Hevpeyvîn bi Abdullah Încekan ra

Abdullah Încekan

 August 30, 2022

Em ê wêjeya zarokan û nexasim wergera wêjeya zarokan bikin dabaşa hevpeyvînên xwe û her carê bi hevpeyvînekê bên pêşberî xwendevanan.

Em di hevpeyvîna xwe ya ewil da, bi mamoste-pedagog, wergêr û zimannas Abdullah Încekan ra li ser wêjeya zarokan û li ser wergêrên wî yên dawî axivîn. Mamoste Abdullah Încekan di vê hevpeyvînê da li gel serhatîya xwe ya wergerê ji me ra behsa xal û xetên giring yên wergera wêjeya zarokan jî dike û dibêje: “Ez gelek li ber dikevim ku em wek milet nikarin zimanê xwe bidin nifşên piştî xwe. Wek zimannasek, pedagogek, neteweperwerek, bavek ez hertim vê êşê hîs dikim. Loma jî zarok tim di bîra min da ne.” De ka em bi hev ra guh bidêrin ka mamoste Încekan ji me ra çi dibêje.

Pirs: Di wergera berhemên wêjeyê da, xasma wêjeya ji bo temenmezinan, tişta ku em aşîna ne ev e: Di wergera berhemê da rê û rêbazên cuda yên wergernasîyê tên bikaranîn lê wergêr  kêm caran serî li adaptasyon/guncandin”ê dide. Lê di wêjeya zarokan da, wergêr gelek caran berhema ku werdigerîne adapteyî zimanê xwe û çanda xwe dike. Ji navên lehengan bigire (Connî bû Dilşa, Jacob bû Yaqûb) heta atmosfera mekanî ya vegêranê (narratîve/anlatı) li gorî çand û zimanê zarokên muxatap vediguhêze. Wergêr çima vê yekê bi taybetî ji bo wêjeya zarokan dike?

Nivîs/Metin li gorî mesafeya di navbera wê û xwendevan da şekil digre, yanî tê hûnandin. Lê di wergerê da heqê wergêr tune ye form û awayê metnê biguhere, da ku tesîrekê li vê mesafeyê bike. Herçî di metnên ji bo zarokên piçûk da be, ev tespît problem e; ji ber ku zarok xwe di nava metnê da dibîne û ev mesafeya ku behskirî ji ortê radibe.

Seta Dilşayê ji bo zarokên 3 hetanî 6 salî ye û pedagojîk e, yanê dixwaze her wisa di avakirina kesayetîya wan da bibe alîkar. Îcar ji bo ev armanc bi rihetî were holê, min navên karakteran guhertin. Bi vî awayî ew ê rihettir têkevin nava çîrokê û xwe aîdî wê cîhanê hîs bikin. Armanca adaptasyona navan ev bû. Lê di Dilşayê da min tenê nav guhertin, yanî wekî din tenê werger e. Tew bi ya min ba, min dixwest ez cumleyan hinekî sade û siviktir bikim, lê prensîba ku ez ji metnê ra sadiq bim, nehîşt.

Pirs: Di wêjeya zarokan da nêzîkatîyeke bi vî rengî heye: Wergêr bêhtir berê xwe didin wergera berhemên klasîk yên zarokan yên cîhanî. Ango berhemên sed û sed û pêncî sal berê hatine nivîsîn ji bo kurmancî teze tên wergerandin. Ew berhem çiqas xîtabî zarokên vê serdemê dikin? Tu vê nêzîkatîyê çawa dinirxînî û avantaj an jî dezavantajên wergerandina van berheman çi ne?

Ji ber rewşa me, em hema bibêje di hemû hêlan da şûnda mane. Îcar di warê çand û edebîyatê da jî rewşa me ne cihê ye. Yanî ji ber polîtîkayên ziman me karîbûye ancax piştî salên 1992yan li Bakur weşanê bikin. Ji ber vê jî hîssa ku em dereng mane, bi me gelekan ra heye û em dixwazin vê şûndemayîna xwe telafî bikin. Bi bawerîya min, yek ji sebebên wergera pirtûkên kevn ev e. Sebebeke din jî ev e ku meriv dixwaze metnên kanonîk wergerîne ser zimanê xwe. Ê metnên kanonîk jî, divê kevn bin. Şertê kanonbûnê ev e. Îcar li ba me tevan hîssa ku metnên di ber bayê zeman ra derbas bûne, metnên qaîm in û hêjayî xwendinê ne. Xêncî vê, helbet sebebên aborî û teknîkî jî hene. Mesela meriv bixwaze Harry Potter wergerîne, jê ra sermîyaneke mezin û kadroyeke baş lazim e. Ê em di vê rewşa hanê da nikarin van her du şertan jî bînin cî.  Di ser da xwendevanên me jî kêm in. Ji bo 1000 libî di şertên normal da meriv weşanê nake, lê em mecbûr in…

Meseleya serdemê hinekî tevlihev e. Mesela li Ewrûpayê digel ku hertim berhemên nû dertên, klasîk jî çap dibin û tên xwendin, ji ber ku hê jî meriv ji wan feydeyê distîne. Loma jî divê em li gorî îmkan û derfetên xwe, her du hêlan jî li ber çavan bigirin.

Pirs: Gava em behsa wêjeya zarokan dikin, ji nivîskarên wê bigire heta, werger, weşanger û edîtor û bergsazên berheman hema bêje hemû kes kesên temenmezin in. Heta kesên ku van berheman ji bo zarokan dinirxînin û biryara başî û nebaşîya wan didin, rexneyan dikin jî kesên temenmezin in. Li gorî te rewşeke wiha ji bo zarokan çiqas guncan e û hemû kesên navborî gelo dikarin bi awayekî temam bikaribin xîtabî zarokan bikin?

Mînakên cîhanê nîşan didin ku ev tişt mumkin e, lewra berîya ku em mezin bibin, em jî zarok bûn. Her çiqas gelek kes zaroktîya xwe ji bîr bike jî, ev hafiza li cem hin kesan saxlem dimîne. Meriv gava lê dinihêre, dibîne ku gelek kesan karîbûye xîtabî zarokan bikin. Mîsalên vê pirr in. Îcar em ji ku derê dizanin ku ew xîtabî zarokan dikin? Ji ber ku zarok zewqê ji xwendina wan digirin. Nîkolayê Piçûk ne tenê li Fransayê her wisa li gelek welatan di nav zarokan da bestseller e. Kitêbên Erich Kaestnerê ji Almanyayê li Tirkîyeyê jî bi sedhezaran belav bûne. Ev tişt tenê bi teşwîqê nabe.

Pirs: Te heta niha ji zimanê almanî gelek helbest û berhem wergerandine. Her wiha te vê dawîyê ji nivîskara alman, Liane Schneider rêzeberhemên li ser Conni bi navê Dilşa wergerandin kurmancî. Ev set ji 6 pirtûkan pêk tê. Tu dikarî piçekî behsa pêvajoya wergera van berheman bikî? Mebesta te ji wergerandina van berheman çi bû? Çima ev berhem lê ne hinekên din?

Ez gelek li ber dikevim ku em wek milet nikarin zimanê xwe bidin nifşên piştî xwe. Wek zimannasek, pedagogek, neteweperwerek, bavek ez hertim vê êşê hîs dikim. Loma jî zarok tim di bîra min da ne.  Min xwest ez ji bo yê herî piçûk kitêban derxînim, ji ber ku li gorî lêkolînên zimannasan bingeha ziman hetanî 3 salî tê danîn û dibêjin piştî umrê 7 salî zarok ziman ne bi awayekî sirûştî/tabiî lê wek mezinan fêr dibin. Yanî, hetanî umrê 7 salî mûhîm e. Asîmîlasyona mezin jî di salên pêşdibistanê da diqewimin.

Îcar li Almanyayê gelek kitêbên serketî hene. Lê bi qasî zanîna min ya herî zêde belavbûyî Connî ye. Digel ku weşanxaneya wan yeke mezin e û min digot ew ê silava me negiirin, canika weşanxaneyê bi dilşadî fikra min qebûl kir. Û wisa min dest bi wergerê kir.

Pirs: Wekî tê zanîn zarokên kurd hê jî bi zimanê xwe perwerdeyeke fermî wernagirin. Di rewşeke wihakîna da tu wêjeya zarokan a kurdî-kurmancî çawa dinirxînî? Ev berhemên ku tu û wergêrên din ji zimanên din bo kurmancî werdigerînin xîtabî kîjan zarokan dikin? Ji ber ku zarokên kurd perwerdeyeke fermî wernagirin niha ev berhem ji bilî xebatên arşîvê, xizmeteke çawa dikin, bi kêrî çi tên, çima giring in?

Tişta ku min herî zêde diêşîne, xebata ji bo arşîvê ye. Ev nîşana bêhêvîbûnê ye. Têkçûn e. Armanca min îro ye, ji ber ku îhtimalen sibê ji bo asîmîlasyonê dereng be. Loma jî ez di tevahîya karên xwe da dixwazim xwe bigihînim kesên ku hedefa min in. Eger berhem baş bin û umrê wan dirêj be, wekî Nurcî dibêjin, nûr e’la nûr e.

Dilşa xîtabî 3-6 salîyan dike. Zarok di vî umrî da nikarin bixwînin. Loma jî ev kitêb xîtabî dêûbavan dikin. Divê dêûbav, xwîşkûbira vê mes’ulîyetê bînin cî û ji zarokên piçûk ra van çîrokan bixwînin.

Pirs: Gava tu li berhemên wêjeya zarokan ya kurmancî dinihêrî û xasma berhemên hatine wergerandin dixwînî tu çawa dinirxînî? Niha di nav edebîyatê da, nemaze ji bo wêjeya zarokan jî, meseleya wergera ji wergerê nîqaşeke germ e. Gava ku wergerek ne ji berhema orjînal (mînak zimanê orjînal fransî ye) lê ji zimanê tirkî (erebî, farisî) berhemê werdigerîne kurmancî divê ev çawa were nirxandin, nemaze ji bo wêjeya zarokan?

Hin berhemên kurmancî hene gelek qels in. Divê tevna çîrokê, zimanê wê, wêneyên wê, mîzanpaja wê – tev li gorî prensîbên pedagojî, psîkolojî û zimannasîyê bi rêk û pêk bin. Min berî demekê ta ji Dîyarbekirê setek kirrî, lê niha nizanim çi pê bikim. Ne tê xwendin, ne jî qêmîş dikim biavêjim. Welhasil ev karekî çetrefîl û zehmet e.

Mesela wergera wergerê bi qasî ez dizanim, zêdetir ji bo metnên mezinan tê munaqeşekirin, lê ez bim divê meriv xwe jê dûr bike. Carna meriv mecbûr dimîne, mesela metnên ji Yunanîya kevn yan jî Latinî, ji ber kesên van zimanan bizanibin tune ne/kêm in. Lê ji bo zimanên din divê meriv dev jê berde; şêweyeke ne rast e.

Pirs: Gava min wergerên Dilşayê xwend, tişta di destpêkê da bala min kişand zimanê wergêr bû, ango zimanê te bû. Bi qasî ku ez te li ser mecrayên din û ji berhemên te yên din jî nas dikim fikr û ramanên te yên li ser ziman teyisîye ser zimanê te jî. Mesela tu hin peyvên ku êdî di nav milet da hêdî hêdî rûniştîye çêkirî an jî aydê “kurmancîya postmodern” dinirxînî (wekî; bêje, xweza, derfet, wate, mînak, kujer) û li şûna wan hin peyvên din pêşnîyaz dikî (wekî: kelîme, tebîet, îmkan, mene, mîsal, qatil). Di wergerên Dilşayê da jî mesela te li şûna pol” peyva sinif”, şûna hejmar” peyva reqem” û ji bilî carekê li şûna giring” peyva “muhîm”, li şûna ezmûn” peyva “îmtîhan” hatîye bikaranîn. Her wiha di pirtûka Dilşa Diçe Bexçeyê Heywananan da jî li derekê lêkera dihelêfin” û “kudandin” hatîye bikaranîn. Li gorî te zimanê ku tu di wergerê xwe da bi kar tînî çiqas nêzî rastîya zarokan e? Her wiha armanceke werger jî ne ew e belkî zimanê zikmakî fêrî zarokan bike. Di van demên dawî da peyvên wekî “pol”, hejmar”, ezmûn”, ajel” hêdî hêdî rûdinên û nivîskar an jî wergêr dixwazin şûna peyvên erebî, tirkî û farsî berê xwe bidin peyvên kurdî. Lê di wergerên te da meyla te bêhtir li ser bikaranîna wan peyvan e (xasma erebî) ku di nav civakê da jixwe ji zû ve rûniştine. Gelo li gorî te divê wergêrên kurd di ber da xebateke zimanî jî ji bo zarokan bikin û resenîyekê derxin holê yan çi hebe wê bi kar bînin?

Ev mijar, mijareke tevlihev e. Eleqeya wê bi sîyaseta ziman ra heye, bi sosyolojîya milet ra, bi pedagojîyê ra heye… Loma jî ez nizanim ji ku derê dest pê bikim.

Niha hin kesan bi berhemên xwe standartek ava kirine. Mesela standarda almanî bi saya wergera Încîlê ya Martin Luther çêbûye. Lê Luther hêza dêra ortodoks nedaba pişt xwe, ew ê tenê wek wergerekî bimaya. Yanî patronajek li pişt wî hebû.

Îcar di vê rewşa kambax a bêpatronaj da em çend hezar kes dixwazin bi saya metnên nivîskî standartekê ava bikin, lê pirranîya miletê me ji vê standartê dûr e û haya wê jê tune ye. Ji ber vê, ev hewl di şûna avakirina pirekê da sinorekê di nav milet da dide çêkirin. Yanê perçebûna me zêde dibe. Ev yek.

Ya din, komunîkasyon/têkilî ji bo xwe îfadekirin û hevdufehmkirinê ye. Yanî, her cumle xwedîyê armancekê ye. Îcar gava te bi hilbijartina bêje û sentaksê rê li ber hevdûfehmkirinê girt, îdî armanca wê namîne. Yanê mesaja te bê armanc e. Ji bo ku ez bêm fehmkirin, ez dixwazim bi zimanê muxatabê xwe qise bikim. Yanê, gava min bi yekî kurmanc ra qise kir, ez çima di şûna ode da bibêjim jûr?

Îcar ev mijar ji bo zarokan zehmettir e. Ji ber ku perwerdeya kurdî tune ye, zimanê zarokan ê kurmancî tenê yê malê ye. Yanî tu rabî, bibêjî “Kurê min, jûra xwe bimale!“, ew ê zarokekî bakûrî/rojavayî çi fehm bike? Ji ber vê jî ez naxwazim ji zimanê gel dûr bim.

Wek noteke dawîn: Ziman sentaks e, ne bêje/kelîme. Di sentaksê da qaîdeyên ziman xwe nîşan didin û sentaks bêjeyên bîyanî jî asîmîle dike. Loma jî meseleya bêjeyan bi min talî ye.

Abdulah Încekan kî ye?

Dr. Abdullah Încekan  germanîst, tirknas û nivîskarê çend pirtûkan e. Încekan di sala 1977an de hat dinê. Wî dibistana ewil li gundê xwe xwend û dû ra bi malbata xwe ra koçê Almanyayê kir. Li wir wî li dû dibistana navîn û lîseyê li zanîngehê beşên Germanîstîk û Tirknasiyê xwend. Di teza mastera bilind da wî hin xalên di zimanên kurdî û almanî da da berhev û ev xebat jî li eynî zanîngehê hat weşandin.

Wî beşên Almanî wek Zimanê Dudiyan û Pedagojiya Înterkulturel piştî her du beşên ewil xwendin û di sala 2003yan da qedand. Ew niha li lîseyekê wek mamosteyê ziman û wêjeya almanî dixebite. Abdullah Încekan di sala 2018yan da doktoraya xwe ya li zanîngeha Bambergê li Almanyayê di beşa General Linguistic da qedand û pileya Dr.tîyê wergirt.

Her wiha blogeke Abdullah İncekan jî heye û ew di bloğa xwe da werger û nivîsên xwe parve dike. (http://abdullahincekan.blogspot.com/)

Berhemên wî:

Verbvalenz im Kurdischen und Deutschen

Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri.

Kurdisch kompakt

“Eine Hand voller Sterne” im Unterricht

Şivan Perwer – Efsaneya Zindî

Ez Kurdî Hîn Dibim – Gecisli Fiiller ve Ergativ

Compact Kurdish-Kurmanji

Ji Şairekî Ciwan re Name werger ji Rainer Maria Rilke

Derîyê Dil

Seta Dilşayê

Ji Hewşa Xelkê