Bahadîn Akhan: Bila tenê bêdengî bêdeng bimîne

Bahadîn Akhan: Bila tenê bêdengî bêdeng bimîne

Tebax 13, 2022

Hevpeyvîn: Bîlalê Xerzî                    

Weke tê zanîn ji aliyê Weşanên Sor û malbata şairê gewre ve, ev sala nehan bû ku li ser navê şairê gewre, li ser navê Arjen Arî pêşbirka helbestan hat lidarxistin. Di pêşbirka îsalîn de Bahadîn Akhan bi dosyeya xwe ya bi navê “An jî gilî gotinên li ser hatinê” hêjayî xelatê hat dîtin. Dosye dê ji aliyê weşanxaneyê ve di demeke nêz de were çapkirin. Ev hevpeyvîn dike ku Bahadîn Akhan berî dosyeya xwe derkeve pêşberî xwîneran.

Navê te li ser zimanan e. Dengê te jî li ser zemanan be. Gilî û gotinên te yên ewil?

Seva vê xeberxweşiya te û kubariya te spas dikim. Hêvî dikim navê me tevan bi awayekî qenc li ser zimanan û ser zemanan be. Te dî berê berê da gotin hebû, yên min ne yên ewil bin jî dixwazim çend kelaman daynim ser qûça gotinên heyî. Min digel her tiştî hij vê dinê kir. Jiyanê îro ez gihandim ser rêyeke ku min pirr dixwest ez tê da bimeşim. Min tim hewl da ez xwe perwerde bikim, hîn bibim û hînbûna xwe parve bikim. Keda gelek kesan ser min heye, ez yek bi yek spasiya tevan dikim. Lê dixwazim vê bêjim: Ku hûn hij hinekan dikin rabin bêjin, taloq nekin. Ku hûn westiyan rûnên vehesin, tengezar nebin. Ku hûn tirsiyan rabin mikur bên, elenewêrek nebin. Meriv hij dike, diweste û ditirse, em ev in.

Ji te hezdikim, westa min li pişta min e, ji Gurê Manco û Mêrê Şevê ditirsim. Ev e?

Dilî bi dil, hezkirina me. Te ji min çaktir da ser hev meseleyê.

Peyvek, rengek, bajarek, heywanek, nebatek û navekî li ber dilê te şêrîn be bêje ji me re. Bila xêra miriyên te be!?

Peyv: xudreste

Reng: hêşîn

Bajar: Machu Pichu

Heywan: qelareşk/qar

Nebat: ûzelik/espender

Nav: Leyl

Taybetmendiyeke te ya em pê şaş bibin?

Taybetmendiyeke min a wisa ku tu pê şaş û metel bimînî tune ye. Lê ez dibêm qey di hundirê min da du kes dijîn. Jin û mêrek. Aha li vir ji bo şaş bimînî jî divê tu pêşî ji min bawer bikî.

Gumana min ji te nîne. Tu bêjî Xwedê nîne, ez ê ji îmana xwe bikevime şikê. Wek şa’irekî li ser jiyaneke hetahetayî çi difikirî?

Dema difikirim ditirsim. Ji ber ku kesî tecrûbe nekiriye ev daxwaz tim di dilê meriv da hebûye û rabûne li dû jî geriyane. Lê zehmet e û ez dibêm qey sedemeke wê heye ku jiyaneke hetahetayî para me neketiye. Yanî ez naxwazim heta hetayî li cinetê û cihnemê jî –ku hebin –  bimînim. Bêhna min ê teng bibe. Bêdawîbûn tiştekî wisa ye û saw bi ser meriv dixe. Û bi min mirin ji bo şairan çêtir e. Divê her şair bimire. 

(- Serçavan, lê şertekî min heye.

– Çi ye?

Divê romannûs û çîroknûs jî bimirin. Em dikenin.)

Baş e, her tiştê çû, tu didî dû?

Belê didim dû, lewra meraq dikim ka gelo ew tên ku? Ez didim dû kes an jî meseleyeke ku çûye an jî qediyaye. Lewra meraq dikim ka ew kes an jî ew mesele dê bê û di ku dera jiyana min da cardin derkeve. Ez li ser tiştên çûyî pir diqilqilim û merivekî qirqiço me. Xwe xwe dibêjim: Ka gelo wiha nebûya, wiha bûbûya dê çawa bûya? Xwe ra çîrokan saz dikim û ez vê yekê pir hez dikim. Li gorî min ev hest ne tenê ji bo tiştên çûyî ye, her wiha ji bo tiştên ku dê bên jî wisa ye. Meraq dikim ka dê bi kîjan awayî bên û biqewimin.

Tu ji bo kîjan demê yî?

Nizanim ji bo kîjan demê me lê wisa qenc pê dizanim ku “ez” ji “dem”ê me.  Lê heke bersivekê bidim vê pirsê: Min dixwest ez di serdemeke wisa da bijîm ku meriv derketine fezayê û ez jî bikaribim herim fezayê. Ji jorê ve li vê dinyaligê temaşe bikim.

“Ya girîng rê ye”

Hêvî dikim Kurdê ewil biçe fezayê ne tu bî. Tûrikê te bi çi ‘mişt e’?

Jixwe ez naxwazim bibim yê ewil. Lewra ewilbûn li cem  me kurdan rewşeke kompleks e, her kes dixwaze bibe yê ewil –dikene-. Sedî nehwêd tûrikê min bi bêriyê dagirtî ye niha. Ez pirr bêrî dikim. Sedî dehê din ê tûrikê min jî; bi lehengan, bi bûyer û qewimandinan, bi çîrok û destanan dagirtî ye û dixwazim wan bi lêv bikim, bi deng bikim wisa.  

Tu çûyîn û hatinê jî gelekî bi deng dikî. Çûyîn peyveke dirêj e, yan hatin?

Ez pirr serê xwe bi her du peyvan diêşînim. Çûyîn çi ye? Hatin çi ye? Bi min meriv ji derekê diçe seva bê derekê. Ji ber wê jî ev her du peyv bêyî hev nabin. Çawa her du rûyên pelekê bin. Ber wê, heke çûyîn dirêj be hatin jî dirêj e. Lê bona min ya girîng rê ye. Çûyîn destpêka wê ye, hatin dawiya wê, ya girîng rê û rêwîbûn e. 

Te behsa “bêrîkirinê” dikir. Ev e çi hesret e di xenoqa bedewiya helbestên te da?

Hesreta “rabirdûya bêyî min”, “nihaya bêyî min” û “siberoja bêyî min” e. Ez pirr bêriya duhê dikim, pirr bêriya niha dikim û ez pirr bêriya sibehê dikim. Bêriya bêdengiya duh, îro û sibehê dikim. Ez berhemeke zemanî me. Bûyerên duhê hatine serê min, biryarên min ên îro û xeyalên min ên sibehê… wan ez çêkirime, mezin kirime. Û ez merivekî aşiq im, merivên aşiq ji hesretê diwelidin.

Erê lo ez im, tu yî, Şêxmûs Kurt e, rehmetiyê Mele Ehmedê Nalbend e. Em in aşiqên ji gundekî. Şîretên te çi ne ji bo bêdengiyê û derengmayînê?

Baş e ez hevrêyê aşiqê mînanî we me –dikene-. Ne şîret lê dixwazim tiştekî bêjim. Bila tenê bêdengî bêdeng bimîne. Wekî din mirov, heywan, xweza û feza bêdeng nemînin. Ez ji deng hez dikim. Deng nîşaneyeke pîroz a hebûnê ye. Dengê her tiştî heye. Dengê bêdengiyê jî. Bêdengiya meriv tiştekî namahrem e, divê tu kes destdirêjiya bêdengiya merivên din neke. Ev wekî sûc e li ba min. Heçî derengmayîn e, ew jî kula dilê min e. Lê ne ku ez li dinê dereng mame, ez li hijêkirinê dereng mame. Axir derengmayîn jî ne tu qeder e ji bo tu kesî.

Şa’ir kîjan cara kesekî dinê ye?

Şair gelek caran kesekî dî ye bi min, lê axir ew jî însan e. Ez gelek caran bi çavine normal li şairan nanihêrim. Bi ya min ew hem ji vê dinê ne hem ji dinyayeke din. An jî wiha bêjim: Qene be ew dikarin hem ji vê dinê bin hem jî ji dinyayeke din. Hişê wan, ferhenga wan pirr bala min dikişîne. Ez wan pîroz nabînim ha, romannûs jî bo min wisa ye, lê bi min ew dişên ji xwe zêdetir kesinan di xwe da bihewînin, bêyî hestên xwe ji bîr bikin. Ew ne kesek tenê ye, tu caran.

Tu, Mihemed Resûlê kalikê Kawa Nemir, Dost Çiyayî, Fêrîkê Ûsiv, Kamîran Alî, Mîr Celadet, Qazî Mihemed û gopalê mezî yê jibirbûyî çi yên hev in?

Ez dibêm qey em hemû zarokên heman malê ne û demekê em hemû, li ser doşekên hêrî, di paşika hev da razane. Ji wan hez dikim, li ber dilê min şirîn in. Wan gelek tişt fêrî min kirin, wan ez ji derekê hildam û anîm danîm hinda vê terazinê. Ez cûcikek bûm û wan bi serhatiyên xwe, bi deng û rengên xwe yên xweserî xwe ez bi firê xistim. Mesela ez dibêm qey Dost niviştek e û ez bi xwe ra digerînim, ew min, ez wî xweyî dikim. Û gopal jî seva min qidûm e, naxwazim qidûmê xwe bîr bikim.

“Folklor helbestê bi reh û rîşe dike”

Di helbestên te da serhildêriya jinan di bin siya mexdûriyetiya wan de maye. Tiliya te neketibe qula mozan?

Ez berovajî te difikirim, min behsa serhildaneke pirr cuda a jinê kiriye bi ya min. Li gorî min li derekê heke zêde behsa serhildêriya jinan a di şer û pevçûnan da bê kirin, hingê mexdûriyeta wan tê nixamtin. Ez naxwazim çeka jinê birîna li piştê veşêre. Min xwest ez bala xwe bidim ser birînê, ne keleşkoya li dêst tenê. Li vir, tu serhildanê û mexdûriyetê çawa dinirxînî ew girîng e. Ez behsa pişteke şkestî ya tu carî nearxayîn dikim, ev nayê wê wateyê ku ez bi wê piştê qayîl im. Ez di heman demê da behsa sersebebên birînê jî dikim û dixwazim dîrokekê berovajî bikim. Gelo, dibêjim: Hewa ne ji pişta Adem, lê Adem ji pişta Hewa bihata afirandin dê çi bibûya? Tu bi çavên mêrekî bixwînî tu yê mexdûriyeta jinê ya li beramberî xwe bibînî, lê tu gazî jina nav xwe bikî û bi çavên wê bixwînî tu yê bibînî ku ez gilî û gazindên wê tînim ziman.

Yanî te tiliya xwe ji qula mozan derxist û serê min xiste wir. -Em dikenin- Hêmayên folklorîk di helbestên te de zêde ne? Ev e ne xetere ye? Ferqa helbest, folklor û dengbêjiyê çi ye? 

Belê zede ne, lê hêmayên wisa ne ku ketine milê hêmayên modern jî. Folklor ji bo şi’rê xeter e. Lê gelo ji bo kîjan şi’rê xeter e? Li gorî min folklora ku di şi’ra kurmancî da tê bikaranîn ne mîna folklora neteweyên din e ku di helbesta wan da tê bikaranîn. Ango dibe ku di serdema modern da gelek şairan xwe ji hêmayên folklorîk dûr xistibin û tenê xwe li hêmayên postmodern radikişînin. Lê li ba me kurdan folklor û liqelemdana wê bi xwe tiştekî modern e. Tirkek ji foklorê aciz e û dibêje helbestê kevn dike, lê folklora di helbestên kurdî da helbestê kevin nake, bi reh û rîşe dike. Bifikire ez ji Serhedê me, tu ji Xerzanê yî, haya te çiqas ji folklora min heye û haya min çiqas ji folklora te heye? Ser meselê gotineke pêşiyan, îdiyomek li ba me heye lê li ba we tune ye, gava tu vê di helbesta min da cara ewil bibînî tu dikarî bibêjî ku folklor helbesta te kevin dike, an jî helbesta te di talûkeyê da ye? Bi min na. Heke min ji bo çend heb xwendevanên Serhedî tenê binivîsanda û wan jî her roj gotinên helbestên min ji dê û bavên xwe bibihîstana dê bikaribûna bigotana ku evê hanê çûye çend gilî gotinan daye ber hev û hew. Lê ez ji bo kurdî dinivîsim û dixwazim helbesta min alîkî ve bibe arşîva zimanê min ê şexsî û zimanê min ê civakî jî. Lê rast e folklor teleyeke nixamtî ye li pêşiya helbestê, gerek e meriv bikaribe kirasên nû jê ra bidirû û wisa li xwe bike.

Her wiha wekî min got ez bêriya duhê dikim, ji ber wê jî ez naxwazim bi tehrekî anakronîk, bi zimanê îro behsa duhê bikim. Aha ev talûke ye, ez hingê ruhê duhê nikarim zeft bikim. Her peyv û îdiyomek ruhê wê heye ku te di rastiyê da digihîne zemanan.

Ha ferqa folklor, dengbêjî û helbestê jî nîne. Zêmara jinekê jî helbest e, mersiyeya Mele Zahirê Tendûrekî jî helbest e û Şerê Li Horîşanê ya Şakiro jî helbest e. Ferq ew e ku durf û teşeyê peyvan, risteyan û kirpandinan cihê ye. Meriv neşê wisa ji hev birr birrî bike û bêje tu eleqeya wan tune ye. Û bi min dengbêjî formeke helbestê ya xweserî zimanê kurdî ye.

Helbestên serê wan ji ser siccadê ranabin û helbestên terkeselat li bin guhê hev ketine; lê her bandoreke dînî heye li ser helbestên te. Kî ye Rebbê te?

Çima qey Rebê te û Rebê min ci hev cihê ne? –dikene-  Rast e helbestên ku di dabaşa wan da dîn û ayîn hene jî di dîwanê da cih digirin û helbestên ku Quran xenîmê wan bûne jî. Lê ew ne ez tenê me. Ew her kes in. Ez lawê dewraneke wisa me ku min tê da şahidiya hevaltiya ateîst û bawermendekî kiriye. Ez dengê her duya me jî. Wekî din jî dîn ji bo min ne pirsgirêkek e ku ez belapêjgarî wî bim an jî ne teberikek e ku ez her kêlî bi bîr bînim, ew rastiyek e û ez wê dijîm wekî gelek tiştên din. Û Rebbê min Rebbê her tiştî ye.  

Bahayê Şa’ir! Tu li pey kîjan heqîqetê yî?

Te ji min Rebê min pirsî li jor, niha jî heqîqeta min dipirsî. Heyran di qebrê da ev pirs nayên pirsîn –dikene- Heqîqet tiştekî eyan û beyan û wisa li ber çavan nîne. Ji ber wê jî ez nikarim bêjim ev heqîqeta min e. Gelek kes vê ji xwe dipirse, ka gelo heqîqetek tenê heye an gelek heqîqet? An jî heqîqet çi ye? Feylesof an jî şairek tenê van pirsan ji xwe nake. Filankesê cotkar, feqiyek an jî zarokekî ku ji masiyên keran bawer dike jî bi şiklekî, bi zimanekî aydê xwe van pirsan ji xwe dike. Heqîqet aydê girseyeke arîstokrat, entel û hunermend nîne. Ew li her derê, li cem hemû merivan e. Li gorî min heqîqet ew tişt e ku tu daîm lê digerî û nabînî. Û her kes di dema gerê da heqîqeta xwe bi xwe ra digerîne. Ew tişteke windabûyî nîne, bi te ra ye, tu li wê bigerî tu yê xwe bibînî, li xwe bigerî tu yê wê bibînî, lê ev yek hîç temam nabe. Ne xwedîtin, ne jî dîtina heqîqetê. Ber wê ez tim lê digerim. 

Janya Êdî Têra Me Nake

Janya Êdî Têra Me Nake

21 Tebax, Yekşem 2022   Demjimêr: 08:02 Nivarkirin: 31 Tebax Çarşem 2022   Demjimêr: 01:15

Li gorî Bahadîn Akhan, divê her şa’ir her nivîskar her sal xwe nû bike, mîna biharê û zimanekî nû bi kar bîne da ku edebiyatê teze bike.

Bêrîvan Kayi

DUVAR – Bahadîn Akhan ê ku di Pêşbirka Xelata Arjen Arî ya 2022an de xelat girtî der barê xelatê û helbesta kurdî de axivî û got: “Li gorî min nifşekî teze heye û behsa cudabûna êş û hestan dike. Yanî ev nifşekî pirreng, pirrdeng e. Nabêje çi jin çi jî mêr hemû kurd bindest in, bêdewlet in, bêxwedî ne…”

Me vê hefteyê berê xwe da helbestvanekî ciwan. Gelek kesan navê Bahadîn Akhan bi xelata ku ji Pêşbirka Helbesta Arjen Arî girtî, bihîst. Bi dosyaya bi navê ‘An jî gilî û gotinên li ser hatinê’ di pêşbirkê de bû yekem û hêjayî xelatê hat dîtin. Di demeke pir kurt de dê pirtûka wî ji Weşanên Sor derbikeve. Ka em berê xwe bidin bersivên wî.

Çi wextî peşka helbestê li te ket û tu ketî ser rêya wê?

Ji piçûkaniya min ve kêfa min ji helbestê re tê. Rîtma wê û herka wê xweş e. Helbest û beytên min dibihîstin li ser min tesîrekê çêdikir. Di heyama dibistana navîn de, pirtûkek kete ber destê min, behsa Zindana Dîyarbekirê dikir. Ez ketim bin tesîra wê pirtûkê min li ser wê serdemê, wê atmosferê  helbesteke bikêş û serwa, bi tirkî, nivîsî. Min xwest ez hestên xwe wisakîna bînim der. Helbet tiştekî pirr amatorane bû. Ji bo helbestê, paşxaneyên bi vî rengî, ez dibêjim li cem gelek kesan heye. Lê min bi awayekî kar û xebateke hunerî, di dema zanîngehê da serê xwe bi helbestê ra êşand. Xasma dema min beşa kurdî qezenc kir û ez bi kurdî ra eleqedar bûm. Lê min helbestên xwe xêncî çend hevalan û derdoreke diyar li tu derî, bi tu kesan ra parve nekiribû. 

Ez dixwazim navbirî bidim xeberdana te. Mesela dema min helbestên te xwendin, ger min navê te li ser dosyayê nedîta minê bigota ev helbestên jinekê ne. Qey em zêde jiberkirî dijîn, çima mêrek wek jinekê an jî jinek wek mêrekî nefikire? Di helbestên te da mirov dibîne ku te ev jiberkirinên me vajî kirine.

Ne hemû lê di hinekan da ev yek heye. Ez li ser vê yekê xebitîm bêguman. Ji hêla teorîk ve li ser paşxaneya vî tiştî hinekî xebitîm. Ji 2014an û vir ve li ser teknîkên vegêranê dixebitim. Li ser teoriya romanê, çîrok û helbestê dixebitim. Meseleya dengê vegêr ev e: Gelo em di vegêranekê de (çi roman, çi jî helbest) dengê kê dibihîsîn, dengekî çakîna tê me, dengekî mêrane ye yan jinane ye, yê mezinan an yê biçûkan e? Ji peyvan bigre heta kirpandinan bala min tim li ser vî dengî bû. Lê pirs ev e: Çi ferq di navbera vegêra/ê nivîskarekî mêr û nivîskareke jin da heye? Lewra carna dev ji vegêran berdin nivîskarên mêr lehengên jin jî wekî mêran didin xeberdan, an jî heman tiş cem nivîskarên jin jî wisakîna ye. Min xwest ez bi van tiştan ra serê xwe biêşînim. Lewra di civakê da her kesek dengekî xweser heye. Nivîskarekî mêr çiqas dikare dengê zayendên din baş veguhêze? An jî qet endîşeyeke wî ya bi vî rengî çêdibe yan na?

Êja dîsa meriv dikare di roman û çîrokan da vê yekê pêk jî bîne. Lê gelo di helbestê da dengê tê bihîstin yê kê ye? Helbest cureya edebî ya herî hestyar e belkî. Dema ez ji perspektîfeke wihakîna ve li helbestê dinihêrim ez dibêjim gelo meriv dikare di helbestê da hemû dengan çakîna zeft bike û veguhêze. Yanî gava ez behsa hestên jinekê, an jî hevzayendan dikim ez çiqas dikarim xwe bigihînim frekansa hîs û sewta wan? Ev pirseke girîng e bo min, ji ber wê serê xwe pê ra diêşînim û hewl didim di berhemên xwe da, xwe ji yekdengiyê xelas bikim. Bi ya min tişta edebiyata kurdî qels dike ev yekdengî ye, divê em bikaribin di edebiyatê da pirdengiyê pêk bînin. Ev babet jî sedî sed bi ziman ra û bi xebatê ra eleqedar e.

Dema em bala xwe didin naveroka helbestên te, di peyv û rêzikan da zimanekî esîl, resen û carinan jî herêmkî derdikeve pêşberî me. Li gel asîmîlasyona heyî û rewşa zimanê kurdî ya îro, zimanê helbesta te zimanekî kamil e, te çawa xwe parast?

Bi min xala herî giring ji bo nivîskaran ziman e. Tişta çîrok, bûyer, hîs, dengê nivîskaran ji hev cuda dike ziman e. Ji ber vê yekê jî berî her tiştî ez li ser ziman dixebitim ji bo xweseriya dengê xwe kifş bikim. Qe nebe di nivîsê da. Her şair li ser ziman dixebite. Lê bi min xala ku xebata zimanî diyar dike jî poetîkaya şair bi xwe ye. Ango ka ew ji helbestê çi fehm dike? Bi helbesteke çakîna ra mijûl e? Ez helbesteke pirreng û pirrdeng dixwazim û zendan ji bo vê badidim. Ji bo ez hîs û fikr û çîrokên xwe ji yên berî xwe û hevçaxên xwe cuda bikim jî ez ser ziman dixebitim. Lê israra min li ser zimanekî herêmkî tenê jî nîne. Lewra bi min israra li ser zimanê herêmkî jî carna ziman berteng dike. Ber wê ji zaravayan bigire heta devokan dixwazim peyv û qaliban bi kar bînim.

Her wiha divê mirov ji bo pirrengiyê û pirdengiyê baş çavdêrî bike. Ji bo vê yekê jî gerek e meriv qenc lê binihêre ka gelo merivek hestên xwe, fikrên xwe çakîna tîne ziman. Dema mirov bi vî awayî li ser ziman bixebite hingê digihîjîe derekê. Û bi rastî jî divê meriv serê xwe bi zimanê kurdî ra biêşîne da zimanekî berteng û rijî dernekeve holê. Her wiha li gorî min, divê her şa’ir her nivîskar her sal xwe nû bike, mîna biharê, û zimanekî nû bi kar bîne da ku edebîyatê teze bike.

Te ji pêşbirka Arjen Arî xelat girt. Dema te xelata Arjen Arî wergirt te çi hîs kir?

Bi min pirseke çetin e ku meriv behsa kelcaniyeke bi vî rengî bike. Yanî heqeten hîsên ecêb ser min peyda bûn. Lewra min dengê xwe li gelek dengan zêde kiribû. Ya rastî bi handan û israra hin hevalan, min go divê ev deng derbikeve holê êdî. Min ji xwe bawer nekira digel hinde israran jî min ê dosyeya xwe neşanda herhal. Ya rastî min ji ziman û çîroka xwe bawer dikir. Dema aşkera bû jî min du tişt hîs kir; yek ez kelecan bûm ya duduyan jî ez piçekî tirsiyam. Çimkî êdî her tişt li holê bû. Goran Haco ewqas helbestên bedew û hêja lê kirine, lê xwe wekî helbestvanekî nanirxîne û dibêje “navê helbestvanîyê giran e”. Tirsa min jî ber wê bû, ji min wetrî li hemberî helbestê berpirsiyariya min zêdetir bû. Ez pak nizanim ka gelo min berpisiyariyeke bi vî rengî dixast an na. Yanî min digot ezê bibim nivîskar, lê berpirsiyariya nivîskariyê ez gelek caran dudil hîştime. Axir bû, bi xêr û gunehên xwe ve, bi kêmasî û qelsiyên xwe ve navê helbestvaniyê bi pêşbirkê li ser min ma. Êja heçku divê ez vî dengî bêxweyî nehêlim û tiştên ez difikirim êdî bikaribim bilêv jî bikim. Lê tirsa min ne tenê ji ber vê jî bû.

“Warê min talan kirine, ez, yanî pamalî zemane/yê vê heyamê, yê vê helbestê, yê vê kelamê/li benda mizgînîya çîroka welatê xwe me/… /belê Ûrsûla, hingê heke te dît ez ketim/heke te dît di rê da mam ez ji vê seferê/tu kaw kubara “Healayê”, wereû bi ser min da vegere…” Tu çima hawara xwe digihînî Ursula K. Le Guinê?

Ji bo ez xwe nas bikim, kifş bikim Ûrsûlayê pir tesîr li min kir. Min gelek çîrok, ceribandin, nivîs, roman û helbestên Ûrsûlayê xwendin. Ew li ser gelek aliyên cuda disekine û pirsên pir ecêb li xwendevan dike. Hişekî dehşet e bi min di edebiyata cîhanê da. Ûrsûlayê jî hin qalibên edebiyata cîhanê şikandin. Gava min berhemên wê dixwendin min kêmasiyên xwe hîs dikirin. Wê di cureyên wekî honaka zanistî da bi wê anarşiya xwe ya navdar serî li mêran rakir û rê li ber gelek jinan vekir. Lê Ûrsûla ne tenê bi çîrok û romanên xwe bi helbestên xwe jî li ber dilê min gelek şirîn e. Ûrsûla pirsên ecêb bi meriv dide kirinê, meriv pê ra difikire, pê ra diguhere. Dema min xwest ez derkevim sefera helbestê, min go ka gelo kî wê were bi hawara min ve? Min hew dît ji nav gelek şa’iran Ûrsûla jî bi min re ye…

Mesela dema min gotinên te yên li ser Ûrsûlayê niha guhdarî kirin min go gelo tu hê zêdetir di bin bandora helbesta Rojava da yî. Lê bi ‘Pîrozeyê’ û gelek helbestên din ên di dîwanê da ev fikra min guherî. Bi ‘Kilama Pîrozeyê’ em dibînin ku te êdî berê helbestê daye dengbêjiyê jî?

Ya rastî min xwest ez bi terzê dengbêjiyê binivîsim. Ez hij dengbêjiyê dikim û bi min dengbêjî formeke gelek taybet ya helbestê ye. Me heta niha wekî formeke helbesta modern serê xwe bi dengbêjîyê re neêşandiye. Ji me wetrî tiştekî pirr kevn û aydê duhê ye. Lê wisa nîne. Meriv dikare bi terzê dengbêjiyê berhemên gelekî serkeftî derîne holê. Rîtm û kirpandineke xweser a dengbêjiyê heye, çimkî ew tim tê bidengkirin. Tenê li ser nivîsê namîne. Min dengbêjî ji bo poetîkaya xwe wekî cureyeke taybet hilbijartiye û ez dixwazim wê li gorî zemanê xwe li gorî hest û fikren xwe yên niha jî biguncînim. Ez dengbêjiyê bo honaka zanistî jî bo edebiyata fantastîk jî diguncînim. Çimkî şiyaneke dengbêjiyê heye, dikare hestên meriv gelek û gelek xweş bikirpîne.

Heke em dengbêjiyê veneguhêzin sibehê, piştî çil salên din emê tenê wekî cureyeke folklorîk, bîranîneke civakî û çeşneke ji rewacê ketî behsê bikin. Lê bi min forma dengbêjiyê heta hetayê dikare bimîne û bibe xweseriyeke zimanê kurdî. Her wiha min xwest ez ji aliyê naverokê û ziman ve jî hin guhertinan di dengbêjiyê da bikim. Ezê ser vê meseleyê hê bixebitim helbet. Çunkî gelek kêmasî hene. Lê ez dixwazim vê bibêjim, dengbêjî kevneşopiyeke aydê zilamên kal, jinên pîr tenê nîne. Gelek kes dikarin vê hunerê îcra bikin. Mesela ciwanên teze jî vê hunerê îcra dikin, li gorî xwe taybetiyan lê zêde dikin, zimanekî modern û li gorî ruhê zemanê xwe bi kar tînin. Ev pirrengî û pirdengî ye.  Kilama Pîrozeyê kilama zemanê xwe ye. Evîna zemanê xwe û sosyolojiya zemanê xwe ye. Êdî leheng û dijlehengên tê da ji yên berê hinekî cuda ne ez dibêjim.

Bi rastî jî dema min dîwana te “an jî gilî gotinên li ser hatinê” xwend fikreke wiha li ser min çêbû: Min go gelo berê helbesta kurdî ber bi dereke din ve diguhere? Jixwe di bersivên te yên vê hevpeyvînê da jî tişta min fam kir ew bû: Ji bo helbesta kurdî, di tûrê te da tiştên nûjen hene. Êdî em dikarin bêjin ku tu berê cewka helbestê diguherînî?

Ne ez tenê, em diguherînin. Bi min, ev ne îdiaya min tenê ye, ya çend heb helbestvanên vê dawiyê ye. Nexasim piştî 2010an hin kes derketin û xwestin helbesta kurdî (roman û çîrok jî her wiha) biguherînin. Ji ber ku helbesta kurdî, nexasim ya modern a li Bakur, êdî xwe dubare dikir. Wisa çemek bû di xwe da roda diçû. Helbet hewldan hebû, hinek kesan heqeten kedeke mezin dan, da ku wê pirê jî ava bikin di navbera nifşan da. Li gorî min, helbestvanên piştî 2010an berhemên wan çap bûn, çi jin çi mêr û çi jî yên mayîn, heqeten rengekî din dan helbesta kurdî. Erê yên berî xwe red nedikirin lê di paşxaneyê da pevçûneke wan jî hebû bi nifşê beriya wan ra. Bi min jixwe edebiyata kurdî di vir de ji edebiyata tirkî cuda dibe. Edebiyata me, mîna hinek edebiyatan sed sal bere jî li ser redkirinekê nebû, niha jî nîne. Me tim ji yên berî xwe sûd wergirtiye, bibîr aniye û lê zêde kiriye.

Tam di esaseke bi vî rengî de, di vê axirdewrana em tê da dijîn, Janyayek êdî têra helbesta kurdî nake. Yanî em heta radeyekê wê Janyayê qebûl dikin. Em nikarin êdî bi Janyayê ra heta hetayê bijîn. Divê heqeten êdî “ew xwe bikuje” û em xwe jê rizgar bikin. Janya helbesteke gelekî serkeftî û baş e lê heta radeyekê bûye bela serê helbesta kurdî jî. Carna ev rewşên wihakîna, yên wekî kanonîkbûnê tên nirxandin, li pêşiya edebiyatê xetereyekê çêdike. Bi min êdî Janya mir, dewr dewra “Esramania”  ye. Ez jî bi nifşê piştî 2010an re dixwazim vê yekê biguherînim. Gelek kêfa min ji dosyayên vî nifşî re hat. Nexasim Hamid Omerî, Yehya Omerî, Omer Faruq Baran, Suat Baran, Narîn Yukler, Pinar Yildiz, Şehmus Kurt, Selamî Esen û hwd… Her yek xisûsiyetek, her yek rengekî xweser heye lê bi hev re deng vedidin. Bi min helbesta vî nifşî helbesteke nû, teze û bi reh û rîşe ye. Mesela ‘Şînşem’, ‘Tarantîno, Babê Min û Ez’, ‘Vena’, ‘Elbakof’, ‘Nêrgiza Defterê Bişkivî’ helbesta vî nifşî ye hûn bixwînin hûnê bibînin jixwe. Yên bûn sedem ez dengê xwe li dengê helbesta kurdî zêde bikim jî helbestvanên vê dawiyê bûn. Dînamîkên vî nifşî dînamîkên cuda ne, motîvasyonên wan cuda ne. Binihêrin yek naşibe yekê lê ahengek heye di navbera wan da.

*Ev hevpeyvîn bi Bêrîvan Kayî re hat kirin û di malpera Gazete Duvarê da hat weşandin.