Ketina Boreqelayê di Çîrokeke Kevin da

Di serî da divê ez li xwe mikûr bêm ku min jî weku gelek xwendevanên kurd dema navê nivîskarî bihîst, min go eseh ev nivîskarê me jî ji Mêrdînê rabûye, Xwedê zêde ke. Piştî lêpirsîn û lêgerînekê ez hîn bûm, nivîskarê me ji başûr e û li başûr jî kesekî gelek navdar e, ku vê dawiyê bibû namzetê parlamenteriyê ji partiya Goran. Belê Mardîn Îbrahîm ne ji Mêrdînê ye! Ew di sala 1974an da li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Îbrahîm kesayetîkî pirrreng û pirrdeng e. Ango di gelek janrên ciyawaz da xwedî berhem e. Heta niha berhemeke wî ya helbestan (Tu Meçe Şerî) û sê romanên wî (Ketina Boreqelayê di Çîrokeke Kevn de, Xewna Mêrikên Îranî û Mergî Meymûn) hene. Mardîn Îbrahîm ji berhemên cîhanê jî ji bo kurdî wergeran dike; ji John Boyne berhema The Boy in the Striped Pyjamas (Kurikê Bi Pêcemeyê Xetxetî) wergerandiye bo zaravayê soranî. Mardîn Îbrahîm bi helbestnûsiyê gav avêtiye nav biwarê edebiyatê, lê her ku dem derbas dibe hostetiya xwe ya li ser helbestê dixwaze li ser janrên dîtir jî biceribîne. Weku di hevpeyvîneke xwe da jî dibêje, wî di helbestên xwe da jî cih daye teknîka çîrokehelbestê ku hin caran hin kes derdikevin yan serpêhatiyeke xwe yan jî serpêhatiyeke kesine dîtir vedibêjin. Her wiha di romanên wî da jî hin caran karakter bi hestên şairekî/ê diaxivin. “Têkelbûna regezan” dibêje Mardîn Îbrahîm: “di nav janrên edebî da meseleyeke sirûştî û çaverêkirî ye, lewra şiirnûsiya min tiştekî pir asayî ye, heger ku ew şiyana min hebe ji bo roman jî binivîsim.”1

Dema ku xwendevan dest bi xwendina berhemên Mardîn Îbrahîm bike ewê jî ferq bikin ka ev regezên janrên edebî û hetta janrên edebî bi xwe jî çawa li nav guhên hevûdu dikevin. Diyar e ku dema ku şairek romanekî binivîse tehma zimên derdikeve pileyeke cuda û ev li ser xwendina berhemê jî kartêker e. Heger ku em bikaribin piçekî jî li ser wergera wan biaxivin ez dê dîsa vegerime ser meseleya zimên.

Ketina Boreqelayê di çîrokeke Kevin da:

Ev roman mîna merivan li ser du lingan hatiye afirandin ku lingekî wî li rabirdûyê maye û lingekî wî jî li niha (di heman demê da ji bo romanê dema bê) ye. Mebest jê, vê romanê xwe ser du serdemên ciyawaz ava kiriye, du demên cuda kiriye dabaşa vegêrrrana xwe. Di destpêka romanê da mekan û demeke raborî hatiye destnîşankirin: Mekan, Dîmeşq e (Şam, paytexta Sûrî ya niha ye) û dem jî dema dagîrkirina Dîmeşqê ye, ji aliyê moxolan ve. vegêrrran bi vegêrrê kesê yekem hatiye honandin. Em çîroka serdemekê û çîroka kesekî bi navê Cabir (ji devê Cabir bi xwe) guhdarî dikin. Dema ku moxol Dîmeşqê dagîr dikin Cabir zarokekî sêzdeh salî bûye, li ser daxwaza bavê xwe (ku bavê wî jî çîrokbêjekî gelek binavûdeng e), xwe daye ber xwendina dersên kîmyageriyê. Em nizanin ka vegêrrê me kurd e an ereb e, lê heger ku em agahiyên di destpêkê da, yên ku vegêrr ji bo xwe dide binêrin, em dê bibînin ku vegêrr ji nav çanda ereban derketiye û dîsa di nav çanda wan da mezin bûye. Mînak: Zarok ji bo hînbûna zimanekî têkûz û petî, ji bo êlên çolnişîn tên şandin ku ev jî nerîtek e ji çanda ereban. Rojekê vegêrr (serleheng) dibîhîze ku moxol ji bo dagîrkirina Dîmeşqê tên û ev nûçeya hanê li ser hemû gelê Dîmeşqê endîşeyekê çêdike. Dûre qasidên Teymûr Leng tên nav bajêr û ji bo Dîmeşqiyan fermana Teymûr dixwînin ku Teymûr di fermanê da yekser radestkirina bajêr dixwaze. Ji nav gelê bajêr hin kes vê fermanê weku bêrûmetkirin û bêşanazkirina gelê Dîmeşqê dibînin û nêzî sê sed siwarçak xwe amade dikin da ku êrişê bibin ser artêşa Teymûr, lê yekcar hemû tên kuştin. Hin wezîr û şêwirmend diçin cem Teymûr da ku bi peymanekê Dîmeşqê radestî wî bikin, Teymûr pêşî vê qebûl dike û dikeve nav bajêr, lê dema ku dikeve nav bajêr qiyametekê bi ser Dîmeşqê da radike, qirra milet tîne. Êdî Dîmeşq vediguhere wêneyekî  xwîn jê dibare. Teymûr mîhrîcanan û ahengan li dar dixe ji bo zefta Dîmeşqê. Beşa duyem a vegêrranê jî, bi heman awayî, bi vegêrrtiya Cabir didome. Rojekê Teymûr gazî bavê Cabir dike da ku di dîwanxaneya wî da jê ra çîrokbêjiyê bike. Teymûr ji bavê Cabir daxwaza çîrokeke wisa dike ku heta niha li tu derê nehatibe gotin. Bavê Cabir jî vê daxwaza Teymûr dipejirîne û jê ra dibêje: “Ez dê ji te ra çîrokeke ku qet te li tu derê nebîhistibe vegêrrim.” Em di vir da hîn dibin ku Cabir “niha” (di eslê xwe da nêzî şêst salî piştî çîrokvegêrana bavê xwe) di hucreya mizgefteke Helebê da wê çîroka ku bavê wî ji Teymûr ra gotibû dinivîse û dixe weku pirtûkekê. Di vir da em dibînin ku nivîskarê pirtûkê (Cabir) bi xwe jî di nav vegêrranê da cih girtiye. Ango Mardîn Îbrahîm pêşî ji bo berhema xwe nivîskarek afirandiye (Cabir), ew nivîskar jî pirtûkekê dinivîse (pirtûka çîroka pênc zilaman), û di heman demê da vegêrrtiya wî bi xwe jî dike. Heger ku ez bi awayekî şematîk bidim nîşan:

P1: Pirtûk û çîroka Mardîn Îbrahîm bi xwe ye. Tiştên di bîr û xeyala wî da afirîne.

P1.A: Çîroka Cabir e em dibihîzin. Cabir serhatiya xwe vedibêje û di ber da behsa çîrokeke bavê xwe dike ku bavê wî ji Teymûr Leng ra vegêrraye.

P1.A.a: Çîroka ku bavê Cabir ji Teymûr ra vegêrraye. Çîroka pênc zilaman.

Çîroka P1.A.a di demên borî da neqewimiye lê ev çîroka dema bê ye. Ango meriv dikare bibêje ku teknîka pêşveçûnê (flashforward) hatiye bikaranîn. Ev pêşveçûna dema bê di eslê xwe da tehmeke realîzma efsûniyê daye romanê. Lewra di çîroka bavê Cabir da tiştên ku heta wê demê tu kesî nebihîstibûn hene. Heta ku Teymûr jî dema çîrokê guhdarî dike hin caran pirsinan dipirse derbarê wan obje û rûdan û kesayetan da ku heta wê demê nebihîstibû. Bavê Cabir ji Teymûr ra çîroka pênc zilaman dibêje ku di sedeya bîstem da tev li şerekî bûne. Em di dawiya beşa yekem da dibînin ku ew çîroka pênc zilaman ne bi awayê vegêrrana bavê Cabir lê bi awayê nivîsandina Cabir bi xwe tê vegêrran, ango ne bi awayê devkî lê piştî ku Cabir wê çîrokê derbasî nivîsê dike, di berhemê da cihê xwe digire. Dema ku di beşa sêyem da çîroka pênc zilaman tê vegêrran, em dibînin ku vegêrr bi devê vegêrrê kesê sêyem diaxive (lê di eslê xwe da ne wisa ye, emê dûre bên ser vê mijarê). Em di demê da derdikevin gerekê û tên sala 2006an. Bêguman mekan jî diguhere û em carekê da ji Dîmeşqê diçin Londonê. vegêrr behsa kesekî bi navê Siyamend dike ku ji ber şerê di navbera Îran û Iraqê reviyaye û ev neh sal in li Londonê dijî. Êja em bi rêya teknîka paşveçûnê (flashback) vedigerin salên şerê ku di navbera Îran û Iraqê da dest pê kiribû (1980-1988). Ango em ji 2006an diçin sala 1980yî. Em bi rêya bîra Siyamend paşveçûyênê pêk tînin û êdî dikevine nav çîroka şerekî û çarenûsiya pênc zilaman. Vegêrr di vê beşê da dor bi dor behsa jiyana wan pênc hevalan dike ku biryar dane tev li artêşa Iraqê bibin û li hemberî Îranê şer bikin. Her yek ji wan diçe eniyekî şer. Vegêrr carekê behsa Siyamend û eniya ku ew lê ye dike, carekê behsa Melîk Keykawis û eniya ku ew lê ye dike… wiha bêyî ku rêzbendiyek hebe çîroka her pênc hevalan tê vegêrran. Em di beşa çaran  da, Cabir dîsan bi awayekî fîzîkî hest dikin û jê dibihîzin ku Teymûr piştî ku bavê wî çîroka xwe diqedîne bavê wî û sê kesên ku ew şev li dîwanxaneyê bûn (Ehmedê Xeznewî ku stêrknas e û du muzîkjen) davêje zindanê. Sibetirkê Teymûr biryara kuştina her çaran jî dide û serê wan lê dide. Em yekser nizanin ku Teymûr çima vê biryarê dide. Lê heger meriv ji boçûneke derûnî jî sûd werbigire dê çêtir be. Ji ber hindê sê raman hene ku derdikevin pêş:

1. Şeva ku gel li dîwanxaneya Teymûr civiyabûn, Teymûr ji Ehmedê Xeznewî xwest ku derbareyê dahatûyê da hin tiştinan(kehanet) jê ra bêje. Dema ku Ehmedê Xeznewî ji Teymûr ra dibêje ku: Piştî sê salên din ta’ûnek dê li nav Dîmeşqê belav bibe û dê gelek kesan, artêşa te jî di tê da, bikuje û dê piştî sê salên din bûyereke ku ji ta’ûnê xerabtir dê bê serê te.

2. Teymûr di wê şeva li dîwanxaneyê da ji du muzîkjenan xwest ku ahengekî saz bikin û stranan bibêjin. Piştî ku ew her du kes (nemaze zilamê besrayî) dijenin û stranekî xembar dibêjin, her kesê li wir digirî ji bilî Teymûr, lê Teymûr bi xwe jî xembar dibe û nerm dibe.

3. Dîsa Teymûr ji bavê Cabir daxwaza çîrokê dike û bavê wî jî çîrokeke ku dê di dahatûyê da biqewime vedigêrre. Di çîrokê da behsa şerekî tê kirin ku panoramaya serdemekê di xwe da dihewîne. Behsa serokekî tê kirin ku ev şer hemû ji ber quretiya wî derketiye. Û ev çîrok cara ewil ji bo Teymûr hatiye gotin. Heger ku meriv li sedemê kuştina her çar merivan binêre meriv dê bibîne ku kuştina wan bi têgeha “hêz”ê ra pêwendîdar e. Belê stêrknas reml û pêşbêjiyeke ku divê nehatiba gotin di dîwanxaneyê da li pêşiya ew qas miletî ji Teymûr ra dibêje. Ango deriyê sindoqa xeybê vekir û ji kesekî ra ku bi wehşet û erjengiya xwe ve hatiye nasîn, behsa wehşet û erjengiyekê kir ku ew kes bi xwe jî dê di tê da telef bibûya. Wî kuştin heq kiribû. Heger ku em meseleya kuştina her du muzîkjenan jî rave bikin em dê dîsa pêrgî têgeha “hêz”ê bên. Dema ku muzîkjenê besrayî straneke xembar distrê, cimaetê dide girî û heta kesekî weku Teymûr ku serokatiya artêşeke xwînxar, wêranker û zordest dike, xembar dibe û dibe însên. Dema ku personaya meriv a rûniştî bi rêya hin kesan ve bê hejandin, derzek di tê da vebe, encamên xerab derdikevin holê. Belku wan her du muzîkjenan bi rêya hunera xwe derûn û personaya Teymûr a rûniştî hejandin û dane ber pirsan. Dema ku kesayet bi diyardeya hêzê ra di nav pêwendiyeke ontolojîk da be, ew her kes û her tiştê ku dixwaze nîşaneyên hîsterîk li ser wî kesê hêzdar ava bike, dê bêguman bên cezakirin. Teymûr nikare xembar be. Lewra statuya wî nahêle ku bi muzîkekê û li gel hizûra gelek kesan xembar bibe. Kesê ku vê bike dê bivênevê sibehê nebîne.

Lê meseleya bavê Cabir ciyawaztir e. Bav, çîrokbêj e. Ev gelek tiştan di xwe da dihewîne. Lewra çîrokbêjî kultura meriv bi xwe ye. Ew (çîrok û bêjeriya wê), weqasî dîroka merivatiyê kevn e. Çi bi devkî be çi bi nivîskî be, çîrok rêyek e ku ji rabirdûyê dest pê dike berev dahatûyê diçe. Bavê Cabir bi çîrokên xwe dide nîşan ku ew bîr û dîrokeke zindî ye. Lê bavê Cabir ne tenê çîrokbêjê bîr û dîrokê ye belku ew di heman demê da çîrokbêjê xeyal û dahatûyê ye jî. Lewra bavê Cabir ji Teymûr ra çîrokeke wisa dibêje ku heta wê çaxê qet nehatiye bihîstin. Ev çîroka dahatûyê ye (ku dahatûya ji bo bavê Cabir, ji bo Mardîn Îbrahîm û xwendevanên wî rabirdûyek e). Ev tê wê wateyê ev çîrokeke pirreng, pirrzemanî ye. Ango, ev çîrok ji bo xwendevanên Cabir (ku Cabir şêst sal piştî vegêrrana bavê xwe wê çîrokê dinivîsîne, yanî 1460-1473) çîrokeke honaka zanistî (science fiction) ye, lê ji bo xwendevanên Mardîn Îbrahîm ev çîrokeke rabirdûyê ye. Dema ku Teymûr çîrokê guhdar dike pêrgî analojiyekê tê. Ew analojî çî ye? Hem ew şerê di çîrokê da ye û hem ew serokê di çîrokê da ye. Pêwendiyek di navbera şerê Teymûr û wî şerî dahatûyê da heye. Weku ku Umberto Eco jî dibêje: “Du diyarde, carinan bi helwest, carinan bi dirûv, carinan jî di peywendeke diyarkirî ya ku her du jî bi hev ra di tê da dixuyên, dişibin hevûdu.”2 Di vir da ji bo ku hûn şibandinekê di navbera her du serdeman, her du şeran, her du serokan û her du gelan da peyda bikin divê hûn li pey nîşaneyên hevpar bikevin. Jixwe Mardîn Îbrahîm bi mebesta ku peyamekê bide (çi îdeolojîk û siyasî, çi însanî û dramatîk, ku li gorî min a ewil domînanttir e) paşxaneyeke dîrokî diafirîne.

Piştî ku Teymûr jî vê çîroka ku zaf zêde dişibe çîroka xwe (ku Teymûr tê jehrîkirin û serokê çîroka dahatûyê da jî tê daliqandin, ev pêwendiyekê di navbera pêşbêjiya Ehmedê Xeznewî û çîroka bavê Cabir da jî çê dike ku wî jî ji Teymûr ra gotibû ku: “Tu dê pêrgî rûdaneke ku ji taûnê xerabtir werî.”) guhdar dike bêguman aciz dibe û wijdanê wî brîndar dibe û heta nahêle ku çîrokbêj çîroka xwe biqedîne û dibêje ku ji bo îşev bes e. Lê di rastiyê da ez bawer nakim ku bavê Cabir jî dê bikaribûya çîroka xwe berdewam bikira. Lewra çîroka wan pênc zilaman jixwe peyama xwe ya veşartî hem da Teymûr hem jî da xwendevan. Trajediya ku peyama berhemê hilgirtibû ser milê xwe qewimî.

Bêguman ji bo xwendevanê her du serdeman jî têgihiştinek wiha dibe derkeve holê: Dîrok dê xwe her tim dubare bike! Belê ev çîrok tawanek e ku li Teymûr tê kirin, tawanek e ku li diyardeya îqtîdarê tê kirin. Dema ku îqtîdar ji aliyê xwînxarî, kavilkarî, bêexlaqiyê ve ji teref kesekî ve bê tawanbarkirin (ku li pêşiya gel be jî ev) bêguman dê ew îqtîdar (vêca we li pêşiya gel bi xwe) wî kesî tawanbarkir ceza bike da ku teşebuseke dîtir pêk neyê. Em bi vî awayî hîn dibin ka çima ew her çar meriv tên kuştin. Nîşaneyên Surreal û Realîzma Efsûnî Piştî ku çîroka wan pênc zilaman tê vegêrran di beşa çarem û pêncem da Cabir behsa ketina bavê xwe û ketina Teymûr dike. Ya rastî wateyeke kûrtir li wê peyva “ketin”ê barkirî ye. Ew “ketin”eke Albert Camuswarî nîne, yanî ew ketineke takekesî nîne, belku berovajî wê ew ketineke civakeke dîrokî be. Ev ketina civaka dîrokî li ser nîşaneyên surreal hatiye avakirin. Di kronolojiya demê da şkênandin heye ku ev li gorî vegêrr û çîroka eslî şkênandineke surreal e. Yanî şkênandineke berhişî nîne. Lewra ya ku di dabaşa vegêrranê da ye di demê da pêşveçûn e. Ango êdî ew “bîr”a duh û “fehm”a niha vediguhere “aşop (honak, xeyal)”eke arasteyî dahatûyê. Dema ku hûn 618 sal beriya niha(yanî 1400 sal berê) rabin behsa; televîziyon, balafir, maşîne, tank, napalm, Xaça Sor a Navneteweyî, Peymana Cezayîrê, otobês, Tirkiye û Îsraîl û hwd. bikin bêguman ev dê ji bo miletê wê çaxê bibin tiştên ecêb û nenas. Ne ku di berhema çîroksaz da ev tişt ne gengaz e, belê dibe ku bibe, jixwe ew tehma surrealîteyê jî ji vê dibêtiyê tê. Yekser meriv di berhemê da pêrgî wan nîşaneyên tê ku surrealîstan di manîfestoyên xwe da bi lêv dikirin. Xwendevan li dijî vê derhişîbûnê dernayê, lewra xwendevan di nav çarçoveyeke estetîk da, tişta ku nivîskar dixwaze bibêje ji berhemê hildide û ev besî wê/î ye. Jixwe weku ku Löwy jî derdibirre di surrealan da tecrûbeya berdewambûnê li hember wan lêferzkirinên giran ên Eqlê Amrazî geryaneke şên e.3 Xwendevanê sedeya 15an di nav dahatûyê da (sedeya 21ê) û xwendevanê sedeya 21ê jî di sedeya 15an da derdikeve geryanekê. Belê gera xwendevanê sedeya 21ê, ya berev sedeya 15an berhişî ye û hetta tehma romaneke dîrokî jî dide meriv. Lê ev rewş ji bo xwendevanên sedeya 15an dabaşa xebardanê nîne.

Divê bê gotin ev hilbijartina çemka surreal ne wisa hilbijartineke ji rêzê ye. Lewra weku ku Löwy jî dibêje: “Surrealîzm tu carî nebûye ekoleke edebî yan jî komeke hunermendan, dê nebe jî. Ew bi wateya tam tevgereke serhildanî ya ruh e û misoger, teşebiseke wêranker a arasteyê efsûnandina dinyayê ya ji nû ve ye.”4 Bêguman diyardeya ku t/fehma surrealîzmê destnîşan dike ne tenê têgeha demê ye, her wiha li ser têgeha mekanê jî nîşaneyên surreal dixuyên. Weku: Gelo cihekî bi navê Boreqela heye an na? Gelo di sedeya 15an da meri rabe behsa mekanên weku London, Îsraîl, Tirkiye, Îran, Îraq, Kurdistan, Cezayîr, Havana, Koreya Bakur hwd. bike çiqas berhişî ye? Dema ku ev pirs bên pirsîn bêguman xwendevan dê nikaribe bi awayekî mantiqî bersiva wan bide, lewra divê xwe li wê têgihiştina surreal bigire û jê bawer bike.

Belê li başûr cihekî weku Boreqelayê tune ye! Ew cihekî xeyalî ye. Mesela di Sobartoya Helîm Yûsiv da jî heman teknîk heye. Sobarto mekanekî dîrokî ye, niha tune ye lê di romanê da hatiye behskirin û hemû rûdan jî li wir diqewimin. Lê dema ku meriv lê digere (ya rastî di destpêka pirtûkê da jî tê eşkerekirin) ku di demên kevnar da Sobarto li şûna Kurdistana niha ava bûye. Nivîskar analojiyekê ava dike, vegêrranê sembolîze dike. Belê li başûrê Kurdistanê jî cihekî bi navê Boreqela tune ye. Dibe ku di vir da xwendevan bipirse bibêje: Çima her tiştê ku bavê Cabir gotibû rast bûn lê çima cihekî bi navê Boreqela di rastiyê da tune be? Êdî ew jî raza berhemê ye. Nivîskar gelek caran dîreksiyona vegêrranê li çemkên ciyawaz ên edebî dizivirîne ku weku teknîkên edebî jî hatine bilêvkirin. Weku mînak du çemkên gelekî nêzîkî hevûdu têkel kiriye; surrealîzm û realîzma efsûnî. Bêguman gelek kesan surrealîzmê û realîzma efsûnî tevêhev kiriye. Lê her du çemk jî hem ji hev cuda ne hem jî bi hevûdu ra pêwendîdar in. Ezê behsa dîroka wan nekim, lê ezê tenê nîşaneyên realîzma efsûnî yên ku di Ketina Boreqeleyê di Çîrokeke Kevn da destnîşan bikim.

Taybetiyên herî berbiçav ên realîzma efsûnî; fantastîkbûn, xewn, sêhr, bikaranîna diyardeyên mîtîk, bikaranîna hêzên derasayî (cin, perî, dêw hwd.) ne. Belê hin hevparî bi surrealîzmê ra jî hene lê dîsa jî ne heman tişt in. Ya rastî realîzma efsûnî li ser hêmanên rasteqîn atmosfereke nîgaşî ava dike û di çarçoveyeke derasayî da pêşkeş dike. Jixwe di bingeha realîzma efsûnî da ji cureyên weku fantastîk û surreal ciyawaztir rastiyê înkarkirin tune ye. Weku ku yek ji pêşengên realîzma efsûnî Franz Roh jî dibêje, ‘surrealîzm yekcar rewşên negengaz dinimîne’.5 Li gorî Roh, realîzma efsûnî, jiyana rojane dixe dirûvekî periyane û meselokî, lê surrealîzma ku çend sal beriya wê bûbû rojeva hunerê, bi awayekî ku tiştinên heyî yekcar mandele bike tev digere. Divê bê diyarkirin ku di realîzma efsûnî da rasteqînî bi piranî bi awayên neyekser tên destnîşankirin. Berhem, rehendên psîkolojîk, giyanî û exlaqî yên rast(eqîn)iyê bi rêya sembolan dide nîşan.6 Taybetî jî di beşa sêyem da dema ku vegêrr behsa çîroka pênc zilaman dike em nîşaneyên teknîka vegêrrana realîzma efsûnî dibînin. Lewra vegêrr bi çîroka Siyamend dest pê dike (bi ya wî jî xelas dike) lê bi awayekî nekronolojîk behsa her çar hevalê din jî dike. Belê geh çîroka Erîwan tê vegêrran geh ya Melîk Keykawis geh Luqman Hekîm û geh Feqî Cemal; lê ev jî li gorî rêzbendiyekê nîne. Heta nivîskar (weku berdevk, vegêrr) hin caran pêşî behsa mirina wan dike dûre vedigere li ser çawa mirina wan. Dema ku çîroka wan pênc zilaman tê vegêrran, di heman demê da mekan jî diguhere, lewra her yek wan çûye cihekî. Ev şêwe derbasang di berhema nivîskî de (lewra dibe ku dema bavê Cabir çîrok vegêrraye pêrgî hin arîşeyan hatibe) pirsgirêkeke berbiçav dernaxîne holê, lê reng e ku di destpêkê da xwendevan piçekî şaş bimîne û dûre wê rîtma derbasangan zeft bike. Lêbelê di vegêrranê da motîfa ku herî zêde efsûnî tê bêguman dengê Surmeyê ye. Surmeya keça Siyamend dema ku leşkerên Iraqî li gundê Boreqeleya lêgerînê dikin da ku jin û zarokên bizdiyayî li zîlan bikin û ji wir bibin, ji teref leşkerekî bi navê Feysel ve tê dîtin û Feysel dixwaze ku keçika biçûk veşêre û êvarê keçikê rizgar bike û bişîne cihekî ewletir. Feysel wê keçika biçûk dixe bîrekî û ser wê jî bi bermîlekê digire. Lê ji ber ku Feysel derfet nabîne û bê keçikê xelas bike, keçik li wir dimîne. Piştî çend salan e ku şer xelas bûye û du sal li ser veşartina wê keçikê ra derbas dibe Feysel xwe nagire û diçe wî gundî. Feysel dipirse û  (di axaftinekê da min ji nivîskar jî pirsîbû. Brêz Mardîn Îbrahîm jî gotibû ku cihekî bi navê Boreqela tuneye, ew cihekî xeyalî ye.) bavê Surmeyê dibîne, meseleyê jê ra dibêje. Tişta balkêş û efsûnî di vir da ew e; beriya ku Feysel bê û wê çîrokê bibêje, Siyamend, Melîk Keykawis, Amîne, bavê Luqman hwd. her tim dengê keçikeke biçûk a ku digirî dibihîzin û dibêje: “Min ji vê tarîtiyê derînîn!” Dema ku Feysel çîroka xwe û Surmeyê vedibêje em hîn dibin ku ew dengê kê ye. Ew dengê keça Siyamend e ku di şer da ji hêla leşkerekî iraqî ve di bîrekê da tê veşartin. Nivîskar wê bihîzbariya dengî, li ser esaseke rasteqîn ava kiriye lê dîsa jî hêleke wê ya efsûnî dixuyê.

Sahneyeke din jî heye ku ew jî nîşaneyên vegêrrana (nemaze nîşaneyên gotara vegêrranê ya) realîzma efsûnî di xwe da dihewîne. Dema ku bavê Cabir, Ehmedê Xeznewî û her du hunermend ji teref celladan ve tên kuştin. “Piştî demeke kêm û piştî bihîstina fermanê ji aliyê fermander ve, celladan şimşîrên xwe berz kirin. Bi yek awa û hevdem berev gerdenên li stûnan vebestî yê hêsîran raweşandin. Min ji bo demeke kurt çavên xwe niqandin û dema ku min vekirin, ji gewriya birî ya bavê min bi hezaran çîrok dirijiyan, ji nav lêmişta xwîna geş a bavê min bi hezaran balindeyên çîrokan bi balên xwe yên xwînavî difiriyan û dihatin li ser ser û milê min vediniştin. Her balindeyek çîrokek bû, bi hezaran balinde, bi rengên ciyawaz, bi hezaran balindeyên cur bi cur. Dîksilêmanan ku çîroka paşayên desthilatdar, paşayên dewlemend ku ji bo eşqa jinekê pişt ji text û tacan ba didan û baz didan, heta ku hêz di destê wan da hebû, berfeberên xwe dûr dûr diavêtin. Bilbil ku bazirganên gewre yên bajarger bûn, wan şevekê xewnek didît û sibehê gencîneyên xwe vedikirin û bi ser parsekan da dabeş dikirin. Kundan bi çavê xwe yên hemîşe vekirî û gewre û hişyar, şêxên terîqetan bûn û bi xwe û bi ebayên xwe yên mexmelî li gel sedan mirîdî li asîmanan difîrîn. Bi hezaran qelereş……” (r: 75) “Li tenişt min du zarokên din hebûn ku yek ji wan neviyê Ehmedê Xeznewî bû û ew ê din jî keçikeke rengtêkçûyî bû ku keçika ribabjenê besrayî bû. Ji gewriya Ehmedê Xeznewî, pêşbînî dirijiyan, pêşbîniya tavgîran li Neynewayê, babîloskeke tirsnak li Babîlê, jehravîbûna robara Ceyhûnê, jinavçûna Teymûr, belavbûna taûnê li Dîmeşqê û bi hezaran pêşbîniyên dîtir, dibûn heng û difiriyan û dihatin ser serê neviyê Ehmedê Xeznewî. Ji gewriya zilamê besrayî çengjenê xelkê Neynewayê, bêhna etireke dilnişîn dihat. Bêhna etireke ku bi hezaran melodî, bi hezaran nota û awaz li gel xwe dianîn û wekî ebayê mîhracayên hindî li bejna keça zarokê dialiyan… “ (r: 76)

Di berhemên ku bi çemka realîzma efsûnî ve hatine nivîsîn de, şayesandin û ragihandinên wiha efsûnî gelek in. Di vir da gotar li ser rasteqîniya karê wan zilaman hatiye sazkirin. Ango, ji gewriya çîrokbêj çîrok, ji gewriya remildar pêşbêjî û ji gewriya ribabjen û çengjen jî melodî û nota û awaz dertên. Ev dide nîşan ku rasteqînî di teşeyeke periyane û sêhrî da hatiye vegêrran.

Mekanê Edebî

Di mijara mekanê da divê bê diyarkirin ku mekanê gotarê û mekanê rûdanê jî ji hevûdu ciyawaztir in. Di eslê xwe da mekanekî gotarê tenê heye ku ew jî; hucreyeke mizgefta Helebê ye û Cabir lê rûniştiye behsa serpêhatiya nivîsîna berhemê dike.7 Lê mekanê(n) rûdanê her tim diguhere. Di destpêkê da rûdan li Dîmeşqê diqewimin, dûre bi rêya pêşveçûnê rûdan li gelek cihan; London, Îran, Iraq, Boreqela hwd. diqewimin. Di beşa yekem, duyem, çarem û pêncem da rûdan bi piranî li Dîmeşqê (li dîwanxaneya Teymûr) derbas dibin lê em di çend (Dibe ku xwendevan bibêjin di çîroka bavê Cabir da mekan Dîmeşq e, lê ya rastî ne wisa ye. Lewra vegêrrê kesê yekem, ku Cabir e, dema behsa çîroka çîrokgotina bavê xwe dike jî li hucreyeke mizgefta Helebê ye. Ji ber ku em ji devê bavê Cabir tu tiştî guhdarî nakin û vegêrr naguhere em nikarin mekanê gotarê jî biguherînin.) cihan da dibînin ku hucreya mizgefta Helebê jî dibe cihê rûdanekê. Di beşa sêyem a berhemê da êdî mekanên ku rûdan lê diqewimin yekser diguherin. Heta tenê di nav beşa sêyem da, bi navê dehan mekanan hene ku rûdan lê qewimîne. Lewra –weku ku me li jor jî gotibû – her pênc zilam diçine cihên cuda cuda.

Dema Edebî

Her çiqas di vegêrrana dabaşa vê maqaleyê da, dem bi awayekî kronolojîk saz nebûbe jî, meriv dikare demê bi awayekî rêzkirî nîşan bide. Jixwe nivîskar jî vegêrrana xwe li ser demên diyarkirî ava kiriye. Mînak:

– Dema çîrok vegotina bavê Cabir: sal 1400 e.

– Dema Cabir çîrokê dinivîse: sal 1460 e.11

– Dema çîroka pênc zilaman: sal di navbera 1980-2006an da ye.

Nivîskar bi rêya afirandina paşxaneyeke xurt, li ser demê hikum kiriye. Her çiqas bi boçûneke realîzma efsûnî jî be, dem ji bo berhemê bûye têgeha herî giring. Nivîskar mebesta xwe di wê teknîkê da daye nîşan ku; çîrok xwe li ser du demên cuda saz kiriye. Êdî xwendevan bivê nevê di navbera wan her du deman da berawirdkirinekê dike û wekhevî û cudahiyên wan ferq dike.

Karakter

 Bi min Mardîn Îbrahîm di vegêrrana xwe da, ji azmûna karakterîzasyonê bi awayekî serkeftî derbas bûye. Karakterên wî bi dem û mekanê ra (ku Baxtîn jê ra digot “kronotop”) li hev in. Dema ku behsa karakterekî sedeya 15an dike, em bi her awayî dibînin ku ew karakterekî sedeya 15an e. Bi kincên wî/ê, bi axaftin, bi feraseta xwe ve vê yekê dide nîşan. Lê divê ez vê jî bibêjim ku li ser karakterê Cabir ev piçekî bûye qurbanê anakronîzmê. Lewra, dema ku Cabir behsa sedeya 20î û 21ê dike, deredemîtî(anakronîzm)yek peyda dibe. Ango di hin cihan da gotara Cabir gelek tund dibe li hemberî rûdanên ku di sedeya 20î da qewimîne. Heger ku bavê Cabir bi xwe jî di dema çîrokvegêranê da bêjeyên nerênî yên weku; caş, dîrokeke şayanî gûtêkirinê hwd. bi kar bianiya, (ku xwendevan dikare van wesfan weku nîşaneyên îdeolojiyekê jî bixwîne) dîsa heman rewş peyda dibû. Ya rastî ev anakronîzm tehma vegêrranê zêde xerab nake, lê xwendevan dema ku wan peyvên nerênî yên ku vegêrr (Cabir) di sedeya 15an da bi kar tîne dinihêre, hest dike ku hêleke Cabir ê neteweyî heye û caşitiyê napejirîne. Di vir da divê pirsek bê pirsîn? Heger ku bavê Cabir û Cabir ereb bin û erebê Dîmeşqê bin, gelo dê çima behsa trajediya şerê Îran-Iraqê bikin û nemaze dê çima di çarçoveya Kurdistanê da û li ser pênc zilaman vebêjin? Dema ku vegêrrê kesê yekem Cabir di hevoka herî dawîn a rûpela 20î da dibêje: “Niha ku zêdetir şêst sal bi ser wê şevê da derbas bûye û ez di hicreya mizgefteke Helebê da vê kitêbê dinivîsim, stranek di bîra min da nemaye…. “ di vir da hem dema rûdanê hem jî dema gotarê yek e. Lewra Cabir şêst salî piştî wê şeva ku bavê wî li dîwanxaneya Teymûr çîrokê vedigêre, radibe çîrokê dinivîse. Ew çax bi îhtîmaleke mezin Cabir bixwe 73 salî ye. Lewra dema ku moxol Dîmeşqê dagîr dikin ew 13 salî bû. Lê divê bê diyarkirin ku di hin cihan da bi rêya rêbaza paşveçûnê hin demên beriya salên 1980yî jî tên vegêrran. Weku mînak, sala avakirina Boreqeleyê. Bîst û du sal beriya ku şer dest pê bike Boreqela hatiye avakirin. Lê me li jor Cabir weku kesekî ereb destnîşan kiribû. Heger ku Cabir ereb be û li hember kurdên ku bi dewletê ra tevdigeriyan gotinên wiha nerênî bi kar anîbe, ew çax ji hevgiriyê wêdetir, boçûneke îdeolojîk derdikeve holê. Mardîn Îbrahîm di esasê romanê da, dixwaze, bi rêya berawirdkirina du serdemên ciyawaz rewşa siyasî, civakî û derûnî ya du serdeman derbibirre. Belê di nav serokên du serdeman da berawirdkirinek heye. Çawa ku Teymûr soz dide gelê Dîmeşqê (û dibêje heger ku hûn bajêr bi daxwaza xwe radestî min bikin ez dê zerar nedimê) û bi wî awayî Dîmeşqê ji wan distîne û dûre soza xwe nagire, komkujiyê dike, bi heman tehrî Seddam Huseyîn jî bi şahê Îranê ra pêşiyê li hev kir û dûre rabû wê peymanê qelaşt û şer da destpêkirin.

Her wiha Mardîn Îbrahîm derûniya merivên du serdemên ciyawaz berawird dike. Tişta ku dixwaze bibêje, ev e: “Dîrok xwe her tim dubare dike. Trajediya merivên du serdeman bi xwendevanên xwe dide nîşan, meriv jê fam dike ku di dîrokê da hem desthilatdarî û şêweyên wê û hem jî ji ber çewisandin û zordestiyan çarenûsa merivan dişibin hevûdu. Belê çarenûsa Melîk Keykawis jî heman wek çarenûsa bavê Cabir e, bi heman awayî çarenûsa Cabir çi be çarenûsa Siyamend jî wisa ye. Dibe ku yekser ne eynî tişt bin lê di bingehê xwe de, şer çarenûsiya hemûyan diyar dike.

Mardîn Îbrahîm wê meseleya heteroglossiayê jî paştguh nekiriye. Lewra di nav karakterên wî de, yekdengiyek peyda nabe, yanî her kes bi zimanekî naaxive. Mînak, dema ku em li karakterên sedeya 15an dinêrin dibînin ku awayê axaftina wan jî li gorî serdema xwe ye. Lê karakterên sedeya 20î û 21ê jî bi zimanê xwe diaxivin. Ya duyem jî di nav karakteran da hin caran em pêrgî şêwexeberdanên taybet tên. Mînak dema ku serhêngê Luqman diaxive şêwexeberdaneke ku taybetî wî be derdikeve holê. Heman rewş ji bo bavê Luqmên jî derbasdar e, gelek caran bi heman hevokê diaxive. Melîk Keykawis, Amîne jî bi hin taybetiyên şêwexeberdaneke ciyawaz diaxivin. Bêguman karakterê sereke yê berhemê Cabir bi xwe ye. Belê hemû rûdan bi wî dest pê dikin û li dora wî diqewimin. Lê di berhemê da karakterê sereke zêde cih negirtiye, ango vegêrran behsa çîrokên ciyawaz dike ku di wan çîrokan da jî karakterên ku rûdan li dor wan diqewimin hene. Bo nimûne di çîroka pênc zilaman da her karakter di asta karakterê sereke da ye. Meriv nikare wan weku karakterên ku rola wan di vegêrranê da lawaz in bihesibîne, lewra her yek ji wan xwedî çîrokekê ye. Her çiqas ku çîroka Siyamend giranî li ser ên din bike jî, divê rola wan a giring, ya lehengên din neyê paştguhkirin. Ev trajediya ku nivîskar ji xwe ra kiriye paşxane, trajediya gelekî ye û ji bîra civakekê dizê. Lêbelê nivîskar vê trajediyê hem li dem û mekanê hem jî li ser çend karakterên ciyawaz belav kiriye. Nivîskar di hêla afirandina karakteran da serkeftî ye, heqê her karakterê di vegêrranê da heye.

Çend Gotin Li ser Wergera Berhemê ya bo Kurmancî

Dema ku mijar tê ser wergerê û nemaze wergera ji zaraveyekî kurdî bo zareveyekî dîtir divê meriv bi awayekî tund bertek nede nîşan. Belê tiştekî zêde beraqilî nîne ji soranî bo kurmancî werger. Lê divê xwendevanê kurd li ser meseleyê bêhtir kûr bibin. Bêguman parçebûna Kurdistanê di nav çar dewletên ciyawaz de, rewşa jeopolîtîk a kurdan, ji bo hevgiriyekê  astengên mezin in. Belê hin derfet ketin destê me ji bo ku di navbera zaraveyan da jî pêwendî xurttir bibe, lê mixabin berjewendiyên siyasî hatin hilbijartin û ew derfet jî ji dest çûn. Weku nimûne, dema li başûr rêveberiya federal hat bidestxistin û rêya bazara kurdan jî vebû, divê kurd bi rêya vê bazarê nêzîktirê hevûdu bibûna. Lê mixabin tercîha bazara rêveberiya federal bêtir bi bajarên mezin ên Tirkiyeyê re çêbû. Şûna ku di navbera Hewlêr û Amedê da bazarek peyda bibe, di navbera Hewlêr û Qeyseriyê da bazarek hat danîn. Ev hêla siyasî bêguman tesîra xwe li ser hêla çandî û hunerî jî dike. Reng e ku, ew bazar peyda bûya dê pêwendiya soran û kurmanc û kirmancan bêtir xurt bûya. Ji ber ku ev derfet boşê da çû, divê êdî em li rêyên dîtir bigerin.

Wergera berheman jî weku rêyekê dixuyê. Belê dibe ku di demên pêş de, dema ku kurmanc aşînayê soranî, soran jî aşînayê kurmancî bibin êdî pêwîstî bi wergera navzaraveyî nemîne. Lê ji bo niha karekî ku heta radeyekî lazim e.

Heger ku çend kelam jî li ser wergerê bê gotin, divê ez spasiya xwe li Eyub Subaşî bikim, ji ber ku Mardîn Îbrahîm bi min da nasîn. Her wiha Subaşi di wergerandinê da jî kedeke hêja daye. Di wergerê da tehma zaravayê soranî xwe diparêze. Subaşi gelek peyv û biwêjên soranî weku eslî hiştiye. Ew tehma eslî ya zimanê Mardîn Îbrahîm hatiye parastin. Di dawiya berhemê da jî ferhengokeke biçûk hatiye dayîn.

ÇAVKANÎ

Ahmedzade, Haşim, Romana Kurdî û Nasname, wer: Fexriye Adsay, Avesta, İstanbul, 2011

Breton, Andre Surrealîst Manifestolar, wer: Yeşim Seber Kafa, Artemis Günebakanlı, Ayşe Güngör, Altıkırkbeş Yayın, İstanbul, 2009

Eco, Umberto, Yorum ve Aşırı Yorum, wer:Kemal Atakay, weş: Can, çp:3, İstanbul, 2003

Îbrahîm, Mardîn, Ketina Boreqeleya Di Çîrokeke Kevn De, wer: Eyub Subaşi, Peywend, Istanbul, 2018

Îbrahîm, Mardîn, Xewna Mêrikên Îranî, wer: Eyub Subaşi, Peywend, 2018

Löwy, Michael, Sabah Yıldızı: Gerçeküstücülük ve Marksizm, wer:Aslıhan Aydın û U.Uraz Aydın, Versus, İstanbul, 2009