J.R.R Tolkîen: Zar û zimanê fantazmayê

J.R.R Tolkîen: Zar û zimanê fantazmayê

John Ronald Reuel Tolkîen, an jî zar û zîmanê edebiyata fantastik, li seranserî cîhanê xweyî navdariyeke yekta ye. Heta niha ji bo Tolkîen gelek tişt hatine gotin, hema bêje kuliyatek ji bo jînenîgariya wî hatiye amadekirin, lê der barê Tolkîen de, der barê raz û efsûniya afrîneriya wî de gelek tiştên negotî hêj hene.

J. R. R. Tolkîen di 3’ê çileya 1892’an de li Bloemfonteinê li Afrîkaya Başûr ji dayîk bû. Bavê wî Arthur Reuel Tolkîen karmendekî bankayê bû û bi hewesa jîyaneke payeberz, di salên 1980’î de, berê xwe dabû Afrîkaya Başûr û li wir dest bi kar kiribû. Piştî bavê Tolkîen di 1896’an de koça xwa bar kir, ew bi malbatî vegeriyan Îngilistanê û li wir bi cih bûn. Hinek gotegot hene li ser almanbûna malbata Tolkîen lê qet şik tê de tune ye ku wan hemû xwe wekî îngilizên xas dihesibandin.

Ronald Tolkîen li Bîrminghamê dest bi xwendina xwe kir lê malbatê gelek caran cih guherand û wî jî li dibistanên cuda xwendina xwe domand. Piştî demeke kin diya Tolkîen, Mabel ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da û ew jî çûn gihîştin xaltika xwe Beatrîceyê.

Zarokê zimanan û bîra derdorê

Ronald dema li dibistanê dixwend, hem wî bi xwe hem jî mamosteyên wî, kifş kirin ku şiyaneke wî ya şareza li ser zimanan heye û di fêrbûna zimanan de pir jîr e. Ronald ziman ji xwe re xistibû cîhaneke şahiyê; di wî temenê xwe yê piçûk de, dest pê kir xwe bi xwe zimanekî çêkir. Bi vî awayî wî bingeha zimanê elfî di piçûkatiya xwe de avêtibû. Latînî û Yûnanî zû fêr bû, dû re berê xwe de bikaranînên dêrîn ên zimanan û xwe fêrî hinek zimanên din kir.

Tolkîen biçûya ku derê, derûdor û hawira wir, kêş û hewaya wir diheband û di bîra xwe de bi cih dikir, lewra dizanîbû dê di demên bê de bi kêrî wî were. Her diçû Tolkîen hejmara zimanên dizane zêdetir dikir; li ser îngiliziya dêrîn, zimanên cermenî (nexasim yên gotik), galî, fînî bûbû pisporekî ser pozê xwe re. Êdî, hêdî hêdî dest bi wergera berhemên klasîk jî dikir.

Lehengên wî ji jiyana wî bûn

Şerê hemdinyayê li ber derî bû û piştî çendekê Tolkîen jî neçar ma beşdarî şer bibe. Lê li çeperên şer, ew bi nexweşiya tîfûsê ket û piştre wî şandin mal. Tolkîen mirovekî katolîk û bawermend bû, di şer de jî gelek hevrêyên xwe bû. Şîna wan vediguherî afrîneriyê, hêdî hêdî.

Tolkîen dil dabû Edith Mary Brat û pê re zewicî. Edith dê ji bo Tolkîen û ji bo lehenga wî ya honakî Lúthien Tinúviel bibûya îlham. Piştî zewacê û piştî şer Tolkîen wekî ferhengnasê alîgir, di nav xebata Ferhenga Îngilizî ya Oxfordê de, cih girt. Pê re pê re, bi hemdê xwe dest bi weşandina berhemên xwe kir.  Tolkîen tev li cîhana akademîk bû, bû profesor jî heta, lê wî tim afrîneriya xwe bi pêş dixist û tûrikê xwe dadigirt. Ji xwe re cîhanek afirandibû: Cîhana Navîn (Middle-earth)

Hobbît an jî destpêkeke mîtolojîk

Tolkîen ji xwe re xistibû wekî edetekê û tim ji zarokên xwe re çîrokine mitolojîk û efsanewî vedigot. Helbet piştî mirina wî ev çîrokên wî yên bi navê Bay Bliss, Roverandom, yên ji serdema wî ya ewil jî hatin çapkirin. De Tolkîen e meriv nizane ka çawa difikire, rojekê li ser rûpelekê wiha dinivîse: “Li kuneke di nav erdê de Hobbîtek jiyabû” û li ser vê yekê têra dilê xwe ponijî. Diviyabû pê derxista  ka Hobbîtek çi ye, di kuneke çawa de dijiya û çima di kunekê de dijiya? Tolkîen vê yekê wekî çîrok ji zarokên xwe re vegot, lê her ku diçû cîhana çîrokê berfirehtir dibû, çîrok bi ser hev de dinepixîn.Tolkîen çîrokên xwe derbasî nivîsê kirin û ew dan weşandin. Di sala 1937’an de Hobbît weşiya.  Çîrokan bandoreke ecêb li zarokan kiribû û pir hatibûn ecibandin. Li ser vê yekê weşangerê wî jî ketibû bin tesîra vê afrîneriyê û ji Tolkîen pirsîbû: “Gelo hêj tune ne?”

Mîrê Gustîlan û mîta Îngilîstanê

Tolkîen e ma, dê çawa tune be, wî hema di seranserî temenê xwe de, tûrikê xwe bi ziman û çîrokan dagirtibû, îja dora pêşkêşkirina wan berheman bû. Tolkîen li ser daxwazan, dest bi temamkirina çîrokên xwe yên nîvco kir. Wî nimûneyên ewil yên Silmarillion ji weşangerê xwe re şand û li benda berteka xwendevan ma; bertek tevlihev bû û diviya ev tevlihevî bihata birêkûpêkkirin.  ­Lê her diçû ev ji dirûvê çîrokên zarokan derdiketin. Tolkîen di eslê xwe de ji bo îngilîzan mît diafirandin û vê yekê jî dilê xelkê îngilîz xweş dikir.

Tolkîen rabû ji bo temamkirina çîrokê dest bi nivîsîna Mîrê Gustîlan kir. Berhem pir hat nirxandin û rexnekirin; lê belê bi awayekî ecêb dihat firotin û kesî nikaribû rê li ber bigirta. Jixwe piştî demekê çapên berhemê yên qorsan jî derketin. Di sala 1968’an de Mîrê Gustîlan wekî Mizgîniya (Încîla)“Civaka Alternatîf” dihat dîtin.  Bê guman bandorên vê yekê li ser Tolkîen çêbûn; di navbera şanazî û metelmayînê de diçû dihat. Lê belê tu tiştî rê li ber heyranî û hejmetkariya berhemê negirt. Heta hate radeyeke wisa ku heyran û hejmetkariyên berhemê name jê re dişandin, telefonî wî dikirin bê ka Frodo di wezîfeya xwe de bi ser ket an na, baskên Balrogan hebû an na, zimanên ku çêkirine çi ne, dema borî ya Quenyan-lanta çawa çê dibe?

Mirov bi çêkirina mîtan dibe afrîner

Tolkîen ji gelek kesên berê xwe dabûn honaka zanistî cudatir li ser bingeheke mîtîk berhemên xwe diafirandin. Ne ku haya wî ji serdema wî tune bû, berovajî vê yekê ew mirovekî şareza bû, wî kêmasiyên mitoloji û edebiyata îngilizî baş kifş kiribû û li ser vê yekê jî wî berê berhemdariya xwe dabû cureya fantastik a edebî. Ew bi xwe di axaftin û nameyên xwe de ku ji hevalê xwe C. S. Lewis re dişîne, vê yekê wiha destnîşan dike: “Mirovahiyê di seranserî dîrokê de ji bo baweriyên xwe yên bingehîn rave û şirove bike, serî li mîtolojiyê daye û mît afirandiye. Mirov ancax bi afirandina mîtan dikare bibe afrînerekî dîtir ê di bin  Xwedê re û bi dahênana çîrokan dikare bigihêje kemilîna xwe ya cewherî ku berî ji bihuştê bê qewirandin li ser hebû. Dîn hêmaneke bingehîn a afrîneriya Tolkîen e, di eslê xwe de, ew bi berhemên xwe xwendevanên xwe jî vedixwîne ser esasekî dînî

Tolkîen gelek berhemên fantastîk afirandine, piştî wî gelek kesan jî di vê cureya edebî de berhemên hêja dane. Belê berhemên Tolkîen mayînde ne di nav edebiyata cîhanî de, lê belê ew rewşa “civaka alternatîf” dê tim ji bo berhemên wî nikaribe bê bikaranîn. Pêşketin û geşedanên bi lez û bez ên civakî vê yekê piştrast dikin. Piştî Tolkîen cîhaneke yeksan nema û ew hêz û baweriya katolîk a ku Tolkîen xwe dispart wê jî şikiya. Belkî piştî Tolkîen, jinek dê bikaribûya cîhan û “jiyan”ên alternatif biafirîne, li gorî giyanê serdemê civakekê  texeyul bike, belkî navê wê cîhanê “Zivistan” jî bûya, lê dê hewldaneke pir di cih de bûya.  

Çavkaniyeke zêrîn li ser devok û zaravayên kurdî

Çavkaniyeke zêrîn li ser devok û zaravayên kurdî

Li ser zar û zimanê kurdî heta niha gelek xebatên hêja hatine kirin. Çi ji aliye kurdan ve çi ji aliye biyaniyan ve ev xebat hê jî didomin. Ev xebat hem li ser înternetê tên belavkirin hem jî bi awayekî çapkirî û wekî pirtûk tên belavkirin. Xebatên ku wekî pirtûk têne weşandin bi rêya weşanxane û belavkaran ve digihêje kurdan. Lê bele haya gelek kesan ji hinek xebatên ku li ser înternetê û di malperên taybet de tên weşandin tune ye. Em ê di vê kurtenivîsê de behsa malpereke kurdî bikin ku vê malperê xebaten pirr bi kêrhatî hatine kirine û em jî ji gelek aliyan ve jê razî ne.

Armanc kurdîxeberdan e

Em behsa malperekê dikin. Malper ya Zanîngeha Manchesterê bi xwe ye. Wekî projeyeke zanîngehê ev malper hatiye sazkirin û daneyên gelek girîng li ser malperê hatine barkirin.

Li heman zanîngehê di konferans û panelan de jî li ser zimanê kurdî gelek nîqaşên berfireh hatine kirin. Ev website an jî ev malpera navborî ji  bo dokûmentên der barê kurdî hatiye terxankirin. Zanîngeh ji bo armanca vê xebatê wiha dibêje: “Armanca me ew e ku em wekhevî û cudahiyên di navbera zaravayên kurdî de destnîşan bikin. Her wiha em bi vê malperê hêvî dikin ku kurd bêhtir bal û dêhna xwe bidin ser zimanê kurdî û kurdîxeberdanê di nav gel de teşwîq bikin.”

Gencîneya zarave û devokên kurdî tê parastin

Di malperê de bi giranî xebat li ser her du zaravayên kurdî, kurmancî û soranî hatine kirin. Kurmanciya ku li bakur, başûr, rojhilat û rojava tên xeberdan û soraniya ku li başûr, rojhilatê Kurdistanê tê xeberdan bûye dabaşa lêkolînan.

Di malperê de ne tenê li ser ziman xebat hatine kirin. Her wiha li ser erdnîgarî, civak û çanda kurdan de jî agahiyên hêja hatine parvekirin. Li ser berawirdkirina alfabeya kurdî bi alfabeya navneteweyî re jî agahî hatine dayîn.

Di malperê de xebata herî berfireh û binirx bê guman a li ser berhevkariya bilêvkirina peyvên ferhenga zimanê kurdî ye. Di malperê de li gorî hilbijartina zaravayên soranî û kurmancî nexşeyek vedibe. Dû re kî bixwaze dikare li gorî bajar, navçe û navendan bilêvkirina deng, peyv û risteyan li ser malperê bibîne.

Ser meselê  hûn dikarin di beşa “Danegeha Zaravayên Kurdî” (Database of Kurdish Dialects) de, pêl kurmanciya bakurê Kurdistanê bikin, dû re ji nav wê jî koda navçeya Bazîdê hilbijêrin (jixwe her navendek bi kodekê hatiye destnîşankirin). Dû re dê li jêrê hinek peyv û riste derkevin. Ew peyv û riste li herêma Bazîdê çawa tên bilêvkirin û nivîsîn di nav tabloyekê de hatiye destnîşan kirin.  

Her wiha heke hûn bixwazin li bilêvkirina peyv û hevokên devokan jî guhdar bikin hûn dikarin li “Mînakên Belaş yên Xeberdanê” (Free Speech Samples) bitikînin û guh bidin taybetiyên devokên kurdî.

Teknolojî pir bi pêş ketiye û em kurd jî îdî dikarin bi rêya wê ji hevûdu fehm bikin, têbigihijin. Divê tu hincetek ji bo kurdîxebernedana me tune be îdî. Em zede bi hûrgiliyan serê we neêşînin û em malperê emanetî we, we jî emanetî malperê bikin.

http://kurdish.humanities.manchester.ac.uk/

Dorîs Lessîng: Nivîskareke serhildêr û sofîstîke

Dorîs Lessîng: Nivîskareke serhildêr û sofîstîke

Nivîskara îngiliz Dorîs Lessîng bi çîrok, roman û nivîsên xwe ve berdevkê sedsala 20’î bû. Dibe ku em Dorîs zêde nas nakin lê wê em nas dikirin û haya wê ji me hebû. Haypêhebûneke wisa kurt lê belê xurt bû.

Li Kurdistanê ji dayîk bû

Nivîskar û xelatgira Nobelê Dorîs Lessîng di 22’ê cotmeha 1919’an de wekî zaroka malbateke îngiliz li Kirmanşaha Kurdistanê ji dayîk bû. Bavê wê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji lingekî xwe qop mabû. Bavê wê ji bo di bankaya împeratoriyê ya îngilizan de bixebite berê xwe dabû Kirmanşahê. Dorîsê di bîranînên xwe de wiha behsa mala wan a Kirmanşahê bikira: “Kirmanşah bajarekî qedîm yê bazirganiyê bû û di salê 1980’yî de ji ber şerê Îran û Iraqê gelek deverên wî hatibûn wêrankirin. Mala me ya ji kevirên mezin hatibû çêkirin li zozanekî bû ku çiyayên wê bi berfê hatibû xemilandin.”

Jin û jîneke serhildêr

Zarokatiya Dorîs di navbera xweşî û êşê de diçû û dihat. Piştî demekê malbatê ji Kirmanşahê koçî Rodezyaya Başûr Afrîkayê (Zîmbabweyê) kir. Piştî demekê Dorîs li paytexta wî çaxî Salîsburyê di dibistaneke katolîk de dest bi perwerdeya xwe dike. Dorîs jineke serhildêr bû, hemû şûn û şopên jiyaneke serhildêr li ser wê civiyabûn. Wisa jî Dorîsa ezîz xwe ji hemû qeyd  û bendên serdest, mêrane dadiweşand. Hê di 15 saliya xwe de ji malê cihê bû. Dema bû bist salî du zarok li ber pêşa wê bûn. Dorîs ji bo zewacê wiha digot: “Ev nifşeke jinan heye, tu dibêjî qey dema zarokên wan çêdibin jiyana wan radiweste û naherike êdî. Ber vê piraniya wan jinan nevrotîk bûn, lewra ew di nîveka nakokiyeke civakî de dijiyan.” Bi rastî jî Dorîs hem wekî jinekê hem jî wekî nivîskarekê ji gelek jinan û nivîskarên mayîn azadtir bû. Azadtir dibêjim, lewma Dorîsa delal tu carî xwe neçarî mêrekî û pergaleke wiha kujende nekir.

Wê xwe ji holê ranekir

Wê di heyama zewaca xwe de hest kir ku ev zewaca wê ne bi dilê wê ye. Her wiha wê hest pê kir ku ev zewac dê wê tune bike, dê wê di kesekî an jî çend kesine din de -ku jê re malbat dihat gotin- hepis bike û hemû nîşaneyên heyîna wê ji holê rake. Ji ber vê yekê wê malbata xwe terikand, wê xwe ji malbata xwe û poşmaniya xwe rizgar kir. Lê Dorîs piştî demekê di nav Koma Pirtûkên Çepgiran de cih girt û wê Gottfried Lessîng nas kir. Pê re zewicî û lawekî wan çêbû. Di 1949’an de bi lawê xwe re li Londonê bi cih bû û di sala 1954’an de wê bi temamî dev ji bizava komînîst berda.

Wê berhema xwe ya ewil Giya Distrên di 1949’an de nivîsî û wekî nivîskareke profesyonel wê dest bi serboriya xwe ya nivîskariyê kir.

Rexneya hunerî û edebiyateke alternatîf

Honaka Dorîs heta bêjî otobiyografîk e û ji serhatiyên wê yên li Afrîkayê sûd werdigire. Di berhemên wê de bîranînên zarokatiyê, endîşeyên siyasî û civakî, berberiya çandî, bêdadiya newekheviyên nijadî, têkoşîna kesayet a li beramberî xwe û nakokiyên kesayetî cih digirtin. Wê di çîrok û romanên xwe de li ser dagirkeriya li Afrîkayê û li ser paşxaneya serdestiya yên spî yên li Afrîkayê dîmenine pir serkeftî xêz dikirin. Li gorî wê çanda spiyên serdest çandeke bêweç û sitewr bû, nediafirand, tenê dihêra û dimezaxt.

Dorîsê di berhemên xwe yên Zarên Tundiyê de û Lênûska Zêrîn de teknîkên nû yên edebî, sentezeke baş a teknîkî ceriband û bi ser ket. Erê wê di bîldungsromanê de serkeftina xwe dabû nîşan lê serkeftin û mavdariya wê bêhtir ji berhemên wê yên wêrek bû. Dorîs keseke wêrek bû, berhemên wê hê wêrektir bûn.

Femînîzm, sofîzm û honaka zanistî

Ji ber bergeha wê ya femînen a di edebiyatê de hin rexne hatin kirin elbet. Lê belê wê fikrên xwe li ser bingeheke zexm dabû rûniştandin, wê rewşa ruhî ya jinan û ya mêran çak derbirîbû. Wê bi berhema xwe ya Lênûska Zêrîn dest bi peydakirina vê derûniya şexsî ya lehengan kiribû. Lê piştî demekê wê çarçoveya bergeha xwe firehtir kir û ki ser honaka zanistî hûr bû. Wê hêdî hêdî ji xwe re bingeha “honaka nav-fezayî” lê kir û fanteziyên kozmîk li ser berz kir. Dîmenên xewnan, rehendên mayîn û bernameyên jiyaneke (hebûneke) berztir pêşkêşî xwendevanan kir.

Di salên 1960’î de wê berê xwe da mîstîsîzma sofîtiyê; li ser perisîna hiş, rizgariya takekesî, çarenûsa takekesî û civakî cîhaneke nû afirand. Wê di vê pêvajoyê de ji Îdrîs Shah (yek ji zanayên mezin yê cîhana sofîzmê) gelek sûd wergirt.

Hozaneke sirgûnkirî ya Nobelê

Dorîs hozana ber dilê jinan bû û tim li ser kêşeyên heyî yên jinan diponijî. Dorîs di sala 1956’an de ji ber raman û rexneyên xwe yên beramberî desthilatiya Afrîkaya Başûr bi zorê ji welat hatibû derxistin. Di sala 1995’an de ji bo keça xwe û neviyên xwe bibîne vegeriya Afrîkaya Başûr. Li welatê ku 40 sal berê jê hatibû sirgûnkirin bi çepikan hat pêşwazîkirin.

Xelatên ku Dorîs wergirtine pir zêde ne û bi jimartinê jî naqedin bi Xwedê. Lê mirov dikare bêyî dudilî û bê guman bibêje ku di hemû xelatên herî navdar de navê wê derbas bûye. Gelek caran ji bo Nobelê hat pêşniyazkirin lê wê di sala 2007’an de wekî xelatgira herî pîr xelata Nobelê wergirt.

Şikeste an jî bîra cîhanekê

Yek ji berhema Dorîs Lessîng a herî navdar Şikeste ye. Ev berhem di eslê xwe de rêzeberhem e û ji 5 pirtûkan pêk tê. Li ser navê Arşîvên Kanopûsî yên li Argosê hatiye honandin, lê belê bi navê Şikeste navdar bûye. Ev berhemeke honaka zanistî ye û Şikeste navê cîhanê ye. Di berhemê de behsa împaratoriyeke galaktîk û seferên wan ên li beramberî Şikesteyê tê kirin. Li Şikesteyê peyamber an jî  qasid hene û ew ji destpêka jiyana organîk heta derketina mirovan hemû pêvajoyê raçav dikin. Her wiha ew Şikesteyê ji cîhaneke bi navê Şammat ya împeratoriya Puttiorayê diparêzin. Şikeste bûye navenda şerê Kanopûs û Şammat. Di berhemê de perisîna mirov, dîroka dînan, şerên cîhanî, xelayan, dîroka gerdûnî bi giştî ji hişê Dorîs yê newaze dinizile. Şikeste hem arşîva duhê hem jî rêbera sibehê ye.

Dorîsê di hevpeyvîneke xwe de wiha behsa Şikesteyê dikir: “Arşîvên Kanopûs yên li Argosê pir dihatin xwendin; heta wisa lê hat ku wê dînek da destpêkirin. Xwendevanan zen kir ku Şikeste rasteqîn e û li Amerîkayê komûnek hat avakirin. Wan ji min re dinivîsî û wiha digotin, ‘ka Xweda dê kîngê bên serdana me’. Her çiqas min got ev kozmolojî nîne ev lihevanîn û rikibandinek e jî wan digot, ‘tu henekan bi me dikî.’ Her wiha gelek kes ji romanên min ên realîst aciz bûbûn.” Şikeste li cîhanê bûbû daxwaza cîhaneke nû. Ursuluya ezîz û gewre dê ji bo Şikesteyê bigota ‘ev berhem gewhereke nemir e’.

Îsaac Asîmov: Kaniya Honaka Zanistî

Îsaac Asîmov: Kaniya Honaka Zanistî

Îsaac Asîmov, yek ji pêşengên honaka zanistî ya edebî tê hesibandin, di nav malbateke cihû de, li Rûsyayê hat dinê. Li ser dîroka jidayîkbûna wî agahiyeke têkûz tune ye lê, li gorî hatiye tomarkirin Asîmov di 2’ê çileya 1920’î de ji dayîk bûye. Îsaacê kurê Yahuda û Anna Rachel Berman Asîmov, di sê saliya xwe de, bi malbatî bar dikin û diçin Amerîkayê. Di sala 1928’an de dibin hemwelatiyên Amerîkayê.

Îsaac Asîmov di temenekî zû de xwe fêrî xwendinê dike û li cem bavê xwe fêrî zimanê yîdî (zimanê cihûyên aşkenazî) dibe. Îsaac di 15 saliya xwe de bawernameya lîseyê bi dest dixe û  li dikana bavê xwe dest bi kar dike. Îsaac li dikanê, di refeke kovaran de pêrgî kovareke honaka zanistî tê û ji wê rojê şûnde bala xwe dide ser honaka zanistî. Çîroka xwe ya ewil di 18 saliya xwe de, di kovara Amazing Storiesê de diweşîne.

Piştî demeke kin di sala 1941’ê de, çîroka xwe ya bi navê Nightfall ji kovara honaka zanistî ya herî meşhûr a wê demê Astounding Science re şand. Di navbera wî  û edîtorê kovarê John W. Campbell Jr. de pêwendiyeke xurt çêbû bê guman vê pêwendiyê teşe da nivîskariya wî.

Îsaac li zanîngeha Columbiayê di beşa kîmyayê de lisansa xwe xwend û  dû re master û doktoraya xwe  li wir kuta kir. Piştî demekê  li zanîngeha Bostonê di beşa biyokîmyayê de ders da. Di sala 1955’an de, di beşa kîmyayê de bû doçent û di sala 1979’an de jî bû profesor.

 Pirhêlî, pêşengtî û afrîneriya Îsaac

Belê Îsaac herî zêde bi berhemên xwe yên honaka zanistî dihat nasîn lê ew di gelek babet û warên mayîn de jî bi têra xwe şareza bû. Li ser civaknasiyê, dîrok, matematîkê eleqeyeke wî ya baş hebû. Her wiha, wî li ser Mizgînî (Încîl), fîzîk, kîmya, biyoloji, astronomî, mîzah, Shakespeare, Gîlbert, Sullîvan gelek berhem nivîsand. Ew nivîskar û zanyarekî pirhêl bû, hemû zanyarî li cem wî têkelî hev bûbûn. Nivîskarê navdîsîplîniyê bi xwe bû.

Îsaac Asîmov kesekî bi têra xwe afrîner bû û di seranserî temenê xwe de derdora 500 heb berhem nivîsandin. Bê guman piraniya berheman ji çîrok û romanên honaka zanistî pêk dihat. Di biwarê honaka zanistî de kesên wekî; H. G. Wells, Frank Herbert, Ray Bradbury, Arthur C. Clarke, Robert A. Heinlen, Ursula K. Le Guin hwd. gelek berhem dane. Îsaac Asîmov jî ji nav van kesan wekî yek ji pêşengê herî navdar tê nasîn . Lê ji hêla afirandinê û berhemdariyê ve Îsaac bi tena serê xwe berî hemûyan tê.

Honaka zanistî çavkaniyek e ji bo zanistê

Biwarê honaka zanistî bi pêşketina zanist, pîşesazî û teknolojiye re bêhtir geş bû û vê yekê jî çarçoveya afirandina edebî berfirehtir kir. Bê guman, nivîskarên vê biwarê ji zanistê sûd wergirtin lê belê şayesa edebî, şiyana wan a xeyalî û afrîneriya wan  bi xwe jî ji zanistê re bûn çavkaniyên girîng. Nivîskarên navborî bi berhemên xwe gelek têgeh, fikir û tiştên nû bexşî zanistên dîtir kirin.

Bi demê re, ev biwar bêhtir pêş ket û têkiliyeke pir xurt di navbera edebiyat û sînemaya honaka zanistî de çêbû.  Reng-rûçikê pergala kapîtalîst û dîstopîk herî baş di berhemên van kesan de derkete holê. Cîhan û jiyanên alternatîf di van berheman de bûbû babeteke sereke. Lê belê divê bê gotin ku pergalê jî ji wan îstîfade kir û bi rêya wan berheman fêrî rê û rêbazên nû bû, gelek tiştên mezaxtinê yên nû derxist piyaseyê.

Foundation: Dîrokçeya împeratoriya galaktîk

Îsaac di 21 saliya xwe de dest bi nivîsîna şahberhema xwe ya bi navê “Foundation” (Weqf) dike. Ev berhem di nav berhemên honaka zanistî de wekî sêbareya herî baş hat dîtin û berhemê di sala 1966’an de xelata Hugo ya Rêzeberhemên Honaka Zanistî yên Herî Baş  wergirt. Asîmov di vê berhema xwe de behsa împeratoriyeke galaktîk dikir û rûxandina vê împeratoriya galaktîk ji xwe re kir mijar. Her wiha Îsaac amaje bi dîsiplîneke zanistî ya nû dikir ku ew jî ji psîkolojî, dîrok û matematîkê hatibû têkelkirin. Asîmov bi rêya lehengê xwe Profesor Harî Seldon, der barê siberojê de texmînan dikir û wî ev zanist wekî zanista pêşbîniyê emiland: Ji bûyer û qewimînên dîrokê siberoja imperatoriyekê dihat texmînkirin.   Asîmov di dawiya temenê xwe de cardin li şahberhema xwe vegeriya û sêbareyeke din li Foundationê zêde kir.

3 Qanûnên Robotîk

Îsaac Asîmov di gelek waran de pêşeng bû. Di berhema xwe  ya bi navê “I, Robot”(Ez, Robot) de “3 Qanûnên Robotîk” pêşkêş kir û ev her sê qanûn wekî qanûnên esasî yên robotan hatin qebûlkirin. Van qanûnan li ser zanist û jiyana rojane ya mirovan jî reng veda û têkiliya di navbera robot û mirovan de li ser vê yekê pêş ket. Qanûn ev in:

  1. Robot, zirarê nagihînin mirovan, an jî li ser zirardîtina mirovan nikarin bêtevger bimînin û vê yekê piştguh bikin.
  2. Robot, heta bi Qanûna Yekem re nekevin nav nakokiyekê divê fermanên mirovan bi cih bînin.
  3. Robot, heta bi Qanûna Yekem û Qanûna Duyem re nekevin nav nakokiyê mecbûr in hebûna xwe biparêzin.

Çîrok û romanên Îsaac hêjayî gelek xelatan hatin dîtin. Îsaac gelek caran xelatên Nebula û Hugo ku ji bo berhemên honaka zanistî tên dayîn wergirt û diyar kir; ew pispor û şarezayî vî karî û vê biwarê ye. Asîmov di sala 1992’an de, di 72 saliya xwe de koça dawî kir. Lê li pey xwe gelek berhemên binirx hiştin ku dê tim wî bidin bibîrxistin. Kesên ji berhemên honaka zanistî hez dikin û dixwazin bixwînin divê eseh serdana Îsaac Asîmov bikin. Nexwe gelek alî dê kêm bimînin. 

Charlotte Perkîns Gîlman: Li dijî çarenûseke zer

Charlotte Perkîns Gîlman: Li dijî çarenûseke zer

Di dîroka bizava femînîst de cihekî taybet ê nivîskar û aktîvîsta amerîkî Charlotte Perkîns Gîlman heye. Charlotteyê nimûneyên ewil yên edebiyata femînîst afirandin û bi awayekî çalak di nav xebat û têkoşîna femînîst de cih girt. Li ber destê aktîvîst û nivîskarên wekî Îsabella Beecher Hooker û Harriet Beecher Stowe (nivîskara Holika Mamê Tom) mezin bû û di mijara mafên jinan ên hilbijartinê de bû yek ji pêşengên herî girîng. Charlotte di nav edebiyata amerîkî de, yek ji sewta herî berz a ramanî ya femînîzm û reforma civakî bû.

Charlotte Perkîns Gîlman di 3’ê tîrmeha 1860’î de, li Hartforda navenda parêzgeha Connectîcutê, li Amerîkayê ji dayik bû. Keça Mary û Frederîc Beecher Perkîns û xuşka Thomas Adîe bû. Di zarokatiya Charlotteyê de bavê wê, mala xwe di nav hejariyekê de dihêle û diterikîne. Malbat ketibû nav rewşeke çetin û di nav hejariyê de dijiya. Diya Charlotte, Mary nikaribû bi zarê xwe re eleqedar bibe. Lê belê ser-guhê xizmên bavê Charlotteyê, Îsabella û Harriet Beecher tim li ser malbatê bû.

Edebiyat jê bêpar nema   

Charlotteyê wisa perwerdeyeke bi dilê xwe nedît; hê dema 15 salî bû teze perwerdeya xwe ya çar salan temam kiribû, ev perwerdeya çar salan di heft dibistanên cuda de bi zehmetî hat kutakirin. Diya wê Mary ji bo zarokên wê wekî wê neêşin, xwendina berhemên edebî (honakî) û hevaltiyeke xurt a bi kesine din re li wan qedexe kir. Charlotteyê dê ji bo diya xwe (û xwe) wiha bigota: “Tenê dema ku didît keça wê razaye, wê ji keça xwe hez dikir”. Lê wê tu carî xwe radestî pencên jiyanê û hejariyê nekir. Li ser şaristaniyên qedîm xebitî, yek bi yek li pirtûkxaneyan geriya û xwe ji bo sibeheke ronak amade kir. Erê ji bo wê hatibû qedexekirin lê bala wê ji zû ve çûbû ser edebiyatê û Charlotte bi xwe dikaribû dev ji vê xisletê xwe berde, lê belê tu kesî dê nikaribûya edebiyatê ji Charlotteyê bêpar bihişta. Axir nema..

Dudiliya zewacê û zeriya wê

Charlotte di sala 1884’an de bi hunermend Charles Walter Stetson re zewicî. Lê dudiliya Charlotteyê ya der barê zewacê de bû sedem ku ew hem adi carekê de teklîfa zewacê erê neke. Lê di ber da ducanî ma û tekane zaroka wan Katharine Beecher Stetson di sala 1885’an de jê re çêbû. Charlotteyê piştî ku zarok anî dinê, di heyama zêstaniya xwe de kete nav derûniyeke xerab. Ev rewşa wê jê re bû îlham, çîroka xwe ya herî serkeftî “Zerkaxiza Dîwaran”  li ser vê derûniya xwe nivîsî.

Binoşe da bi muştaqî

Charlotte di sala 1888’an de mala xwe ji ya mêrê xwe cihê kir û di 1894’an de bi awayekî fermî dev ji hev berdan. Di sedsala 19’an de bûyerên bi vî rengî zêde peyda nedibûn, lê Charlotte ji xwe û ji biryara xwe bawer bû. Ev bûyer jê re bû derfetek, piştî vê yekê hê bêhtir di nav xebatên jinan de cih girt. Charlotteyê heta dawiya temenê xwe hem ji bo xwe hem jî ji bo jinan pir cehd kir.

Di sala 1932’an de hîn bû ku bi nexweşiya penceşêra pêsîran ketiye. Charlotteya pêşeng piştgiriya ramana heqkuştinê dikir; li gorî wê heke kesek bi nexweşiyeke kujende ketibe heqê wê/wî yê xwekuştinê heye. Charlotte yek ji wan kesan bû ku tu carî ji fikren xwe û ji jiyana xwe tawîz neda. Li ser nexweşiya xwe di 17’ê tebaxa 1935’an de, di carekê de kloroform vexwar û xwe kuşt. Di nîşeyekê de ku li pey çûyîna xwe hiştibû, wiha digot: “ez li şûna penceşêrê kloformê hildibijêrim”.

Charlotte di jiyana xwe de pêrgî gelek zehmetiyan hat, lê belê wê qet serê xwe netewand. Jiyana wê ya duh ewqas baş nebû, ji ber vê yekê tu carî bi xwezî venegeriya li duh nenihêrî. Ew li ser sibehekê difikirî ku tê de kamiliyeke mirovane serdest bû, ne ku kamilîbûneke mêrane. Di sala 1909’an de, di kovara Forerunner (Pêşeng) de nivîsên xwe yên li ser jinan û nirxandina berheman, nivîsên rexneyî, helbest, çîrokên xwe belav kir. Charlotteyê sêbareya romanên xwe yên utopyaya femînîst jî di heman kovarî de belav kir.

‘Welatê Jinan’ an jî utopyaya hemû heyaman

Charlotteyê di sala 1915’an de romana xwe ya bi navê Welatê Jinan (Herland) nivîsî û ev berhema wê di nav utopyayên femînîst de bi têra xwe femînîst û rasteqîn e. Li Welatê Jinan ev 2000 sal in bê navber, jin bi tena serê xwe, bi hev re û bi afrîneriya hevûdu dijîn. Li Welatê Jinan hevrikî, zayendperestî, hejarî, şer û pevçûn, dijminayetî tune ye, jixwe ku mêr tune bin ev jî dê tune bin. Te dî ne ji xêra Xwedê re ye, îlim pergala baviksalarî dê xwe bide der; rojekê sê heb “mêrên maceraperest ên amerîkî” didin dû xeyala Welatê Jinan û xwe bi teherekî digihînin wir. Ew her sê mêr difikirin ku jinên li wî welatî dê li ber cazîbe û jîrbûna wan deyax nekin. Lê belê qet di xema jinan de nîne ev yek. Charlotte bi zimanekî îronîk û tinazî behsa serhatiyên wan her sê nebixêran dike. Fikr û ramanên Charlotteyê yên der barê jinan û jiyanê de li ser jinên amerîkî û cîhanî pir bandor kirin.

Zerkaxiza Dîwaran

 Di hişê Charlotteyê de tofaneke zer rabûbû, ew bi hûrgiliyên jiyanê re dijiya û jiyan bi xwe ji bo wê bûbû hûrgiliyek. Di sala 1892’an de çîroka xwe ya bi navê Zerkaxiza Dîwaran weşand. Rewş û derûniya piştî zarokanînê li ser wê tesîreke neyînî çêkiribû. Mêrê wê ji bo ku baş bibe, bi ser xwe ve bê bang li bijîşkekê kiribû. Bijîşkî şîretan lê kir da ku zaroka xwe tenê nehêle û bi tu karekî din re xwe mijûl neke. Charlotte di vê çîroka xwe de behsa rewşeke heman awayî dike. Ew odeya ku Charlotte di dema tedawîkirina xwe de lê bû û ew dîwarê ku bi kaxiza zer hatibû nixamtin ji bo wê bû bingeha rexneyeke di cih de. Wê di vê çîroka xwe de behsa dewsa jinan a civakî û behsa jiyana wan a piştî zewacê dikir. Dewseke ne tu dews, zewaceke ne tu zewac. Wê qebûl nedikir jin tenê bi venêrîna zarokan û xizmeta mêrên xwe bên pênasekirin, ji ber vê yekê jî heta jê hat wê dengê xwe berz kir.

Ev berhem nameyek bû ji bo hemû jinan; nameya jiyaneke nû, nameya îmkan û gengaziyên cîhaneke nû. Gelekan guh da nameya Charlotteyê, gelekan dengê xwe li dengê wê zêde kirin, rikê gelekan ji çarenûseke zer û qîçik dihat; çarenûseke ku ji teref mêran ve dihat diyarkirin. Îro roj sewta Charlotteyan berz dibe li dinê; bi bêriya jîneke nû û bi bibîranîna jineke pêşeng.

Nûcîhanên Kolonyalîzmê; Westworld 1

Nûcîhanên Kolonyalîzmê; Westworld 1

Jean Baudrîllard ê teorîsyenê hizra sîmulasyonê dema behsa heqîqet, rastî û modelên rastiya nû dike hem behsa endîşeyekê dike hem jî li derdora sînorên cîhan(bînî-y)eke nû diçe û tê. Di serdema me de êdî rastî wekî tiştekî ye: Tiştekî meriv winda dike, mîna kite goreya we ya winda, an jî mîna mifteha mala we ku carina mirov dibêje qey cinan ew biriye.

Rastî ji bo mirovan mîna pêdiviyekê ye, lê wateya vê pêdivîbûyînê di hemû serdemên mirovahiyê de guherî ye. Wisa dixuyê ku dê tim di nav guherîn û veguherînê de be. Lêgerîna mirovan a rastî û heta heqîqetê, wan ber bi sibehekê ve dibe. Lê di sibehê de êdî rastiyek bi xwe tune ye, gelek rastî û modelên rastiyê hene. Modelên rastiyê jî bi xwe re hesta cîhanafrîneriyê derdixe holê. Ji bo her rastiyekê cîhanek!

Bibîrxistina Rojavayê Hov

Westworld rêzefîlmeke honaka zanistî û dîstopîk a platforma HBO’yê ya Amerîkayê ye. Afrînerên wê Jonathan Nolan û Lîsa Joy xwe dispêrin pêşnûmeya Michael Crîchton a ku bi heman navî di sala 1973’an de nivîsîbû. Westworld li ser wê mîta amerîkayî ya ku ji bo ax û warê gelên çermsor afirandibû hatiye ristin.

Ew fîlmên kowboyan, ên meşhûr: “Kowboy, fotêr, hesp, şalên delingfireh, ew galûkên bi peniya gîzmeyên wan ve û ew demançeyên Revolver ên li ber teşkên wan, li ser kembera navtengê wan; bi navê dîtir ‘demançeyên jinişkêve’, … Aha ev hemû xwedêgiravî amaje bi vî warî; warê jiyana hov dikin. Amerîkiyên ku xwe ji ser mêtingehan mezin dikirin ji vî warî re digotin: Wild West, ango Rojavayê Hov.

Mêtingeh tiştek in

Sînorên vê herêmê ji Çemê Mîsîsîpiyê dest pê dikir, yanî ew axa ku li aliyê rojava yê çem diket, hemû wekî Rojavayê Hov hatibû destnîşankirin. Rojavayekî (Ewropayê) Amerîka afirand û Amerîkayê jî li ser vê mîta rojavayîbûnê ji xwe re rojavayekî din afirand. Ev yek wekî mîtekê derkete holê û ji gelek berhemên edebî û sînematografîk re bû çavkanî. Rojava tenê ji bo yên rojhilat wekî warê şaristaniyê, warê pêşketinê dihat dîtin. Vê yekê rê li ber oryantalîzmê jî vekir. Lê ji bo Rojava (bi giştî mebest jê Ewropa ye) ne tenê rojhilat di heman demê de hemû hêl paşketî bûn û diviya hemû hêlên cîhanî bihatana şaristanîkirin. Ev ewropanavendî bû. Ji bo Ewropayê rojavayê wê jî (Amerîka) wekî parzemîneke paşdemayî, hov, nemedenî dihat qebûlkirin. Eynî mîna vê yekê; Rojavayê ku Amerîkayê ji bo xwe afirandibû jî Rojavayekî paşdemayî, hov û beyar bû. Amerîka li ser bingeha “medenîkirinê” nêzî rojavayê xwe dibû. Jixwe hemû dagirker li ser vê bingehê nêzîkatiyekê bi devera tê mêtingehkirin re datînin. Lewma mêtingeh ji bo yên mêtinkar tim mîna “tişteyekê” ne.

Rojavayê Hov ê nû

Lê belê dema mirov di çarçoveya Westworldê de li vê babetê dinihêre ev yek heta radeyekê hem hatiye berovajîkirin hem jî tiştebûna (objebûn) wê hatiye dupatkirin. Lewra li Westworldê êdî teknolojiyeke pir serkeftî heye; cîhaneke teknolojîk, parkeke robotîk a şahiyê, hişê çêkirî yê pirpêşketî… Ev berovajîkirina Rojavayê Hov e. Yanî rojavayek heye lê rojaveyekî teknolojîk e. Lê herçî dupatkirina tiştebûna Rojava ye, ew jî dîsa di peywenda mêtingehkirinê de derdikeve holê. Parka Westworldê, an jî Cîhana Rojava dîsa ji teref mirovan (temsîliyeta Amerîkaya nû ye) û şirketan (temsîliyeta kapîtalîzma li lûtkeyê ye) ve tê dagirkirin. Ev senaryoyeke futurîst a siberojê ye û mirov dikare vê yekê di konteksta kolonyalizma nû de jî binirxîne. Êdî şûna dewletan şirketên navneteweyî, an jî yên serneteweyî diçin deverekê dagir dikin û wê derê ji bo xwe dikin koloniyeke bikêrhatî. Jixwe me di demên nêz de dît ku êdî şûna dewletan şirket bi karê kişfkirina fezayê radibin.

Mirovên maqûl, robotên maqûl

Pergala dagirkeriyê ya ku bi me nas e çi ye? Bi qasî ku me tecrûbe kiriye û li rûpelên dîrokê hatiye nivîsandin, dagirkerî ew tişt e ku: “Dewletek, hêzek ji bo berjewendiyên xwe diçe dest datîne ser war û jîwara miletekî din, hêz û dewleteke din û hemû çavkaniyên wê yên madî û manewî ji bo xwe bi kar tîne.” Çavkaniyên madî ji bo aboriya xwe xurt bike û zexm bihêle bi kar tîne. Her wiha çavkaniyên manewî jî dagir dike da ku dagirkerî temendirêj bibe. Ziman, çand, dîn, pêwendiyên mirovan tên dagirkirin da ku hêzên dagirker ji bo xwe mirovine maqûl biafirîne. Mirovên maqûl di siberojê de dibine robotên maqûl!

Westworld û kolonyalîzma şahiyê

Lê li Westworldê dagirkerî li ser têgeha “şahî-kêf-xweşî”yê pêş ketiye. Jixwe Westworld wekî Parka Şahiyê jî hatiye derbirrîn. Mirov ji bo çend xulekan xwe bextewar hîs bikin, ji bo daxwaz û arezûyên xwe pêk bînin û ji bo nemiriyê hîs bikin tên Westworldê. Ev yek hem lêgerîna mirovahiyê ya şaristanbûyînê (ji Gilgamêş dest pê dike) ye hem jî kolonyolîzma şahiyê ye.

Westworld parkek e, tê de robotên gelek pêşketî hene. Tu ferqa van robotan ji mirovan tune ye. Hinek şirket û xwediyên wan ên pêxemberane, ji bo mirovên ku negihîştine serdema Wild Westê (dawiya sedsala 19’an û destpêka 20’î) di siberojeke nêz de, ev park ava kirine. Ew mirovên ku negihiştine wê serdemê, bi xêra vê parkê diçin di nav wê cîhanê û wê jiyanê dijîn, dema xwe derbas dikin, daxwazên û pêdiviyên xwe pêk tînin. Helbet ji bo vê yekê jî divê pereyê we hebe. Di eslê xwe de Westworld jixwe ji bo hin dewlemend ji wê cîhana Rojavaya Hov têr bibin, hin pêdiviyên xwe dabîn bikin û arezûyên xwe pêk bînin hatiye avakirin. Ev yek jî bi xêra robotên androîd ên parkê çêdibe. Em ê di nivîsên bê de hewl bidin vê yekê û hin xalên din yên wekî; Disneyland, lêgerîna heqîqet û nemiriyê, şoreşa hewce hwd. nirxandinên xwe kûrtir bikin. Lê belê dibe ku civa hin kesan li (xwendin û temaşekirina) mijarên wiha neyê û meraqa wan jî li ser rêzefîlm û nivîsên wiha tune be.

Di Edebiyatê da Alegorî û Alegoriya Netewî

Di Edebiyatê da Alegorî û Alegoriya Netewî

Bahadîn

Alegorî peyveke asasyewnanî ye ku ji ser zimanê frensî belavê cîhanê bûye û wateya wê ya ferhengî wekî; bi rêya hêma û sembolan derbirrana fikir, reftar, tevger, hest, çemk û tişteyan hatiye pênasekirin. Alegoriya edebî jî bi piranî wekî cureyeke vegêranê ye ku tê da kesayet, kirde,  çemk û rûdan gelek caran ne bi awayekî asayî û servekirî ye, belkî tê da kesayet, çemk û gelek rûdanên duyemîn yên vegêranê bi awayek veşartî tên şirovekirin. Ber hindê alegoriya edebî xwedî du astên cihê ye; asta rûxsarî û asta navxweyî.

Maureen Qulligan di berhema xwe ya bi navê Zimanê Alegoriyê (The Language of Allegorry) da bi berfirehî li ser têgeha alegoriyê radiweste û hewl dide vê têgehê li ser binyadekê bide bicihkirin. Qulligan di serî da, ferqa di navbera “şiroveya alegorîk” û “wêjeya alegorîk” da destnîşan dike. Li gor  wî, dema meriv metnekê di çarçoveyeke alegorîk da hildide dest, ango meriv şiroveyeke alegorîk lê dike, meriv diyar dike ku ew metin hem ji hêla rûxsarî ve hem jî ji hêla navxweyî ve xwedî tebeqeyên wateyan e û ev wate jî bi awayek stûnî xwe li gor sazkirineke hiyerarşîk rêz dikin. Dema meriv tiştekî wiha dike, ewçax wateya rûxsarî tê bênirxkirin û meriv wê wateya rûxsarî tîne asta hûrgiliyeke ku dê meriv bibe ser wê wateya esasî, ya di binyadê da veşartî. Di vir da êdî metin ne wekî diyardeyeke ku wateyê eşkere dike, lê wekî diyardeya wateyê vedişêre û vedidize derdikeve holê. Bê guman, di vir da mesafe dikeve navbera wateyan û xwendevanê ku dixwaze metnê veroje û wateyê bidest bixe dê ji xwendina metnê zewq wernegire.

Di pexşanê da û nexasim di romanê da alegorî bêhtir tê emilandin. Sedemên vê bi dîrokçeya çeşna romanê ve girêdayî ne. Heke ku em Don Qouîjot wekî romana ewil bigirin dest û bikêlimin, ew çax em ê bi rihetî bikaribin bibêjin ji Don Qouîjot vir ve alegoriyê xwe li ser çeşna romanê ‘edilandiye. Kêş û hewaya şehyanî (karnevalesk) ya di  romanê da, alegoriya edebî derxistiye pêş û kiriye ku alegoriya edebî li gorî serdem û li gorî cîhanan (ku Jameson cîhanê bi sê beşan dabeş kiribû: cîhana yekem a kapîtalîst, cîhana duyem a sosyalîst û cîhana sêyem a kolonozîkerî) bi hin taybetiyên ciyawaz xwe biperisîne.

Dema meriv alegoriyê wekî cureyeke edebî bibîne û li pey destnîşankirina ferqên di navbera berhema alegorîk û yên mayîn bikeve, ew çax meriv dê bibîne ku wateyên di metnên alegorîk da hene, wekî tebeqe nehatine rêzkirin.  Berovajî vê bi rêya peyv û risteyên di van metnan da hatine hilbijartin wate bi awayekî berwarî xwe dide sazkirin û ji ber ku di navbera van wateyan da jî mesafeyeke hiyerarşîk tune ye, xwendevan bi awayekî hemdemî ji metnê têdigihêje. Êdî xwendevan ji bo bidestxistina wateya navxweyî, zewqa ku ji xwendina xwe werdigire, nake qurban.  Ji lewra di van metnan da wate xwe di kûrahiyan da venaşêre, di peyvên metnê bi xwe da berceste ye. Lê belê, divê xwendevan li vir, li bikaranîna wî zimanî baldar be, yê ku wateyên pirhejmarî lê bar bûye. Sedem jî ev e; di cureya alegorîk da hesasiyeta xwendevan a bo ziman wekî egera herî kartêker derdikeve pêş. Nexwe, meriv dikare bibêje, xala ku cureya alegorîk ji cureyên mayîn ciyawaz dike, ziman û karanîna ziman bi xwe ye. Bê guman ciwankarî, zimanşolî û xeberçiviyên di van berheman da jî têra xwe vê fikrê piştrast dikin.

Ji ber ku alegorî bi rastxwendina xwendevan a metnê ve girêdayî ye, di vê cureyê da xwendevan di navendê da ye, ango ev cureyeke xwendevan-navendî ye. Ji ber wê Qulligan wekî mirovên ji rêzê li xwendevanên van metnan nanihêre, li gorî wî ew xwendevan, wekî kirdeyeka/î ku ziman afirandibe û wekî kirdeyeka/î ku ji hêla ziman ve hatiye afirandin derdikeve holê.

Bê guman, di dabaşa alegorî û alegoriya netewî da kesên herî bi nav û deng Friedric Jameson û Aiaz Ahmad in. Nîqaşa navbera wan di salên 80yî da dest pê kiriye, lê hê jî têra xwe xwedî arîşe ye ev nîqaş. Nîqaşê, bi nivîsa Jameson (Di Heyama Sermiyana Pirrnetew da Edebiyata Cîhana Sêyem) a di hejmara şazdehan a kovara Social Text da weşiyabû dest pê kiribû û di hejmara pey ra jî bi nivîsa Aiaz Ahmad (Retorîka Êndinî ya Jameson û “Alegoriya Netewî”) dom kiribû.

Jameson di nivîsa xwe ya navbihurî da sînorên edebiyata cîhana sêyem xêz dikir û digot:

hemû metnên Cîhana Sêyem bi awayekî bivê nevê alegorîk in, bi ser da jî bi awayekî xweser alegorîk in; divê ev, wekî alegoriyên ku ez ê wan bi navê alegoriyên netewî binavînim bên xwendin. (r:372)

Lêbelê piştî ku Jamesonî vê angaştê dadihêne ferqa di navbera metnên Cîhana Sêyem û metnên aydî Cîhana Yekem jî wiha destnîşan dike:

yek ji hêmanên diyarker ê çanda romanên rasteqîn û modernîst yê Rojava jî ferq û derza radîkal a di navbeyna ya arizî û ya cimawerî, ya poetîk û polîtîk, ya di navbeyna qada ku em wekî qada zayendîtî û binhişiyê digirin dest û qada çîn, aborî û cîhana giştî ya desthilata siyasî a sekûler da  ye. (r:372)

Belê, bi awayek oryantalîst, ji layê Jamesonî ve kêm-zêde çarçoveya edebiyata Cîhana Sêyem tê xêzkirin. Lê belê, jixwe Jameson ji talûke û seqetiya vê angaşta xwe ya derbarê cîhana sêyem hayedar e. Ji lewra ew çeşiddarî û curbicuriya geşedanên dîrokî yên vê cîhanê, yên xweserî xwe jî dizane. Li gor vê çarçoveyê, metnên takekesî yên bi dînamîkên lîbîdînal jî hatine pêçan wekî metnên alegoriya netewî tên dîtin. Ji ber wê ye ku li ber çavên Jameson, çarenûsa karakteran her tim nola alegoriya çand û rewşa civaka wî an jî wê ye. Jihalçûnên karakteran jihalçûnên civakî ne, ango deriyê tengezarî û janên takekesî li cima’etê vedibe.

Mirov li gor helwesta Jameson dikare bibêje ku di wêjeya Cîhana Sêyem da, di navbera hêmanên lîbîdînal û hêmanên polîtîk da pêwendî û hevahengiyek heye. Ji ber vê hegerê, “pêwîst e meriv psîkolojî an jî bi awayek xwesertir veberhênana lîbîdînal di çarçoveyeke siyasî û civakî da bixwîne”.

Di vê nivîsara xwe da, xala ku herî zêde Jameson li ser disekine û serê xwe pê ra diêşîne, destnîşankirina jevqetîna qada takekesî û qada gelemperî ye. Freud bi dahûrandinên xwe yên psîkoanalîtîk qada takekesî temsîl dike û Marxî jî bi nirxandinên xwe yên li ser pergala aborî û dahênana çîna kapîtal û proleter temsîla qada gelemperî dike.

Rexneya yekem a Ahmad ku li Jameson dike li ser binavkirinên Jamesonî ye. Lewra li gorî Jameson Cîhana Yekem û Duyem bi kapîtalîstbûyîn û sosyalîstbûyîna xwe derdikevin holê, lê Cîhana Sêyem bi rêya serboriyên xwe yên digel mêtinkarî û emperyalîzmê derdikeve biwarê rexneyê. Ahmad diyar dike ku welatên Cîhana Sêyem jî bi kapîtalîzmê ra di nav pêwendiyên xweser da ne û di bin banê vê pergalê da awayên dîtir yên girseyan heye û divê asta beşdarbûna burjuwaziya milî ya bo pergala kapîtal, guherendeyên wek têkoşana çînan a nav neteweyê bi xwe  jî neyê paştguhkirin.(berhema Ahmad bnr, r:117)

Mebest an jî daxwaza Jameson sazkirina teoriyekê ye, ya di derbarê estetîka bîrî ya edebiyata Cîhana Sêyem da. Ahmad jî di vir da berê rexneyên xwe li Jameson dike û li ser gengaziya teoriya estetîka bîrî ya edebiyata Cîhana Sêyem hûr dibe û diyar dike ku ew estetîka bîrî bi rêya çeşiddariya navxweyî ya Cîhana Yekem û cihêrengiyên di navbera Cîhana Yekem û Cîhana Sêyem da  pêk tê. Lê Jameson bi dijberiya Cîhana Yekem û Cîhana Sêyem derdikeve qadê û vê dijayetiyê dike dabaşa xeberdanê.  Wek ku Ahmad jî derdibirre; Jameson ji bo nîqaşkirina metnên kanonîk ên Cîhana Yekem pêdivî bi teoriya estetîka bîrî tîne, lê ev berhemên kanonîk dê çarçoveya teoriya estetîka bîrî tengtir bikin û edebiyateke bi vî erkî radibe dê bi terzek Weberyen bibe sedema hilberandina  tîpên îdeal ku li şûna netnên Cîhana Sêyem hatine îqamekirin. Ev jî dibe sedem ku akademîsyenên oryantalîst bi bergehên xwe, kevneşopiyeke “bala” ya metinxwendinê ava bikin.

Lê kesên wekî Anîa Loomba, kêşeyên Jameson û Ahmad wekî kêşeyên ku dê bikaribin li beramberî hev rabin, nabînin. Lewra li gorî Loomba berhemên cîhana sêyem jî piştî demekî rexne li îdîayên wekî yekgirtin û vegirtinê yên netewe-dewletê dikin. 

Digel her tiştî “li hêlekê,  romanên Cîhana Yekem ku çawaniya wan a esasî ji romanên rasteqînî vir ve li ser  jevqetandina yê takekes û gelemperî ye, ya poetîk û polîtîk e û li hêla din jî metnên Cîhana Sêyem, yên ku bivê nevê diniçînin xala netewî-polîtîk û her Freudê tê da ku bi awayek jêneger veguheriye Marxekî kirasguherandî, hene.”

Belê, ne cihê nîqaşê ye ku edebiyata kurdî wek edebiyateke dij û postkolonyal derketiye ser dikê edebiyata cîhanê û hê jî li ser dijkolonyaliya edebiyata kurdî tê nivîsandin. Ber hindê hebûna alegoriya netewî di nav vegêranên bi kurdî da ne cihê şaşwaziyê ye. Divê metelmayîn û nirxandinên me bêtir li ser bikaranîna cureya alegorîk a di edebiyata kurdî da be. Bila gotina dawî pirsek be: Gelo bi we jî berhemên edebî yên kurdî û nexasim jî romanên kurdî, ji ber ku temsîliyeta Cîhaneke Sêyem dikin, bi awayekî bivê-nevê alegorîk in an na?

Jêderk

1- AHMAD, Aiaz, Retorîka Êndinî ya Jameson û “Alegorîya Netewî” r: 112-141, di nav Teoride Sınıf, Ulus, Edebiyat, Alan Yayıncılık, r:117-118, 1995, Istanbul

2- ATİK, Egem, Olsa Olsa Dünyanın Bir Görünümü: Bilge Karasu’nun Gece Romanında Alegori, Sancı Dergisi, hj:14 r:34-38, 2017

3- EAGLETON, Terry, Edebiyat Kuramina Giriş, 107-108

4- JAMESON, Fredric, Modernizm İdeolojisi, Metis, r:372, 2005, İstanbul


5- https://dergipark.org.tr/tr/pub/iulitera/issue/1241/14561

*Şener Özmen, Optical Propoganda , 2012, fotograf û bicîkirin, 47×39 in. (119.38×99.06 cm)

Xwendinek berawirdî li ser du tekstên destana Zembîlfiroş

Xwendinek berawirdî li ser du tekstên destana Zembîlfiroş

DESTPÊK

 

         Folklor ew zanist e ku çanda maddî û manewî ya gelêrî li gorî rêbazên xwe yên taybet lêdikole, berhev dike, disenifîne, tehlîl dike û dinirxîne.[1] Wekî ku Celadet Bedirxan jî pênase dike folklor: tevayiya adet, çîrok û stranên miletekî ye. Ew adet, çîrok û stranên ku ji nav xelkê bi der ketine û di dora nifşan de bi ser ve ketine û gihaştine nifşên nû.[2] Çawa ku li jor jî hatiye pênasekirin folklor zanisteke ku li ser kok û watadariyên gelekî vekolînan dike. Di nav zanista folklorê de “bîr” a gelî barkiriye ku ev “bîr” heman li ser ayendeya gelî jî kartêker e. Di nav hemû gelên cîhanê de zanista folklorê ji bo hebûna gelî ji pêwîstiyekê wêdetir mohra li ser nasnameyê ye. Wekî her gelî ev karîgeriya zanista folklorê di nav gelê kurd de jî aşkera ye.

            Çawa ku rêbazên her zanistî xwedî taybetiyên ji hev cihê ne, di zanista folklorê de jî rêbazên xweser hene. Lêkolîn, senifandin, berhevkirin… Pênasekirina berhemên mîtîk, efsaneyî, destanî, çîrokî, helbestî, stranî, govendî, lîstikî hwd. bi rêya zanista folklorê hêsantir dibe û li ser binyadekî tê rûniştandin. Belê herçiqas ku pênasekirin û ravekirina peyv û zanista folklorê ne karekî bi du hevokan be jî divê bê diyarkirin ku mijara me jixwe ne li ser vê armancê ye. Em dê bi kurtasî li ser pênaseyên têgînan rawestin û dûre jî li ser rûdana Zembîlfiroş rawestin.

Beriya ku em derbasî mijara Zembîlfiroş bibin divê bê diyarkirin ka rûdana Zembîlfiroş dikeve nav kîjan cureya edebî. Aya destan e, efsane ye, çîrok e çî ye?

Di serdemên gelek kevin de baweriya gel a li ser jiyan û şerên xudayan, dêwan û lehengan(nemaze ev leheng jî derasayî ne) re mît têne gotin. Di van rûdanan de dem nediyar û cih, cihekî derveyî cîhanê ye. Gelên kevnare vê diyardeya “mît”ê ji bo têgihiştina rastiyê wekî rêbazekî bi kar dianîn.

Ew vêgêrranên ku behsa jîn û serpêhatiyên wan lehengên derasayî dikin re efsane têne gotin. Di pejirbariya efsaneyan de meriv pêrgî pîroziyekê jî tê. Nepenî li ser dema efsaneyan jî heye ku meriv qewimîna rûdanên efsaneyî nikare misoger bike.

Destan, berhemên ku kirinên awarte yên lehengan, bi coş, şêweyekî dêlindêz tîne zimên û bi piranî ji gelek beşan pêk tên û helbestî ne. Wekî cureyekî herî kevin ê wêjeyî tê zanîn. Bi pirraniya zimanên Ewropî, gotina “epos” tê bikaranîn, “epos” bi koka xwe ji zimanê Yewnanî hatîye. Destan, hêmanên mîtolojî, gotegot (efsane), zanista gel (folklor) û dîrokî jî di nav xwe de dihewîne. Destan û çîrokên destanî, teşeyên wêjeyî ne ku ji çerxên herî kevin ve li her aliyê dinê ji bo kevneşopî ji nifşên nû re bên hilanîn, bi hevkarî (kolektif) hatine afirandin.[3] Rûdaneke dîrokî pêk tê û li ser gelî kar tê dike. Destan: ew çîrokên ser lehengiyê ne, ji aliyê gelan ve têne hilberîn û bi teşeyê nezmî digel pîvanê têne derxistin.[4]

Ger ku em niha bên li ser kategorîzekirina rûdana Zembîlfiroş, em dê leqayî hin sînorkirinan bên ku ew jî ev in: Rûdana Zembîlfiroş ne rûdaneke di serdemên gelek kevin de pêk hatibe û wekî motîf di xwe de pêkhatin û lehengên derasayî wekî xuda û dêwan dihewîne ye. Ji ber hindê çîroka Zembîlfiroş ne çîrokeke mîtîk e.

Cardin çîroka Zembîlfiroş ji hêla hin taybetiyên efsaneyan ve nakeve vê kategoriyê jî. Ji lewre lehengên di Zembîlfiroş de ne lehengên derasayî ne û li nav gelî de jî baweriyeke pîroz li ser tuneye.

Ger ku em bên li ser kategoriya sêyem, cureya destanê em dê bibînin ku çîroka Zembîlfiroş xweseriyên cureya destanê di xwe de dihewîne. Kirinên di nav çîroka Zembîlfiroş de heman amajeyê destanê ne. Herçiqas Meretowar bibêje ku: Em bi zanetî û qesdî behsa wan hîkayeyên evînî nakin ku hin kes, wan jî weke destnîşan dikin; lewra ew ne li ser bingeha lehengiya millî ne[5] jî ew çîrokên evînî yên ku tenê xwemalê gelekî ye û di nav xwe de xweseriyên destanan jî dihewînin divê di nav cureya destanan de cih bigirin.

Çîroka Zembîlfiroş jî wek pêkhatin tenê di nav gelê kurd de ye. Ango çîrokeke xwemalî ye. Vegêrraneke neteweyî ye ku xêncî gelî kurd di nava tu gelî de bi heman navî û bi heman honandinê vegêrraneke bi vî awayî tuneye.

Heger em bên li ser rûdana Zembîlfiroş pêkhatin û belavbûna wê di nav gelî de em dê çend rûpel ji dîroka kurdan bi bîr bînin.

Çîroka Zembîlfiroş di nav kurdan de yek ji wan çîrokên herî zêde tê nasîn e. “Çîroka Zembîlfiroş piştî çîroka Mem û Zînê li Kurdistanê ew çîrok e ku herî zêde tê nasîn. Lewre bi rêya dengbêj û derwêşan li gelek deverên welêt belav bûye û nav û deng daye.”[6] Bi vê navûdengbûna xwe li gelek zimanan ve jî hatiye wergerandin. Belam çîrokeke wekî çîroka Zembîlfiroş bi navûdeng misoger xwedî gelek guhertoyan e. Lewra dever heta deverê, nivîskar ji heta nivîskar û dengbêj heta dengbêjê xwedî şêwazên cihê ne. Digel gelek guhertoyên Zembîlfiroş li ser rasteqînî, dever, dema rûdanê û li ser navê Zembîlfiroş agahiyên curbicur hene. Di gelek guhertoyên heyî de cih Farqîna ku demekê paytextiya Merwaniyan kiribû derbas dibe û dem jî wekî ku: ‘Ebdurreqîb Yûsuf di kitêba xwe ya bi navê “ed-Dewletud-Dostikiyye” de dibêje, serpêhatiya Zenbîlfiroş di dema Dewleta Merwaniyan de di sala 994ê zayînî de qewimiye.’[7] Hin pêzanînîn misoger hene ku destana Zembîlfiroş beriya Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran qewimiye ji lewre Mela û Feqiyê Teyran di sedsala 16/17em de temenê xwe buhurandine. Nêrîneke din jî ev e: “Li gorî ku em ji xebata Prof. Dr. Kadri Yıldırım ku li ser mijara Zembîlfiroşê sekiniye hîn dibin, serpêhatiya Zembîlfiroş û Gulxatûnê li Farqîna Diyarbekir qewimiye. Kela Zembîlfiroş wekî parçeyek ji qesra mezin a Farqînê tê qebûlkirin ku ev qesr ji aliyê Merwaniyan ve ji bo mîrekî kurd hatibû avakirin û mala Mîr di vê qesrê de bûye. Ev qesr di sala 1007ê zayînî de ji aliyê hukumdarê Merwanî, Ebû Nesr Ehmed Nasîruddewle kurê Merwan ve hatiye nûjenkirin. Erdnîgarzanê navdar Yaqût Hemewî di sala 1217yê zayînî de çûye Farqînê û Kela Zembîlfiroş dîtiye û behsa wê kiriye.”[8]

Li ser mijara navê Zembîlfiroş jî agahiyên ji hev cihê hene ku ev jî li gorî guhertoyan e. Lê Kadri Yildirim di vê mijarê de dibêje ku: “Zenbîlfiroş mirovekî Kurd e û navê wî Seîd e. Wekî Mîr Seîdê Kurê Mîr Hesen Paşayê Diyarbekirî tê naskirin. Li gorî ku nivîskar û lêkolînvanê Kurd ‘Ebdurreqîb Yûsuf di kitêba xwe ya bi navê “ed-Dewletud-Dostikiyye” de dibêje, serpêhatiya Zenbîlfiroş di dema Dewleta Merwaniyan de di sala 994ê zayînî de qewumiye.[9]

Di pirtûka Zargotina Kurda(bergê 1em) de nêrîneke zêde ji çemkê mirovî dûr heye ku ev e: Zembîlfiroş, navê wî Bênamên(Binyamîn) bû, navê kurê Aqûb(Yaqûb) pêxember lêkiribûn, birê Ûsibê Nevîya bû.[10]

Heger ku guherto û nêrînên li ser cih û dema pêkhatina rûdanê hatibin têgihiştin – lê em van agahiyên ku me dane misoger nakin tenê bo nimûne didin – em derbasî çîroka Zembîlfiroş bibin. Ji ber ku yekem car kesê ku destana Zembîlfiroş bi awayekî helbestkî nivîsandiye Feqiyê Teyran e em dê cara pêşîn cih bidin varyanta Feqî:

1.

Ey dil were dîsa bi coş

Carek ji cama mey binoş

Bikim qisseta Zembîlfiroş

Da seh bikin hîkayetê [11]

2.

Zembîlfiroş lawek rewal bû

Bi kulfet û ehlî eyal bû

Husneka Yûsufî li bal bû

Heqq e rezzaqê qismetê

3.

Ew qewî lawek feqîr bû

Daîma Xudê di bîr bû

Di pîşê selkan jîr bû

Dest dikir bi wê sin’etê

4.

Şuxlê wî selk û tebeq bû

Daîma ew rast û heq bû

Qîmetê selkan wereq bû

Her bi destê meşxeletê

5.

Kulfetî qismet li wî bû

Ji tişt û mal çi wî bû

Di pîşê selkan qewî bû

Her bi destê meşxeletê

6.

Her roj bi dest zembil di dest

Dibirine bazaran bi qest

Xarin û nan dihat bi dest

Razî dibû bi qismetê

7.

Rojekê selkan ku tîne

Xatûnek jorda dibîne

Bi dil û can dihebîne

Ketiye benda muhebbetê

8.

Muhebbetê keç mubtela kir

Sir li cariya eşkera kir

Lawekî qelbim cuda kir

Min ji eşqan xew netê

9.

Ew letîfa bê îxtîyar e

Cariyek jorda hinare

Tu here bêje zar e

Ma bibin ser meslehetê

10.

Ew cariye di xewfa Xudê ne

Law bi vê hîlê di bîne

Mîr ji te selkan dibîne

Lê dikitin hîletê

Çîroka ku Feqî behsê dike heta li vir bi beytan hate dayîn lê ev menzûmeya Feqî ji 60 bendan pêk dihêt.

Çîrok bi vê awayê ye: Zembîlfiroş kesekî feqîr û ehlê Xudê bû. Ji bo ziktêrkirina kulfeta xwe zembîlan çê dikir û bazar bi bazar digerand û difrot. Bi kêm û zêde ji qismetê xwe yê heyî razî dibû. Zembîlfiroş lawikekî gelek çeleng bûye. Ji aliyê bedewiyê ve husna Ûsiv pêxember li bal hebû. Rojekê ku selikan tîne bifroşe, xatûnek wî li jor de dibîne û dilê wê dikevê. Xatûn mebesta muhebbetê li cem Zembîlfiroş dike û cariyeya xwe dişîne cem wî. Cariye bi dek û dolaban dixwaze Zembîlfiroş bibe cem Xatûna xwe. Cariye dibêje Zembîlfiroş tu selikan çê bike û bîne dê mîr j ite bistîne û heqê te li eda bike. Zembîlfiroş ji bo têrkirina kulfetê dipejirîne vê daxwazê û diçe malê dest bi çêkirina selikên delal dike. Selikên ku çêkirine dibe qesrê bo ku mafê xwe hilgire. Cariye Zembîlfiroş dixapîne û derdixîne banî ba Xatûna xwe û dergevan derî li ser Zembîlfiroş de digire. Zembîlfiroş dibîne ku êdî ev hîleye û dek û dolabeke xerab e ku ketiyê. Zembîlfiroş lavayî li Xudê dike da ku wî ji vê zehmetîyê xelas bike. Lê Xatûn Zembîlfiroş vedixwîne nav nivînan û dixwaze jê lezzetê bibîne. Lawikê feqîr Xudê tirs e û ji Xatûnê re dibêje meke vê tiştê dê agirê li me bibare, were towbe bike. Xatûn eşkere dike û dibêje Zembîlfiroş ku wê ji bo daxwaza dil wî aniye li vir. Zembîlfiroş dixwaze xwe jê xelas bike lê Xatûn her deriyê revê lê girtiye û wî vedixwîne nav nivînan û hev şabûnê. Xatûn gefan li Zembîlfiroş dike û dibêje ez dê te bi mîr bidim kuştin. Zembîlfiroş dixwaze rêyeke revê bibîne û dibêje Xatûnê, temam ez dê destmêja xwe bigirim lê mebesta wî xwe ji burcan avêtin e. Xatûn şa dibe û misînek av jê re tîne. Lawik diçe ser paceya burcê û xwe diavêje. Lê Xudê melekê xwe Cebraîl dişîne arîkariya Zembîlfiroş û bi nermahî dadixîne erdê.

45.

Ew xaliqê her ilim li nik

Wî gote Cebraîl çapîk

Here ebdê min bigire sivik

Qene li bike sîyanetê

46.

Ew Cebraîlê pir çelenk

Hate xarê ji banê felek

Law li hewa girt û gelek

Ji wî ra diket înayetê

47.

Cebraîl hatî ji kerem

Law li hewa girt bi şerm

Daîne ser erdê bi nerm

Dûr kir ew ji delaletê

Guhertoya duyem jî cardin menzûmeya Melayê Bateyî ye. Lê sed mixabin ku di derbarî metna Bateyî de agahî û misogerî tunene û metneke ne diyar e. Ji ber hindê em dê cih nedin metnên heyî û nepen.

Guhertoya sêyem a helbestkî jî ji aliyê Mûradxan Beyazidî ve hatiye nivîsîn. Derbarî dema nivîsîna menzûma wî de agahiyên rasterast tunene. Lê mînakên metna wî li ber destan hene.

1.

“Ey meclîsa pirr zewq û xwoş

Guh bidene sohbetek xwoş

Dê keyn behsî Zembîlfiroş” [12]

[“Dema ku meriv rêbaza Mûradxan ya destpêkirina çîrokê dinêre, bi bendekê wesfê Zembîlfiroş dide nasîn ku benda pêşîn e û wiha ye:

Zembîlfiroş kurê mîran e

Lawekî bejin ruhan e

Xwedanê koçk û dîwan e

Le keyf û seyran şev û roj

Piştî vê bendê Mûradxan wekî Feqî rasterast dest bi evîna Gulxatûn û Zembîlfiroş nake, beriya evîna wan çi di serê Zembîlfiroş de qewimiye behsa wan dike û bi vê bendê dide destpêkirin:

Şevekî şeva înê bû

Xewnek ecaêb dîtîbû

Li nav xew da girîbû

Dil û hinav lê hate coş

Mûradxan bi vê bendê dide destpêkirin û bi bendên li pey vê re jî dide xuyakirin ku Zembîlfiroş bi çi awayî dest ji qesr û textê mîrtiyê berdaye û bûye derwêşek ku Zembîlan difiroşe. Vê maweyê jî Mûradxan di du qonaxan de vedibêje. Di ya pêşî de bi benda jorê ku me da, dide destpêkirin ku bi xewnekê dest pê dike. Di encama vê xewnê de dixwaze bibe derwêş û feqîrek xirqepoş; lê belê ji bo xatirê dê û bav û jina xwe dest jê berdide ku bi vê bendê 24. Mûradxan dawî li vê maweyê tîne:

Ji paşî gotin û cewaban

Ji ber xatira dayik û baban

Suwar bû bo keyf û seyran

Bi dilekî qewî nexwoş

Pey re bi gotinên dê û bav û jina xwe ji bo xatirê wan neşkêne, dev ji armanca xwe ya derwêşiyê berdide û bi vê benda jorîn maweya nû dest pê dike. Piştî ku Zembîlfiroş ji bo seyranê ji qesrê derdikeve, îcar Mûradxan bi vê benda 25. û yên piştî vê vedibêje ka gelo çi qewimiye:

67

Binêrine hukmê Xwedê

Suwar bû ew biçîte keyfê

Miriyek dî li nav darbeytê

Li ser milan diben bo qebrê

Bi vê bendê re heta benda 29’an Mûrdaxan serpêhatiya Zembîlfiroş bi definkirina miriyek re û bandora ku li ser Zembîlfiroş hiştiye, tîne ziman. Di encama vê bûyerê de çi li ser Zembîlfiroş xwe dide der, Mûradxan bi vê benda 30’yî vedibêje:

Zembîlfiroş kurê mîr e

Çûbû ser qebrekî kûr e

Bira mirnê hate bîr e

Çû halê dilteng û nexwoş

Ji piştî vê bendê heta benda 47’an serpêhatiyên wî yên ku dixwaze ji qesra bavê xwe derkeve û bibe derwêşek derbas dibin. Mûradxan ji benda 48’an heta ya 51’ê behsa kar û pîşeyê Zembîlfiroş dike û tîne ziman ku bi firotina zembîlan rizqê zarokên xwe derxistiye. Mûradxan yê yekê di benda 51ê de wiha tîne ziman:

Hindek dane bi rûn û ar

Hindek da bi fêkî û girar

Rizq xir kir heta êvar

Zîvirî mal bi dilekî xwoş

Piştî ew qas vegotin û kitekitên çîrokê, Mûradxan hîn derbasî mijara evînê dibe û bi benda 52’an ku dibêje:

Rabû li roja paşiyê

Zembil li xwe helandiye

Li kolan diket gaziye

Gulxatûn ji dûr dîtiye

dest bi mijara sereke ya çîrokê dibe. Di risteya dawî de bi gotina “Gulxatûn ji dûr dîtiye”, destpêka evîna Gulxatûnê hatiye nîşandan. Ji vê bendê û heta benda dawî ya 128’an Mûradxan serpêhatiyên evîna Zembîlfiroş û Gulxatûnê bi awayekî berfireh vedibêje.”] [13]

Belê tenê ne awayê helbestkî lê heman bi awayê dengbêjtiyê de jî destana Zembîlfiroş ji dema pêkhatina xwe heta roja îro hatiye. “Dengbêj bûyerên di dema pêk hatî de radigire, bi trajedî xem, şahî û hezkirinên wan dihûne, bi rîtm û melodiyan dixemilîne, bi sêhra mûzîkê dikemilîne û vedibêje girseya netewê.[14] Di meseleya ragihandina manewîyata gelî li nifşeke nû girseya dengbêjan xwedî nîrekî mezin in. Çîroka Zembîlfiroş jî heman bi rêya feqî, mela, dengbêj, derwêş hwd. li seranserî Kurdistanê belav bûye.

Heta niha gelek dengbêjên navdar yên wekî Karapêtê Xaço, Gulistan, Dengbêj Şêxmûs, Şivan Perwer, Îsa Berwarî, Ahmet Zebarî hwd. çîroka Zembîlfiroş bi teşe û meqamên ji hev cihê vegotine.

Mijareke din a ku li ser destana Zembîlfiroş tê axaftin jî, wekandinên wê bi çîrokên din re. Yek ji wan çîrokan jî çîroka Yusuf û Zûleyxa ye. Belê di hêla gelek motîfan de her du çîrok diwekin hev. Yusuf û Zembîlfiroş(ku li jor hatibû destnîşankirin ku di guhartoyekê de navê birayê pêxember Yusuf jî lê kiribûn) diwekin hev û di gelek varyantan de husna Ûsivî li bal bû tesdîqa vê tiştê ye. Ji gelek hêlan ve lehengên wekî Zûleyxa û Gulxatûn jî diwekin hevûdu. Armancên wan, dek û dolabên wan û leîtmotîfên di her du çîrokan de(dergevan û derî girtina wê) hema hema eynî ne. Lê ev jî agahiyên misoger nîn in û tim deriyê şîroveyên bêhed ji meriv re vedikin. Bi boçûneke metinnavendî dahûrandina metnê dê çêtir be.

 

Çavkanî

Hayrettîn EKÎNCÎ, Dengbêjî, w.JJ, 2013

Azîz SAMUR DESTANA ZEMBÎLFIROŞ Û GULXATÛNÊ, Teza Wî ya Lîsansa Bilind(pdf)

Xalid SADINÎ, Nûbihar, çap.7, 2013

Ramazan PERTEV, Mustafa ASLAN, Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî, w. Mardin Artuklu Universitesi, 2013

Kovara Hawar, Ferhengok, w. Belkî, 2012

MERETOWAR Ayhan, Çeşnê Destanê di Edebiyata Kurdî de, Kovara Nûbihar, hej.136

 

 

DÎPNOT

[1] Ramazan PERTEV, Mustafa ASLAN, Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî, w. Mardin Artuklu Universitesi, 2013, r.11

[2] Kovara Hawar, Ferhengok, w. Belkî, r.514, 2012

[3] Mamoste min ev pênase ji “pdf”ek hilgirt lê navê nivîskar li ser tunebû û min jî ev jêrenot di şûna lêborînê de nivîsand.

[4] MERETOWAR Ayhan, Çeşnê Destanê di Edebiyata Kurdî de, Kovara Nûbihar, hej.136, r.27

[5] MERETOWAR Ayhan, Çeşnê Destanê di Edebiyata Kurdî de, Kovara Nûbihar, hej.136, r.27

[6] SAMUR Azîz, DESTANA ZEMBÎLFIROŞ Û GULXATÛNÊ, Teza Wî ya Lîsansa Bilind(pdf), r.27

[7] SAMUR Azîz, DESTANA ZEMBÎLFIROŞ Û GULXATÛNÊ, Teza Wî ya Lîsansa Bilind(pdf), r.31

[8] hmn. br. r.31

[9] SAMUR Azîz, DESTANA ZEMBÎLFIROŞ Û GULXATÛNÊ, Teza Wî ya Lîsansa Bilind(pdf), r.31

[10] Ordîxanê CELÎL, Celîlê CELÎL, Zargotina Kurda 1, w.Aram, r.183, 2013

[11] Ev hemû bend ji Dîwana Feqiyê Teyran ya ku ji hêla M. Xalid Sadinî ve hatibû weşandin hatine hilgirtin.

Bnr. M. Xalid SADINÎ, Nûbihar, çap.7, r.400, 2013

[12] SAMUR Azîz, DESTANA ZEMBÎLFIROŞ Û GULXATÛNÊ, Teza Wî ya Lîsansa Bilind(pdf), r.65

[13] SAMUR Azîz, DESTANA ZEMBÎLFIROŞ Û GULXATÛNÊ, Teza Wî ya Lîsansa Bilind(pdf), r.65,66,67,68

[14] Hayrettîn EKÎNCÎ, Dengbêjî, w.JJ, r.11, 2013

 

 

 

 

Formalîstên Rûsî/Teşeparêziya Rûsî

Formalîstên Rûsî/Teşeparêziya Rûsî

Baha dîn

Teşeparêzî, ji wê ekola ku zanist û rexneya edebî ya Rûsî ya ku di navbera salên 1915-1930î da li derdorê Zimannasiya Moskovayê derçûbû ra tê gotin [Aytaç, 2016: 124](1). Herçiqas ji ber rejîma Stalînîst nikarîbûne dengê xwe derxin an jî ramanên xwe belav bikin jî, bandoreke wan a mezin li ser edebiyata cîhanê heye. Jixwe binyadgeriya ku di salên 1960î da derketibû û geş bibû dê îlhama xwe ji ramanên formalîstan bigirta. Bi pêşengên weku: Borîs Tomaşevskî, Vîktor Şklovskî, Borîs Eichenbaum, Yurî Tinyanov û Roman Jacobson hin raman û bergehên nû anîn nav cîhana wêjeyî. Teşeparêzî bi fûturîzma serdemê ra jî di nav pêwendiyekê da bû û li dijî sembolîzma Rûsî derdiket. Teşeparêzî li hember wê dîtina ku edebiyatê û jiyana rasteqîn bi hevûdu ra hildisengand derdiket û digot; divê berhema edebî ji jiyanê azad bê hilsengandin. Lewra li gorî wan, hin rêzikên taybet yên berhema edebî hebûn û divê nirxandina berhema edebî jî li gorî wan rêzikan bihatana kirin. Teşeparêzî li pey pirsa: “Tişta ku berhema edebî ji berhemên din cudatir dike çî ye? ketibû û li gorî wan jixwe bersiv jî eşkere bû: Edebîtî! Nexwe “edebîtî” çi bû?

258px-Roman_Jakobson_2.jpg
Roman Jacobson

Edebîtiya ku teşeparêzên rûs destnîşan kiribû bi teşe/şikl, şkênandina qaîdeyan û bi pêşdederxistina zimên ra derdiket holê. Li gorî teşeparêzan ew xala serdest ya ku berhema edebî derdibirrî teşeya berhemê ya ku bi rêya ziman derdiket holê bixwe bû. Belê divê erka zimên jî di vî warî da neyê paştguhkirin. “Ji bo wan, tişta ku ji bo helbestvan girîng, tevgera wî/ê ya li hember rastiyê nîne, lê tevgera wî/ê ya ku li hember zimên e”[Moran, 2014: 179](2). Ji ber hindê teşeparêzan digotin ku edebîtî, di pêwendiya metnê ya bi cîhana derveyî da naxuyê, ew bi şkênandina rêzikên zimên û bi ji nû ve rûkêpêkkirina wan peyda dibe. Lewra li gorî wan “helbestvan ew kes e ku zimanê rojane xera dike, cardin wî saz dike, me bi bikaranîneke cuda heyirî dihêle. Yanê tiştekî nas di çavê me de biyanî dike ecêb û xerîb dike. Hemin edebiyet ew taybetî ye ku ziman ji mecra heyî derdixe, nexwe divê ew dinyaya ku em hînî wê bûne, sêhra wê di çavê me da betal bûye, cardin bi rengekî nû, bi awirekî teze bîne ber me”[Alan, 2015: 172](3). Ew tiştên heyî û dubarekirî bi rêya şkênandin û biyanîkirinê dibin malê edebiyatê. Êdî ew bejn û bala serwî, çavxezalî, awirxenceriya di edebiyatê da bi biyanîkirinan teşeyên din werdigirin û derdikevin pêşberî xwendevan. Jixwe mebesta hûnerê jî ew bû ku hesteke dîtinê ya nû bexşî xwendevan bike. Biyanîkirin û teşeyê tevlihevkirin jî du hîleyên sereke yê peydakirineka bi vî awayî bûn. Li gorî wan edebiyat weku matematîkê li ser pênaseyên sabît nehatiye avakirin, ew hertim di nav geşedanekî da ye û her tim li pey tiştên nû digere. Diyardeyeka dînamîk e. Ew daxwaza avangardîzm û fûturîzmê jî vê dûpat dike. Ev ramanên wan ji aliyê rexnegirên sovyetê yên ku li ser realîzmeka civakî edebîyatê ava dikirin ve bi awayên tund hatine rexnekirin. Kesên weku Troçkî û Lunaçarskî vê bizavê weku ‘eskapîzm’(revîn) bi nav dikirin. Van têorîsyenên marksîst-lenînîst îddîa dikirin ku ev reveka veşartiye ku di eslê xwe da bi mêjiyê burjuvaziya Ewrûpa ve hatiye xemilandin. Weku ku me li jorê jî bi lêv kir, ji ber desthilatiya Stalînîst a despotîk formalîstan ji xwe ra qadeka azad ya xebatê nedîtin û piştî demekî bêdeng man an jî derketin derveyî (weku Roman Jacobsonê ku dê bi çûna xwe ya Pragê li ser derketin û geşbûna binyadgeriyê gelek bandor bihişta) welat.

 

1: Gürsel Aytaç, Genel Edebiyat Bilimi, weş: Doğu Batı, 2016

2: Berna Moran, Edebiyat Kuramı ve Eleştiri, İletişim, 2014

3: Remezan Alan, Destpêkek ji bo Zanista Edebiyata Modern, Peywend, 2015

 

Karta Postê

Karta Postê

Sala 1965an bû. Teze bibû du hefte ku min dest bi kar kiribû. Di gerînendetîyeke giştî da, alîgirê gerînendeyê nivîsgeha taybet bûm. Hê ji cejnê ra deh roj mabûn, gerînendeyê min nexweş ket û rapor wergirt. Dotira rojê gerînendeyê giştî ez gazî jûra xwe kirim.

-Kerem bikin ezbenî.

-Kartên pîrozbahîyê amade ne kurê min?

-Kîjan kartên pîrozbahîyê ezbenî?

-Heywax, Şikrî ji te re negotibû? Cejn hat, divê kartên pîrozbahîyê bên hinartin. Divîyabû heta niha me ji zû ve dabûna postê.

-Hîç haya min jê çênebû ezbenî.

-Pîî! Zû ke zû ke! Ez sibehê sê hezar kartî dixwazim, heta sibehê binivîse û bide postê.

-L’ser serê min ezbenî!

Min got û ji jûrê derketim.

Lê min dê çawa sê hezar kartên pîrozbahîyê binivîsanda? Gerînendeyê giştî, dixwest ku kart bi hibra çînî û bi nivîseke xweşik bên nivîsandin. Diviya min ji sê hezar kartan du hezarê wan, ji wan kesan ra wiha binivîsanda ku bi meqamî di bin wî ra bûn: “Cejna te pîroz dikim, têm çavên te.” Hezar hebên mayî jî ji wan kesan ra wiha binivîsanda, yên ku li meqamên jortir bûn: “Cejna we û jina we bi rêzdarî pîroz dikim û rojên xweş û serkeftî nîyaz dikim” .

Bêyî ku egle bibim, çûm li ser maseya xwe û zend û bendên xwe ba dan. Li pêşîya min qûçên terrikî û piçûk yên vexwendnameyan hebû. Min digot qey mesaîya min diqede û ez dê derkevim biçim mala xwe, lê ez mecbûr mam ku heta sibehê li vir bimînim û sê hezar kartî binivîsim. Gazin kêr nayê, dest bi kar bikim:

“Cejna te pîroz dikim, têm çavên te. Cejna te pîroz dikim, dihêm çavên te.” 5, 10, 20, 50, 100, 700, 875. Dinivîsim, dinivîsim xelas nabe! Wext ji nîvê şevê derbas bû çû, bêhna min wisa teng bibû ku nikarim terîf bikim. Dinivîsim, dinivîsim, dinivîsim… xelas nabe!

Herî dawî kartên meqamên jêrîn xelas bûn. Lê ez jî ji hev ketim. Hindik mabû ku berbang berz bibe. Min kartên ku karê wan qedîyabûn ji ser maseya xwe hilda bir danî cihekî din. Lê hê li pêşîya min giloreyeke ji hezar kartî pêk dihat disekinî. Min dest bi: “Cejna we û jina we bi rêzdarî pîroz dikim û rojên xweş û serkeftî niyaz dikim” kir. Min bêsekin dinivîsand. Palikê çavên min giran bibûn ku piştî her kartê çetintir dibû ez  çavên xwe vekirî bihêlim. Resmen şkence li min dikirin. 125, 279, 400, 689…Min nivîsand, nivîsand, nivîsand. Piştî demekê min na, lê pênûsa min êdî hikum li min dikir. Lê min hîn dinivîsand:

Cejna we û jina we bi rêzdarî pîroz dikim û rojên xweş û serkeftî nîyaz dikim.

Cejna we û jina we bi rêzdarî pîroz dikim û rojên xweş û serkeftî nîyaz dikim.

Nîyaz dikim rojên xweş dema ku cejna we û jina we pîroz dikim..

Dema ku cejna jina we pîroz dikim bi rêzdarî rojên xweş dixwazim digel Nîyazî…

Dema ku bi Nîyazî re cejna we û jina we pîroz dikin herwiha rojên xweş dikin…

Pêşî cejna we dikin, piştre rojên xweş ji jina we û Nîyazî re dixwazin…

Cejna we jî, ya jina we jî ya Nîyazî jî bi rêzdarî dikim û xweşî dixwazim…

Berîya ku di cejna we de bikim, jina we bi rêzdarî pîroz dikim û çavên Nîyazî radimûsim…

Ya we jî, ya jina we jî, ya Nîyazî jî, cejnê jî, tetîlê jî, pêşerojê jî, paşerojê jî…bi rêzdarî dikim…

Min dotira rojê tam di wextê mesaîyê de, bi çavên ku bûbûn kasika xwînê kart gihandin.

Gerînendeyê giştî li çend heban wiha mêze kir:

Sihetx weş got. Te baş kirîye ku qedandîye. Hetmen bidin postê! Me hetmen dan postê!

Piştî sê rojan, pêşî gerînendeyê me yê giştî, dûre cenabê min hatin postakirin.

Aziz Nesin