Skip to content
baha dîn akhan

baha dîn akhan

jiyan, raman, wêje û xweza

  • Xwan
  • Ziman
    • Almanî
  • Wêje
    • Helbest
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Raman
    • Marvel
    • Sînema
    • Anîme û Comics
  • Werger
  • jînenîgarî
baha dîn akhan

baha dîn akhan

jiyan, raman, wêje û xweza

  • Xwan
  • Ziman
    • Almanî
  • Wêje
    • Helbest
  • Gotar
  • Hevpeyvîn
  • Raman
    • Marvel
    • Sînema
    • Anîme û Comics
  • Werger
  • jînenîgarî

Almanî

AlmanîXwanZiman
Ocak 22, 2024 baha din akhan

Kurdî-Almanî Lêkerên Giring (Kurdisch-Deutsch Wichtige Verben)

Read More

Li bajarê Mûşê, navçeya Kopê, gundê Kekeliyê ji dayîk bû. Li ber serê Çiyayê Sîpanê û Bilîcanê mezin bû, li Rasta Atoma û Zozanên Zengilzêra gavantî kir, li Warê Fezîlê raza, li Tepeyê Qero qencelîsk xwar, li Erqa Kûr sûs berhev kir, li Yaxana xwe xwe li avê xist, li Newala Silokuştî tirsiya, ji Gola Xaçiliyê mesî girt, Tox Manîkê heband.

Dersên wî hemû pekîyî bûn. Gava çû lîseyê bi reng rûçikê bajêr re rû bi rû ma. Havînan çû aliyê Romê, li înşaatan xebitî.

Li Mêrdîna miradan, Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî xwend. Salekê li Wanê dest bi xwendina xwe ya bilind kir lê nebir serî, dev jê berda cardin vegeriya Mêrdînê û li wir mastera xwe kuta kir. Piştî xwendinê, li cem weqf, sazî, weşanxane û rojnameyên kurdî kar kir. Tûrikê xwe bi raman û bergeh û dîtinên kurdan yên ji hev cuda tijî kir, lê her tim kurdî ji ser hemî dezgeh, îdeolojî û rêkxistinan re girt.

Di sala 2022yan de dosyeya wî ya bi navê "An Jî Gilî Gotinên Li Ser Hatinê" di Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî de xelata yekemîniyê bi dest xist û heman salê çap bû. Gava merasîma xelatê hat kirin wî dabû ser rê û dirbên xerîbiyê.

Niha jî li Berlînê bi kar û barê jiyanê û xwendinê re serê xwe diêşîne. Bi saziya The Poetry Projectê re kargeheke nivîskariya afirîner bi rê ve dibe. Li hin dibistanên navîn ên Berlînê bi zarok û xwendekaran re li ser helbestê dixebite. Di ber de jî dersên kurdî dide, bi kurdî dixwîne û dinivîse.

ji qelareşkan, ji pişîkan, ji pirtûk û defteran, ji tenêtiyê, ji rêyan, ji çiya û bergan, ji deşt û deviyan, ji heval û hogiran, ji bihar û zivistanan û ji guherînê hez dike.

ji keloşkan, ji sînoran, ji dewlet û şirketan, ji serok û ceoyan, ji tundan û gundiyan, ji bêhed û bêeslan, ji xwedbîn û xweşbînan û ji sekn û rawestanê hez nake.

Copyright © 2026 baha dîn akhan. Powered by ColorMag and WordPress.