Mît û Watedarkirina Mîtolojiyê
Mirov wekî aferîdeyekî ramyar, di nav gerdûna demkî (temporal) û bihecm da hebûna xwe ya fîzîkî û arişî berdewam dike. Mîna çerxeke hebûnî (ontolojîk) li dû xwe ye. Ji destpêka hebûna xwe vir ve mirovan serê xwe bi hebûna giştî ra êşandiye. Pirs û lêgerîna wan ya herheyî rê li ber hin rêbaz û watedarkirinên jiyanê vekiriye. Ango ji bo bikaribin xwe –wekî heyîneyan– bidomînin û nû bikin, serî li pirsan dane. “Ez kî me? Çi me? Çima heme? Çima li vir im? Jiyan û mirin çi ne, tên çi wateyê? Armanca hebûna min çi ye? Armanca mirina min çi ye? Ez ê cihê xwe yê li cîhanê, di nav dem û fezayê da çawa bikaribim kişf bikim û fehm/watedar bikim?”[1]
Barbara C. Sproul gava behsa van pirs û vê lêgerîna mirovî dike, balê dikişîne ser mîtosan. Lewra li gorî wê her çi qas ev pirsiyarên wateyê bi xwe bin û ketibin bin bandora mijarên faktûel jî ew pirsên faktûel nînin.[2] Ji ber vê jî ev babet yekser bi mîtosan ra eleqedar e. Em bi rêya mîtan rastî, gerdûn, cîhanê û xwe nas dikin. Ev naskirin wekî bivênevêbûnekê heta ‘em hebin’ dê bi me ra be. Ango mirov ji roja hatiye afirandin heta hebe –ku ev di mîtosan da heta radeyekê wekî berginda ebedîbûnê ye–, dê di nav demajoyeke xwenaskirinê ya bivênevê da be.
Wekî lêkerekê ‘dîtîn’, ji bo mirovan, teqabûlî şêweya watedarkirina hebûnê dike. Mirov aferîdeyekî ‘serwext’ û ‘sercih’ e. Di demê û mekanê da li pey fehmkirinê ye. Mewcudiyeta wê ya arişî û fîzîkî, ya di dem û mekanê da, fehmkirinê li ser ferz dike. Baş e, em vê ji ku dizanin? Bêguman dema ev pirs bên pirsîn em ê xwe beriya her tiştî li mîtosan rakişînin, xwe bavêjin ber bextê wî ‘zemanê pîroz’ û ‘çîrokên rasteqîn’ ên der barê hebûnê de.
Mircea Elîade berî ji bo mît/mîtosan pênaseyekê bike, behsa zehmetî û çetinayiya pênasekirineke temam dike. Mît, ji roja ku bûne dabaşa lêkolînên zanistî heta roja me, bi gelek awayên ciyawaz hatine pênasekirin. Lê belê mirov dikare bi rihetî bibêje ku her çi qas zanyaran li gorî xwe wateyek dabin vê peyvê jî, hema hema hemû pênaseyên der heq mîtan da ji heman mişarî ne û ji heman çavkaniyê av vexwarine. Ew jî dem, rasteqînî û pîroziya wan e. Kê çi gotibe jî hema li dor van xalan çûye û hatiye.
Elîade bi xwe jî hewl dide ku pênaseyeke temam ji bo mîtan bike. Li gorî wî, ji ber ku pênaseya herî berfireh e, pênaseya tewaw û bêkêmasî ev e: “Mît çîrokeke pîroz vedibêje. Bûyereke ku di kevintirîn deman da, di destpêka dema çîrokî da qewimiye û qediyaye, vedibêje. Bi gotineke din, mît behsa vê dike ku, çawa bi saya serkeftinên Hebûnên Derxwezayî, çi rastiya temamî ya bêkêmasî, ango Kozmos be, çi bi tenê parçeyeke wê (wekî mînak, giravekê, cureya giyayekê, tevgera însanekî, saziyekê) be, rastiyekê derketiye holê. Bi vî awayî mît her dem çîroka “afirandin”ekê ye: tiştekî çawa tê afirandin, çawa dest bi hebûnê dike, vedibêje.”[3]
Ji ber vê yekê ye ku Elîade dibêje kesên di mîtan da Hebûnên Derxwezayî ne û ew bi kiryarên xwe yên ku di wê dema bêhempa ya “destpêkê” da tên nasîn. Mît behsa pîroziyên hebûnê dikin, her wiha rengvedanên van pîroziyan ên li ser cîhanê ji bo mirovan dişayesînin. Tiştê ku cîhanê afirandiye û aniye gihandiye roja me jî nijd û herka vê pîroziyê bi xwe ye.
Em mirov lêgerîna xwe ya (xwe)naskirinê bi rêya van pîroziyan bi ser dixin. Em bi saya mîtosan hîn dibin ku destwerdana van Hebûnên Derxwezayî li ser hebûnê û cîhanê heye. Hebûna van Hebûnên Derxwezayî mîna rewşeke îlahî û olîmpîk derdikeve pêşberî me. Îro em bi saya mîtosan dizanin ku em dijîn, dimirin, zayendên me hene û em xwedî çandekê ne. Ev ji bo em “xwebûna” xwe nas bikin dibe dergeh û derwazeyek. Em xwedî hebûn in, mît ji me ra vê vedibêjin, lê her wiha mît dibin handêr û teşwîqkar ku em di nav hebûna giştî da “xwebûna” jî xwe bi dest bixin. Ev yek me dibe digihîne ber pirsa zanav û nasnameya takekesî jî. Zanav û nasnameyeke me ya takekesî ya bi çi rengî heye? ‘Ev ‘ezê ku cîhanê bîr dibe û dijî kî ye?’[4] Di vir da mît mîna çavkanî û jêderkên xwebûna me jî derdikevin holê. Lewra diyardeya ku teşe daye “eza min a duhê”, teşe dide “eza min a îro” û dê teşe bide “eza min a sibehê” jî mît in û gotara demên pîroz e.
Duh mirov bimirin bûn, îro bimirin in, sibehê jî dê bimirin bin; an jî duh zayenda mirovî hebû, îro zayenda mirovî heye û sibehê jî dê zayenda mirovî hebe, em vê rastiyê ji mîtosan hîn dibin. Zanyariya me ya der barê hebûn û xwebûna me da, xwe dispêre vegêranên mîtîk. Ji ber vê yekê jî mirov nikare ‘rastî’ya mîtan paştguh bike. Lewra rastiya me ya îro bi xwe jî xwe dispêre wê rastiyê. Heke em ji rastiya mîtan ra bibêjin rastiyeke derewîn, ew çax rastiya me ya îroyîn bi xwe dibe derew.
Çawa ku mît di teşegirtina ‘ez’ê da jêderka bingehîn e, di teşegirtina civakê da jî wekî jêderka bingehîn tevdigere. Erka mîtan a sereke jî ev e jixwe. Ji bo em bikaribin ji pirsên wekî ‘Ez kî me?’ ‘Ez çawa bi civak û xwezayê ra li hev dikim?’, ‘Divê ez çawa bijîm?’ bersivan bibînin, pêwîstiya me bi wê dema destpêkê ango dema mîtîk heye. Mît, modelên hemû ayîn û çalakiyên watedar ên mirovî, (xwexweyîkirin, zewac, xebat, perwerde, huner, zanyarî) yên ku dê ji bo siberojê bibin nimûne, didin dabînkirin.
Tevger û reftara civakî bi çîroksaziya/fictiona mîtan ve hişkehişk girêdayiye. Heke îro tiştek di nav civakê da qedexe be, an jî kirina wê ferz be, teqez reh û rîşeyên wê kiryarê di wê dema mîtîk a pîroz da veşartiye. Îro gava em tiştekî dikin, em serî li serhatiyên pêşiyên xwe didin. Bersiva me ya di cih da ev e: “Pêşiyên me jî wisa kirine.” Ser meselê îro kurd (temamî nebe jî li ba me wisa ye) dema avê bi ser agir da dikin, an jî ava kelî dirijînin erdê pêşî wekî efsûnekê tiştekî bi lêv dikin, dibêjin ‘bisimilah’, ango bi ‘bi navê Xwedê’. Ev wekî rîtûelekê, di nav vê civakê da heye. Dema tu bipirsî helbet dê çîrokek bê vegotin, dê bêjin: ‘Ji ber ku carna mirov ava kelî bi ser erdê da dike, zarokên cinan li wir in û dişewitin, heke zarokên wan bişewitin jî cin dibin belapêjgarî mirov û li mirov radiselitin, mirov bi cinan dikevin.’ Ev qiseyek e, çîrokek e. Lê rasterast ev çîrok berê me dide destpêkekê; ya av û agir. Bêguman bi demê ra gotara dînî jî lê zêde bûye teşe daye vî reftarî. Lê belê tişta ku divê were fehmkirin ev e, tevger û reftarên me yên îro, hê ji wê dema pîroz a mîtîk ve hatine diyarkirin.
Lehengên di mîtolojiyê da bi giştî Xweda, Xwedawend û Hebûnên Derxwezayî ne. Di meselokan da jî lehengên derasayî û heywan serwer in. Cudatiyeke mît û meselokan jî ev e. Lê belê di her duyan da jî leheng ne ji nav jiyana rojane ne. Her wiha ferqek jî di navbera zemanê her duyan da heye. Zemanê mîtan zemanê ‘destpêk’ê ye. Di mîtan da kêliya çêbûna hebûnê tê vegotin, lê di meselokan da dem piştî zemanê destpêkê ye. Ango zemanê mîtan berî zemanê meselokan e.
Helbet, mît, tenê behsa reh û rişeyê hebûn, afirandina mirov, heywan û nebatan nake. Di heman demê da ew behsa hemû bûyerên ku bi serê mirovahiyê da hatine û mirovahiyê gihandiye heta roja me ya îro, behsa rewşa wê ya niha jî dike. Mît ji mirovî ra dibêje ku tu bimirin î, bizayend î, wekî civak hatiyî rêkxistinkirin, ji bo bijî divê bixebitî û divê li gorî hin qayîdeyan bixebitî. Heke dinya hebe, heke mirov hebe, sedema wê ew e ku di destpêkê da Hebûnên Derxwezayî çalakiyeke afirîner dane raberkirin.[5]
Elîade gava behsa mirovê modern dike dibêje ku li gorî mirovê modern ew ji aliyê ‘dîrok’ê ve hatiye afirandin, lê mirovê arkaîk/dêrîn jî xwe wekî encama bûyerên mîtîk dihesibîne. Mirovê modern dê sinsileya bûyerên dîrokî rêz bike û heke hewl bide rewşa xwe ya îro binirxîne, dê vê sinsileya bûyeran ji bo rewşa xwe wekî sedem diyar bike. Ango ew ê xwe û rewşa ku tê da ye wekî encama Şoreşa Fransî, Pîşesazî, Şerê Hemdinyayê yê Ewil û yê Duduyan pênase bike. Lê mirovê dêrîn jî dema behsa rewşa xwe bike, dê bi awayekî bivênevê xwe bispêre sedeman. Ew ê jî hin bûyeran rêz bike û bibêje ez encama wan bûyeran im. Lê belê li gorî Elîade ev bûyer di dema mîtîk da qewimîne, ji ber wê jî çîrokeke pîroz hatiye dahênan. Lewra kesên di van bûyeran da ne mirov in, Hebûnên Derxwezayî ne. Her wiha mirovê modern ne hewce ye hakimê zanyariya Dîroka Gerdûnî be, lê mirovê arkaîk/dêrîn neçar e ku çîroka hoz û êla xwe ya mîtîk bizanibe û bi bibîranînê wê tim bide jîyîn û pêkanîn.
Zanyariya li ser mîtan yekser bi reh/kok/bingeha heyberan ra eleqedar e. Heke tu bixwazî koka heyberekî bizanibî divê haya te ji mîtosa wê hebe. Gava tu wê mîtosê bizanibî tu yê bibî hakimê sirr û raza wê heyberê jî. Ne tenê tu yê bizanibî ka ew heyber çawa hatiye asta hebûnê, di heman demê da, dema ew heyber ji holê rabûn jî tu yê bizanibî ku tu yê wê li ku derê bibînî û wê çawa derxînî holê.[6] Ji ber ku mît behsa reha destpêka her tiştî dike, yên ku bi wan bizanibin jî wekî bisêhr û efsûn in. Lewra destpêk hakimî sibehê ye, rêberê dawiyê ye, ku tu bi wê bizanibî tu yê bikaribî raza wê ji bo xwe biemilînî.
Elîade, der barê binyad û erka mîtan da pênc xalên sereke wiha li pey hev rêz dike: 1. Mît behsa Çîroka çalakiyên Hebûnên Derxwezayî dikin; 2. Ev Çîrok erhede rast e (lewra bi rastiyê ra pêwendîdar e) û pîroz e (lewra ji aliyê Hebûnên Derxwezayî ve hatiye afirandin); 3.Mît her tim bi ‘afirandin’ekê ra eleqedar e, behsa wê yekê dike ka tiştek çawa derbasî nav jiyanê bûye, reftarek, saziyek, awayekî xebatê çawa hatiye afirandin; lewma jî mît, nimûneyên tîpîk ên hemû çalakiyên watedar ên xweserî mirovan in; 4. Mirov bi zanîna mîtan ‘reh’ên heyberan jî dizane, ji ber vê yekê dikarin bibin hakimê heyberan û wan li gorî xwesteka xwe araste bikin û bi kar bînin; 5. Bi her awayî, mirov mîtan ji nû ve bi bîr tînin û bi bûyerên ku cardin dê wan bînin merhaleya jinûveçêbûnê, bi awayekî pîroz û bicoş û peroş mîtan ‘dijîn’.[7]
Mîtos li cem Ksenophanes di çarçoveyeke cudatir da tê emilandin. Li gorî wî mîtos berovajiyê logos û historiayê tevdigere û axirî hemû tiştên ‘ku di rastiyê da tune ne’ vedigire nava xwe. “Li gorî bîr û boçûneke bi vî rengî; ji mîtosan, vegêranên sehekî/pêjnî (intuitional) peyda bûne, lê ji logosê nîqaşên beraqilî peyda bûne. Mîtos bûye sebebê kehanet û hunerê. Ji logosê jî zanist û matematîk derketiye holê. Logos ji me ra dibêje ka roj çawa bilind dibe, zarok çawa tên dinê. Logosê mirovan biriye heyvê. Lê tu carî sedema wê rave nake. Roj çima bilind dibe? Zarok çima tê dinê? Mirov çima li rûyê erdê hene? Ji bo bersivan jî me berê xwe û dêhna xwe daye mîtosan. Mîtos ji bo hebûnê armancekê dide mirov, wateyekê û erêkirinekê dide mirov.”[8] Zanist û bi giştî logos çawaniya bûyer û qewimînekê derdibire, wê li ser çawaniyê rave dike. Lê herçî mîtos e, beriya her tiştî berê me dide ‘çima’ya bûyer û qewimînan. Zanist çawaniya hebûnê lêkolîn dike, lê mît sedemekê, armancekê jê ra dibîne.
Lê her çi be jî ev her du têgehên dijberî hev di peyveke hê nûjentir da gihîştine hev: Mîtolojî. Mîtolojî ji peyva ‘mythos’ û ‘logos’a yewnanî hatiye dariştin. Ango dîsiplîna lêkolînkirina mîtan. Peyva logos di serdema modern da wekî paşgireke dîsiplînên zanistî hat emilandin û jê gelek peyv û têgehên nû hatin dariştin. ‘Ji ve dîsiplîna ku hemû efsaneyan vedigire nava xwe ra û wan bi awayekî sîstematîk lêkolîn dike, mîtolojî tê gotin.’[9] Li ser ve yekê Pattanaik dibeje: “Heke mît fikirek be, mîtolojî amûra wê fikirê ye. Mîtolojî ji çîrok, sembol û ayînên ku mîtan şênber dikin pêk tê. Ji mîtan bawerî, ji mîtolojiye jî nerît/edet peyda dibin. Mît fikir û hestan dimercîne. Mîtolojî li ser şiklê reftaran û ragihandinê bandor dike. Li pişt mîtolojiyê mît heye. Li pişt mîtan jî heqîqetek heye: ew heqîqeta ku ji jiyan û mirinê, xweza û çandê, bêqisurî û dibêtiyê, hiyerarşî û asoyan ji me ra mîras maye.”[10] Mîtolojî pergala perwerdeya mirovên qedîm e. Mîtolojî ji bûyeran wêdetir li ser sedemên derketina bûyeran radiweste, resmê cîhana rasteqîn xêz nake, hewl dide ku ev alem bi rêya sembolan bê fehmkirin.[11] Em bi rêya mîtolojiyê ji wê destpêka pîroz fehm dikin, dikarin wê darîçav bikin û rê li ber hebûn û xwebûna xwe xweş bikin. Hê jî wekî pergaleke perwerdeyê, di jiyana me da li kêlek zanista modern şop û rêçên vî gotara mîtîk têne dîtin.
Gava em di çarçoveya dîsipleneke zanistî da li mîtolojiyê dinihêrin em dibînin ku senifandinek ji bo cureyên mîtan çêbûye. Ev senifandin jî li gorî kesan diguhere helbet. Lê belê senifandineke giştî ya ku mirov ji bo vê çarçoveyê xêz bike dê bi îhtîmaleke mezin wiha be: Mîten Afirandinê, Mîtên Antropogonîkê, Mîtên Rîtuele, Mîtên Kokê, Mîtên Kultê, Mîtên Prestîjê, Mîtên Eskatologyayê û Mîtên Cîvakî.[12]
Ne ku mît û mîtolojî ji nav jiyana me derketiye, berovajî wê, di vê heyama modern da jî em kartêkeriya mîtan heta şanikên xwe hîs dikin. Her wiha êdî zanista modern bi xwe ji xwe ra mîtine teze diafirîne. Pergala kapîtalîzmê ya ku desthilatdarê vê serdemê ye, wan mîtên mirovên qedîm ji xwe ra dike tişt û diyardeyên mezaxtin û xeratê. Heta radeyekê postmodernîzmê hewl da wê şek û şikesteka ku bi modernîteyê ra li pîroziyên mirovan ketibû bicebirîne, lê belê neşiya ku mîtên mirovên qedîm ji nav lepê pergalê –sînema, honaka zanistî– rizgar bike. Êdî der barê siberojê da kehanet û mirwayên zanistê bi xwe hene; ka gelo robot dê kengî dawî li dinyayê bînin? Mirov dê kengî ji cîhane bar bikin biçin fezayê? û hwd. Lê mirovahî here ku bira here, heta dinya(yên) me xweş ava be(bin) em e dev ji mîtan bernedin. Lewra “em” bi destpêka hebûnê ra pewendîdar in, ji Xwedê ne.
[1] Barbara C. Sproul, Yaratılış Mitleri, Hil Yayın, 2018, r:13
[2] Hmn brh: 1
[3] Mircea Eliade, Mitlerin Özellikleri, Alfa, 2020, r:17, veguhastin: Shahab Vali, Kurdên Yarsan, Avesta, 2018, r:78-79
[4] Sproul, hmn brh, r:14
[5] Mircea Eliade, Mitlerin Özellikleri, Alfa, 2020, r: 23
[6] Elîade, hmn brh, r: 27
[7] Elîade, hmn brh, r: 32-33
[8] Devdutt Pattanaik, Hint Mitolojisine Giriş; Mit ve Mitya, Doğu Batı, 2016, r: 15-16
[9] Nîmet Yildirim, Îran Mîtolojîsî, Pînhan,2018, 38
[10] Pattanaîk, r: 16-17-18
[11] Fuzulî Bayat, Mitolojiye Giriş, Karam Yayinlari, 2005, r: 5
[12] Shahab Valî, hmn brh, r: 80