êdî berê helbestê daye dengbêjiyê jî?
Ya rastî min xwest ez bi terzê dengbêjiyê binivîsim. Ez hij dengbêjiyê dikim û bi min dengbêjî formeke gelek taybet ya helbestê ye. Me heta niha wekî formeke helbesta modern serê xwe bi dengbêjîyê re neêşandiye. Ji me wetrî tiştekî pirr kevn û aydê duhê ye. Lê wisa nîne. Meriv dikare bi terzê dengbêjiyê berhemên gelekî serkeftî derîne holê. Rîtm û kirpandineke xweser a dengbêjiyê heye, çimkî ew tim tê bidengkirin. Tenê li ser nivîsê namîne. Min dengbêjî ji bo poetîkaya xwe wekî cureyeke taybet hilbijartiye û ez dixwazim wê li gorî zemanê xwe li gorî hest û fikren xwe yên niha jî biguncînim. Ez dengbêjiyê bo honaka zanistî jî bo edebiyata fantastîk jî diguncînim. Çimkî şiyaneke dengbêjiyê heye, dikare hestên meriv gelek û gelek xweş bikirpîne.
Heke em dengbêjiyê veneguhêzin sibehê, piştî çil salên din emê tenê wekî cureyeke folklorîk, bîranîneke civakî û çeşneke ji rewacê ketî behsê bikin. Lê bi min forma dengbêjiyê heta hetayê dikare bimîne û bibe xweseriyeke zimanê kurdî. Her wiha min xwest ez ji aliyê naverokê û ziman ve jî hin guhertinan di dengbêjiyê da bikim. Ezê ser vê meseleyê hê bixebitim helbet. Çunkî gelek kêmasî hene. Lê ez dixwazim vê bibêjim, dengbêjî kevneşopiyeke aydê zilamên kal, jinên pîr tenê nîne. Gelek kes dikarin vê hunerê îcra bikin. Mesela ciwanên teze jî vê hunerê îcra dikin, li gorî xwe taybetiyan lê zêde dikin, zimanekî modern û li gorî ruhê zemanê xwe bi kar tînin. Ev pirrengî û pirdengî ye. Kilama Pîrozeyê kilama zemanê xwe ye. Evîna zemanê xwe û sosyolojiya zemanê xwe ye. Êdî leheng û dijlehengên tê da ji yên berê hinekî cuda ne ez dibêjim.
Bi rastî jî dema min dîwana te “an jî gilî gotinên li ser hatinê” xwend fikreke wiha li ser min çêbû: Min go gelo berê helbesta kurdî ber bi dereke din ve diguhere? Jixwe di bersivên te yên vê hevpeyvînê da jî tişta min fam kir ew bû: Ji bo helbesta kurdî, di tûrê te da tiştên nûjen hene. Êdî em dikarin bêjin ku tu berê cewka helbestê diguherînî?
Ne ez tenê, em diguherînin. Bi min, ev ne îdiaya min tenê ye, ya çend heb helbestvanên vê dawiyê ye. Nexasim piştî 2010an hin kes derketin û xwestin helbesta kurdî (roman û çîrok jî her wiha) biguherînin. Ji ber ku helbesta kurdî, nexasim ya modern a li Bakur, êdî xwe dubare dikir. Wisa çemek bû di xwe da roda diçû. Helbet hewldan hebû, hinek kesan heqeten kedeke mezin dan, da ku wê pirê jî ava bikin di navbera nifşan da. Li gorî min, helbestvanên piştî 2010an berhemên wan çap bûn, çi jin çi mêr û çi jî yên mayîn, heqeten rengekî din dan helbesta kurdî. Erê yên berî xwe red nedikirin lê di paşxaneyê da pevçûneke wan jî hebû bi nifşê beriya wan ra. Bi min jixwe edebiyata kurdî di vir de ji edebiyata tirkî cuda dibe. Edebiyata me, mîna hinek edebiyatan sed sal bere jî li ser redkirinekê nebû, niha jî nîne. Me tim ji yên berî xwe sûd wergirtiye, bibîr aniye û lê zêde kiriye.
Tam di esaseke bi vî rengî de, di vê axirdewrana em tê da dijîn, Janyayek êdî têra helbesta kurdî nake. Yanî em heta radeyekê wê Janyayê qebûl dikin. Em nikarin êdî bi Janyayê ra heta hetayê bijîn. Divê heqeten êdî “ew xwe bikuje” û em xwe jê rizgar bikin. Janya helbesteke gelekî serkeftî û baş e lê heta radeyekê bûye bela serê helbesta kurdî jî. Carna ev rewşên wihakîna, yên wekî kanonîkbûnê tên nirxandin, li pêşiya edebiyatê xetereyekê çêdike. Bi min êdî Janya mir, dewr dewra “Esramania” ye. Ez jî bi nifşê piştî 2010an re dixwazim vê yekê biguherînim. Gelek kêfa min ji dosyayên vî nifşî re hat. Nexasim Hamid Omerî, Yehya Omerî, Omer Faruq Baran, Suat Baran, Narîn Yukler, Pinar Yildiz, Şehmus Kurt, Selamî Esen û hwd… Her yek xisûsiyetek, her yek rengekî xweser heye lê bi hev re deng vedidin. Bi min helbesta vî nifşî helbesteke nû, teze û bi reh û rîşe ye. Mesela ‘Şînşem’, ‘Tarantîno, Babê Min û Ez’, ‘Vena’, ‘Elbakof’, ‘Nêrgiza Defterê Bişkivî’ helbesta vî nifşî ye hûn bixwînin hûnê bibînin jixwe. Yên bûn sedem ez dengê xwe li dengê helbesta kurdî zêde bikim jî helbestvanên vê dawiyê bûn. Dînamîkên vî nifşî dînamîkên cuda ne, motîvasyonên wan cuda ne. Binihêrin yek naşibe yekê lê ahengek heye di navbera wan da.
*Ev hevpeyvîn bi Bêrîvan Kayî re hat kirin û di malpera Gazete Duvarê da hat weşandin.

Hevpeyvîn bi Abdullah Încekan ra
Abdullah Încekan

August 30, 2022
Em ê wêjeya zarokan û nexasim wergera wêjeya zarokan bikin dabaşa hevpeyvînên xwe û her carê bi hevpeyvînekê bên pêşberî xwendevanan.
Em di hevpeyvîna xwe ya ewil da, bi mamoste-pedagog, wergêr û zimannas Abdullah Încekan ra li ser wêjeya zarokan û li ser wergêrên wî yên dawî axivîn. Mamoste Abdullah Încekan di vê hevpeyvînê da li gel serhatîya xwe ya wergerê ji me ra behsa xal û xetên giring yên wergera wêjeya zarokan jî dike û dibêje: “Ez gelek li ber dikevim ku em wek milet nikarin zimanê xwe bidin nifşên piştî xwe. Wek zimannasek, pedagogek, neteweperwerek, bavek ez hertim vê êşê hîs dikim. Loma jî zarok tim di bîra min da ne.” De ka em bi hev ra guh bidêrin ka mamoste Încekan ji me ra çi dibêje.
Pirs: Di wergera berhemên wêjeyê da, xasma wêjeya ji bo temenmezinan, tişta ku em aşîna ne ev e: Di wergera berhemê da rê û rêbazên cuda yên wergernasîyê tên bikaranîn lê wergêr kêm caran serî li “adaptasyon/guncandin”ê dide. Lê di wêjeya zarokan da, wergêr gelek caran berhema ku werdigerîne adapteyî zimanê xwe û çanda xwe dike. Ji navên lehengan bigire (Connî bû Dilşa, Jacob bû Yaqûb) heta atmosfera mekanî ya vegêranê (narratîve/anlatı) li gorî çand û zimanê zarokên muxatap vediguhêze. Wergêr çima vê yekê bi taybetî ji bo wêjeya zarokan dike?
Nivîs/Metin li gorî mesafeya di navbera wê û xwendevan da şekil digre, yanî tê hûnandin. Lê di wergerê da heqê wergêr tune ye form û awayê metnê biguhere, da ku tesîrekê li vê mesafeyê bike. Herçî di metnên ji bo zarokên piçûk da be, ev tespît problem e; ji ber ku zarok xwe di nava metnê da dibîne û ev mesafeya ku behskirî ji ortê radibe.
Seta Dilşayê ji bo zarokên 3 hetanî 6 salî ye û pedagojîk e, yanê dixwaze her wisa di avakirina kesayetîya wan da bibe alîkar. Îcar ji bo ev armanc bi rihetî were holê, min navên karakteran guhertin. Bi vî awayî ew ê rihettir têkevin nava çîrokê û xwe aîdî wê cîhanê hîs bikin. Armanca adaptasyona navan ev bû. Lê di Dilşayê da min tenê nav guhertin, yanî wekî din tenê werger e. Tew bi ya min ba, min dixwest ez cumleyan hinekî sade û siviktir bikim, lê prensîba ku ez ji metnê ra sadiq bim, nehîşt.
Pirs: Di wêjeya zarokan da nêzîkatîyeke bi vî rengî heye: Wergêr bêhtir berê xwe didin wergera berhemên klasîk yên zarokan yên cîhanî. Ango berhemên sed û sed û pêncî sal berê hatine nivîsîn ji bo kurmancî teze tên wergerandin. Ew berhem çiqas xîtabî zarokên vê serdemê dikin? Tu vê nêzîkatîyê çawa dinirxînî û avantaj an jî dezavantajên wergerandina van berheman çi ne?
Ji ber rewşa me, em hema bibêje di hemû hêlan da şûnda mane. Îcar di warê çand û edebîyatê da jî rewşa me ne cihê ye. Yanî ji ber polîtîkayên ziman me karîbûye ancax piştî salên 1992yan li Bakur weşanê bikin. Ji ber vê jî hîssa ku em dereng mane, bi me gelekan ra heye û em dixwazin vê şûndemayîna xwe telafî bikin. Bi bawerîya min, yek ji sebebên wergera pirtûkên kevn ev e. Sebebeke din jî ev e ku meriv dixwaze metnên kanonîk wergerîne ser zimanê xwe. Ê metnên kanonîk jî, divê kevn bin. Şertê kanonbûnê ev e. Îcar li ba me tevan hîssa ku metnên di ber bayê zeman ra derbas bûne, metnên qaîm in û hêjayî xwendinê ne. Xêncî vê, helbet sebebên aborî û teknîkî jî hene. Mesela meriv bixwaze Harry Potter wergerîne, jê ra sermîyaneke mezin û kadroyeke baş lazim e. Ê em di vê rewşa hanê da nikarin van her du şertan jî bînin cî. Di ser da xwendevanên me jî kêm in. Ji bo 1000 libî di şertên normal da meriv weşanê nake, lê em mecbûr in…
Meseleya serdemê hinekî tevlihev e. Mesela li Ewrûpayê digel ku hertim berhemên nû dertên, klasîk jî çap dibin û tên xwendin, ji ber ku hê jî meriv ji wan feydeyê distîne. Loma jî divê em li gorî îmkan û derfetên xwe, her du hêlan jî li ber çavan bigirin.
Pirs: Gava em behsa wêjeya zarokan dikin, ji nivîskarên wê bigire heta, werger, weşanger û edîtor û bergsazên berheman hema bêje hemû kes kesên temenmezin in. Heta kesên ku van berheman ji bo zarokan dinirxînin û biryara başî û nebaşîya wan didin, rexneyan dikin jî kesên temenmezin in. Li gorî te rewşeke wiha ji bo zarokan çiqas guncan e û hemû kesên navborî gelo dikarin bi awayekî temam bikaribin xîtabî zarokan bikin?
Mînakên cîhanê nîşan didin ku ev tişt mumkin e, lewra berîya ku em mezin bibin, em jî zarok bûn. Her çiqas gelek kes zaroktîya xwe ji bîr bike jî, ev hafiza li cem hin kesan saxlem dimîne. Meriv gava lê dinihêre, dibîne ku gelek kesan karîbûye xîtabî zarokan bikin. Mîsalên vê pirr in. Îcar em ji ku derê dizanin ku ew xîtabî zarokan dikin? Ji ber ku zarok zewqê ji xwendina wan digirin. Nîkolayê Piçûk ne tenê li Fransayê her wisa li gelek welatan di nav zarokan da bestseller e. Kitêbên Erich Kaestnerê ji Almanyayê li Tirkîyeyê jî bi sedhezaran belav bûne. Ev tişt tenê bi teşwîqê nabe.
Pirs: Te heta niha ji zimanê almanî gelek helbest û berhem wergerandine. Her wiha te vê dawîyê ji nivîskara alman, Liane Schneider rêzeberhemên li ser Conni bi navê Dilşa wergerandin kurmancî. Ev set ji 6 pirtûkan pêk tê. Tu dikarî piçekî behsa pêvajoya wergera van berheman bikî? Mebesta te ji wergerandina van berheman çi bû? Çima ev berhem lê ne hinekên din?
Ez gelek li ber dikevim ku em wek milet nikarin zimanê xwe bidin nifşên piştî xwe. Wek zimannasek, pedagogek, neteweperwerek, bavek ez hertim vê êşê hîs dikim. Loma jî zarok tim di bîra min da ne. Min xwest ez ji bo yê herî piçûk kitêban derxînim, ji ber ku li gorî lêkolînên zimannasan bingeha ziman hetanî 3 salî tê danîn û dibêjin piştî umrê 7 salî zarok ziman ne bi awayekî sirûştî/tabiî lê wek mezinan fêr dibin. Yanî, hetanî umrê 7 salî mûhîm e. Asîmîlasyona mezin jî di salên pêşdibistanê da diqewimin.
Îcar li Almanyayê gelek kitêbên serketî hene. Lê bi qasî zanîna min ya herî zêde belavbûyî Connî ye. Digel ku weşanxaneya wan yeke mezin e û min digot ew ê silava me negiirin, canika weşanxaneyê bi dilşadî fikra min qebûl kir. Û wisa min dest bi wergerê kir.
Pirs: Wekî tê zanîn zarokên kurd hê jî bi zimanê xwe perwerdeyeke fermî wernagirin. Di rewşeke wihakîna da tu wêjeya zarokan a kurdî-kurmancî çawa dinirxînî? Ev berhemên ku tu û wergêrên din ji zimanên din bo kurmancî werdigerînin xîtabî kîjan zarokan dikin? Ji ber ku zarokên kurd perwerdeyeke fermî wernagirin niha ev berhem ji bilî xebatên arşîvê, xizmeteke çawa dikin, bi kêrî çi tên, çima giring in?
Tişta ku min herî zêde diêşîne, xebata ji bo arşîvê ye. Ev nîşana bêhêvîbûnê ye. Têkçûn e. Armanca min îro ye, ji ber ku îhtimalen sibê ji bo asîmîlasyonê dereng be. Loma jî ez di tevahîya karên xwe da dixwazim xwe bigihînim kesên ku hedefa min in. Eger berhem baş bin û umrê wan dirêj be, wekî Nurcî dibêjin, nûr e’la nûr e.
Dilşa xîtabî 3-6 salîyan dike. Zarok di vî umrî da nikarin bixwînin. Loma jî ev kitêb xîtabî dêûbavan dikin. Divê dêûbav, xwîşkûbira vê mes’ulîyetê bînin cî û ji zarokên piçûk ra van çîrokan bixwînin.
Pirs: Gava tu li berhemên wêjeya zarokan ya kurmancî dinihêrî û xasma berhemên hatine wergerandin dixwînî tu çawa dinirxînî? Niha di nav edebîyatê da, nemaze ji bo wêjeya zarokan jî, meseleya wergera ji wergerê nîqaşeke germ e. Gava ku wergerek ne ji berhema orjînal (mînak zimanê orjînal fransî ye) lê ji zimanê tirkî (erebî, farisî) berhemê werdigerîne kurmancî divê ev çawa were nirxandin, nemaze ji bo wêjeya zarokan?
Hin berhemên kurmancî hene gelek qels in. Divê tevna çîrokê, zimanê wê, wêneyên wê, mîzanpaja wê – tev li gorî prensîbên pedagojî, psîkolojî û zimannasîyê bi rêk û pêk bin. Min berî demekê ta ji Dîyarbekirê setek kirrî, lê niha nizanim çi pê bikim. Ne tê xwendin, ne jî qêmîş dikim biavêjim. Welhasil ev karekî çetrefîl û zehmet e.
Mesela wergera wergerê bi qasî ez dizanim, zêdetir ji bo metnên mezinan tê munaqeşekirin, lê ez bim divê meriv xwe jê dûr bike. Carna meriv mecbûr dimîne, mesela metnên ji Yunanîya kevn yan jî Latinî, ji ber kesên van zimanan bizanibin tune ne/kêm in. Lê ji bo zimanên din divê meriv dev jê berde; şêweyeke ne rast e.
Pirs: Gava min wergerên Dilşayê xwend, tişta di destpêkê da bala min kişand zimanê wergêr bû, ango zimanê te bû. Bi qasî ku ez te li ser mecrayên din û ji berhemên te yên din jî nas dikim fikr û ramanên te yên li ser ziman teyisîye ser zimanê te jî. Mesela tu hin peyvên ku êdî di nav milet da hêdî hêdî rûniştîye çêkirî an jî aydê “kurmancîya postmodern” dinirxînî (wekî; bêje, xweza, derfet, wate, mînak, kujer) û li şûna wan hin peyvên din pêşnîyaz dikî (wekî: kelîme, tebîet, îmkan, mene, mîsal, qatil). Di wergerên Dilşayê da jî mesela te li şûna “pol” peyva “sinif”, şûna “hejmar” peyva “reqem” û ji bilî carekê li şûna “giring” peyva “muhîm”, li şûna “ezmûn” peyva “îmtîhan” hatîye bikaranîn. Her wiha di pirtûka Dilşa Diçe Bexçeyê Heywananan da jî li derekê lêkera “dihelêfin” û “kudandin” hatîye bikaranîn. Li gorî te zimanê ku tu di wergerê xwe da bi kar tînî çiqas nêzî rastîya zarokan e? Her wiha armanceke werger jî ne ew e belkî zimanê zikmakî fêrî zarokan bike. Di van demên dawî da peyvên wekî “pol”, “hejmar”, “ezmûn”, “ajel” hêdî hêdî rûdinên û nivîskar an jî wergêr dixwazin şûna peyvên erebî, tirkî û farsî berê xwe bidin peyvên kurdî. Lê di wergerên te da meyla te bêhtir li ser bikaranîna wan peyvan e (xasma erebî) ku di nav civakê da jixwe ji zû ve rûniştine. Gelo li gorî te divê wergêrên kurd di ber da xebateke zimanî jî ji bo zarokan bikin û resenîyekê derxin holê yan çi hebe wê bi kar bînin?
Ev mijar, mijareke tevlihev e. Eleqeya wê bi sîyaseta ziman ra heye, bi sosyolojîya milet ra, bi pedagojîyê ra heye… Loma jî ez nizanim ji ku derê dest pê bikim.
Niha hin kesan bi berhemên xwe standartek ava kirine. Mesela standarda almanî bi saya wergera Încîlê ya Martin Luther çêbûye. Lê Luther hêza dêra ortodoks nedaba pişt xwe, ew ê tenê wek wergerekî bimaya. Yanî patronajek li pişt wî hebû.
Îcar di vê rewşa kambax a bêpatronaj da em çend hezar kes dixwazin bi saya metnên nivîskî standartekê ava bikin, lê pirranîya miletê me ji vê standartê dûr e û haya wê jê tune ye. Ji ber vê, ev hewl di şûna avakirina pirekê da sinorekê di nav milet da dide çêkirin. Yanê perçebûna me zêde dibe. Ev yek.
Ya din, komunîkasyon/têkilî ji bo xwe îfadekirin û hevdufehmkirinê ye. Yanî, her cumle xwedîyê armancekê ye. Îcar gava te bi hilbijartina bêje û sentaksê rê li ber hevdûfehmkirinê girt, îdî armanca wê namîne. Yanê mesaja te bê armanc e. Ji bo ku ez bêm fehmkirin, ez dixwazim bi zimanê muxatabê xwe qise bikim. Yanê, gava min bi yekî kurmanc ra qise kir, ez çima di şûna ode da bibêjim jûr?
Îcar ev mijar ji bo zarokan zehmettir e. Ji ber ku perwerdeya kurdî tune ye, zimanê zarokan ê kurmancî tenê yê malê ye. Yanî tu rabî, bibêjî “Kurê min, jûra xwe bimale!“, ew ê zarokekî bakûrî/rojavayî çi fehm bike? Ji ber vê jî ez naxwazim ji zimanê gel dûr bim.
Wek noteke dawîn: Ziman sentaks e, ne bêje/kelîme. Di sentaksê da qaîdeyên ziman xwe nîşan didin û sentaks bêjeyên bîyanî jî asîmîle dike. Loma jî meseleya bêjeyan bi min talî ye.
Abdulah Încekan kî ye?
Dr. Abdullah Încekan germanîst, tirknas û nivîskarê çend pirtûkan e. Încekan di sala 1977an de hat dinê. Wî dibistana ewil li gundê xwe xwend û dû ra bi malbata xwe ra koçê Almanyayê kir. Li wir wî li dû dibistana navîn û lîseyê li zanîngehê beşên Germanîstîk û Tirknasiyê xwend. Di teza mastera bilind da wî hin xalên di zimanên kurdî û almanî da da berhev û ev xebat jî li eynî zanîngehê hat weşandin.
Wî beşên Almanî wek Zimanê Dudiyan û Pedagojiya Înterkulturel piştî her du beşên ewil xwendin û di sala 2003yan da qedand. Ew niha li lîseyekê wek mamosteyê ziman û wêjeya almanî dixebite. Abdullah Încekan di sala 2018yan da doktoraya xwe ya li zanîngeha Bambergê li Almanyayê di beşa General Linguistic da qedand û pileya Dr.tîyê wergirt.
Her wiha blogeke Abdullah İncekan jî heye û ew di bloğa xwe da werger û nivîsên xwe parve dike. (http://abdullahincekan.blogspot.com/)
Berhemên wî:
Verbvalenz im Kurdischen und Deutschen
Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri.
Kurdisch kompakt
“Eine Hand voller Sterne” im Unterricht
Şivan Perwer – Efsaneya Zindî
Ez Kurdî Hîn Dibim – Gecisli Fiiller ve Ergativ
Compact Kurdish-Kurmanji
Ji Şairekî Ciwan re Name werger ji Rainer Maria Rilke
Derîyê Dil
Seta Dilşayê
Ji Hewşa Xelkê

Anîme: Çi, çima, çawa?
Di demeke nêz da em ê dest bi nivîsên li ser Anîmeyan bikin. Anîmeyên ku em dê li ser binivîsin ev in:
Death Note,
Demon Slayer,
Tales From Earthsea,
Attack on Titan,
Ergo Proxy,
Psycho-Pass,
Rurouni Kenshin,
Castlevania,
Steins:Gate,
Spirited Away,
The Girl Who Leapt Through Time,
Moriarty The Patriot,
Akira,
Princess Mononoke,
Nausicaä: Valley of the Wind
Ghost in the Shell,
The Tale of the Princess Kaguya,
Grave of the Fireflies,
Altered Carbon: Resleeved,
Love, Death & Robots
Arcane,
Blood of Zeus,
û yên mayîn…

Xwendineke Vegêrrannasî li ser Bacanên Pelçiqî
PUXTE
Di xwendina berhemên edebî da çend boçûnên ciyawaz hene ku her boçûn xwendevan dibe cihekî xweserî boçûnê. Xwendineke psîkoanalîtîk dê xwendevan bibe li ber deriyê derûniya nivîskêr, xwendineke postkolonyal dê xwendevan bibe rewşa civakî û polîtîk a hawira ku berhem tê da hatiye afirandin. Têoriya vegêrannasî jî ku metna edebî ji xwe ra kiriye navend dê xwendevan bibe nav hêmanên ku vegêrana edebî xwe li ser saz kiriye. Xwendineke bi têoriya vegêrannasiyê ne tenê bi forma metna edebî ra pêwendîdar e, lê di heman demê da bi rêya boçûneke navdîsîplînî bi têoriyên edebî yên dîtir ra jî pêwendîdar e. Bi rêya xwendineke vegêrannasî xwendevan dê metna çîroksaz bi hin regezên xweser çêtir ji hev veçirîne. Ev gotar jî dê ji rêbazeke bi vî awayî ra bibe nimûneyek ku xwendineke vegêrannasî li ser berhema Rênas Jiyan a bi navê Bacanên Pelçiqî hatiye sepandin.
Peyvên sereke: vegêrannasî, vegêr, zincîreya rûdanan, zîqbûn, kronotop, Bacanên Pelçiqî.
ABSTRACT
There are various views on how to read literary works and each of these views takes the reader to a place special for that view. A psycho-analitic reading will take the reader to psychology of the writer, a postcolonial reading will take the reader to political and social situation in which the work was produced. Narrative Theory, the centre of which is literary text, will take the reader to the elements on which the literary narrative organizes itself. A reading with the Narrative Theory is not only related to the form of the literary text, but is also related to the other literary theories with the help of an interdisciplinary view. With a narrative reading the reader will be able to analyze fictional text better with some principles. This article is an example of this method which is applied on Rênas Jiyan’s Bacanên Pelçiqî.
Key Words: Narratology, Narrator, Plot, Chronotope, focalization, Bacanên Pelçiqî.
Destpêk
Vegêrannasî[1] boçûneka rexneyî û têorîk e ku li ser dahûrandina binyada vegêranan radiweste. Bi metodolojiyeke xweser; metnên vegêranan, hêman, pêşkeşiyên dîtbarî, rûdan û berên çandî yên ku çîrokekê vedibêjin, vedikole [Kocatürk, 2008: 1]. Ev têgeha ku yekem car ji hêla Tzvetan Todorov ve hatiye bikaranîn ji aliyê dîrokçe û bingehê ve xwe digihîne ramanên Arîsto û Eflatun yên li ser mîmesîs û dîegesîsê. Di metnên vegêranan da xweseriyên neguherbar yên wekî zincîreya rûdanan û vegêr hene ku xîmê metneke edebî li ser wan hatiye avakirin. Bi geşedana wêjeyê ra rêjeya taybetiyên metneke wejeyî û karîgeriya wan taybetiyan jî guherîn. Di berhemên modern û postmodern da, ji rêbaza vegêranên klasîk ciyawaztir têknîkên nû yên wekî; modên vegêranê (şêwaza vegêrandina çîrokan an jî raweya vegêranê), mesafeya vegêranê, zîqbûn (focalization) , gotar û temsîla hişê karakteran, anakronî û kronotopê li ser nivîskaran kartêker bû û rêya bikaranîna teknîkên nû li pêşberî wan vekir. Di berhemên nivîskarên wekî Proust, Joyce û Henry James da girîngîpêdana wan têknîkên nû û bikarînana wan aşkera ye. Ji bo dahûrandina berhemên ku têknîkên nû bi kar anîne û hêmanên girtî di xwe da dihewînin, xwendineke bi rêbaza vegêrannasî, dê ji bo xwîner, ji hêla vê dahûrandinê ve bibe alîgirekî hêja. Lewra “piştî xwendineke vegêrannasî, xwendevanê hişmend çeşiddariya di vegêranan da, şaşkerîyê, tevlihevî û taybetiyên servekirî dê zûtir bibîne, hêmanên vegêrannasiyê derxîne holê û wan bi ravekirinên heyî ve girê bide û dê hewl bide binê şîroveyên razber bi stratejiyên şênber ve dagire [Çıraklı, 2015: 23].
Di vegêraneke edebî da, nemaze di roman û çîrokan da hêmanên ku vegêranê xwe li ser saz kiriye, diyar in. Bingeha hemî metnên vegêranî li ser du asasan hatiye sazkirin ku yek ji wan; “zincîreya rûdanan” e û ya din jî kesekî/ê ku vê zincireya rûdanan pêşkeş bike ango “vegêr”ek e. Lêbelê ev nayê wê watayê ku hêmanên din yên wekî dem, cih, zîqbûn, karakter û karakterîzasyon di berhemekê da hêmanên ne girîng in, berovajiyê wê bi têkelkirina van hêmanan diyar dibe ew têgînên navborî bêyî hevûdu qels in. Weku ku Bakhtîn jî dibêje dem û mekan bêyî hevûdu qelsin û her du têkelî hevûdu bûne û Bakhtîn wan bi têgîna “kronotopê” bi nav dike. Di vegêranê da, her hêman hem tena serê xwe hem jî bi pêwendiya xwe ya bi hêmanên din ra bê hilsegandin dê mafê têgîna “yekîtiya organîk” bê dayîn. Di têoriya vegêrannasiyê da ku têoriyeke navend-metin e bi pêwendiya hêmanên vegêranê em xwe digihînin vê yekîtiya organîk.
Li ser vegêrên vegêrana modern da endîşeya “çi vedigerîne” tuneye lêbelê endîşeya “çawa vedigerîne” heye. Ev jî çîroka ku hatiye vegêrandin pêrgî şîroveyan tîne. Êdî xwîner pirsên weku “kî diaxive?” “kî dibîne?” hwd. li metnê dike û binyad û gotara vegêranê bi van pirsan ji hev derdixe.
Em dê di vê gotara xwe da, bi hin têgehên xweser ên vegêrannasiyê analîza romana Rênas Jiyan a bi navê Bacanên Pelçiqî bikin. Bi vê analîzê em dê bibînin hêmanên ku metin li ser hatiye sazkirin dê çêtir bixuyên. Lewra bi pêwendiya pare–yekpareyê şayesandina vegêranê rêyeke hêsantir derdixe pêşberî me. Boçûna me ya vegêrannasî dê ji bo analîza vegêranê bi kêrî me bên.
- Zincîreya Rûdanan
Di vegêranên edebî da û di mijara têgihiştina regezên bingehîn yên vegêranên edebî da têoriyeke girîng heye ku li ser cudakirina çîrok (story) û zincîreya rûdanan (plot) radiweste. Ev cudakirin hem li ser pênasekirina ‘vegêran’ê hem jî li ser hîmê vegêrannasiyê kartêker e. Ev cudakirina çîrok û gotarê (discourse) ango çîrok û zincîreya rûdanan alîkariya me dike ku em pêkhateyên sereke yên vegêranê bibînin. Herçiqas ev her du têgeh ji bo dahûrandina vegêranê û hînbûna pêkhateyên sereke yên vegêranê karîger bin jî, li ser jihevcudakirina wan jî ciyawazî hene. Ango her lêkolînera/ê vegêrannasiyê li gorî têgihiştina xwe wan ji hev cihê û pênase kiriye. Bahar Dervişcemaloğlu vediguhêzîne ku; yekem kesê behsa cihêbûna di mabeyna “fabula (çîrok)” û “sujet (zincîreya rûdanan)”ê kiriye Teşeparêzê Rûs Shklovsky e. Li gorî Shklovsky têgeha “sujet” (zincîreya rûdanan) ji wê wateya; ‘ew berhemên ku hatine temamkirin û xelaskirin’ wêdetir wateya hilberandin an jî afirandina hûnerî ya berheman derdibirre. Ango “sujet” hêmaneke vegêranê ye ku bi form-teşeya wê ve têkilîdar e. Ligorî Shklovsky “fabula” (çîrok) tenê ji “sujet”ê ra keresteyan amade dike [Dervişcemaloğlu, 2014: 77]. Bi kurtî bê derbirrîn fabula keresteyên berhemê ye ango çîroka (an jî çîrokên) wê ye; sujet jî bi rêya wan keresteyan hilberandin û teşedayîna berhemê ye.
Li gorî Forster jî ciyawazî di navbera çîrok (story) û zincîreya rûdanan (plot) da heye. Forster dibêje ku: “çîrok” rêzkirina rûdanan li gorî demê ye; zincîreya rûdanan jî ‘pêwendiya sedemî ya di mabeyna van rûdanan’ da derdibirre. Heger em bibêjin “Şah mir dûre Şahbanû mir” ev hevok dê tenê çîrokekê binimîne (temsîl bike), lê heger hevok wiha bê sazkirin; “Şah mir dûre jî Şahbanû ji kerba mir” ev hevok dê tenê rewşa çîrokê nenimîne, lê ew fraza daçekî “ji kerba” honandina di navbera her du rûdanan da jî dinimîne. Lewre sedema mirina Şahbanû bi mirina Şah ve hatiye pêwendidarkirin [Forster, 2001: 128-129]. Heger ku em ji berhemê
çend mînakên bi vî awayî bidin:
Wê rojê baran bariyabû, kes neçûbû ser erdan, kar betal bû.
[Bacanên Pelçiqî: 74]
Ji ber ku baran bariye kes neçûye ser kar.
Ji ber ku payîzxêrk bû û erda newalê ne ewqasî hişk bû me gor zû kolabû.
[r: 21]
Ji ber ku payîzxêrk bûye kolana erdê hêsantir bûye.
Di zincîreya rûdanên Bacanên Pelçiqî da hin rewşên taybet hene ku rûdan ango çîrokên ji hev cihê, bi hin detayan bi hevûdu ve hatine girêdan. Pevbestina zincîreya rûdanan bi van detayan “yekîtiya organîk” a berhemê parastiye. Di berhemê da diyardeya sereke ya ku wan çîrokên ciyawaz bi hevûdu ve girê dide “teybik” e. Ango çîroka Cindî û çîroka Sulhedînê kurê Seyîdxanê Kerr bi guhdarîkirina strana “Mala Ûsivê Seydo” ku Cindî kaseta xwe dixe ‘teybik’a xwe, bi hev ve hatine girêdan. Çîroka Cindî û Sulhedîn da ku di binbeşê duduyan da bi kasetê ve hatiye pevgirêdan, di beşên dawî da dê aşkere dibe ku ev pevgirêdan ne tenê bi kasetê lê heman demê da bi eqrebatiyê (ku Sulhedîn kalikê Cindî ye) jî pêk tê. Seyîdxanê Kerr kalikê Cindî ye û ji ber vê hindê ye ku Cindî hertim strana Mala Ûsivê Seydo guhdarî dike. Dema ku Cindî strana “Mala Ûsivê Seydo” guhdarî dike çîroka Sulhedîn tê vegotin. Nivîskar vê derbasangê bi rêya texeyulkirina Cindî pêşkeşî xwendevan dike. Ango di eslê xwe da çîroka Sulhedîn wekî xeyalê Cindî be hatiye pêşkeşkirin. Nivîskar vê tiştê bi awayê ku di her beşên çîroka Sulhedîn da bi epîgrafên ku ji straneke dengbêjiyê bin destnîşan kiriye. Lê ev şêwaz tenê di binbeşê ‘dudu’yan da bi awayekî mentiqî hatiye destnîşankirin. Di dawiya binbeşê duduyan da Cindî teybika xwe ji çenteyê xwe derdixe û kaseta Mala Ûsivê Seydo tixe teybikê û pêl bişkokê dike û beşa duduyan di vir da diqede. Lê beşa sêyem da çîroka Sulhedîn tê vegêrandin. Meriv dikare bibêje ku binbeşê sêyem herwekî ku texeyulkirina Cindî be hatiye pêşkeşkirin. Ev rewş di binbeşên dawî da bêyî ku atmosfereke wiha (Cindî kasetê dixe teybikê û li stranê guhdarî dike dûre çîroka Sulhedîn destpê dike…) bê sazkirin hatiye pêşkeşkirin ku ev jî ji hêla pevbestinê ve hişê xwendevan da pirsan diafirîne. Nemaze dema ku çîroka Mencikê tev li vegêranê dibe ev zêdetir tevlihev dibe. Lewra ji serbeşê duduyan heta serbeşê sisyan, vegêran bi awayê ku binbeşek çîroka Mencikê û binbeşek çîroka Sulhedîn be hatiye avakirin.
Çîroka Mencikê û Cindî jî heman bi wê teybikê û bi wê malê bi hevûdu ve hatiye honandin. Di binbeşê çarem da dema ku Cindî li wan kasetên ku Egîtê hevalê wî li wê malê dîtibûn û ji bo wî hiştibûn yek bi yek dinêre û di nava wan da kasetekê dibîne ku li ser ‘Mehmûdê Hesê – Ûsê Seydo’ dinivîse. Ji ber ku ji strana Mala Ûsivê Seydo hez dike wê kasetê dixe teybika xwe û guhdarî dike. Dema ku Cindî kasetê guhdarî dike şûna dengbêjiyê dengê keçikekê tê: “Ez Mencikê me belkî bîstekî din têkevin hundir û min bikujin!” [r: 27] dibêje. Cindî vî dengî meraq dike û dest bi guhdarîkirina kasetê dike. Bi guhdarîkirina kasetê ra vegêr diguhere. Mencikê, ku hem vegêr hem jî serlehenga vê çîrokê ye dest pê dike çîroka xwe vedigerîne. Bêyî ku encama çîrokê diyar bibe çîrok diqede. Ev pevgirêdana çîroka Cindî û çîroka Mencikê ne tenê bi wê teybik û kasetê bi hevûdu ve hatine girêdan lê di heman demê da bi rêya wê mala ku Egîtî ji hevalê xwe Cindî ra kirê kiribû ve jî hatiye honandin. Lewra di eslê xwe da ew mala ku Cindî tê da ye berê mala Mencikê bû û Mencikê di jûreke wê da dengê xwe tomarî kasetê kiribû. Em vê pevgirêdanê di beşên ku Terfa derdikeve holê da hîn dibin. Dema ku Terfa (xuşka Mencikê ye û bûye şervan) tê wê malê ji bo ku Cindî bibe Reqayê aşkera dibe ku Terfa xuşka Mencikê ye û dest pê dike berdewamiya çîroka Mencikê ji Cindî ra vedibêje.
Pevgirêdana çîroka Cindî û Terfayê jî bi şerê Reqayê ve pêk hatiye. Ango Terfa şervanek e û dixwaze Cindîyê ku 2015an da li Sûrê şer kiribû derbasî Reqayê bike. Çîroka herduyan jî hem li ser çîroka Mencikê hem bi rêya şerî bi hevûdu ve hatine honandin.
Em dibînin ku ew çîroka ku di destpêka berhemê da hatiye dayîn; çîroka kuştina Hisên a ji aliyê birayê wî Hesen ve jî di beşên peyrew da bi çîroka Mencikê ve tê girêdan. Piştî ku Hisên ji ber êşa destdirêjiya Mencikê ya ku ji terefî bavê wî ve pêk hatiye radibe bavê xwe dikuje, Hesenê birayê wî jî ji ber kuştina bavê xwe radibe birayê xwe dikuje. Di vê berhemê da teknîka bazine-çîrokê hatiye bikaranîn. Encama çîroka Mencikê bi awayekî sergirtî di beşa destpêkê da hatiye pêşkeşkirin.
- Vegêrr
Herwekî ku me li jor gotibû, bingeha hemî vegêranan li ser du asasan hatiye sazkirin ku yek ji wan zincîreya rûdanan e û ya din jî vegêrek e ku zincîreya rûdanan pêşkeş dike. Nemaze di vegêranên çîroksaz da ji bo “vegêr” vatiniyeke taybet heye. Pozîsyon û rewşa vegêr bi pirsa ‘em di metnê da dengê kî dibihîzin?’ ve têkilîdar e. Ango “Kî diaxive?” . “Bi kurtî meriv dikare ji bo vegêr bibêje ‘navbeynkar’. Navbeynkarê ku di navbera nivîskar û xwendevan da têkiliyekê datîne. Yanî hêmaneke roman an jî çîrokê ye ku bûyer, diyarde an rewşekê neqlî xwendevan dike”[Alan, 2015: 117]. Her vegêranek xwedî vegêrekî/ê ye. Ev vegêr hem dikare dengekî derveyî ango kesekî ji derve be hem jî dikare dengekî hundirîn be ango dengê karekterekî/ê vegêranê bixwe be. Vegêrên metnên çîroksaz merivên rasteqîn nînin, ew tenê “bikerên zimanî” ne, yên ku ji aliyê zimanê vegêranê ve hatiye sazkirin. Divê xwendevan dengê “vegêr” û nivîskar tevîhev neke. Dema ku nivîskar berhema xwe bi vegêrê kesê yekem pêşkeş bike, ew nayê wê wateyê ku ev dengê nivîskar bixwe ye (di hin metnên edebî da dibe ku ev deng bibe yê nivîskar: berhemên jînennîgarî, name hwd.). Herçiqas bi raweya kesê yekem hatibe vegêrandin jî ev deng aidê kesekî razber e. Tenê bi xwendinê hebûna vê dengê xuya dibe. Ew raweya kesê yekem û dengê ku bi “ez û min”ê diaxive dengê karakterekî/ê ji metnê ye. Li gorî Gerard Genette di vegêranekî da em dikarin pêrgî du cure rewşê vegêrandinê bên:
- Vegêrandina homodîegetîk/navxweyî: Ew cure vegêran e ku rûdan di heman demê da bi rêya kesekî/ê ku di nav rûdanê da cih digire ve tê vegêrandin. Vegêr di heman demê da yek ji karakterên vegêranê bixwe ye. Ku gireya “homo-“ vê temsîl dike.
- Vegêrandina heterodîegetîk/derveyî: Çîrok ji aliyê kesekî ku di nav vegêrandinê da cih nagire ve tê vegêrandin.
Genette vegêrandina navxweyî (homodîegetîk) jî di nav xwe da dike du pişk ku yek jê: Vegêr lehengê vegêranê bixwe ye û ya din jî vegêr çavdêr an şahidê vegêranê ye û rola karakterê duyemîn da ye. Genette ya ewil jî bi “otodîegetîkê bi nav dike.
Di vegêrana Bacanên Pelçiqî da çend dengên ji hev ciyawaz hene ku ev hem bi mijara vegêrandin hem bi mijara perspektîfê ve pêwendîdar e. Çawa ku di hin vegêranên fîktîv da ji vegêrekî bêhtir vegêr hebin di vê berhema Bacanên Pelçiqî da jî dengê çend vegêrên xweser tên guhên xwendevan. Ev vegêrên ji hev ciyawaz bi rêya xweseriyên metna çîroksaz bi hev ve hatine pevbestin. Ango pênc vegêrên vê romanê hene ku her pênc jî bi hev ra pêwendîdar in. Ji hêla rewşa vegêrandinê ve her du cureyên vegêrranê vegêrana homodîegetîk (navxweyî/kesê yekem) û vegêrana heterodîegetîk (derveyî/kesê sêyem)heye. Lêbelê di beşên (32 û 33an) ku Terfa vegêr e, dengê ku tê bihîstin ji dengê serleheng bêhtir dengekî çavdêr e. Ango wekî ku Genette “vegêrana navxweyî/homodîegetîk” dabeş dike : “Yek vêgêranên ku vegêrê wî/ê lehengê wê ye, ya din jî vegêranên ku vegêrê wî/ê çavdêrî û şahidiya rûdanan dike û rola wî/ê karakterê duyemîn e. Terfa di van her du beşan da berdewamiya çîroka xuşka xwe Mencikê vedigerîne.
Hevterîbî van her sê rewşên vegêranê, em pênc dengên ji hev ciyawaz dibihîzin. Dengê vegêrê kesê sêyem(heterodîegetîk), dengê Cindî, dengê Sulhedîn û dengê Mencikê û dengê Terfa. Cindî, Sulhedîn û Mencikê û Terfa ji aliyê rewşa vegêranê ve homodîegetîk (navxweyî) in. Ango vegêrê kese yekem ê bi cihnavka “ez” û “min”ê hatiye sazkirin. Di her sê serbeşên romanê da û di binbeşên wê da vegêr diguherin. Di binbeşa yekem da vegêr kesê sêyem e û çîroka kuştina Hisên a ji aliyê birayê wî Hesen ve hatiye vegêrandin. Di binbeşa duyem da çîroka Cindî û hevalê wî Egîtî hatiye vegêrandin (vegotin) û di binbeşa sêyem da çîroka Sulhedîn û Seyîdxanê Kerr tê vegêrandin û di binbeşa pêncem da jî çîroka Mencikê hatiye vegêrandin. Ev her çar çîrok ji hevûdu cihê ne. Lêbelê di heman demê da bi hev ra jî pêwendîdarin. Em dê di beşa ‘Bîst û Heştan’ da bibînin ku Cindî neviyê Sulhedînê kurê Seyîdxan Kerr e. Dema ku di beşa duduyan da Cindî li qaseta dengbêjî ya “Mala Ûsivê Seydo-Seyîdxanê Kerr” guhdarî dike ji xew ra diçe. Beşa sêyem da çîroka Sulhedîn herwekî ku dengbêjiya wê qasetê da be vegotin hatiye ragihandin. Ango herwekî xewnekî ye ku Sulhedînê kurê Seyîdxanê Kerr bi texeyulkirina Cindî çîroka xwe vedigerîne. Pevbestina çîroka Cindî û Sulhedîn hem ji hêla eqrebatiyê ve hem jî bi rêya wê qaset û teybikê ve hatiye sazkirin.
Çîroka Mencikê û Cindî jî di binbeşa çarem da dema ku Cindî kasêta ku li ser ‘Mehmûdê Hesê- Ûsê Seydo’ nivîsiye dixe teybika xwe, dibîne ku dengê jinekê tê: “Ez Mencikê me belkî bîstekî din têkevin hundir û min bikujin!” [r: 27] dibêje. Cindî vî dengî meraq dike û dest bi guhdarîkirina kasetê dike. Bi guhdarîkirina kasetê ra vegêr diguhere. Ev taybetî bi zincîreya rûdanan ra jî pêwendîdar in ku çîrokên ji hev ciyawaz bi teferuatên biçûk bi hevûdu ve hatine pevbestin. Li jorê di beşa zincîreya rûdanan da ev pevgirêdana rûdanan hatibû destnîşankirin.
Di serbeşê duyem û binbeşê pêncem da çîrokeke nû tev li vegêranê dibe: çîroka Mencikê. Êdî di bin serbeşa duyem da, binbeşek çîroka Mencikê û binbeşek jî çîroka Sulhedînê kurê Seyîdxanê Kerr hatiye vegêrandin ku ev rewş heta serbeşa sêyem didome.. Em heta serbeşa sêyem çîroka Cindî nabihîzin. Piştî serbeşa sêyem em hem çîroka Cindî hem jî çîroka Terfayê (ku ew jî behsa çîroka xuşka xwe Mencikê dike) dibihîzin. Meriv dikare bibêje ku çar çîrokên ciyawaz (lê di heman demê da bi hev ra girêdayî: Cindî û Seyîdxanê Kerr, Mencikê û Terfa, Mencikê û Hisên) di seranserî berhemê da hatine vegêrandin.
Herçiqas ev her çar çîrok bi pênc vegêrên ciyawaz hatibin vegêrandin jî nivîskêr nikarîbûye wê pirdengiya Baxtînyen pêk bîne. Di eslê xwe da pir vegêrî vê derfeta pirdengiyê dide nivîskar ku vegêr û karakterên wî bi têgihiştineke pirdeng di romanê da cih bigirin. “Ji ber ku ji bilî beşa yekem vegêrê gişzan ango vegêrê kesê sêyem tuneye, xwîner mecbûr e xwe bispêre beyanên lehengên romanê. Ev yek li gor romana pirdeng e, ji ber ku vegêrê gişzan ê ku hem cîhana derve hem jî derûna lehengan dişayesîne, ne guncaw e bo romana pirdeng. Ev pirvegerî hin mercên ji bo romana pirdeng guncaw pêk anîne” [Altınkılıç: 98]. Ji hin hêlan ve wekhevî di mabeyna Mîrnameya Jan Dostî û Bacanên Pelçiqî da heye. Di her du berheman da jî beşên destpêkê bi vegêrê kesê sêyem dest pê dike û di beşên peyrew da vegêrê kesê yekem dikevin dewrê û ew çîrokê vedigerînin. Lêbelê di Bacanên Pelçiqî da hemû vegêr bi heman têgihiştinê çîroka xwe vedigerînin. Di Mîrnameyê da ew karakterên ku behsa mirina Ehmedê Xanî dikin bi têgihiştinên ciyawaz û heta bi îdeolojiyên dijberî hev hatine afirandin. Ango her karakter li gorî çemk û îdeolojiya xwe behsa mirina Xanî dike. Jan Dostî dengê tu karakterî li ser dengekî din nexistiye. Mafê hemûyan jî heye ku fikrên xwe bibêjin. Her karakter bi perspktîfeke azad di berhemê da erka xwe pêk tîne. Lê di Bacanên Pelçiqî da nivîskêr vê tiştê zeft nekiriye. Yanî herçiqas gelek vegêr û karakter hebin jî hemû di bin xizmeta fikr û îdeolojiya nivîskar da mane. Dengê serdest yê ku ew radigihînin di eslê xwe da dengê nivîskar e. Nivîskêr karakterên xwe yên dijberî hevûdu jî azad nekiriye. Belê çend karakterên ku dijî hev hene lê hemû jî ji bo rexne û têgihiştina nivîskarî ya ku dixwaze feodalîteya di civakê da rexne bike ra bûne kereste. Pirdengî nayê wê wateyê ku di berhemekê da pir karakter hene û her karakter çîroka xwe vedibêje. Pirdengî bi gotara îdeolojîk ya karakteran û ya nivîskêr ra pêwendîdar e. Aya nivîskar ji hêla îdeolojiyên ciyawaz ve karakterê xwe çiqas dikare azad berde û çiqas mafê axaftinê daye wan? Bacanên Pelçiqî berhemeke pirvegêr e lê ne pirdeng e. Lewra ew karakterên ku li dijî hevûdu hatine afirandin da nivîskar tenê karakterên ku îdeolojiya wî dinimîne azad berdaye û herî zêde mafê axaftinê daye wan. Ev nexasim di meseleya Mencikê da diyar dibe. Nivîskar bi rêya gotara Terfa û Cindî li hember diya Mencikê û birayên wê derdikeve. Ji ber van hegeran em dikarin bibêjin Bacanên Pelçiqî ji berhemeke pirdeng bêtir angajebûna nivîskêr temsîl dike.
Tişta ku ku Baxtîn ji bo Dostoyevskî digot: Karakterên Dostoyevskîyî weqasî nivîskarekî azad in û gotara karakterên wî weqasî gotara wî(nivîskar bixwe) azad e di vê berhemê da pêk nehatiye. Lê pirvegêriyê vê derfetê dabû nivîskar.
Nivîskar ji bo her vegêrê/î hin nîşaneyên taybet daniye. Serekê beşan amajeyê vê dike. Serekê beşên ku Cindî vegêr e bi herfan hatiye nivîsîn: dudu, çar, bîst û heşt hwd. Serekê beşên ku Sulhedîn vegêr e bi jimarên romenî hatine destnîşankirin: III, VI, VIII hwd. Hevterîbê van beşa vegêrê kesê sêyem û beşên ku Mencikê û Terfa vegêrtiya wan dikin bi heman awayî, bi hejmarên latînî hatine destnîşankirin: 1, 5, ,32, 33. Sedema vê yekê jî ew e ku her sê vegêrr jî heman çîrokê, çîroka Mencikê vedibêjin. Nexwe em dikarin bibêjin ku çîroka Mencikê bi sê vegêrên (rewşa vegêrandinê) ji hev ciyawaz ve tê vegêrandin.
Em dikarin vegêrên vê berhemê wiha bidin nîşan:
- Vegêrê kesê sêyem: binbeşa 1 (yekem)
- Cindî: Binbeşên; dudu, çar, bîst û heşt, bîst û neh, sî, sî û heşt
- Sulhedîn: III, VI, VIII, X, XII, XIV, XVI, XVIII, XX, XXII, XXIV, XXVI
- Mencikê: 5, 7, 9, 11, 13, 15, 17, 19, 21, 23, 25, 27
- Terfa: 32, 33
- Zîqbûn/Focalîzatıon
Rûdanên ku cîhana fîktîv pêk tînin ji bergeheke diyarkirî ve tên veguhaztin. Ger ku em pirsa “Kî dibîne?” li vegêranê bikin ew çax misoger e ku em pêrgî perspektîfekê bên. Di babeta perspektîfê da du pirsên dîtir derdikevin holê ku, divê ev pirs bi awayekî durist li metna vegêranê bên pirsîn da ku tevlihevî di babeta perspektîfê da nemîne. Pirsa yekem “Kî diaxive?” ye û yekser bi pişka vegêrê ve girêdayî ye. Lê di pirsa duyem da “Rûdan di perspektîfa kî da tê pêşkeşkirin?” ji pişka vegêrê ciyawaztir bi “zîqbûna (odaklama) hişmendiyekê” ve pêwendîdar e. Dibe ku zincîreya rûdanan bi “zîqbûna/perspektîfa kesekî ku di metna vegêranê da ‘rola vegêr’ê naleyîze ve bê pêşkeşkirin û çîrok bi dîtin û têgihiştina karakterekî/ê ve bê vegêrandin. “Bi rêka hişmendî û pozîsyona wê/î em li ser rûdanan zûr dibin”.[Culler: 2007, 129]
Pirsa “kî diaxive?” ji pirsa “kê dibîne?” ciyawaztir bi dengê metnê ra têkilîdar e. Dibe ku “zîqer(focuser/odaklayıcı)” û vegêr yek kes bin û di heman demê da dibe ku ji hevûdu cihê bin. Rewşeke guherbar e. Bûyer û zincîreya rûdanan di perspektîfa vegêr da jî dikare bên vegêrandin. Lêbelê ev taybetiyeke metnên klasîk bû û metnên modern ên çîroksaz arasteyî cudatiya zîqer û vegêr bûn. Çawa ku guherbariya vegêr di metnê fîktîv da hêsan bû guherina zîqer jî heman wisa hêsan e. “Bergeha zîqerekê/î, metna vegêrayî bi rê ve dibe” [Jann, 2012: 69] ango metna vegêrayî bi rêya zîqbûnê teşe werdigire. Zîqer dikare di metna vegêranê da pêrgî geşedanê irsî û hişî were û ev geşedan li ser bergeha wî/ê karîger bin. Divê di hilberîna metna vegêranê (roman, çîrok hwd.) da nivîskar ji xwe ra zîqerekî/ê û pozîsyona zîqbûnê saz bike û çîroka vegêrana xwe pê vegêrîne. Dema ku vegêranek; raman, pêzanîn, têgihiştin, meylên çandî û îdeolojîk ên navendekî neqil dike bi vê neqilkirinê bergehek jî derdikeve pêşberî me. Di romanekî da vegêr çi dibe, kê dibe bila bibe (kesê yekem, kesê sêyem û kesê fîgûral) rûdanên ku pêk tên ji aliyê gelek kesan ve tên dîtin. Hin lêkolîner mijara perspektîfê/zîqbûnê bi rawe/mod(kip)ên vegêranê ve pêwendîdar dikin. Raweya lêkeran yekser amajeyê raweya zîqbûnê dike. Gerard Genette ku yek ji wan kesên ewilîn e li ser mijara zîqbûnê radiweste, zîqbûnê dike sê beş: Zîqbûna sifir, zîqbûna navxweyî, zîqbûna derveyî. Zîqbûna navxweyî jî di nav xwe da bûye sê beş; zîqbûna sabît, zîqbûna guherbar û zîqbûna piralî. [bnr. Dervişcemaloğlu, 2014: 96-99] Belê herwekî ku li jor jî hatibû diyarkirin, di navbera Mîrname’ya Jand Dost û Bacanên Pelçiqî da ji hêla pirbûna vegêran ve hevbeşiyek hebû. Lê ji hêla zîqbûnê ve her du berhem ji hev cihê ne. Di Mîrnameyê da zîqbûna piralî heye ku ‘heman bûyer’ ji hêla ‘gelek kesan’ ve tê dîtin û vegêrandin lê di Bacanên Pelçiqî da ‘gelek rûdanên’ ji hev ciyawaz ji hêla ‘çend kesên cuda’ ve tên dîtin û vegêrandin.
Di romana Bacanên Pelçiqî da “zîqbûna guhêrbar” serdest e. “Lewra bûyer û çîrokên ji hev cihê ji aliyê vegêr û karakterên cihê ve tê ragihandin” [Alan, 2015: 121]. Lêbelê di binbeşa yekem da zîqbûn li ser vegêrê heterodîegetîk(kesê sêyem) e. Ev jî tê wê wateyê ku di binbeşa yekem da zîqbûna sifir heye ku; di zîqbûna sifir da vêgêr ji lehengan bêtir tiştinan dizane. Derbarî derûnî, raman, daxwaz û tevgerên karakteran da gelek tiştan dizane û dibîne. Rûdana kuştina Hisên a ji aliyê birayê wî Hesen, bi vegêrê kesê sêyem tê pêşkeşkirin lê ev vegêrê kesê sêyem pêzanîna xwe zêde dernaxe pêş. Lewra beşa yekem bi piranî ji diyalogên her du birayan pêk tê. Di binbeşa duyem da ku bi vegêrê kesê yekem(otodîegetîk) hatiye pêşkeşkirin, zîqbûn li ser Cindî ye. Cindî yek ji karakterê romanê ye û çîroka xwe vedigerîne. Di binbeşa sêyem da ku ew jî wek binbeşa duyem bi vegêrê kesê yekem hatiye pêşkeşkirin, zîqbûn li ser Sulhedîn e. Çîroka Seyîdxanê Kerr bi bergeha Sulhedîn ango kurê Seyîdxanê Kerr ve hatiye ragihandin. Ev pevbestina beşan di beşa “vegêr”ê da hatibû ravekirin. Di beşa çarem da zîqbûn cardin vedigere li ser Cindî û bûyer bi bergeha wê tên ragihandin. Di binbeşa pêncan da karakterekî nû dikeve nav romanê û vegêran bi vegêrandina wê dewam dike. Vegêrê kesê yekem yanî Mencikê di vê binbeşê da çîroka xwe bi bergeha xwe pêşkeşî xwendevan dike. Di binbeşa şeşem da zîqbûn cardin vedigere li ser Sulhedîn. Heta binbeşa bîst û heştan metna vegêranê, beşekê bi zîqbûna Mencikê, beşekê bi zîqbûna Sulhedîn pêşkeş dike. Binbeşa bîst û heştan da cardin zîqbûn vedigere li ser Cindî. Sê binbeşên peyrew da (29, 30, 31) jî rûdan heman bi zîqbûna Cindî tên ragihandin. Di binbeşa sî û duduyan da zîqerekî nû tev li vegêranê dibe: Terfa. Terfa vegêrê çavdêr e û berdewamiya çîroka Mencikê vedibêje. Rûdan û çîrok hem bi devên wê hem jî bi bergeha wê tên pêşkeşkirin. Binbeşa sî û sisyan jî heta paragrafa dawî bi bergeha Terfa yê tê ragihandin. Di paragrafa dawî da em dibînin ku zîqbûn vedigere li ser Cindî. Ji binbeşa sî û çaran hetanî sî û heştan zîqbûn li ser Cindî ye. Wekî ku dixuyê derbasangê zîqbûnê hin cihan da bi teferuatên biçûk ve hatine pevgirêdan. Di hin cihan da jî em dibînin, dema ku ji paragrafekê derbasî paragrafeka din dibe, zîqbûn jî diguhere. Bi vî awayî hatiye destnîşankirin ku romana Bacanên Pelçiqî da zîqbûna guhêrbar serdest e.
Her zîqer rûdanên ku dibînin bi têgihiştina xwe dinirxînin. Belê gelek karakter hene lê nivîskarî roleke girîng nedaye zîqbûna wan. Ji ber ku her karakter bi roleke girîng derneketiye pêş. Zîqeran di berhemê da erka vegêrtiyê jî wergirtine. Zîqerê di navendê da Cindî ye ku em bi perspektîfa wî xwe digihînin çîroka Sulhedîn û Mencikê.
- Dem û Mekan an jî Kronotop
Dem û mekan du hêmanên bingehîn ên vegêranê ne ku di nav wan da pêwendiyeke xurt û misoger heye. Li gorî Baxtîn “dem û mekan” yek in û bêyî hev qels in. Ji ber hindê van her du têgehan bi têgeha “kronotopê” bi nav dike. Baxtîn dibêje ku: “kronotop, cihê ku girêkên vegêranê bi hevûdu ve tên bestin û yek dibin destnîşan dike” [Baxtîn, 2017: 303]. Kronotop ango dem-mekan bûyerên di vegêranê da şênber dike û cismekê dide wan ku ev jî zemîna nîşandan û temsîlkirina bûyeran amade dike. Weku ku Baxtîn jî diyar dike: “Hemî hêmanên razber ên romanê –gelemperîkirinên felsefî û civakî, raman dahûrandinên sedem-encaman– li ber bayê kêşana kronotopê dikevin, bi rêya kronotopê şênber dibin” [Baxtîn: 2017, 304]. Herçiqas yekitiya dem û mekanê diyardeyeke aşkere be jî di metnên vegêranê da, cara pêşîn ev her du têgeh ji hev cihê hatine pênasekirin û nirxandin. Ger ku em her du têgeha ji hevûdu cihê pênase bikin:
- Mekan
“Mekanê Edebî, ew hawir e ku heyber û karakterên metna vegêranê di tê da hatine bicîhkirin. Ango ew jîngeha diyarde û karakterên vegêranê ye” [Jann: 2012, 107]. Ji bo veguhaztina çîrokê, hest û ramanên vegêranê cih yek ji hêmanên herî pêwîst e. Çawa ku tê gotin “erdnîgarî çarçoveya dîrokê ye” bi heman awayî meriv dikare bibêje ku “mekan, çarçoveya bûyer, hest û ramênên karakteran e”. Di mabeyna mekanê vegêranê û mekanê hûnerên dîtbarî (wêne, film) ciyawaziyek heye. Lewma cihê di nav teksteke edebî da, bi bergeheke fireh dîtina temamî ya jûrekê ne gengaz e, lê di fîlmekê an jî wêneyekê da meriv her tiştê heyî bi temamî dikare bibîne. “Her çiqas dîtina mekanê edebî dijwar be jî, xwendevan “wêneyê nivîskî” yê vegêranê di pêvajoya xwendinê da temam dike” [Jann: 2012, 106] Yanî mekan, ew hawir e ku rewş û bûyerên vegêranê di wir da tên pêşkeşkirin. Chatman wekî cudakirina dema gotarê û dema çîrokê li ser mekanê jî dabeşkirinek kiriye ku jê ra dibêje “mekanê gotarê” û “mekanê çîrokê” [Chatman, 2008: 89]
Mekanê çîrokê: Ew mekanê ku raman û bizavên karakteran di tê da derbas dibe û em pêwendiya zincîreya rûdanan tê da dişopînin ra tê gotin. “Hemî çarçoveyên mekanî û digel vê jî ew cihên ku tu rûdan lê neqewimiye lê di vegêranê da hatiye bilêvkirin vedigire nav xwe [Dervişcemaloğlu: 2014, 177].
Binê Pira Bilaliya, Mûş, Manisa, Milazgir, Kop, İran, Çiyayê Qertewînê, Cemalwerdî, Mala ku Cindî kirê kiriye hwd. Hemî hawirên ku karakter li wir bi tevgerin û hemî hawirên ku hatine bilêvkirin dikevin nav vê kategoriyê.
Mekanê gotarê: Mekanê vegêr ê wê gavê derdibirre. Di wateyeke din da: “ew hawirên ku rewşa vegêrandinê lê hatine bicihkirin e” [Jann: 2012, 107] Nexweşxane, girtîgeh, leşkergeh hwd. cihên gotarên xweser in. Ango ev cihên bi vî awayî gotarên xweser diafirîne.
- Odeya sergînan ya ku Mencikê lê hatibû kilîdkirin (ku erka girtîgehekê da ye) û gotara xwe lê pêşkeş dikir dikare wekî mînaka vê kategoriyê bê dîtin.
Divê bê destnîşankirin ku mekanên gotarên berhemê qels hatine sazkirin. Lewra mekanên di berhemê da hîç bandor li ser gotarê nekirine. Heger weku mînak em mekanê gotara Mencikê bidin em dê yekser bibêjin ku gotara wê qels e!. Ji ber çi? Lewra Mencikê di odeyeke sergînan da dîl e. Beriya wî mexdûrê destdirêjiyekê ye û ji hêla derûnî ve têkçûyî ye. Lê dema ku em çîroka Mencikê ji gotara wê bi xwe guhdar dikin yekser dibihîzin ku Mencikê diyalogan (diyalogên di navbera xwe û endamê malê û diyalogên endamên malê…) radigihîne. Meriveke wekî Mencikê dê çawa bikaribe bi wê derûniya xwe ya têkçûyî diyalogên navbera karakteran ragihîne? Nivîskar gotara Mencikê tenê ji bo çîrok pêk bê û peyam bê ragihandin xistiye amraz. Lê dema ku amraz û armancê cih guherand pirsgirêk e, têkçûn e û mesele qediyaye. Nivîskarî ji xwe ra “endîşeya çawa vegêrînim” bêhtir “endîşeya çi vegêrînim” kiriye mebest û karakterekî wekî Mencikê jî bûye amraz. Heçku rewş û statuya Mencikê ya ku hatiye xêzkirin derfeta teknîkên vegêrandinê yên gelek serkeftî didin destê meriv. Diyardeyeke ku vê ramanê piştrast dike meseleya “deng”ê bixwe ye. Mencikê di wê jûra sergînan da dengê xwe tomarê kasetekê kiriye û behsa çîroka xwe ya trajîk dike. Mencikê çawa di wê rewşê da diyalogên karakterên din radigihîne, şayesên bêqisur dike û kevanekan vedike? Dengê Mencikê bûye qurbana “çi vegêrînim”a nivîskar.
- Dem
Dem, yek ji hêmanên bingehîn ê vegêranê ye. Herçiqas pênaseyeke misoger ji demê ra nehatibe kirin jî bi wataya xwe ya vegêrannasiyê ra pêwendîdar: “Ew maweya ku pêşandan û pêkhatina rûdan û rewşan ra an jî periyodên pêvajoya vegêrandina wan” [Dervişcemaloğlu: 2014, 159] ra tê gotin. Chatman dibêje ku du cure dem hene: “Dema gotarê; ya ku ji bo xwendin û famkirina gotarê pêwîst e û dema rûdanê/çîrokê; maweya rûdanên ku di vegêranê da hatine derbirrîn e [Chatman: 2008, 57] Dema rûdanê, ew dema ku çîrok kêngî qewimiye destnîşan dike. Ango arasteyî maweya zincîreya rûdanan dike, ka seranserî metnê da çi qas dem wergirtiye. Gerard Genette di derbarî demê da sê kategoriyê girîng destnîşan kiriye. Pergal, Mawe û Frekans.
Pergal: Rêzbendiya rûdanan a di vegêranê da dinimîne. Pergal bi pirsa “kêngî”yê ve pêwendîdar e. Di vegêranekê da vegêr rûdanan li gorî rêza qewimîna wan pey hevûdu rêz bike pergala rûdanan kronolojîk e. Vegêr dikare vê rêzbendiya rûdanan bişkêne û di pergaleke anakronîk da pêşkeş bike. Di kronolojiya pêkhatina rûdanan da “şkestin” peyda dibe. Vegêr geh rûdanên paşerojê da ku hîn neqewimiye behs dike geh rûdanên pêşerojê da ku beriya vegêrandinê qewimîne pêşkeş dike. Di dema vegêrandinê da anakronî bi du awayan pêk tê: paşveçûn(analepsis/flashback) û pêşveçûn(prolepsis/flashforward).
Analepsis/flashback/paşveçûn: Heger vegêr, rûdanekî ku beriya vegêrandinê qewimî be vegêrîne paşveçûn pêk tê. Weku ku Joseph V. Mascelli jî radigihîne, çend avantajên paşveçûyînan hene. Rêyekê ji karakteran ra vedike da ku beşa çîrokê ya ku bi wan ra pêwendîdar e vebêjin. Vegêr dikare di nav demê da paş da biçe û keresteya dîrokî an jî paşxaneyî pêşkeş bike. Rastiyên ciyawaz û mijarên çîroksaz bi rêya paçveçûnan dikarin bi bergehên ciyawaz bên pêşkeşkirin [Mascelli, 2007: 75]. Dezavantajê paşveçûyînan jî hene ku kronolojiya pêkhatina rûdanan xerab dike û bi derbasangan hişê xwendevan tevîhev dike.
“Erê, tê bîra min, te pir baş bi xaran dilîst, ê min timî xar ji min diçûn, tu banqa min a xaran bûyî, kêngî ez bê xar bimama te dihat dida min”[r: 7]
Egît hevalê min ê zanîngehê bû, min û wî tevde li Stenbolê zanîngeh xwendibû, em li zanîngehê yê civatekê bûn.[r: 12]
Di vir da mebesta paşveçûnê rûdana ku wê kêliyê da diqewime trajîktirkirin e. Lewra Hesen niyet heye ku birayê xwe Hisên bikuje. Bi paşveçûyînê diçin rojên zarokatiya xwe û behsa parvekirinên hevûdu dikin ku niha di rewşeke berovajî da ne.
“Ez jî li Agiriyê bûm, di serhildana Kirrê Girîdaxê da bûm, min bi çavê serê xwe dît, di Geliyê Zîlan da mirov mîna pezên qurbanê hatin qetilkirin, 15 hezar mirovên belengaz hatin kuştin, 44 gund hatin şewitandin, bi hezaran mirov hatin nefîkirin”….. “ [r: 69]
Di vir da mebest ji paşveçûyînê xêzkirina çarçoveyeke dîrokî ye ji bo rûdanan. Ew rûdanên ku niha diqewimin bi rûdanên berê ra hatine pêwendîdarkirin. Di vir da em van rûdanên ku bi paşveçûyînê hatine ragihandin herwekî ku parçeyek ji jiyana karakterekê (Evdilbaqî) be hîn dibin. Ango em vê paşdeçûyînê bi bergeh û têgihiştina Evdilbaqî dibînin û fam dikin.
“Di Herba Cîhanê da me bi rûsan ra, di Herba Xelasiya Tirkiyeyê da me bi fransiyan ra şer kir û ev welat xelas kir, niha hatine me qir dikin. Ji me ra dibên da îcar werin û serê xwe li ber rim û şûrê dewletê bitewînin” [r: 69].
Di vir da jî mebest ji paşveçûyînê berawirdkirina du serdeman e. Cardin bergeheke ciyawaz derdikeve pêşiya me. Di vir da Tewfîq tiştên ku berê jiyane bi jiyana xwe ya îroyîn ra berawird dike. Cihên reşkirî dema borî ango analepsîsê dinimînin û cihên sorkirî jî dema niha.
Prolepsis/flashforward/pêşveçûn: Ger ku vegêr, rûdanekî ku dê piştî vegêrandina wê/î pêk bê vegêrîne ev dibe pêşveçûn. Ji bo ew bûyerên ku dê bibin an jî dibe ku bibin bişayesîne diçe pêş û cardin vedigere dema xwe.
Lê me yê wê çaxê ev xebera nebixêr, yanî kuştina hevalên xwe nebihîsta; ji ber ku wê çaxê berê me li binxetê, em ê li berriya Mêrdînê bûna. Havîna ku her du şervanên me bihatana kuştin em ê nêzî Amûdê bûna. Gelekî piştre me yê kuştina Mihê Xelîfe, kuştina piştmêrê xwe, kuştina gamêşê xwe yê herbê bibihîsta û em ê giş ji êşan bi hêçê biketana r: 94].
Di vir da Mebesta pêşveçûnê destnîşankirina rewşeke ayendeyê ye. Vegêr ji dema niha diçe dema bê û rewşa hevalên xwe vedibêje. Belê di vegêranekê da pêşveçûn gengaz e lê pêşveçûneke bi vî awayî ku rûdaneke misoger radigihîne ji nişka ve pêk tê û hişê xwendevan tevîhev dike. Nivîskêr di vir da cih daye rewşa derûnî ya vegêr û hevalên wî ku piştî kuştina hevalên wan tev ji ‘êşan bi hêçê ketin e’. Pêşveçûnên bi vî awayî hem pêbaweriya vegêrê kesê yekem kêm dikin hem jî xwendevan ji ‘sirrên’ ayendeyê mehrûm dikin.
Me her kesî destê xwe jê şûştibû, li gorî me ew malê mirinê bû; lê piştî ku şer biqediya bi 10-15 rojan, wê şivanekî bihata Silêman bidîta û ew ji ciyê wî ji bin zinêr, ji qeraxa avê, ji nav şax û pelên daran derxista û ew li pişta xwe bikira û bibira gundê xwe û birîna wî paqij û derman bikira û bi vî awayî wê Silêman ji nav lepên mirinê bifilitiya.[r: 125]
Nivîskêr di vir da behsa rûdaneke misoger ku di dema bê da pêk hatiye dike. Lê dema dîtina Silêman a ji aliyê şivanekî ve wekî “10-15” hatiye destnîşankirin. Ev rewş cardin pêbaweriya bi vegêrê kesê yekem kêm dike.
Di her paşveçûn an jî pêşveçûna nivîskêr da mebestek (ev mebest dibe ku îdeolojîk, felsefî, sincî be) heye gelo? Heta radeyekê erê! Lewra hin caran ji bo ku rûdanên zêde gîrîft çêtir bên famkrin paşveçûyînên bivênevê çêdibin. Lê hin caran jî nivîskar paşveçûyînan ji bo ku karakterê xwe bide nasîn, ji bo berawirdikirina du serdeman, ji bo destnîşankirina rûdaneke girîng hwd. dike. Nivîskêr di anakroniyê da avantaj û dezavantajên ku dê li ser vegêranê û xwendinê bike berçav negirtiye. Ev jî di meseleya anakroniyê da qelsiyekî derdixe meydanê. Nivîskêr zêde serî li anakroniyê daye heta meriv dikare bibêje ku di rûpelekî da hem dema niha hem paşveçûn hem jî pêşveçûn bi hev ra bi kar aniye lê li dezavantajên wan nefikiriye ku ev dezavantaj ji gelek hêlan ve vegêranê bi pirsan ra rûbirû dihêle.
Herwekî ku di mînakan da jî dixuyê vegêr dikare hem rûdanên borî hem yên paşerojê ragihîne. Ev anakronî di raweya lêkeran da dikera bê destnîşankirin. Dema vegêranê dema niha ye lê bi rêya analepsîs û prolepsîsê kronolojiya rûdanan dişkê û raweyên lêkeran jî diguherin. Dibe ku raweya vegêranê û raweya gotarê û raweya demê ji hevûdu cihê bin.
Mawe: Tespîtkirina zemanê çîrok û zemanê gotarê ye [Alan: 2015, 127]. Mawe bi asta lezgîniyê ve pêwendîdar e. Nivîskar dikare xwe di vegêrranê da biewiqîne an jî bilezîne. Wekî ku Umberto Eco jî dibêje nivîskêr bi ewiqandin, girangirin û qevaztinan xwînerê xwe di nav berhema xwe da derdixe gerrekê. Nivîskar dikare jiyana kesekî bi çend hevokan ve pêşkeş bike û berovajiyê wê dikare çend xulekên karakterekî bi deh rûpel an jî bêhtir pêşkeş bike. Çend xalên “leza vegêranê” hene:
Rawestandin (pause) : Dema gotarê heye lê dema rûdanê tê rawestandin. Nemaze di kêliyên şayesandinê de.
Boyaxa xênî şîn û gemarî bû, li dîwêr çixêzên qeleman hebûn, ku ev dihat wê wateyê ku di vê malê da çend zarokên bêhawe hebûn.[r: 26]
Cemalvêrdî, gundekî bi qasî kilamên Evdalê Zeynikê delal bû, gundekî çiyayî bû, ewr li ser serê wî çefî bû; zinar û darên wî bi sewta Evdêl şîn hatibûn û bejn û bala wan bilind bû [r: 48].
Di vê taybetiya maweyê da şayesandin pêk tên. Ango dema rûdanê hatiye rawestandin lê dema gotarê hîn heye. “Karakter û mekan bi rêya rawestandina demê tên vegêrandin” [Tutumlu, 2002: 38]. Vegêr bi şayesandinê bi vî awayî dixwaze ji xwîner ra wêneyê mekanî zindî bike. Lê her şayesandin nayê wateya rawestandinê di hin şayesandinan da rûdan tê vegêrandin:
Esrê teng bû, balîcan li ser agirê kuçikê ji biraştinê yek bi yek diteqiyan û ji hundirê wan dixan derdiket.[r: 44]
Di vê şayesandê da rûdanek jî pêk tê. Hem rûdanek hatiye vegotin hem jî wêneyê wê di hişê xwendevan da hatiye xêzkirin.
Lezandin (accelerate)/Kurtkirin: Dema gotarê kurt lê dema rûdanê dirêj e. Rûdana ku qewimiye bêyî ku were kitkitandin zû bi zû tê pêşkeşkirin.
Ev hefteyeke ku em li vir in. Elektrîk tune, kelmêş pir, cî di çadirê da teng û her ro bênderek bacan li ber min, ez ji wan ava bacanan çêdikim. [r: 45]
Vegêr di vir da rûdanên ku çend salan da pêk hatine bi hevokekî vedigerîne. Ev taybetiya maweya vegêranê ya herî zêde tê bikaranîne. Heger nivîskar bikeve kitekitên çîrok/rûdanekê dê dema gotara vegêrê wî/ê jî dirêj bibe. Ji ber hindê çîrokan kurt dike û pêşkeşî xwendevan dike. Nivîskêr dikare wateyekê li kurtkirinê bar bike ew mafê nivîskar e.
Girankirin (decelerate) : Dema gotarê ji dema rûdanê dirêjtir e. Rûdanek an jî karekî ku di xulekekî da pêk tê di vegêrandinê da bi hemî kitekitên wê tê pêşkeşkirin. Di berhemê da ji bo vê taybetiya maweyê mînakeke yekser nehatiye dîtin.
Hevdemî (synchronic)/Dik (scene) : Dema gotarê û dema rûdanê di heman kêliyê da pêk tên. Nemaze di axaftinên navbera karakteran de.
Evdilbaqî ji Emerê Perê re:
-“Emer hay ji xwe hebin û tu kesî bawe nebin, piştre aqûbeta we nebe mînanî aqûbeta Reşoyê Silo û jina wî ya qehreman Zeyno.”
Emer bi tirs û meraq:
-“Çima, çi bû ji wan?”
-“Reşoyê Silo ku şervanekî hêja bû; mîna mesela we bi firar û şervanên Agiriyê ra derbasî Îranê nebû û dewletê berê Zeyno girt û ciyê wî pê da kişfkirin û piştre bi destavêtin û kuştina jina wî gef lê xwarin û ew jî hat girtin.”
Heseno, yê ku ew ê jî bi Emerê Perê ra bimaya berî ku Emer bipirse:
-“Êêê dewletê çi kir ji wan?”
-“Piştî ku Reşoyê Silo xwe teslîm kir, wan ew û jina wî Zeyno bi ser hev da kuştin. Wan gulleyek bera devê Reşo da û serî wî jê kir û bajar bi bajar, gund bi gund ji bo ibretê li herêmê gerand.”[r: 106]
Meriv di diyalogan da derbarî karakteran da û derbarî mebesta afirandina karakteran da dibe xwedî agahî. Em bi rêya diyalogên ku fikra nivîskêr temsîl dike dikarin pêwendî, nêzîkatî û îdeolojiya nivîskêr a li hember rûdanan jî destnîşan bikin. Di vegêrana Bacanên Pelçiqî da hemû karakter jî (ku di heman demê da hinek ji wan vegêr in jî) xwe ji bin otorîteya nivîskêr xelas nekirine. Nivîskarî bi hin teknîkan jî vê otorîteriya xwe ya li ser karakterê xwe dûpat kiriye.
Jêbirin (ellipsis) : “Di çîrokê da dem biherike jî gotar tê rawestandin”. Beşeke aidê dema çîrokê nayê pêşkeşkirin gotara heyî radiweste, derbarî wan beşan/kêliyan da tu tişte nayê vegotin, ew kêlî tên qevastin.
Min guhikê teybikê xist guhê xwe û pê li bişkoka wê kir, min çavên xwe girtin û lê guhdarî kir:
ev hevoka dawiya beşê duduyan e, hevoka beriya jixewreçûna Cindî ye:
Ez zaf westiyabûm, giyanê min ji bargiraniya bîr û dilê min xûz bûbû. Piştî ku Egît ji min qetiyabû û min çend parî tiştek xwaribû ez li ser paldankê di xew ra çûbûm.
Berî ku şeveq lê bixe ez ji xew veciniqîm û rabûm. Ez dinav xwedanê da mabûm.(…)[r: 18-25]
Dema çîrokê di kêliya jixewreçûna Cindî da qut dibe û ew rûdana raketina Cindî nayê pêşkeşkirin. Ya rastî rûdan tên pêşkeşkirin lê di kronotopa çîrokeke din ango çîroka Sulhedîn da tên pêşkeşkirin. Lê çîroka Cindî li vir jê diçe. Di her derbasangê binbeşan da ev jêbirîn pêk tê.
Em li hespên xwe siwar bûn û ji Cemalverdiyê rast çûn çiyayê Qetewînê. [r: 51]
Ev dawiya binbeşê heştan e ku berdewamiya wê di binbeşê dehan da dê bê dayîn:
Min û Fesîh me şîv çêdikir. Ji firaran Çaçê û Qeremêş li ser zinarekî nobedar bûn. [r: 58]
Nivîskar zêde serî li jêbirînan daye. Di derbasangê binbeşan da ev eşkere dibe. Nivîskar ji ber ku çîrokên wî her ku diçe bêhtir bi kitekit dibin bivênevê serî li jêbirîna gotarê dixe. Ango di seranserî berhemê da her çîroka ciyawaz dema ku ber bi encamê ve diçin kitekitên wan jî zêde dibe û nivîskar jî ji bo ku zêde nekeve kitekitan xwe dispêre teknîka jêbirînê.
Frekans/dubare: Derbarî dubarekirina rûdanan da ye. Frekans rasterast bi helwesta nivîskarê zimnî an vegêr ra eleqedar e ku ew di qisetkirina çîrokê da car bi car dikeve nav şîroveyan, teswîran, kurte û dubareyan [Alan, 2015: 126]. Binyad û çarçoveyeke ku agahî didin diafirînin. Dibe ku amajeyê psîkolojî û çemka karakteran bike. Çend taybetiyên dubarekirinê hene:
- Rûdanek gelek caran diqewime û vegêr jî hevterîbê wê gelek caran behsa wê rûdanê dike. Di vir da divê bê destnîşankirin ku nivîskar rûdanekî bi mebestekî dikare gelek caran bide pêkanîn û gelek caran dubare bike. Bo nimûne: Pelçiqandina bacanan ku Mencikê vê karê dike. Mencikê gelek caran dema ku maliyên wê diçin kar ew li kon, bacanan dipelçiqîne û ava bacanan çê dike. Di vir da em bi rêya pelçiqandina bacanan hem vatiniya Mencikê hem jî derûniya wê hîn dibin. Mencikê piştî ku destdirêjî li wê tê kirin wateyeke li pelçiqandina bacanan bar dike ku ev wate bûye navê pirtûkê jî.
- Rûdanek tenê carekê diqewime lê vegêr gelek caran wê rûdanê pêşkeş dike. Dubarekirina rûdaneke ku tenê carekê pêk hatiye dibe ku di xwe da peyama nivîskar a veşartî binimîne. Bi dubarekirinê bala xwendevan bikişîne li ser rûdanê û bibêje; ev rûdan girîng e divê bê dubarekirin. Mebest ji dubarekirinê belkî payîn û afirandina bertekekê ye ku li ser xwendevan divê bê afirandin. Nivîskar dikare vê dubarekirina wê rûdana ku tenê carekî pêk hatiye bi çend karakter û bergehên ciyawaz pêşkeş bike an jî dikare tenê bi karakterekî. Bo nimûne: Destdirêjiya ku Elîka kiriye di çend beşên ciyawaz da bi rêya çend karakterên cihê cihê ve hatiye dubarekirin. Kuştina Elîcan, kuştina Seyîdxanê Kerr hwd.
- Rûdanek gelek caran pêk tê lê vegêr tenê carekî behsa wê rûdanê dike.
- Rûdanek tenê carekê pêk tê û hevterîbê wê vegêr jî carekê wê rûdanê pêşkeş dike.
Di berhemê da gelek mînakên ji her du xalên dawî jî hene. Vegêr gelek caran ew rûdanên ku bi hokerên wekî “her, hertim, her car, daim, her gav, tim hwd.” hatine sazkirin tenê carekî vedibêje. Ango rûdaneke ku hertim dubare dibe tenê bi carekê hatiye pêşkeşkirin. Dibe ku ew rûdan zêde ne girîng be an jî vegêr xwe ji kitekitên wê dûr dixe. Ji bo xala dawî jî; vegêr rûdaneke ku tenê carekî qewimiye tenê carekî vedibêje. Di vegêranekî da bi piranî ev xal serdest e.
Divê bê destîşankirin ku demeke rasteqîn a van çîrokan jî heye. Çîroka Sulhedîn û bavê wî Seyîdxanê Kerr di tarîxeke destnîşankirî da pêk tê. Ango dema çîroka Sulhedîn 1931-1932 ye ku behsa serîhildana Seyîdxanê Kerr a li hember dewletê dike. Ev çîrok di nav gel da jî bi awayê serîhildanekî tê zanîn û dema wê jî ew tarîxa diyar kirî ye. Dema çîroka Cindî jî demeke nêz e ku em vê ji tevlêbûna Cindî a ji şerê Sûrê ku di sala 2015an da dest pê kiribû û di sala 2016an da xelas bûbû, hîn dibin. Dema ku Terfa dixwaze bi Seyîdxan (Cindî) ra derbasî Rojava bibe ji Seyîdxan ra dibêje ku; em te ji bo ku tu bibî mifteya Reqayê dibin. Yanî Cindîyê ku xwe amade dike biçe tev li şerê Reqayê bibe dê ji bo bidestxisitina Reqayê roleke mezin bileyîze. Di vir da diyar dibe ku dema rûdanan û dema şerê ku li Reqayê pêk tê heman dem in. Ango dema ku ev rûdanên tên serê Cindî şer li Reqayê hîn berdewam e. Ku şerê Reqayê di 6ê Pûşbera 2017an da dest pê kiribû û di 17ê Cotmeha 2017an da bi dawî bibû. Ew çax em digihêjin encamekê ku; dema ku Terfa û Cindî hevûdu nas dikin dem mabeyna 6ê Pûşberê û 17ê Cotmeha 2017an da destnîşan dike. Heger ku em vê dîrokê ji xwe ra bikin navend em dê demên çîrokên din jî peyda bikin. Terfa, çend meh piştî mirina Mencikê dide li ser rêya çiyê û dibe şervan. Em nizanin ku Terfa çend salên xwe li çiyê derbas kirine û ji ber vê hegerê em derbarî mirina Mencikê da tenê dizanin ku çend sal beriya dema çîroka Cindî ku me wek 2016-2017 diyar kiribû qewimiye. Di çend cihan da ev angaşt tê piştrastkirin. Herwekî dema ku Egît bi daxwaza Cindî li pey meseleya Mencikê dikeve çend kes jê ra dibêjin ‘gelek sal di ser bûyerê ra derbas bûne’ û dema ku Terfa navê hevalê Cindî jê dipirse, dibêje ez wî nas nakim û dibe ku piştî me hatibe. Di destpêkê da jî dema ku Egîtî wî xaniyi ji Cindî ra kirê dike dibêje: “xwediyê wî yê berê ew nû firotibû û xwediyê wî yê nû jî ew bi kirê dida”…(r:15). Ji vir em dikarin encameke wiha derxin ku çîroka Mencikê çend sal beriya 2016-2017an da pêk hatiye. Lê demeke wisa dirêj jî nîne. Dîroka çîroka kuştina Hisên jî bi dîroka çîroka Mencikê ra pêwendîdar e. Di seranserî berhemê da ji ber çend çîrokên ji hevûdu cihê çend demên ji hevûdu cihê jî hene. Romanê, bi rêya çîrokên dema borî û dema niha xwe li ser du demên ji hev gelek dûr saz kiriye. Lê ev dem bi awayekî aşkera di destpêkê da ji hev hatine veqetandin, lê di çend beşên dawiya romanê da heta radeyekî têkelî hevûdu dibin; axaftina Cindî bi Seyîdxanê Kerr ra, berdewamkirina çîroka Mencikê ji aliyê Terfayê ve vê destnîşan dikin.
Encam
Di encama xebata me da jî diyar dibe ku xwendineke bi metoda vegêrannasî dê ji bo têgihiştin û veçirandina metna edebî, ji xwendevan ra alîgir be. Tenê ji bo hêsaniya xwendinê nîne, lê di heman demê da têgihiştina xwe ya li ser berhema edebî û cîhana fîktîv jî kûrkirinek e. Her metna edebî xwedî taybetiyên ciyawaz in û ji ber hindê di pêvajoya xwendin û dahûrandinê da divê lêpirsîn û nêzîkîpêdayîneke durist bê hilbijartin. Ji ber ku têoriya vegêrannasî metna vegêranê ji xwe ra dike navend, nivîskar û cîhana derveyî metnê me eleqedar nakin. Metna edebî ya ku cîhaneke wê ya taybet heye di nav sînorên xwe da tê hilsengandin. Bi hilbijartina ev cure xwendinê ango xwendineke vegêrannasî dê çêja xwendina xwendevan jî zêdetir bike. Lewra metna ku bê famkirin zewqeke cudatir dide meriv.
Divê bê diyar kirin ku çend xalên girîng ên metoda vegêrannasiyê li ser berhema di navenda xebata me da ye nehatiye sepandin. Wekî babeta karakter û karakterîzasyonê, gotar û temsîlên hişî yê vegêranê, mesafeya nivîskar û vegêrê(n) vegêranê hwd. Nivîskar herçiqas ji bo vegêrandina zincîreya rûdanan û wan çîrokên ji hevûdu cihê, ji xwe ra vegêrekî/e xeyalî/çîroksaz afirandibe jî otoriteya wî (nivîskar) li ser vegêrandina vegêrên wî heye.
Nivîskar di metna vegêranê da ji bo hin peyv û têgehên deverî û ferhengî baş bê famkirin di nav kevanekê da cih daye wateyên wan ên dîtir jî. Herwekî:
- çek(cil), r: 32
- çadirçiya(bermaliya), r: 35
- ca xwe (dêya xwe), r: 36
- avî (şevnem), r:48
- xeber (sixêf), r: 65
- şevqe (chapeau), r: 69 hwd.
û çendîn mînakên din. Di vir da mebesta nivîskarî çi dibe bila bibe (hêsankirina ferheng û têgihiştina metna vegêranê û dîtir) ev rêbaza ku serî lê daye kiriye ku mesafeya xwe û vegêrê xwe binpê bike. Di vir da têgehên Wayne C. Both yên wekî ;‘vegêrê pêbawer’ û ‘vegêrê pênebawer’ derdikevin meydanê ku ev bixwe jî mijareke dûdirêj e. Lêbelê nivîskar bi vê rêbaza xwe ‘pêbaweriyê’ şkênandiye. Lewra di beşên Mencikê da rewşeke xweser heye ku divê ne nivîskar ne jî xwendevan wê paştguh nekin. Beşên ku Mencikê çîroka xwe vedigerîne di eslê xwe da dengê kasetê ye. Ango xwendevanê rasteqîn bi rêya teybik û wê kaseta ku Mencikê dengê xwe tê da tomar kiribû çîroka Mencikê hîn dibe. Ew çax meriv dikare ji bo hemî beşan jî lê nemaze ji bo beşên Mencikê pirseke wiha bipirse: Gelo Mencikê wan kevanekan vekiriye? An nivîskar? Ev yekser karê nivîskar e. Lewra di eslê xwe da beşên Mencikê ne nivîskî ne lê bi devkî (dengî) ne. Meriv çawa dikare ku di kêliya axaftinê da ji bo hin têgeh û bêjeyên deverî ji hevûdu bên famkirin hertim kevanekan veke? Heger ku meriv rewşa derûnî û fîzîkî ya Mencikê jî li ber çavan bigire meriv dê yekser bibêje ku tişteke wisa negengaz e. Vê rêbaza hanê otorîteya nivîskar a li ser vegêrên wî pêşî aşkera û dûre bi dubarekirinê jî dûpat kiriye. Em di wan kevanekan da dengê vegêrê eslî na lê em dengê nivîskarê derveyî metnê dibihîzin. Nivîskar ji ber ku çend devokan bi kar aniye xwestiye ku ew bêjeyên ku li hin deveran tên bikarînan lê li hin deveran nayên bikarînan çêtir bê famkirin ketiye li ser rêyeke wiha. Ango ji ber ku li Serhedê ‘xeber’ di wateya ‘sixêfa’ devera Torî wan da tê bikaranîn nivîskar di nav kevanekê da wateya wê ya devera Mêrdînê jî daye. Belê nivîskar ji vê hayedar e lê nivîskar ji mesafeya xwe ya bi metna vegêranê ve ne hayedar e. Otorîteya xwe bi rêya dubarekirina vê rêbazê dûpat kiriye. Sepandinên bi vî awayî mesafeya di mabeyna dengê nivîskar û dengê vegêr û karakteran zû derdixe ber çavan. Di dawîyê da meriv digihêje wê baweriyê ku xwendineke bi metoda vegêrannasî ji bo dahûrandina diyardeyên bi vî awayî rêbazeke serkeftî ye ku meriv dikare gelek tiştên dîtir jî ji metna vegêranê bi dest bixe.
ÇAVKANÎ
Alan, Remezan, Destpêkek ji bo Zanista Edebiyata Modern, Peywend, Stenbol, 2015
Altınkılıç, Ümran, “Pirdengî di Romana Mîrname ya Jan Dost de”, Kadim Akademi, hj:2, 2017
Aristoteles, Poetika, wer: Ari Çokona – Ömer Aygün, İş Bankası Kültür Yayınları, İstanbul,
2017.
Bahtin, Mihail. M, Dostoyevski Poetikasının Sorunları, wer: Cem Soydemir, Metis, İstanbul, 2004
Bahtin, Mihail. M, Karnavaldan Romana, berhevkar û pêşgotin: Sibel Irzık, wer: Cem Soydemir, Ayrıntı, İstanbul, 2017
Chatman, Seymour, Öykü ve Söylem wer: Özgür Yaren, da Ki, Ankara, 2009
Culler, Jonathan, Yazın Kuramı, wer: Hakan Gür, Ankara, 2007
Çıraklı, Mustafa Zeki, Anlatıbilim: Kuramsal Okumalar, Hece, Ankara, 2015
Dervişcemaloğlu, Bahar, Anlatıbilime Giriş, Dergah, İstanbul, 2014
Eagleton, Terry, Edebiyat Nasıl Okunur, wer: Elif Ersavcı, İletişim, İstanbul, 2016
Eco, Umberto, Anlatı Ormanlarında Altı Gezinti, wer: Kemal Atakay, Can, İstanbul, 1995
Forster, Edward M. Roman Sanatı, wer: Ünal Aytür, Adam, İstanbul, 2001
Genette, Gerarrd, Anlatının Söylemi, wer: Ferit Burak Aydar, Boğaziçi Yayınları, İstanbul, 2011
Jann, Manfred, Anlatıbilim, wer: Bahar Dervişcemaloğlu, Dergah, İstanbul, 2012
Jiyan, Rênas, Bacanên Pelçiqî, Belkî, Amed, 2017
Jiyan, Rênas, Ponijîn, Belkî, Amed, 2016
Kocatürk, Ali H. “Anlatıbilim; Kurama ve Eleştirel Yönteme Kısa bir Giriş” kovar: Kritik, İstanbul, 2008
Mascelli, Joseph V. , Sinemanın Beş Temel Öğesi, wer: Hakan Gür, İmge Kitabevi, İstanbul, 2007
Moran, Berna, Edebiyat Kuramı ve Eleştiri, İletişim, İstanbul, 2014
Todorov, Tzvetan, Poetikaya Giriş, wer: Kaya Şahin, Metis, İstanbul, 2001
Yek, Burhan, “Vegotinzanî û Kurteanalîzek li ser Çîroka ‘Êş’ ê ya Hesenê Metê”, Zarema, hj:3, İstanbul, 2015
[1] Di soranî da ji bo vê zanistê “gêranewe/گێرانەوە” tê gotin. Di zimanê îngilizî da wekî ‘narratology’ û di zimanê tirkî da jî wekî ‘anlatıbilim’ tê binavkirin û ev peyv ji dersên mamoste Remezan Alan û ji dersên mamoste Zulkuf Egun derbasî lîteraturê bû. Berê li çend cihan têgeha `narratology`ê wekî `vegotinzanî` hatibû xebitandin. Lê bi min jî a herî rast û sûdmend têgeha vegêrrannasiyê ye.
*Ev gotar di sala 2018an da, ji bo semînera dersa mamoste Zulkuf Ergun, dersa Vegêrrannasiyê hatibû amadekirin, lê ez teze li blogê bar dikim.

Wehşên di hundirê me da
Analîza Berhema Helîm Yûsiv a Dawîn: Wehşê Di Hundirê Min De
Berhema Helîm Yûsiv ku romana wî ya pêncan e, li ser şopa berhemên Yûsiv ên din dimeşe. Wehşê Di Hundirê Min da jî ku navê romana navborî ye, heman behsa tirsê dike, ew tirsa ku êdî her tim li kêlek navê Helîm Yûsiv dê cihê xwe bigire. Beriya ku ez derbasî dahûrandineke giştî bibim divê kurteyeke berhemê bê dayîn.
Berhem bi vegêrana kesê sêyem dest pê dike û vegêr di vê beşê da, ku nivîskar wê beşê weku “Li şûna Pêşgotinê” bi nav dike, behsa “wehşan” dike, ka wehş çi ye, ji ku ye, li ku ye? Nivîskar di vê beşê da behsa welatekî dike ku li wî welatî “wehş” dîsa xuyabûn e . Belê dîsa xuyabûn, lewra berê jî gelek kesan behsa wan “wehşan” kiribû lê ew demeke dirêj bû winda bûbûn û li ser windabûna wan, dîroknas ketine nav dudiliyê ka gelo bi rastî jî wehş hebûne an na. Li ser hebûn û nebûna wan çend nêrînên ciyawaz hebûne ku gorî nêrîna yekem, pisporan gotine: `Diyardeyeke weku “wehş” tune ye û ew tenê aferîdeyên xeyalî ne.` Lê gorî nêrîna duyem jî hatiye gotin ku: `Ew “wehş” bermayiyên wan dînozoran in ku demekê li dinê jiyane.` Hinekan jî henekên xwe bi meseleya hebûn û nebûna “wehşan” kirine. Hinekan gotine ku ev wehş tenê li “herêmê” hene, hinekên dîtir jî gotine ku ev wehş li her deverê dinyayê hene. Ev gotegotên derbarê “wehşan” da derbasî gelek qadên jiyanê bûne lê heta ku derbasî qada siyasetê nebibû kesî zêde guh nedabû wan.
Di vê qadê da jî, li hemberî wehşan du nêrînên cuda derketine holê; hin ji wan gotine ku divê pesnê wan wehşan bê dayîn da ku ji bo afirandina sîstemeke siyasî ya nû ji wan sûd bê wergirtin, lê hin ji wan jî diyar kirine ku, ew mîna heywan û dirindeyan in û bi dîrokeke reş ve girêdayî ne. Her wiha derketina wehşan bi “hêzên derveyî” ve girê didan. Ji ber van gotegotan, partiyên ciyawaz ên nû hatine damezirandin û piştî ku ev gotin ketine nav leşkeriyê jî, darbeyên leşkerî li pey hev hatine. Dawiya dawîn li wî welatî “wehş”ekî mezin peyda dibe û hemû kesan qir dike. Ji nav artêşê generalek radibe û fikrekê davêje holê: `Divê ew wehş bên kedîdikirin.` Piştî demekê ew general li ber çavê gel dibe tekane xelaskerê welêt yê ji dest wehşan. Lê piştî serok her tiştî hildide destê xwe li hemberî wehşan tu tiştî nake, tenê dixwaze wan kedî bike. Serok derbarê wehşan da gelek tiştinan qedexe dike û gel hînê bêdengiyekê dike. Lê alîgirên wehşan hêvîdar in ku rojek dê ji wan ra jî bê û ew dê ji vê xewa dirêj hişyar bibin. Piştî ku wehşê mezin ji nav diçe, serok îqtîdara xwe ya li welat xurtir dike û li her derî peyker û posterê û sirûdên ji bo wî li ber çavan dikevin.
Beşa duyem, bi jidayîkbûna kesekî bi navê Salar dest pê dike ku di heman demê da serlehengê romanê ye jî. Jidayîkbûna Salar bi hin nîşaneyên efsûnî xemiliye. Ango dema ku Salar tê dinê, peykerê “serokê mezin” pê ra dikene û Salar dikeve dirûvê balindeyekî reş î bibask û per. Salar difire, li çavên peyker dinihêre û dûr difire. Dema ku diya wî wan tên malê dibînin ku Salar di nav baskên xwe da ketiye xewê. Diya Salar, Sewsen, dizane ku ew kenîna peyker ne kenê xêrê ye û ew ken dê bibe qedereke reş, her û her li pey kurê wî be.
Vegêrê di destpêka vê beşê da diguhere û dibe Salar bi xwe. Salar êdî behsa jiyana xwe ya li wî welatî dike. Salar êdî mezin bûye û diçe dibistanê. Salar bi têgihiştina zarokekî (meraqdar) rewşa welêt a wê demê dest nîşan dike ku li her deverê muxaberatên serok û peykerên serok hene. Salarê piçûk her tim li ser wî peykerê serok pirsinan dipirse ku ew ji roja jidayîkbûna wî jê ra weku mîras maye.
Li wî welatî Salar, ji bo serokê mezin meşên mezin têne lidarxistin û divê her kes tev lê bibe, heger yê ku tev lê nebe ji teref muxaberatan ve yan têne girtin û di zîndanên tarî yên nediyar da bi salan êsîr dibin, yan jî ji teref wan ve têne kuştin. Rojekê ku Salar jî weku hemû hevalên xwe bi zora birêvebirê dibistanê tev li meşê dibe, ew û hevalê wî Hemîdo ji meşê direvin. Bişev leşker davêjin ser mala wan û wî û bavê wî û Hemîdo û osteyê Hemîdo yê bi navê Aram digirin. Ji teref leşkeran ve tên hişyarkirin ku heger careke din jî tişteke wisa biqewime dê neyên efûkirin. Leşker dûre reva zarokan a ji meşê davêjin stûyê mamosteyê wan ê bi navê Alan û wî digirin û diavêjin zîndaneke nediyar ku xebera tu kesî ji wî tune be.
Her derî tirs peyda dibe, ji ber girtin û kuştinan. Êdî navê wehşan dîsa têne bilêvkirin. Serok dixwaze ku tedbîra xwe li hemberî wan bigire û li her derê welat tije muxaberat dike. Zarok di vê navberê da mezin dibin tên waxtê zanîngehê. Hîn jî tu xeber ji mamosteyê wan tune ye. Dilê Salar jî ketiye keça mamosteyê wan, Meryemê. Salar beriya ku biçe Beyrûdê zanîngehê, hezkirina xwe ji Meryemê ra eşkere dike. Meryem jî diyar dike ku ew jî ji Salar hez dike.
Di beşa duyem da Salar diçe zanîngehê û piştî çar salan vedigere bajarê xwe. Lê li bajarê wî gelek tişt guherîne, serokê mezin miriye û kurê wî ketiye şûnê. Tu xeber ji mamosteyê wî tune ye. Li welat wehş kom bi kom derketine holê. Hevalê wî tev li refê şervanan bûye. Li her derî kuştin heye. Lê tişta ku neguheriye tirs e, ew tirsa ku serokê bav li ser gel çêkiribû weku mîrasa text, ji serokê kur ra dimîne. Wê navberê da pirtûkeke bi navê Bav û Kur dikeve destê muxaberatê ku li ser her du serokên welat tiştên nebaş dibêje. Muxaberat dixwazin ku xwediyê wê, ango nivîskarê wê û ew lehengên ku di pirtûkê (Ehmedê Xanî û Yilmaz Guney) da û heta xwediyê wêneyê li ser bergê (Salvador Dalî), pirtûkê bên girtin.
Muxaberat gelek li pey wê meseleyê dikeve û dawiya dawîn tên Salar jî digirin. Bi salar ra çend pirtûkên wî jî digirin; Dilxelîna Jean Paul Sartre, Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî hwd. Muxaberat dikevin pey Jean Paul Sartre jî. Êdî dêbavê Salar jî dizanin ku dê demeke dirêj xeber ji kurê xwe hilnegirin. Salar, her weku ku nivîskarê pirtûka Bav û Kur be tê tawanbarkirin û tê girtin. Salar ji şkenceyên gelek xerab derbas dibe, lê ji ber ku di vê meseleyê da tu tiştî nizane wisa belasebeb tê girtin. Rojekê dema ku Salar derdixin cem muellimê mezin (ku serokê muxaberatan e), derbarê mamosteyê xwe Alan da dibîhîze ku ew jî di wê girtîgehê da ye. Lê nikarin hevûdu bibînin. Piştî çend rojên din mamoste Alan tê berdan. Salar jî nêzî deh yazdeh salan di girtîgehê da dimîne.
Di beşa sêyem da, li derve dîsa komên “wehş”an peyda bûne û bi hev ra û bi dewletê ra ketine nav şerekî. Êdî girtî jî hêdî hêdî tên berdan. Rojekê Salar bi xwe jî tê berdan. Lê Salar li derve tenê mirinê dibîne. Her derî wehş hene, ku hevûdu dikujin. Salar diçe mala xwe lê dibîne ku diya wî nexweşa navciyan e, bavê wî kal bûye, Hemîdoyê hevalê wî zewiciye, Meryema hezkiriye wê mêr kiriye, oste Aram miriye, hevalê wî Selîmo bûye yek ji serokê koma wehşan, hevalê wî Sebrîyê şervan bûye generalekî şervanan û bi gelek şervanên xwe ra hatiye li herêmê şer dike. Piştî çend rojan diya Salar dimire. Salar her kesê li derdora xwe weku wehş dibîne û difikire ku merivê dawîn ew bi xwe ye. Lê dawî da dema ku diçe jûra diya xwe û li neynikê dinêre dibîne ku ew jî veguheriye wehşekî, biterî, bipirç, guhdirêj.
Vegêrrana
Di vê romanê da dengê çend vegêrên ciyawaz derdikevin pêşiya me. Di beşa ku weku pêşgotin hatiye binavkirin da em dengê vegêrê kesê sêyem dibîhîzîn ku Genette vê bi rewşa vegêrana heterodîegetîk bi nav dikir. Ev vegêr di derbarî rabirdû, niha û dahatûyê da gelek tiştinan dizane, midaxeleyan dike.
Em dengê vî vegêrê heta binbeşa duyem a beşa duyem dibihîzin. Di binbeşa sêyem a beşa duyem da Salar bi xwe, ku di heman demê da serlehengê vegêranê ye jî, karê vegêrrtiyê werdigire, yanî vegêrrê kesê yekem dikeve dewrê. Bi awayekî giştî di vegêrranê da vegêrrana kesê yekem serdest e. Lê di hin cihan da em dengê vegêrê kesê sêyem jî dibihîzin. Di hin cihan da jî vegêran dirûvekî cuda werdigire. Bo nimûne, dema ku Salar di girtîgehê da ye, behsa rûdanên ku ew nabîne dike. Lê dema ku behsa wan rûdanan dike bi raweya dema borî ya dûr diaxive. Her weku ku wan rûdanan ji kesekî din bihîstibe. Em di vegêrranê da pêrgî çend rewşên vegêranê tên.
Mekan
Bêguman di berhemên edebî da mekan ji bo ku rûdan û peyama sereke ya vegêranê çêtir bên têgihiştin yek ji hêmanên herî girîng ê vegêranê ye.1 Danasîna karakteran a bi hêmana mekanî ve rasteqiniya berhemê xurtir dike. Mekan li ser derûnî û gotara karakteran bi bandor e.
Em ji bûyerên di vegêranê da qewimîne tê derdixin ku rûdan bi piranî li rojavayê Kurdistanê diqewimin. Nivîskar behsa du serokan dike ku weku bav û kur li pey hevûdu hatine ser îqtîdarê. Ew her du serok Hafiz Esad û Beşar Esad bi xwe ne. Her çiqas em navê çend mekanên ciywaz yên weku; Beyrûd, Tirkiye, Yûnanîstan, Elmanya û Siwêd bibihîzin jî ew ne mekanên sereke ne ku rûdan zêde li wir qewimîbin, lê dîsa jî rûdanên piçûk li wan deran qewimîne.
Dem
Her rûdan di demeke diyar da diqewime. Di berhemên edebî da dem, hem di wateya xwe ya rasteqîn hem jî di wateya xwe ya çîroksaz da dikare bê pêşkeşkirin. Lê belê di berhemên edebî da her tim demeke diyarkirî heye ku karakter di wan deman da xwedî tevger in, ango rûdan di wan demên diyarkirî da diqewimin. Dema rûdanê û dema gotarê ji hev cihê ne. Dema rûdanê ji bo dema pêkhatina rûdanê tê gotin lê dema gotarê ji dema vegêrrana rûdanan ra tê gotin. Yek dema kirinê ye, yek dema behsê ye.
Em dîsa ji nîşaneyên ku di vegêrranê da tê derdixin, rûdan li ser demeke gelek dirêj belav bûne. Vegêr di berhemê da bi giştî behsa rûdanên ku di dema serokekî (û dûre di dema kurê serok da) diqewimin dike. Heger ku em li analojiya di berhemê da eşkere ye binêrin, em dê bibînin ku ew serok, Hafiz Esadê ku nêzî bîst salî serokatiya Sûrî kiriye bi xwe ye. Weku ku me got em vê angaşta xwe bi nîşaneyên yekser li kesayetîya wî ve diguncin, pê derdixin. Weku nimûne, ew peykerê ku destê xwe yê rastê bilind kiriye (çawa bibêje: raweste) yê ku li her derî welat peyda dibe. Ew rewşa civakî ya ku tê vêgêrran jî yekser rewşa civaka (an jî civakên) Sûrî ye.
Di dema Hafiz Esad da ku bi rêya derbeya leşkerî bibû serokê dewleta Sûrî, rewşa sosyolojîk a wê serdemê, peydabûna tevger û rêxistinên ciyawaz, rewşa derûnî ya takekesan di berhemê da temayên giring in. Hafiz Esad di dema xwe da jî bi wan kesan ra şer kiribû, ku ew rêxistin hem ji hêla hêzên derveyî ve hem jî ji hêla hêzên navxweyî ve dihatin xweyîkirin.
Dema ku Salar tê dinê serokê navborî li ser îqtîdara dewletê ye. Ango Salar di salên heftêyî (1970…) da hatiye dinyayê, ji ber ku Hafiz Esad di sala 1970î da, bi derbeya leşkerî hikumetê kir nav lepên xwe. Rûdan di navbera salên 1970 û 2011an da diqewimin. Lewra ew şerê dawîn yê ku Salar ji girtîgehê derdikeve û behs dike di sala 2011an da dest pê kir. Her çiqas bi rêya teknîka flashbackê, di kronolojiya demê da hin şkestin peyda bibin jî rûdanên vegêranê bi awayekî rêzbend hatine sazkirin. Ji zarokatiya Salar dest pê dike heta ji derketina zîndanê.
Çima Bêjeya Wehş?
Peyva “wehş” bi çend watayan tê bikaranîn. Ev peyv me’neya; `hov, barbar, nemirov, dirrinde, nemedenî, kûvî, heywan, mirovxwer hwd. da tê bikaranîn.` Di bingeha “wehş”îtiyê da jî bêguman “şîdet” heye. Şîdet çî ye, di kîjan bûneweran da dixiuyê û di kîjanan da herî zêde dixuyê?…
Ev pirs her tim hatine pirsîn û li gorî raman û ferasetên cihê jî ji her serîyî dengek derketiye. Lê pirsa herî giring a ku derbarê “şîdet”ê da tê kirin ev e: `Gelo di bingehê şîdetê da çi heye?` Ev pirs dikare wiha jî bê pirsîn: `Gelo di bingehê “daxwaza şîdetê” da çi heye?` Li vir pirseke din jî derdikeve holê, gelo şîdet tê xwestin?
Psîkologên weku Freud û Lorenz li ser vê meseleyê dibêjin ku, di eslê xwe da, şîdet tiştekî xweajoyî (îçgudusel) ye. Ew ji hebûnê tê, daxwazeke zikmakî ye. Wate, şîdet diyardeyeke pirralî ye. Hem aliyê wê yê civakî heye hem jî aliyê wê yê takekesî. Hemû însan dema ku tên dinê bi hişmendiya şîdetê têne dinê. Ango ew şiyana şîdetê şiyaneke irsî ye, lê zarok/takekes li ser meseleya şîdetê, di werara xwe ya di nav demê da pêrgî du rêyan tê, dikare yekî hilbijêre. Yan dê wê şîdeta ku ji dêbavê wî/ê gihiştiyê, jê ra mîras maye pratîze bike, yan jî dê heya ji dest bê wê daxwazê serkut bike. Lê serkutkirina wê daxwazê bi xwe jî dibe şêweyeke din a şîdetê, ev “şîdeta xweyî” ye.
Her meriv li ser wê dualiteyê ava bûye: yan dê bibe kesekî şîdetparêz, yan jî kesekî dijşîdet. Her du jî eynî ye. Dijşîdetî, şîdetek e ku weku bertek derketiye. Heger ku em ji têgehên Carl Gustav Jung sûdê werbigirin, ev şîdet dê bi sê awayan bixuyên;
- yek şîdeta ku di hiş da,
- dudu şîdeta ku di binhişê takekes da
- sisê şîdeta ku di binhişê civakî de.
Ev her sê şêwe şîdet jî di nav peywendeke xurt da nin. Lê dema ku “girse” ango “civak” peyda dibe êdî takekes wê karakterê xwe yê xweserî xwe winda dike. Êdî karakterê hişmend ji holê radibe û di nav wê girseyê da têkelbûnek peyda dibe.
Helîm Yûsiv jî yek ji wan nivîskaran e ku di berhemên xwe da herî zêde li ser têgeha şîdetê radiweste. Yûsiv vê têgeha “şîdetê” her çiqas li ser karakterekî an jî çend karakteran bide nîşan jî, ew “şîdet”eke hevpar e, kolektîf e. Di berhema focusa vê nivîsê da jî, “wehşîtî” bi awayekî fenanî têgeheke (nexweşî) kolektîf be hatiye derbirîn.
Di beşa yekem da vegêrrê kesê sêyem, dema ku behsa “wehş”an dike, wêneyê hemû welat tê ber çavên meriv. Dema ku Salar vegêrrtiyê dike, her tim ji bo xwe diyar dike ku di hundirê wî da jî “wehş”ekî razayî heye. Em bi rêya zîqbûna Salar hîn dibin ku karakterên dîtir jî hin caran xwe weku “wehş” dibînin. Ev “wehşîtî”ya ku Yûsiv behsê dike “wehşîtî”yeke bêalî ye. Em nizanin ka ev “wehşîtî” xerab e an baş e. Heke ez nimûneyekê bidim, Salar pêşî ew kesên ku serî jê dikin, tecawizê dikin, dizî dikin û behsa dîn dikin weku wehş dibîne, lê dema ku ji girtîgehê derdikeve êdî ew şervanên ku li dijî wan kesên serjêker jî weku wehş dibîne. Ev wehşîtî, zikmakî ye. Ne xerab e ne jî baş. Xerabî li gorî kê, başî li gorî kê? Yûsiv dixwaze bibêje ku bêguman di hundirê her kesî da “wehş”ekî razayî heye. Nivîskar vê angaşta xwe li ser karakterên xwe jî daye dûpatkirin. Herî dawî, karakterê sereke, Salar jî dema ku ji girtîgehê derdikeve, xwe weku wehş dibîne. di gel ku wî tu xerabiyek nekiriye. Hingê meriv dikare bibêje “wehşîtiya” ku Helîm Yûsiv behsê dike ne sedem an jî encama xerabî û bedkariyê ye, ew wekî fitratekê di meriv da cîwar bûye. Bi tehrekî dertê holê. Meriv li hemberî çi, kê wê wehşîtiyê çakîna derdixe holê, ya muhîm ev e.
Encam:
Di vê romanê da çend hêmanên giring hene ku ji bo temaya sereke ya berhemê jêneger in. Weku mînak; ew peykerê serok, muxaberat, goristan û ya herî giring jî ew pirtûka bi navê Bav û Kur e.
Helîm Yûsiv di vê berhema xwe da panoramaya serdema du desthilatdaran kiriye mijar. Di ber da jî ew geşedanên civakî yên ku li welêt qewimîne û ew geşedanên ku li ser takekesan qewimîne derbiriye. Divê bê gotin ku di vê berhemê da armanc ne ew e ku ji ramaneke siyasî ra bibe palpişt. Belê her çiqas di nîveka berhemê da weku qewm kurd hebin jî, jiyana ereban, ermeniyan jî li qelem daye. Bi min berhemê xwe ji angajebûnê parastiye. Lê bi dilekî rihet dikarim bibêjim ev mijar ji bo Helîm Yûsiv bûne mijarên sereke yên hunera wî ya edebî. Yûsiv tim li dora van têgehan çerx dike, bi israr bala me dikişîne ser van hêma û têgehan. Dilê Helîm Yûsiv spî nabe tu carî, neşê bibêje: Ha temam civak an jî xwendevanên min ji van têgeh û hêmayan tiştek wergirtin, ez dikarim dêhn û bala wan bidim ser tiştekî din.
Lê divê ez vê jî bêjim: Ev ne kêşeyeke bi Helîm Yûsiv ra girêdayî ye, mixabin. Ji ber ku rewşa civakî, sîyasî û kulturî ya xwendevanên wî da guherîneke mezin çênebûye Helîm Yûsiv jî neçar dimîne behsa van hêma û têgeh û rewşan bike. Ev mîrateyeke ku nivîskarê kurd zû bi zû nikare xwe jê xelas bike, ji bo ku bikaribe bergeha xwe biguherîne divê bergeha civakê jî biguhere. Heke na tiştekî teze yê ku ser civakê bê gotin namêne: di xew da ye, ditirse, dimire.
Bêşik di berhemê da dîsa şopa vegêrana xweserî Helîm yûsiv dixuyê. Ango bi şêweyeke xweserî Helîm Yûsiv vegêrran hatiye honandin ku ji surrealîzm û realîzma efsûnî avê vedixwe. Ev hilbijartin li ser peyama Yûsiv bûye yek ji hokarên herî bibandor.
Çavkanî:
Yûsiv, Helîm, Wehşê Di Hundirê Min da, Peywend, 2018, Stenbbol
Fromm, Eric, Insandaki Yıkıcılığın Kökenleri, wer: Şukru Alpagut, Payel Yayinlari,
Le Bon, Gustave, Kitleler Psikolojisi, wer: Hasan Can, Tutku, 2014, Ankara
Jung, Kalr Gustav, Jung Psikolojisi, wer: Murat Ukray, Yason Yayinevi, 2016, Ankara
* Jung, ligel pejirandina têgeha “binhiş” a Freud, li hember her sê têgehên Freud (îd, ego, superego) sê têgehên nû pêşniyaz dike. Li şûna “îd” têgeha “hiş”, li şûna “ego” “binhişê takekesî” û li şûna “superego” jî “binhişê civakî/kolektîf” bi kar aniye. Bo berfirehtir binêre: Kalr Gustav Jung, Jung Psikolojisi, wer: Murat Ukray, Yason Yayinevi, 2016, Ankara

Ketina Boreqelayê di Çîrokeke Kevin da
Di serî da divê ez li xwe mikûr bêm ku min jî weku gelek xwendevanên kurd dema navê nivîskarî bihîst, min go eseh ev nivîskarê me jî ji Mêrdînê rabûye, Xwedê zêde ke. Piştî lêpirsîn û lêgerînekê ez hîn bûm, nivîskarê me ji başûr e û li başûr jî kesekî gelek navdar e, ku vê dawiyê bibû namzetê parlamenteriyê ji partiya Goran. Belê Mardîn Îbrahîm ne ji Mêrdînê ye! Ew di sala 1974an da li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Îbrahîm kesayetîkî pirrreng û pirrdeng e. Ango di gelek janrên ciyawaz da xwedî berhem e. Heta niha berhemeke wî ya helbestan (Tu Meçe Şerî) û sê romanên wî (Ketina Boreqelayê di Çîrokeke Kevn de, Xewna Mêrikên Îranî û Mergî Meymûn) hene. Mardîn Îbrahîm ji berhemên cîhanê jî ji bo kurdî wergeran dike; ji John Boyne berhema The Boy in the Striped Pyjamas (Kurikê Bi Pêcemeyê Xetxetî) wergerandiye bo zaravayê soranî. Mardîn Îbrahîm bi helbestnûsiyê gav avêtiye nav biwarê edebiyatê, lê her ku dem derbas dibe hostetiya xwe ya li ser helbestê dixwaze li ser janrên dîtir jî biceribîne. Weku di hevpeyvîneke xwe da jî dibêje, wî di helbestên xwe da jî cih daye teknîka çîrokehelbestê ku hin caran hin kes derdikevin yan serpêhatiyeke xwe yan jî serpêhatiyeke kesine dîtir vedibêjin. Her wiha di romanên wî da jî hin caran karakter bi hestên şairekî/ê diaxivin. “Têkelbûna regezan” dibêje Mardîn Îbrahîm: “di nav janrên edebî da meseleyeke sirûştî û çaverêkirî ye, lewra şiirnûsiya min tiştekî pir asayî ye, heger ku ew şiyana min hebe ji bo roman jî binivîsim.”1
Dema ku xwendevan dest bi xwendina berhemên Mardîn Îbrahîm bike ewê jî ferq bikin ka ev regezên janrên edebî û hetta janrên edebî bi xwe jî çawa li nav guhên hevûdu dikevin. Diyar e ku dema ku şairek romanekî binivîse tehma zimên derdikeve pileyeke cuda û ev li ser xwendina berhemê jî kartêker e. Heger ku em bikaribin piçekî jî li ser wergera wan biaxivin ez dê dîsa vegerime ser meseleya zimên.
Ketina Boreqelayê di çîrokeke Kevin da:
Ev roman mîna merivan li ser du lingan hatiye afirandin ku lingekî wî li rabirdûyê maye û lingekî wî jî li niha (di heman demê da ji bo romanê dema bê) ye. Mebest jê, vê romanê xwe ser du serdemên ciyawaz ava kiriye, du demên cuda kiriye dabaşa vegêrrrana xwe. Di destpêka romanê da mekan û demeke raborî hatiye destnîşankirin: Mekan, Dîmeşq e (Şam, paytexta Sûrî ya niha ye) û dem jî dema dagîrkirina Dîmeşqê ye, ji aliyê moxolan ve. vegêrrran bi vegêrrê kesê yekem hatiye honandin. Em çîroka serdemekê û çîroka kesekî bi navê Cabir (ji devê Cabir bi xwe) guhdarî dikin. Dema ku moxol Dîmeşqê dagîr dikin Cabir zarokekî sêzdeh salî bûye, li ser daxwaza bavê xwe (ku bavê wî jî çîrokbêjekî gelek binavûdeng e), xwe daye ber xwendina dersên kîmyageriyê. Em nizanin ka vegêrrê me kurd e an ereb e, lê heger ku em agahiyên di destpêkê da, yên ku vegêrr ji bo xwe dide binêrin, em dê bibînin ku vegêrr ji nav çanda ereban derketiye û dîsa di nav çanda wan da mezin bûye. Mînak: Zarok ji bo hînbûna zimanekî têkûz û petî, ji bo êlên çolnişîn tên şandin ku ev jî nerîtek e ji çanda ereban. Rojekê vegêrr (serleheng) dibîhîze ku moxol ji bo dagîrkirina Dîmeşqê tên û ev nûçeya hanê li ser hemû gelê Dîmeşqê endîşeyekê çêdike. Dûre qasidên Teymûr Leng tên nav bajêr û ji bo Dîmeşqiyan fermana Teymûr dixwînin ku Teymûr di fermanê da yekser radestkirina bajêr dixwaze. Ji nav gelê bajêr hin kes vê fermanê weku bêrûmetkirin û bêşanazkirina gelê Dîmeşqê dibînin û nêzî sê sed siwarçak xwe amade dikin da ku êrişê bibin ser artêşa Teymûr, lê yekcar hemû tên kuştin. Hin wezîr û şêwirmend diçin cem Teymûr da ku bi peymanekê Dîmeşqê radestî wî bikin, Teymûr pêşî vê qebûl dike û dikeve nav bajêr, lê dema ku dikeve nav bajêr qiyametekê bi ser Dîmeşqê da radike, qirra milet tîne. Êdî Dîmeşq vediguhere wêneyekî xwîn jê dibare. Teymûr mîhrîcanan û ahengan li dar dixe ji bo zefta Dîmeşqê. Beşa duyem a vegêrranê jî, bi heman awayî, bi vegêrrtiya Cabir didome. Rojekê Teymûr gazî bavê Cabir dike da ku di dîwanxaneya wî da jê ra çîrokbêjiyê bike. Teymûr ji bavê Cabir daxwaza çîrokeke wisa dike ku heta niha li tu derê nehatibe gotin. Bavê Cabir jî vê daxwaza Teymûr dipejirîne û jê ra dibêje: “Ez dê ji te ra çîrokeke ku qet te li tu derê nebîhistibe vegêrrim.” Em di vir da hîn dibin ku Cabir “niha” (di eslê xwe da nêzî şêst salî piştî çîrokvegêrana bavê xwe) di hucreya mizgefteke Helebê da wê çîroka ku bavê wî ji Teymûr ra gotibû dinivîse û dixe weku pirtûkekê. Di vir da em dibînin ku nivîskarê pirtûkê (Cabir) bi xwe jî di nav vegêrranê da cih girtiye. Ango Mardîn Îbrahîm pêşî ji bo berhema xwe nivîskarek afirandiye (Cabir), ew nivîskar jî pirtûkekê dinivîse (pirtûka çîroka pênc zilaman), û di heman demê da vegêrrtiya wî bi xwe jî dike. Heger ku ez bi awayekî şematîk bidim nîşan:

P1: Pirtûk û çîroka Mardîn Îbrahîm bi xwe ye. Tiştên di bîr û xeyala wî da afirîne.
P1.A: Çîroka Cabir e em dibihîzin. Cabir serhatiya xwe vedibêje û di ber da behsa çîrokeke bavê xwe dike ku bavê wî ji Teymûr Leng ra vegêrraye.
P1.A.a: Çîroka ku bavê Cabir ji Teymûr ra vegêrraye. Çîroka pênc zilaman.
Çîroka P1.A.a di demên borî da neqewimiye lê ev çîroka dema bê ye. Ango meriv dikare bibêje ku teknîka pêşveçûnê (flashforward) hatiye bikaranîn. Ev pêşveçûna dema bê di eslê xwe da tehmeke realîzma efsûniyê daye romanê. Lewra di çîroka bavê Cabir da tiştên ku heta wê demê tu kesî nebihîstibûn hene. Heta ku Teymûr jî dema çîrokê guhdarî dike hin caran pirsinan dipirse derbarê wan obje û rûdan û kesayetan da ku heta wê demê nebihîstibû. Bavê Cabir ji Teymûr ra çîroka pênc zilaman dibêje ku di sedeya bîstem da tev li şerekî bûne. Em di dawiya beşa yekem da dibînin ku ew çîroka pênc zilaman ne bi awayê vegêrrana bavê Cabir lê bi awayê nivîsandina Cabir bi xwe tê vegêrran, ango ne bi awayê devkî lê piştî ku Cabir wê çîrokê derbasî nivîsê dike, di berhemê da cihê xwe digire. Dema ku di beşa sêyem da çîroka pênc zilaman tê vegêrran, em dibînin ku vegêrr bi devê vegêrrê kesê sêyem diaxive (lê di eslê xwe da ne wisa ye, emê dûre bên ser vê mijarê). Em di demê da derdikevin gerekê û tên sala 2006an. Bêguman mekan jî diguhere û em carekê da ji Dîmeşqê diçin Londonê. vegêrr behsa kesekî bi navê Siyamend dike ku ji ber şerê di navbera Îran û Iraqê reviyaye û ev neh sal in li Londonê dijî. Êja em bi rêya teknîka paşveçûnê (flashback) vedigerin salên şerê ku di navbera Îran û Iraqê da dest pê kiribû (1980-1988). Ango em ji 2006an diçin sala 1980yî. Em bi rêya bîra Siyamend paşveçûyênê pêk tînin û êdî dikevine nav çîroka şerekî û çarenûsiya pênc zilaman. Vegêrr di vê beşê da dor bi dor behsa jiyana wan pênc hevalan dike ku biryar dane tev li artêşa Iraqê bibin û li hemberî Îranê şer bikin. Her yek ji wan diçe eniyekî şer. Vegêrr carekê behsa Siyamend û eniya ku ew lê ye dike, carekê behsa Melîk Keykawis û eniya ku ew lê ye dike… wiha bêyî ku rêzbendiyek hebe çîroka her pênc hevalan tê vegêrran. Em di beşa çaran da, Cabir dîsan bi awayekî fîzîkî hest dikin û jê dibihîzin ku Teymûr piştî ku bavê wî çîroka xwe diqedîne bavê wî û sê kesên ku ew şev li dîwanxaneyê bûn (Ehmedê Xeznewî ku stêrknas e û du muzîkjen) davêje zindanê. Sibetirkê Teymûr biryara kuştina her çaran jî dide û serê wan lê dide. Em yekser nizanin ku Teymûr çima vê biryarê dide. Lê heger meriv ji boçûneke derûnî jî sûd werbigire dê çêtir be. Ji ber hindê sê raman hene ku derdikevin pêş:
1. Şeva ku gel li dîwanxaneya Teymûr civiyabûn, Teymûr ji Ehmedê Xeznewî xwest ku derbareyê dahatûyê da hin tiştinan(kehanet) jê ra bêje. Dema ku Ehmedê Xeznewî ji Teymûr ra dibêje ku: Piştî sê salên din ta’ûnek dê li nav Dîmeşqê belav bibe û dê gelek kesan, artêşa te jî di tê da, bikuje û dê piştî sê salên din bûyereke ku ji ta’ûnê xerabtir dê bê serê te.
2. Teymûr di wê şeva li dîwanxaneyê da ji du muzîkjenan xwest ku ahengekî saz bikin û stranan bibêjin. Piştî ku ew her du kes (nemaze zilamê besrayî) dijenin û stranekî xembar dibêjin, her kesê li wir digirî ji bilî Teymûr, lê Teymûr bi xwe jî xembar dibe û nerm dibe.
3. Dîsa Teymûr ji bavê Cabir daxwaza çîrokê dike û bavê wî jî çîrokeke ku dê di dahatûyê da biqewime vedigêrre. Di çîrokê da behsa şerekî tê kirin ku panoramaya serdemekê di xwe da dihewîne. Behsa serokekî tê kirin ku ev şer hemû ji ber quretiya wî derketiye. Û ev çîrok cara ewil ji bo Teymûr hatiye gotin. Heger ku meriv li sedemê kuştina her çar merivan binêre meriv dê bibîne ku kuştina wan bi têgeha “hêz”ê ra pêwendîdar e. Belê stêrknas reml û pêşbêjiyeke ku divê nehatiba gotin di dîwanxaneyê da li pêşiya ew qas miletî ji Teymûr ra dibêje. Ango deriyê sindoqa xeybê vekir û ji kesekî ra ku bi wehşet û erjengiya xwe ve hatiye nasîn, behsa wehşet û erjengiyekê kir ku ew kes bi xwe jî dê di tê da telef bibûya. Wî kuştin heq kiribû. Heger ku em meseleya kuştina her du muzîkjenan jî rave bikin em dê dîsa pêrgî têgeha “hêz”ê bên. Dema ku muzîkjenê besrayî straneke xembar distrê, cimaetê dide girî û heta kesekî weku Teymûr ku serokatiya artêşeke xwînxar, wêranker û zordest dike, xembar dibe û dibe însên. Dema ku personaya meriv a rûniştî bi rêya hin kesan ve bê hejandin, derzek di tê da vebe, encamên xerab derdikevin holê. Belku wan her du muzîkjenan bi rêya hunera xwe derûn û personaya Teymûr a rûniştî hejandin û dane ber pirsan. Dema ku kesayet bi diyardeya hêzê ra di nav pêwendiyeke ontolojîk da be, ew her kes û her tiştê ku dixwaze nîşaneyên hîsterîk li ser wî kesê hêzdar ava bike, dê bêguman bên cezakirin. Teymûr nikare xembar be. Lewra statuya wî nahêle ku bi muzîkekê û li gel hizûra gelek kesan xembar bibe. Kesê ku vê bike dê bivênevê sibehê nebîne.
Lê meseleya bavê Cabir ciyawaztir e. Bav, çîrokbêj e. Ev gelek tiştan di xwe da dihewîne. Lewra çîrokbêjî kultura meriv bi xwe ye. Ew (çîrok û bêjeriya wê), weqasî dîroka merivatiyê kevn e. Çi bi devkî be çi bi nivîskî be, çîrok rêyek e ku ji rabirdûyê dest pê dike berev dahatûyê diçe. Bavê Cabir bi çîrokên xwe dide nîşan ku ew bîr û dîrokeke zindî ye. Lê bavê Cabir ne tenê çîrokbêjê bîr û dîrokê ye belku ew di heman demê da çîrokbêjê xeyal û dahatûyê ye jî. Lewra bavê Cabir ji Teymûr ra çîrokeke wisa dibêje ku heta wê çaxê qet nehatiye bihîstin. Ev çîroka dahatûyê ye (ku dahatûya ji bo bavê Cabir, ji bo Mardîn Îbrahîm û xwendevanên wî rabirdûyek e). Ev tê wê wateyê ev çîrokeke pirreng, pirrzemanî ye. Ango, ev çîrok ji bo xwendevanên Cabir (ku Cabir şêst sal piştî vegêrrana bavê xwe wê çîrokê dinivîsîne, yanî 1460-1473) çîrokeke honaka zanistî (science fiction) ye, lê ji bo xwendevanên Mardîn Îbrahîm ev çîrokeke rabirdûyê ye. Dema ku Teymûr çîrokê guhdar dike pêrgî analojiyekê tê. Ew analojî çî ye? Hem ew şerê di çîrokê da ye û hem ew serokê di çîrokê da ye. Pêwendiyek di navbera şerê Teymûr û wî şerî dahatûyê da heye. Weku ku Umberto Eco jî dibêje: “Du diyarde, carinan bi helwest, carinan bi dirûv, carinan jî di peywendeke diyarkirî ya ku her du jî bi hev ra di tê da dixuyên, dişibin hevûdu.”2 Di vir da ji bo ku hûn şibandinekê di navbera her du serdeman, her du şeran, her du serokan û her du gelan da peyda bikin divê hûn li pey nîşaneyên hevpar bikevin. Jixwe Mardîn Îbrahîm bi mebesta ku peyamekê bide (çi îdeolojîk û siyasî, çi însanî û dramatîk, ku li gorî min a ewil domînanttir e) paşxaneyeke dîrokî diafirîne.
Piştî ku Teymûr jî vê çîroka ku zaf zêde dişibe çîroka xwe (ku Teymûr tê jehrîkirin û serokê çîroka dahatûyê da jî tê daliqandin, ev pêwendiyekê di navbera pêşbêjiya Ehmedê Xeznewî û çîroka bavê Cabir da jî çê dike ku wî jî ji Teymûr ra gotibû ku: “Tu dê pêrgî rûdaneke ku ji taûnê xerabtir werî.”) guhdar dike bêguman aciz dibe û wijdanê wî brîndar dibe û heta nahêle ku çîrokbêj çîroka xwe biqedîne û dibêje ku ji bo îşev bes e. Lê di rastiyê da ez bawer nakim ku bavê Cabir jî dê bikaribûya çîroka xwe berdewam bikira. Lewra çîroka wan pênc zilaman jixwe peyama xwe ya veşartî hem da Teymûr hem jî da xwendevan. Trajediya ku peyama berhemê hilgirtibû ser milê xwe qewimî.
Bêguman ji bo xwendevanê her du serdeman jî têgihiştinek wiha dibe derkeve holê: Dîrok dê xwe her tim dubare bike! Belê ev çîrok tawanek e ku li Teymûr tê kirin, tawanek e ku li diyardeya îqtîdarê tê kirin. Dema ku îqtîdar ji aliyê xwînxarî, kavilkarî, bêexlaqiyê ve ji teref kesekî ve bê tawanbarkirin (ku li pêşiya gel be jî ev) bêguman dê ew îqtîdar (vêca we li pêşiya gel bi xwe) wî kesî tawanbarkir ceza bike da ku teşebuseke dîtir pêk neyê. Em bi vî awayî hîn dibin ka çima ew her çar meriv tên kuştin. Nîşaneyên Surreal û Realîzma Efsûnî Piştî ku çîroka wan pênc zilaman tê vegêrran di beşa çarem û pêncem da Cabir behsa ketina bavê xwe û ketina Teymûr dike. Ya rastî wateyeke kûrtir li wê peyva “ketin”ê barkirî ye. Ew “ketin”eke Albert Camuswarî nîne, yanî ew ketineke takekesî nîne, belku berovajî wê ew ketineke civakeke dîrokî be. Ev ketina civaka dîrokî li ser nîşaneyên surreal hatiye avakirin. Di kronolojiya demê da şkênandin heye ku ev li gorî vegêrr û çîroka eslî şkênandineke surreal e. Yanî şkênandineke berhişî nîne. Lewra ya ku di dabaşa vegêrranê da ye di demê da pêşveçûn e. Ango êdî ew “bîr”a duh û “fehm”a niha vediguhere “aşop (honak, xeyal)”eke arasteyî dahatûyê. Dema ku hûn 618 sal beriya niha(yanî 1400 sal berê) rabin behsa; televîziyon, balafir, maşîne, tank, napalm, Xaça Sor a Navneteweyî, Peymana Cezayîrê, otobês, Tirkiye û Îsraîl û hwd. bikin bêguman ev dê ji bo miletê wê çaxê bibin tiştên ecêb û nenas. Ne ku di berhema çîroksaz da ev tişt ne gengaz e, belê dibe ku bibe, jixwe ew tehma surrealîteyê jî ji vê dibêtiyê tê. Yekser meriv di berhemê da pêrgî wan nîşaneyên tê ku surrealîstan di manîfestoyên xwe da bi lêv dikirin. Xwendevan li dijî vê derhişîbûnê dernayê, lewra xwendevan di nav çarçoveyeke estetîk da, tişta ku nivîskar dixwaze bibêje ji berhemê hildide û ev besî wê/î ye. Jixwe weku ku Löwy jî derdibirre di surrealan da tecrûbeya berdewambûnê li hember wan lêferzkirinên giran ên Eqlê Amrazî geryaneke şên e.3 Xwendevanê sedeya 15an di nav dahatûyê da (sedeya 21ê) û xwendevanê sedeya 21ê jî di sedeya 15an da derdikeve geryanekê. Belê gera xwendevanê sedeya 21ê, ya berev sedeya 15an berhişî ye û hetta tehma romaneke dîrokî jî dide meriv. Lê ev rewş ji bo xwendevanên sedeya 15an dabaşa xebardanê nîne.
Divê bê gotin ev hilbijartina çemka surreal ne wisa hilbijartineke ji rêzê ye. Lewra weku ku Löwy jî dibêje: “Surrealîzm tu carî nebûye ekoleke edebî yan jî komeke hunermendan, dê nebe jî. Ew bi wateya tam tevgereke serhildanî ya ruh e û misoger, teşebiseke wêranker a arasteyê efsûnandina dinyayê ya ji nû ve ye.”4 Bêguman diyardeya ku t/fehma surrealîzmê destnîşan dike ne tenê têgeha demê ye, her wiha li ser têgeha mekanê jî nîşaneyên surreal dixuyên. Weku: Gelo cihekî bi navê Boreqela heye an na? Gelo di sedeya 15an da meri rabe behsa mekanên weku London, Îsraîl, Tirkiye, Îran, Îraq, Kurdistan, Cezayîr, Havana, Koreya Bakur hwd. bike çiqas berhişî ye? Dema ku ev pirs bên pirsîn bêguman xwendevan dê nikaribe bi awayekî mantiqî bersiva wan bide, lewra divê xwe li wê têgihiştina surreal bigire û jê bawer bike.
Belê li başûr cihekî weku Boreqelayê tune ye! Ew cihekî xeyalî ye. Mesela di Sobartoya Helîm Yûsiv da jî heman teknîk heye. Sobarto mekanekî dîrokî ye, niha tune ye lê di romanê da hatiye behskirin û hemû rûdan jî li wir diqewimin. Lê dema ku meriv lê digere (ya rastî di destpêka pirtûkê da jî tê eşkerekirin) ku di demên kevnar da Sobarto li şûna Kurdistana niha ava bûye. Nivîskar analojiyekê ava dike, vegêrranê sembolîze dike. Belê li başûrê Kurdistanê jî cihekî bi navê Boreqela tune ye. Dibe ku di vir da xwendevan bipirse bibêje: Çima her tiştê ku bavê Cabir gotibû rast bûn lê çima cihekî bi navê Boreqela di rastiyê da tune be? Êdî ew jî raza berhemê ye. Nivîskar gelek caran dîreksiyona vegêrranê li çemkên ciyawaz ên edebî dizivirîne ku weku teknîkên edebî jî hatine bilêvkirin. Weku mînak du çemkên gelekî nêzîkî hevûdu têkel kiriye; surrealîzm û realîzma efsûnî. Bêguman gelek kesan surrealîzmê û realîzma efsûnî tevêhev kiriye. Lê her du çemk jî hem ji hev cuda ne hem jî bi hevûdu ra pêwendîdar in. Ezê behsa dîroka wan nekim, lê ezê tenê nîşaneyên realîzma efsûnî yên ku di Ketina Boreqeleyê di Çîrokeke Kevn da destnîşan bikim.
Taybetiyên herî berbiçav ên realîzma efsûnî; fantastîkbûn, xewn, sêhr, bikaranîna diyardeyên mîtîk, bikaranîna hêzên derasayî (cin, perî, dêw hwd.) ne. Belê hin hevparî bi surrealîzmê ra jî hene lê dîsa jî ne heman tişt in. Ya rastî realîzma efsûnî li ser hêmanên rasteqîn atmosfereke nîgaşî ava dike û di çarçoveyeke derasayî da pêşkeş dike. Jixwe di bingeha realîzma efsûnî da ji cureyên weku fantastîk û surreal ciyawaztir rastiyê înkarkirin tune ye. Weku ku yek ji pêşengên realîzma efsûnî Franz Roh jî dibêje, ‘surrealîzm yekcar rewşên negengaz dinimîne’.5 Li gorî Roh, realîzma efsûnî, jiyana rojane dixe dirûvekî periyane û meselokî, lê surrealîzma ku çend sal beriya wê bûbû rojeva hunerê, bi awayekî ku tiştinên heyî yekcar mandele bike tev digere. Divê bê diyarkirin ku di realîzma efsûnî da rasteqînî bi piranî bi awayên neyekser tên destnîşankirin. Berhem, rehendên psîkolojîk, giyanî û exlaqî yên rast(eqîn)iyê bi rêya sembolan dide nîşan.6 Taybetî jî di beşa sêyem da dema ku vegêrr behsa çîroka pênc zilaman dike em nîşaneyên teknîka vegêrrana realîzma efsûnî dibînin. Lewra vegêrr bi çîroka Siyamend dest pê dike (bi ya wî jî xelas dike) lê bi awayekî nekronolojîk behsa her çar hevalê din jî dike. Belê geh çîroka Erîwan tê vegêrran geh ya Melîk Keykawis geh Luqman Hekîm û geh Feqî Cemal; lê ev jî li gorî rêzbendiyekê nîne. Heta nivîskar (weku berdevk, vegêrr) hin caran pêşî behsa mirina wan dike dûre vedigere li ser çawa mirina wan. Dema ku çîroka wan pênc zilaman tê vegêrran, di heman demê da mekan jî diguhere, lewra her yek wan çûye cihekî. Ev şêwe derbasang di berhema nivîskî de (lewra dibe ku dema bavê Cabir çîrok vegêrraye pêrgî hin arîşeyan hatibe) pirsgirêkeke berbiçav dernaxîne holê, lê reng e ku di destpêkê da xwendevan piçekî şaş bimîne û dûre wê rîtma derbasangan zeft bike. Lêbelê di vegêrranê da motîfa ku herî zêde efsûnî tê bêguman dengê Surmeyê ye. Surmeya keça Siyamend dema ku leşkerên Iraqî li gundê Boreqeleya lêgerînê dikin da ku jin û zarokên bizdiyayî li zîlan bikin û ji wir bibin, ji teref leşkerekî bi navê Feysel ve tê dîtin û Feysel dixwaze ku keçika biçûk veşêre û êvarê keçikê rizgar bike û bişîne cihekî ewletir. Feysel wê keçika biçûk dixe bîrekî û ser wê jî bi bermîlekê digire. Lê ji ber ku Feysel derfet nabîne û bê keçikê xelas bike, keçik li wir dimîne. Piştî çend salan e ku şer xelas bûye û du sal li ser veşartina wê keçikê ra derbas dibe Feysel xwe nagire û diçe wî gundî. Feysel dipirse û (di axaftinekê da min ji nivîskar jî pirsîbû. Brêz Mardîn Îbrahîm jî gotibû ku cihekî bi navê Boreqela tuneye, ew cihekî xeyalî ye.) bavê Surmeyê dibîne, meseleyê jê ra dibêje. Tişta balkêş û efsûnî di vir da ew e; beriya ku Feysel bê û wê çîrokê bibêje, Siyamend, Melîk Keykawis, Amîne, bavê Luqman hwd. her tim dengê keçikeke biçûk a ku digirî dibihîzin û dibêje: “Min ji vê tarîtiyê derînîn!” Dema ku Feysel çîroka xwe û Surmeyê vedibêje em hîn dibin ku ew dengê kê ye. Ew dengê keça Siyamend e ku di şer da ji hêla leşkerekî iraqî ve di bîrekê da tê veşartin. Nivîskar wê bihîzbariya dengî, li ser esaseke rasteqîn ava kiriye lê dîsa jî hêleke wê ya efsûnî dixuyê.
Sahneyeke din jî heye ku ew jî nîşaneyên vegêrrana (nemaze nîşaneyên gotara vegêrranê ya) realîzma efsûnî di xwe da dihewîne. Dema ku bavê Cabir, Ehmedê Xeznewî û her du hunermend ji teref celladan ve tên kuştin. “Piştî demeke kêm û piştî bihîstina fermanê ji aliyê fermander ve, celladan şimşîrên xwe berz kirin. Bi yek awa û hevdem berev gerdenên li stûnan vebestî yê hêsîran raweşandin. Min ji bo demeke kurt çavên xwe niqandin û dema ku min vekirin, ji gewriya birî ya bavê min bi hezaran çîrok dirijiyan, ji nav lêmişta xwîna geş a bavê min bi hezaran balindeyên çîrokan bi balên xwe yên xwînavî difiriyan û dihatin li ser ser û milê min vediniştin. Her balindeyek çîrokek bû, bi hezaran balinde, bi rengên ciyawaz, bi hezaran balindeyên cur bi cur. Dîksilêmanan ku çîroka paşayên desthilatdar, paşayên dewlemend ku ji bo eşqa jinekê pişt ji text û tacan ba didan û baz didan, heta ku hêz di destê wan da hebû, berfeberên xwe dûr dûr diavêtin. Bilbil ku bazirganên gewre yên bajarger bûn, wan şevekê xewnek didît û sibehê gencîneyên xwe vedikirin û bi ser parsekan da dabeş dikirin. Kundan bi çavê xwe yên hemîşe vekirî û gewre û hişyar, şêxên terîqetan bûn û bi xwe û bi ebayên xwe yên mexmelî li gel sedan mirîdî li asîmanan difîrîn. Bi hezaran qelereş……” (r: 75) “Li tenişt min du zarokên din hebûn ku yek ji wan neviyê Ehmedê Xeznewî bû û ew ê din jî keçikeke rengtêkçûyî bû ku keçika ribabjenê besrayî bû. Ji gewriya Ehmedê Xeznewî, pêşbînî dirijiyan, pêşbîniya tavgîran li Neynewayê, babîloskeke tirsnak li Babîlê, jehravîbûna robara Ceyhûnê, jinavçûna Teymûr, belavbûna taûnê li Dîmeşqê û bi hezaran pêşbîniyên dîtir, dibûn heng û difiriyan û dihatin ser serê neviyê Ehmedê Xeznewî. Ji gewriya zilamê besrayî çengjenê xelkê Neynewayê, bêhna etireke dilnişîn dihat. Bêhna etireke ku bi hezaran melodî, bi hezaran nota û awaz li gel xwe dianîn û wekî ebayê mîhracayên hindî li bejna keça zarokê dialiyan… “ (r: 76)
Di berhemên ku bi çemka realîzma efsûnî ve hatine nivîsîn de, şayesandin û ragihandinên wiha efsûnî gelek in. Di vir da gotar li ser rasteqîniya karê wan zilaman hatiye sazkirin. Ango, ji gewriya çîrokbêj çîrok, ji gewriya remildar pêşbêjî û ji gewriya ribabjen û çengjen jî melodî û nota û awaz dertên. Ev dide nîşan ku rasteqînî di teşeyeke periyane û sêhrî da hatiye vegêrran.
Mekanê Edebî
Di mijara mekanê da divê bê diyarkirin ku mekanê gotarê û mekanê rûdanê jî ji hevûdu ciyawaztir in. Di eslê xwe da mekanekî gotarê tenê heye ku ew jî; hucreyeke mizgefta Helebê ye û Cabir lê rûniştiye behsa serpêhatiya nivîsîna berhemê dike.7 Lê mekanê(n) rûdanê her tim diguhere. Di destpêkê da rûdan li Dîmeşqê diqewimin, dûre bi rêya pêşveçûnê rûdan li gelek cihan; London, Îran, Iraq, Boreqela hwd. diqewimin. Di beşa yekem, duyem, çarem û pêncem da rûdan bi piranî li Dîmeşqê (li dîwanxaneya Teymûr) derbas dibin lê em di çend (Dibe ku xwendevan bibêjin di çîroka bavê Cabir da mekan Dîmeşq e, lê ya rastî ne wisa ye. Lewra vegêrrê kesê yekem, ku Cabir e, dema behsa çîroka çîrokgotina bavê xwe dike jî li hucreyeke mizgefta Helebê ye. Ji ber ku em ji devê bavê Cabir tu tiştî guhdarî nakin û vegêrr naguhere em nikarin mekanê gotarê jî biguherînin.) cihan da dibînin ku hucreya mizgefta Helebê jî dibe cihê rûdanekê. Di beşa sêyem a berhemê da êdî mekanên ku rûdan lê diqewimin yekser diguherin. Heta tenê di nav beşa sêyem da, bi navê dehan mekanan hene ku rûdan lê qewimîne. Lewra –weku ku me li jor jî gotibû – her pênc zilam diçine cihên cuda cuda.
Dema Edebî
Her çiqas di vegêrrana dabaşa vê maqaleyê da, dem bi awayekî kronolojîk saz nebûbe jî, meriv dikare demê bi awayekî rêzkirî nîşan bide. Jixwe nivîskar jî vegêrrana xwe li ser demên diyarkirî ava kiriye. Mînak:
– Dema çîrok vegotina bavê Cabir: sal 1400 e.
– Dema Cabir çîrokê dinivîse: sal 1460 e.11
– Dema çîroka pênc zilaman: sal di navbera 1980-2006an da ye.
Nivîskar bi rêya afirandina paşxaneyeke xurt, li ser demê hikum kiriye. Her çiqas bi boçûneke realîzma efsûnî jî be, dem ji bo berhemê bûye têgeha herî giring. Nivîskar mebesta xwe di wê teknîkê da daye nîşan ku; çîrok xwe li ser du demên cuda saz kiriye. Êdî xwendevan bivê nevê di navbera wan her du deman da berawirdkirinekê dike û wekhevî û cudahiyên wan ferq dike.
Karakter
Bi min Mardîn Îbrahîm di vegêrrana xwe da, ji azmûna karakterîzasyonê bi awayekî serkeftî derbas bûye. Karakterên wî bi dem û mekanê ra (ku Baxtîn jê ra digot “kronotop”) li hev in. Dema ku behsa karakterekî sedeya 15an dike, em bi her awayî dibînin ku ew karakterekî sedeya 15an e. Bi kincên wî/ê, bi axaftin, bi feraseta xwe ve vê yekê dide nîşan. Lê divê ez vê jî bibêjim ku li ser karakterê Cabir ev piçekî bûye qurbanê anakronîzmê. Lewra, dema ku Cabir behsa sedeya 20î û 21ê dike, deredemîtî(anakronîzm)yek peyda dibe. Ango di hin cihan da gotara Cabir gelek tund dibe li hemberî rûdanên ku di sedeya 20î da qewimîne. Heger ku bavê Cabir bi xwe jî di dema çîrokvegêranê da bêjeyên nerênî yên weku; caş, dîrokeke şayanî gûtêkirinê hwd. bi kar bianiya, (ku xwendevan dikare van wesfan weku nîşaneyên îdeolojiyekê jî bixwîne) dîsa heman rewş peyda dibû. Ya rastî ev anakronîzm tehma vegêrranê zêde xerab nake, lê xwendevan dema ku wan peyvên nerênî yên ku vegêrr (Cabir) di sedeya 15an da bi kar tîne dinihêre, hest dike ku hêleke Cabir ê neteweyî heye û caşitiyê napejirîne. Di vir da divê pirsek bê pirsîn? Heger ku bavê Cabir û Cabir ereb bin û erebê Dîmeşqê bin, gelo dê çima behsa trajediya şerê Îran-Iraqê bikin û nemaze dê çima di çarçoveya Kurdistanê da û li ser pênc zilaman vebêjin? Dema ku vegêrrê kesê yekem Cabir di hevoka herî dawîn a rûpela 20î da dibêje: “Niha ku zêdetir şêst sal bi ser wê şevê da derbas bûye û ez di hicreya mizgefteke Helebê da vê kitêbê dinivîsim, stranek di bîra min da nemaye…. “ di vir da hem dema rûdanê hem jî dema gotarê yek e. Lewra Cabir şêst salî piştî wê şeva ku bavê wî li dîwanxaneya Teymûr çîrokê vedigêre, radibe çîrokê dinivîse. Ew çax bi îhtîmaleke mezin Cabir bixwe 73 salî ye. Lewra dema ku moxol Dîmeşqê dagîr dikin ew 13 salî bû. Lê divê bê diyarkirin ku di hin cihan da bi rêya rêbaza paşveçûnê hin demên beriya salên 1980yî jî tên vegêrran. Weku mînak, sala avakirina Boreqeleyê. Bîst û du sal beriya ku şer dest pê bike Boreqela hatiye avakirin. Lê me li jor Cabir weku kesekî ereb destnîşan kiribû. Heger ku Cabir ereb be û li hember kurdên ku bi dewletê ra tevdigeriyan gotinên wiha nerênî bi kar anîbe, ew çax ji hevgiriyê wêdetir, boçûneke îdeolojîk derdikeve holê. Mardîn Îbrahîm di esasê romanê da, dixwaze, bi rêya berawirdkirina du serdemên ciyawaz rewşa siyasî, civakî û derûnî ya du serdeman derbibirre. Belê di nav serokên du serdeman da berawirdkirinek heye. Çawa ku Teymûr soz dide gelê Dîmeşqê (û dibêje heger ku hûn bajêr bi daxwaza xwe radestî min bikin ez dê zerar nedimê) û bi wî awayî Dîmeşqê ji wan distîne û dûre soza xwe nagire, komkujiyê dike, bi heman tehrî Seddam Huseyîn jî bi şahê Îranê ra pêşiyê li hev kir û dûre rabû wê peymanê qelaşt û şer da destpêkirin.
Her wiha Mardîn Îbrahîm derûniya merivên du serdemên ciyawaz berawird dike. Tişta ku dixwaze bibêje, ev e: “Dîrok xwe her tim dubare dike. Trajediya merivên du serdeman bi xwendevanên xwe dide nîşan, meriv jê fam dike ku di dîrokê da hem desthilatdarî û şêweyên wê û hem jî ji ber çewisandin û zordestiyan çarenûsa merivan dişibin hevûdu. Belê çarenûsa Melîk Keykawis jî heman wek çarenûsa bavê Cabir e, bi heman awayî çarenûsa Cabir çi be çarenûsa Siyamend jî wisa ye. Dibe ku yekser ne eynî tişt bin lê di bingehê xwe de, şer çarenûsiya hemûyan diyar dike.
Mardîn Îbrahîm wê meseleya heteroglossiayê jî paştguh nekiriye. Lewra di nav karakterên wî de, yekdengiyek peyda nabe, yanî her kes bi zimanekî naaxive. Mînak, dema ku em li karakterên sedeya 15an dinêrin dibînin ku awayê axaftina wan jî li gorî serdema xwe ye. Lê karakterên sedeya 20î û 21ê jî bi zimanê xwe diaxivin. Ya duyem jî di nav karakteran da hin caran em pêrgî şêwexeberdanên taybet tên. Mînak dema ku serhêngê Luqman diaxive şêwexeberdaneke ku taybetî wî be derdikeve holê. Heman rewş ji bo bavê Luqmên jî derbasdar e, gelek caran bi heman hevokê diaxive. Melîk Keykawis, Amîne jî bi hin taybetiyên şêwexeberdaneke ciyawaz diaxivin. Bêguman karakterê sereke yê berhemê Cabir bi xwe ye. Belê hemû rûdan bi wî dest pê dikin û li dora wî diqewimin. Lê di berhemê da karakterê sereke zêde cih negirtiye, ango vegêrran behsa çîrokên ciyawaz dike ku di wan çîrokan da jî karakterên ku rûdan li dor wan diqewimin hene. Bo nimûne di çîroka pênc zilaman da her karakter di asta karakterê sereke da ye. Meriv nikare wan weku karakterên ku rola wan di vegêrranê da lawaz in bihesibîne, lewra her yek ji wan xwedî çîrokekê ye. Her çiqas ku çîroka Siyamend giranî li ser ên din bike jî, divê rola wan a giring, ya lehengên din neyê paştguhkirin. Ev trajediya ku nivîskar ji xwe ra kiriye paşxane, trajediya gelekî ye û ji bîra civakekê dizê. Lêbelê nivîskar vê trajediyê hem li dem û mekanê hem jî li ser çend karakterên ciyawaz belav kiriye. Nivîskar di hêla afirandina karakteran da serkeftî ye, heqê her karakterê di vegêrranê da heye.
Çend Gotin Li ser Wergera Berhemê ya bo Kurmancî
Dema ku mijar tê ser wergerê û nemaze wergera ji zaraveyekî kurdî bo zareveyekî dîtir divê meriv bi awayekî tund bertek nede nîşan. Belê tiştekî zêde beraqilî nîne ji soranî bo kurmancî werger. Lê divê xwendevanê kurd li ser meseleyê bêhtir kûr bibin. Bêguman parçebûna Kurdistanê di nav çar dewletên ciyawaz de, rewşa jeopolîtîk a kurdan, ji bo hevgiriyekê astengên mezin in. Belê hin derfet ketin destê me ji bo ku di navbera zaraveyan da jî pêwendî xurttir bibe, lê mixabin berjewendiyên siyasî hatin hilbijartin û ew derfet jî ji dest çûn. Weku nimûne, dema li başûr rêveberiya federal hat bidestxistin û rêya bazara kurdan jî vebû, divê kurd bi rêya vê bazarê nêzîktirê hevûdu bibûna. Lê mixabin tercîha bazara rêveberiya federal bêtir bi bajarên mezin ên Tirkiyeyê re çêbû. Şûna ku di navbera Hewlêr û Amedê da bazarek peyda bibe, di navbera Hewlêr û Qeyseriyê da bazarek hat danîn. Ev hêla siyasî bêguman tesîra xwe li ser hêla çandî û hunerî jî dike. Reng e ku, ew bazar peyda bûya dê pêwendiya soran û kurmanc û kirmancan bêtir xurt bûya. Ji ber ku ev derfet boşê da çû, divê êdî em li rêyên dîtir bigerin.
Wergera berheman jî weku rêyekê dixuyê. Belê dibe ku di demên pêş de, dema ku kurmanc aşînayê soranî, soran jî aşînayê kurmancî bibin êdî pêwîstî bi wergera navzaraveyî nemîne. Lê ji bo niha karekî ku heta radeyekî lazim e.
Heger ku çend kelam jî li ser wergerê bê gotin, divê ez spasiya xwe li Eyub Subaşî bikim, ji ber ku Mardîn Îbrahîm bi min da nasîn. Her wiha Subaşi di wergerandinê da jî kedeke hêja daye. Di wergerê da tehma zaravayê soranî xwe diparêze. Subaşi gelek peyv û biwêjên soranî weku eslî hiştiye. Ew tehma eslî ya zimanê Mardîn Îbrahîm hatiye parastin. Di dawiya berhemê da jî ferhengokeke biçûk hatiye dayîn.
ÇAVKANÎ
Ahmedzade, Haşim, Romana Kurdî û Nasname, wer: Fexriye Adsay, Avesta, İstanbul, 2011
Breton, Andre Surrealîst Manifestolar, wer: Yeşim Seber Kafa, Artemis Günebakanlı, Ayşe Güngör, Altıkırkbeş Yayın, İstanbul, 2009
Eco, Umberto, Yorum ve Aşırı Yorum, wer:Kemal Atakay, weş: Can, çp:3, İstanbul, 2003
Îbrahîm, Mardîn, Ketina Boreqeleya Di Çîrokeke Kevn De, wer: Eyub Subaşi, Peywend, Istanbul, 2018
Îbrahîm, Mardîn, Xewna Mêrikên Îranî, wer: Eyub Subaşi, Peywend, 2018
Löwy, Michael, Sabah Yıldızı: Gerçeküstücülük ve Marksizm, wer:Aslıhan Aydın û U.Uraz Aydın, Versus, İstanbul, 2009