Xwendineke Vegêrrannasî li ser Bacanên Pelçiqî

PUXTE

Di xwendina berhemên edebî da çend boçûnên ciyawaz hene ku her boçûn xwendevan dibe cihekî xweserî boçûnê. Xwendineke psîkoanalîtîk dê xwendevan bibe li ber deriyê derûniya nivîskêr, xwendineke postkolonyal dê xwendevan bibe rewşa civakî û polîtîk a hawira ku berhem tê da hatiye afirandin. Têoriya vegêrannasî jî ku metna edebî ji xwe ra kiriye navend dê xwendevan bibe nav hêmanên ku vegêrana edebî xwe li ser saz kiriye. Xwendineke bi têoriya vegêrannasiyê ne tenê bi forma metna edebî ra pêwendîdar e, lê di heman demê da bi rêya boçûneke navdîsîplînî bi têoriyên edebî yên dîtir ra jî pêwendîdar e. Bi rêya xwendineke vegêrannasî xwendevan dê metna çîroksaz bi hin regezên xweser çêtir ji hev veçirîne. Ev gotar jî dê ji rêbazeke bi vî awayî ra bibe nimûneyek ku xwendineke vegêrannasî li ser berhema Rênas Jiyan a bi navê Bacanên Pelçiqî hatiye sepandin.

Peyvên sereke: vegêrannasî, vegêr, zincîreya rûdanan, zîqbûn, kronotop, Bacanên Pelçiqî.

ABSTRACT

There are various views on how to read literary works and each of these views takes the reader to a place special for that view. A psycho-analitic reading will take the reader to psychology of the writer, a postcolonial reading will take the reader to political and social situation in which the work was produced. Narrative Theory, the centre of which is literary text, will take the reader to the elements on which the literary narrative organizes itself. A reading with the Narrative Theory is not only related to the form of the literary text, but is also related to the other literary theories with the help of an interdisciplinary view. With a narrative reading the reader will be able to analyze fictional text better with some principles. This article is an example of this method which is applied on Rênas Jiyan’s Bacanên Pelçiqî.

Key Words: Narratology, Narrator, Plot, Chronotope, focalization, Bacanên Pelçiqî.

Destpêk

Vegêrannasî[1] boçûneka rexneyî û têorîk e ku li ser dahûrandina binyada vegêranan radiweste. Bi metodolojiyeke xweser; metnên vegêranan, hêman, pêşkeşiyên dîtbarî, rûdan û berên çandî yên ku çîrokekê vedibêjin, vedikole [Kocatürk, 2008: 1]. Ev têgeha ku yekem car ji hêla Tzvetan Todorov ve hatiye bikaranîn ji aliyê dîrokçe û bingehê ve xwe digihîne ramanên Arîsto û Eflatun yên li ser mîmesîs û dîegesîsê. Di metnên vegêranan da xweseriyên neguherbar yên wekî zincîreya rûdanan û vegêr hene ku xîmê metneke edebî li ser wan hatiye avakirin. Bi geşedana wêjeyê ra rêjeya taybetiyên metneke wejeyî û karîgeriya wan taybetiyan jî guherîn. Di berhemên modern û postmodern da,  ji rêbaza vegêranên klasîk ciyawaztir têknîkên nû yên wekî; modên vegêranê (şêwaza vegêrandina çîrokan an jî raweya vegêranê), mesafeya vegêranê, zîqbûn (focalization) , gotar û temsîla hişê karakteran, anakronî û kronotopê li ser nivîskaran kartêker bû û rêya bikaranîna teknîkên nû li pêşberî wan vekir. Di berhemên nivîskarên wekî Proust, Joyce û Henry James da girîngîpêdana wan têknîkên nû û bikarînana wan aşkera ye. Ji bo dahûrandina berhemên ku têknîkên nû bi kar anîne û hêmanên girtî di xwe da dihewînin, xwendineke bi rêbaza vegêrannasî, dê ji bo xwîner, ji hêla vê dahûrandinê ve bibe alîgirekî hêja. Lewra “piştî xwendineke vegêrannasî, xwendevanê hişmend çeşiddariya di vegêranan da,  şaşkerîyê, tevlihevî û taybetiyên servekirî dê zûtir bibîne, hêmanên vegêrannasiyê derxîne holê û wan bi ravekirinên heyî ve girê bide û dê hewl bide binê şîroveyên razber bi stratejiyên şênber ve dagire [Çıraklı, 2015: 23].

  Di vegêraneke edebî da,  nemaze di roman û çîrokan da hêmanên ku vegêranê xwe li ser saz kiriye, diyar in. Bingeha hemî metnên vegêranî li ser du asasan hatiye sazkirin ku yek ji wan; “zincîreya rûdanan” e û ya din jî kesekî/ê ku vê zincireya rûdanan pêşkeş bike ango “vegêr”ek e. Lêbelê ev nayê wê watayê ku hêmanên din yên wekî dem, cih, zîqbûn, karakter û karakterîzasyon di berhemekê da hêmanên ne girîng in, berovajiyê wê bi têkelkirina van hêmanan diyar dibe ew têgînên navborî bêyî hevûdu qels in. Weku ku Bakhtîn jî dibêje dem û mekan bêyî hevûdu qelsin û her du têkelî hevûdu bûne û Bakhtîn wan bi têgîna “kronotopê” bi nav dike. Di vegêranê da,  her hêman hem tena serê xwe hem jî bi pêwendiya xwe ya bi hêmanên din ra bê hilsegandin dê mafê têgîna “yekîtiya organîk” bê dayîn. Di têoriya vegêrannasiyê da ku têoriyeke navend-metin e bi pêwendiya hêmanên vegêranê em xwe digihînin vê yekîtiya organîk.

Li ser vegêrên vegêrana modern da endîşeya “çi vedigerîne” tuneye lêbelê endîşeya “çawa vedigerîne” heye. Ev jî çîroka ku hatiye vegêrandin pêrgî şîroveyan tîne. Êdî xwîner pirsên weku “kî diaxive?” “kî dibîne?” hwd. li metnê dike û binyad û gotara vegêranê bi van pirsan ji hev derdixe. 

       Em dê di vê gotara xwe da,  bi hin têgehên xweser ên vegêrannasiyê analîza romana Rênas Jiyan a bi navê Bacanên Pelçiqî bikin. Bi vê analîzê em dê bibînin hêmanên ku metin li ser hatiye sazkirin dê çêtir bixuyên. Lewra bi pêwendiya pare–yekpareyê şayesandina vegêranê rêyeke hêsantir derdixe pêşberî me. Boçûna me ya vegêrannasî dê ji bo analîza vegêranê bi kêrî me bên.

  1. Zincîreya Rûdanan

Di vegêranên edebî da û di mijara têgihiştina regezên bingehîn yên vegêranên edebî da têoriyeke girîng heye ku li ser cudakirina çîrok (story) û zincîreya rûdanan (plot) radiweste. Ev cudakirin hem li ser pênasekirina ‘vegêran’ê hem jî li ser hîmê vegêrannasiyê kartêker e. Ev cudakirina çîrok û gotarê (discourse) ango çîrok û zincîreya rûdanan alîkariya me dike ku em pêkhateyên sereke yên vegêranê bibînin. Herçiqas ev her du têgeh ji bo dahûrandina vegêranê û hînbûna pêkhateyên sereke yên vegêranê karîger bin jî, li ser jihevcudakirina wan jî ciyawazî hene. Ango her lêkolînera/ê vegêrannasiyê li gorî têgihiştina xwe wan ji hev cihê û pênase kiriye. Bahar Dervişcemaloğlu vediguhêzîne ku; yekem kesê behsa cihêbûna di mabeyna “fabula (çîrok)” û “sujet (zincîreya rûdanan)”ê kiriye Teşeparêzê Rûs Shklovsky e. Li gorî Shklovsky têgeha “sujet” (zincîreya rûdanan) ji wê wateya; ‘ew berhemên ku hatine temamkirin û xelaskirin’ wêdetir wateya hilberandin an jî afirandina hûnerî ya berheman derdibirre. Ango “sujet”  hêmaneke vegêranê ye ku bi form-teşeya wê ve têkilîdar e. Ligorî Shklovsky “fabula” (çîrok) tenê ji “sujet”ê ra keresteyan amade dike [Dervişcemaloğlu, 2014: 77]. Bi kurtî bê derbirrîn fabula keresteyên berhemê ye ango çîroka (an jî çîrokên) wê ye; sujet jî bi rêya wan keresteyan hilberandin û teşedayîna berhemê ye.

Li gorî Forster jî ciyawazî di navbera çîrok (story) û zincîreya rûdanan (plot) da heye. Forster dibêje ku: “çîrok” rêzkirina rûdanan li gorî demê ye; zincîreya rûdanan jî ‘pêwendiya sedemî ya di mabeyna van rûdanan’ da derdibirre. Heger em bibêjin “Şah mir dûre Şahbanû mir” ev hevok dê tenê çîrokekê binimîne (temsîl bike), lê heger hevok wiha bê sazkirin; “Şah mir dûre jî Şahbanû ji kerba mir” ev hevok dê tenê rewşa çîrokê nenimîne, lê ew fraza daçekî “ji kerba” honandina di navbera her du rûdanan da jî dinimîne. Lewre sedema mirina Şahbanû bi mirina Şah ve hatiye pêwendidarkirin [Forster, 2001: 128-129]. Heger ku em ji berhemê

çend mînakên bi vî awayî bidin:

         Wê rojê baran bariyabû, kes neçûbû ser erdan, kar betal .

[Bacanên Pelçiqî: 74]

        Ji ber ku baran bariye kes neçûye ser kar.

Ji ber ku payîzxêrk bû û erda newalê ne ewqasî hişk bû me gor zû kolabû.

[r: 21]

Ji ber ku payîzxêrk bûye kolana erdê hêsantir bûye.

Di zincîreya rûdanên Bacanên Pelçiqî da hin rewşên taybet hene ku rûdan ango çîrokên ji hev cihê, bi hin detayan bi hevûdu ve hatine girêdan. Pevbestina zincîreya rûdanan bi van detayan “yekîtiya organîk” a berhemê parastiye. Di berhemê da diyardeya sereke ya ku wan çîrokên ciyawaz bi hevûdu ve girê dide “teybik” e. Ango çîroka Cindî û çîroka Sulhedînê kurê Seyîdxanê Kerr bi guhdarîkirina strana “Mala Ûsivê Seydo” ku Cindî kaseta xwe dixe ‘teybik’a xwe, bi hev ve hatine girêdan. Çîroka Cindî û Sulhedîn da ku di binbeşê duduyan da bi kasetê ve hatiye pevgirêdan, di beşên dawî da dê aşkere dibe ku ev pevgirêdan ne tenê bi kasetê lê heman demê da bi eqrebatiyê (ku Sulhedîn kalikê Cindî ye) jî pêk tê. Seyîdxanê Kerr kalikê Cindî ye û ji ber vê hindê ye ku Cindî hertim strana Mala Ûsivê Seydo guhdarî dike. Dema ku Cindî strana “Mala Ûsivê Seydo” guhdarî dike çîroka Sulhedîn tê vegotin. Nivîskar vê derbasangê bi rêya texeyulkirina Cindî pêşkeşî xwendevan dike. Ango di eslê xwe da çîroka Sulhedîn wekî xeyalê Cindî be hatiye pêşkeşkirin. Nivîskar vê tiştê bi awayê ku di her beşên çîroka Sulhedîn da bi epîgrafên ku ji straneke dengbêjiyê bin destnîşan kiriye. Lê ev şêwaz tenê di binbeşê ‘dudu’yan da bi awayekî mentiqî hatiye destnîşankirin. Di dawiya binbeşê duduyan da Cindî teybika xwe ji çenteyê xwe derdixe û kaseta Mala Ûsivê Seydo tixe teybikê û pêl bişkokê dike û beşa duduyan di vir da diqede. Lê beşa sêyem da çîroka Sulhedîn tê vegêrandin. Meriv dikare bibêje ku binbeşê sêyem herwekî ku texeyulkirina Cindî be hatiye pêşkeşkirin. Ev rewş di binbeşên dawî da bêyî ku atmosfereke wiha (Cindî kasetê dixe teybikê û li stranê guhdarî dike dûre çîroka Sulhedîn destpê dike…) bê sazkirin hatiye pêşkeşkirin ku ev jî ji hêla pevbestinê ve hişê xwendevan da pirsan diafirîne. Nemaze dema ku çîroka Mencikê tev li vegêranê dibe ev zêdetir tevlihev dibe. Lewra ji serbeşê duduyan heta serbeşê sisyan, vegêran bi awayê ku binbeşek çîroka Mencikê û binbeşek çîroka Sulhedîn be hatiye avakirin.

Çîroka Mencikê û Cindî jî heman bi wê teybikê û bi wê malê bi hevûdu ve hatiye honandin. Di binbeşê çarem da dema ku Cindî li wan kasetên ku Egîtê hevalê wî li wê malê dîtibûn û ji bo wî hiştibûn yek bi yek dinêre û di nava wan da kasetekê dibîne ku li ser ‘Mehmûdê Hesê – Ûsê Seydo’ dinivîse. Ji ber ku ji strana Mala Ûsivê Seydo hez dike wê kasetê dixe teybika xwe û guhdarî dike. Dema ku Cindî kasetê guhdarî dike şûna dengbêjiyê dengê keçikekê tê: “Ez Mencikê me belkî bîstekî din têkevin hundir û min bikujin!” [r: 27] dibêje. Cindî vî dengî meraq dike û dest bi guhdarîkirina kasetê dike. Bi guhdarîkirina kasetê ra vegêr diguhere. Mencikê, ku hem vegêr hem jî serlehenga vê çîrokê ye dest pê dike çîroka xwe vedigerîne. Bêyî ku encama çîrokê diyar bibe çîrok diqede. Ev pevgirêdana çîroka Cindî û çîroka Mencikê ne tenê bi wê teybik û kasetê bi hevûdu ve hatine girêdan lê di heman demê da bi rêya wê mala ku Egîtî ji hevalê xwe Cindî ra kirê kiribû ve jî hatiye honandin. Lewra di eslê xwe da ew mala ku Cindî tê da ye berê mala Mencikê bû û Mencikê di jûreke wê da dengê xwe tomarî kasetê kiribû. Em vê pevgirêdanê di beşên ku Terfa derdikeve holê da hîn dibin. Dema ku Terfa (xuşka Mencikê ye û bûye şervan) tê wê malê ji bo ku Cindî bibe Reqayê aşkera dibe ku Terfa xuşka Mencikê ye û dest pê dike berdewamiya çîroka Mencikê ji Cindî ra vedibêje.

Pevgirêdana çîroka Cindî û Terfayê jî bi şerê Reqayê ve pêk hatiye. Ango Terfa şervanek e û dixwaze Cindîyê ku 2015an da li Sûrê şer kiribû derbasî Reqayê bike. Çîroka herduyan jî hem li ser çîroka Mencikê hem bi rêya şerî bi hevûdu ve hatine honandin.

Em dibînin ku ew çîroka ku di destpêka berhemê da hatiye dayîn; çîroka kuştina Hisên a ji aliyê birayê wî Hesen ve jî di beşên peyrew da bi çîroka Mencikê ve tê girêdan. Piştî ku Hisên ji ber êşa destdirêjiya Mencikê ya ku ji terefî bavê wî ve pêk hatiye radibe bavê xwe dikuje, Hesenê birayê wî jî ji ber kuştina bavê xwe radibe birayê xwe dikuje. Di vê berhemê da teknîka bazine-çîrokê hatiye bikaranîn. Encama çîroka Mencikê bi awayekî sergirtî di beşa destpêkê da hatiye pêşkeşkirin.

  • Vegêrr

Herwekî ku me li jor gotibû, bingeha hemî vegêranan li ser du asasan hatiye sazkirin ku yek ji wan zincîreya rûdanan e û ya din jî vegêrek e ku zincîreya rûdanan pêşkeş dike. Nemaze di vegêranên çîroksaz da ji bo “vegêr” vatiniyeke taybet heye. Pozîsyon û rewşa vegêr bi pirsa ‘em di metnê da dengê kî dibihîzin?’ ve têkilîdar e. Ango “Kî diaxive?” .  “Bi kurtî meriv dikare ji bo vegêr bibêje ‘navbeynkar’. Navbeynkarê ku di navbera nivîskar û xwendevan da têkiliyekê datîne. Yanî hêmaneke roman an jî çîrokê ye ku bûyer, diyarde an rewşekê neqlî xwendevan dike”[Alan, 2015: 117]. Her vegêranek xwedî vegêrekî/ê ye. Ev vegêr hem dikare dengekî derveyî ango kesekî ji derve be hem jî dikare dengekî hundirîn be ango dengê karekterekî/ê vegêranê bixwe be. Vegêrên metnên çîroksaz merivên rasteqîn nînin, ew tenê “bikerên zimanî” ne, yên ku ji aliyê zimanê vegêranê ve hatiye sazkirin. Divê xwendevan dengê “vegêr” û nivîskar tevîhev neke. Dema ku nivîskar berhema xwe bi vegêrê kesê yekem pêşkeş bike, ew nayê wê wateyê ku ev dengê nivîskar bixwe ye (di hin metnên edebî da dibe ku ev deng bibe yê nivîskar: berhemên jînennîgarî, name hwd.). Herçiqas bi raweya kesê yekem hatibe vegêrandin jî ev deng aidê kesekî razber e. Tenê bi xwendinê hebûna vê dengê xuya dibe. Ew raweya kesê yekem û dengê ku bi “ez û min”ê diaxive dengê karakterekî/ê ji metnê ye. Li gorî Gerard Genette di vegêranekî da em dikarin pêrgî du cure rewşê vegêrandinê bên:

  1. Vegêrandina homodîegetîk/navxweyî: Ew cure vegêran e ku rûdan di heman demê da bi rêya kesekî/ê ku di nav rûdanê da cih digire ve tê vegêrandin. Vegêr di heman demê da yek ji karakterên vegêranê bixwe ye. Ku gireya “homo-“ vê temsîl dike.
  2. Vegêrandina heterodîegetîk/derveyî: Çîrok ji aliyê kesekî ku di nav vegêrandinê da cih nagire ve tê vegêrandin.

Genette vegêrandina navxweyî (homodîegetîk) jî di nav xwe da dike du pişk ku yek jê: Vegêr lehengê vegêranê bixwe ye û ya din jî vegêr çavdêr an şahidê vegêranê ye û rola karakterê duyemîn da ye. Genette ya ewil jî bi “otodîegetîkê bi nav dike.

Di vegêrana Bacanên Pelçiqî da çend dengên ji hev ciyawaz hene ku ev hem bi mijara vegêrandin hem bi mijara perspektîfê ve pêwendîdar e. Çawa ku di hin vegêranên fîktîv da ji vegêrekî bêhtir vegêr hebin di vê berhema Bacanên Pelçiqî da jî dengê çend vegêrên xweser tên guhên xwendevan. Ev vegêrên ji hev ciyawaz bi rêya xweseriyên metna çîroksaz bi hev ve hatine pevbestin. Ango pênc vegêrên vê romanê hene ku her pênc jî bi hev ra pêwendîdar in. Ji hêla rewşa vegêrandinê ve her du cureyên vegêrranê vegêrana homodîegetîk (navxweyî/kesê yekem) û vegêrana heterodîegetîk (derveyî/kesê sêyem)heye. Lêbelê di beşên (32 û 33an) ku Terfa vegêr e, dengê ku tê bihîstin ji dengê serleheng bêhtir dengekî çavdêr e. Ango wekî ku Genette “vegêrana navxweyî/homodîegetîk” dabeş dike : “Yek vêgêranên ku vegêrê wî/ê lehengê wê ye, ya din jî vegêranên ku vegêrê wî/ê çavdêrî û şahidiya rûdanan dike û rola wî/ê karakterê duyemîn e. Terfa di van her du beşan da berdewamiya çîroka xuşka xwe Mencikê vedigerîne.

Hevterîbî van her sê rewşên vegêranê, em pênc dengên ji hev ciyawaz dibihîzin. Dengê vegêrê kesê sêyem(heterodîegetîk), dengê Cindî, dengê Sulhedîn û dengê Mencikê û dengê Terfa. Cindî, Sulhedîn û Mencikê û Terfa ji aliyê rewşa vegêranê ve homodîegetîk (navxweyî) in. Ango vegêrê kese yekem ê bi cihnavka “ez” û “min”ê hatiye sazkirin. Di her sê serbeşên romanê da û di binbeşên wê da vegêr diguherin. Di binbeşa yekem da vegêr kesê sêyem e û çîroka kuştina Hisên a ji aliyê birayê wî Hesen ve hatiye vegêrandin. Di binbeşa duyem da çîroka Cindî û hevalê wî Egîtî hatiye vegêrandin (vegotin) û di binbeşa sêyem da çîroka Sulhedîn û Seyîdxanê Kerr tê vegêrandin û di binbeşa pêncem da jî çîroka Mencikê hatiye vegêrandin. Ev her çar çîrok ji hevûdu cihê ne. Lêbelê di heman demê da bi hev ra jî pêwendîdarin. Em dê di beşa ‘Bîst û Heştan’ da bibînin ku Cindî neviyê Sulhedînê kurê Seyîdxan Kerr e. Dema ku di beşa duduyan da Cindî li qaseta dengbêjî ya “Mala Ûsivê Seydo-Seyîdxanê Kerr” guhdarî dike ji xew ra diçe. Beşa sêyem da çîroka Sulhedîn herwekî ku dengbêjiya wê qasetê da be vegotin hatiye ragihandin. Ango herwekî xewnekî ye ku Sulhedînê kurê Seyîdxanê Kerr bi texeyulkirina Cindî çîroka xwe vedigerîne. Pevbestina çîroka Cindî û Sulhedîn hem ji hêla eqrebatiyê ve hem jî bi rêya wê qaset û teybikê ve hatiye sazkirin.

Çîroka Mencikê û Cindî jî di binbeşa çarem da dema ku Cindî kasêta ku li ser ‘Mehmûdê Hesê- Ûsê Seydo’ nivîsiye dixe teybika xwe, dibîne ku dengê jinekê tê: “Ez Mencikê me belkî bîstekî din têkevin hundir û min bikujin!” [r: 27] dibêje. Cindî vî dengî meraq dike û dest bi guhdarîkirina kasetê dike. Bi guhdarîkirina kasetê ra vegêr diguhere. Ev taybetî bi zincîreya rûdanan ra jî pêwendîdar in ku çîrokên ji hev ciyawaz bi teferuatên biçûk bi hevûdu ve hatine pevbestin. Li jorê di beşa zincîreya rûdanan da ev pevgirêdana rûdanan hatibû destnîşankirin.

Di serbeşê duyem û binbeşê pêncem da çîrokeke nû tev li vegêranê dibe: çîroka Mencikê. Êdî di bin serbeşa duyem da,  binbeşek çîroka Mencikê û binbeşek jî çîroka Sulhedînê kurê Seyîdxanê Kerr hatiye vegêrandin ku ev rewş heta serbeşa sêyem didome.. Em heta serbeşa sêyem çîroka Cindî nabihîzin. Piştî serbeşa sêyem em hem çîroka Cindî hem jî çîroka Terfayê (ku ew jî behsa çîroka xuşka xwe Mencikê dike) dibihîzin. Meriv dikare bibêje ku çar çîrokên ciyawaz (lê di heman demê da bi hev ra girêdayî: Cindî û Seyîdxanê Kerr, Mencikê û Terfa, Mencikê û Hisên) di seranserî berhemê da hatine vegêrandin.

Herçiqas ev her çar çîrok bi pênc vegêrên ciyawaz hatibin vegêrandin jî nivîskêr nikarîbûye wê pirdengiya Baxtînyen pêk bîne. Di eslê xwe da pir vegêrî vê derfeta pirdengiyê dide nivîskar ku vegêr û karakterên wî bi têgihiştineke pirdeng di romanê da cih bigirin. “Ji ber ku ji bilî beşa yekem vegêrê gişzan ango vegêrê kesê sêyem tuneye, xwîner mecbûr e xwe bispêre beyanên lehengên romanê. Ev yek li gor romana pirdeng e, ji ber ku vegêrê gişzan ê ku hem cîhana derve hem jî derûna lehengan dişayesîne, ne guncaw e bo romana pirdeng. Ev pirvegerî hin mercên ji bo romana pirdeng guncaw pêk anîne” [Altınkılıç: 98]. Ji hin hêlan ve wekhevî di mabeyna Mîrnameya Jan Dostî û Bacanên Pelçiqî da heye. Di her du berheman da jî beşên destpêkê bi vegêrê kesê sêyem dest pê dike û di beşên peyrew da vegêrê kesê yekem dikevin dewrê û ew çîrokê vedigerînin. Lêbelê di Bacanên Pelçiqî da hemû vegêr bi heman têgihiştinê çîroka xwe vedigerînin. Di Mîrnameyê da ew karakterên ku behsa mirina Ehmedê Xanî dikin bi têgihiştinên ciyawaz û heta bi îdeolojiyên dijberî hev hatine afirandin. Ango her karakter li gorî çemk û îdeolojiya xwe behsa mirina Xanî dike. Jan Dostî dengê tu karakterî li ser dengekî din nexistiye. Mafê hemûyan jî heye ku fikrên xwe bibêjin. Her karakter bi perspktîfeke azad di berhemê da erka xwe pêk tîne. Lê di Bacanên Pelçiqî da nivîskêr vê tiştê zeft nekiriye. Yanî herçiqas gelek vegêr û karakter hebin jî hemû di bin xizmeta fikr û îdeolojiya nivîskar da mane. Dengê serdest yê ku ew radigihînin di eslê xwe da dengê nivîskar e. Nivîskêr karakterên xwe yên dijberî hevûdu jî azad nekiriye. Belê çend karakterên ku dijî hev hene lê hemû jî ji bo rexne û têgihiştina nivîskarî ya ku dixwaze feodalîteya di civakê da rexne bike ra bûne kereste. Pirdengî nayê wê wateyê ku di berhemekê da pir karakter hene û her karakter çîroka xwe vedibêje. Pirdengî bi gotara îdeolojîk ya karakteran û ya nivîskêr ra pêwendîdar e. Aya nivîskar ji hêla îdeolojiyên ciyawaz ve karakterê xwe çiqas dikare azad berde û çiqas mafê axaftinê daye wan? Bacanên Pelçiqî berhemeke pirvegêr e lê ne pirdeng e. Lewra ew karakterên ku li dijî hevûdu hatine afirandin da nivîskar tenê karakterên ku îdeolojiya wî dinimîne azad berdaye û herî zêde mafê axaftinê daye wan. Ev nexasim di meseleya Mencikê da diyar dibe. Nivîskar bi rêya gotara Terfa û Cindî li hember diya Mencikê û birayên wê derdikeve. Ji ber van hegeran em dikarin bibêjin Bacanên Pelçiqî ji berhemeke pirdeng bêtir angajebûna nivîskêr temsîl dike.

Tişta ku ku Baxtîn ji bo Dostoyevskî digot: Karakterên Dostoyevskîyî weqasî nivîskarekî azad in û gotara karakterên wî weqasî gotara wî(nivîskar bixwe) azad e di vê berhemê da pêk nehatiye. Lê pirvegêriyê vê derfetê dabû nivîskar.

                                                                                                                                       

Nivîskar ji bo her vegêrê/î hin nîşaneyên taybet daniye. Serekê beşan amajeyê vê dike. Serekê beşên ku Cindî vegêr e bi herfan hatiye nivîsîn: dudu, çar, bîst û heşt hwd. Serekê beşên ku Sulhedîn vegêr e bi jimarên romenî hatine destnîşankirin: III, VI, VIII hwd. Hevterîbê van beşa vegêrê kesê sêyem û beşên ku Mencikê û Terfa vegêrtiya wan dikin bi heman awayî, bi hejmarên latînî hatine destnîşankirin: 1, 5, ,32, 33. Sedema vê yekê jî ew e ku her sê vegêrr jî heman çîrokê, çîroka Mencikê vedibêjin. Nexwe em dikarin bibêjin ku çîroka Mencikê bi sê vegêrên (rewşa vegêrandinê) ji hev ciyawaz ve tê vegêrandin.

Em dikarin vegêrên vê berhemê wiha bidin nîşan:

  • Vegêrê kesê sêyem: binbeşa 1 (yekem)
  • Cindî: Binbeşên; dudu, çar, bîst û heşt, bîst û neh, sî, sî û heşt
  • Sulhedîn: III, VI, VIII, X, XII, XIV, XVI, XVIII, XX, XXII, XXIV, XXVI
  • Mencikê: 5, 7, 9, 11, 13, 15, 17, 19, 21, 23, 25, 27
  • Terfa: 32, 33
  • Zîqbûn/Focalîzatıon

Rûdanên ku cîhana fîktîv pêk tînin ji bergeheke diyarkirî ve tên veguhaztin. Ger ku em pirsa “Kî dibîne?” li vegêranê bikin ew çax misoger e ku em pêrgî perspektîfekê bên. Di babeta perspektîfê da du pirsên dîtir derdikevin holê ku, divê ev pirs bi awayekî durist li metna vegêranê bên pirsîn da ku tevlihevî di babeta perspektîfê da nemîne. Pirsa yekem “Kî diaxive?” ye û yekser bi pişka vegêrê ve girêdayî ye. Lê di pirsa duyem da “Rûdan di perspektîfa kî da tê pêşkeşkirin?” ji pişka vegêrê ciyawaztir bi “zîqbûna (odaklama) hişmendiyekê” ve pêwendîdar e. Dibe ku zincîreya rûdanan bi “zîqbûna/perspektîfa kesekî ku di metna vegêranê da ‘rola vegêr’ê naleyîze ve bê pêşkeşkirin û çîrok bi dîtin û têgihiştina karakterekî/ê ve bê vegêrandin. “Bi rêka hişmendî û pozîsyona wê/î em li ser rûdanan zûr dibin”.[Culler: 2007, 129]

Pirsa “kî diaxive?” ji pirsa “kê dibîne?” ciyawaztir bi dengê metnê ra têkilîdar e. Dibe ku “zîqer(focuser/odaklayıcı)” û vegêr yek kes bin û di heman demê da dibe ku ji hevûdu cihê bin. Rewşeke guherbar e. Bûyer û zincîreya rûdanan di perspektîfa vegêr da jî dikare bên vegêrandin. Lêbelê ev taybetiyeke metnên klasîk bû û metnên modern ên çîroksaz arasteyî cudatiya zîqer û vegêr bûn. Çawa ku guherbariya vegêr di metnê fîktîv da hêsan bû guherina zîqer jî heman wisa hêsan e. “Bergeha zîqerekê/î, metna vegêrayî bi rê ve dibe” [Jann, 2012: 69] ango metna vegêrayî bi rêya zîqbûnê teşe werdigire. Zîqer dikare di metna vegêranê da pêrgî geşedanê irsî û hişî were û ev geşedan li ser bergeha wî/ê karîger bin. Divê di hilberîna metna vegêranê (roman, çîrok hwd.) da nivîskar ji xwe ra zîqerekî/ê û pozîsyona zîqbûnê saz bike û çîroka vegêrana xwe pê vegêrîne.  Dema ku vegêranek; raman, pêzanîn, têgihiştin, meylên çandî û îdeolojîk ên navendekî neqil dike bi vê neqilkirinê bergehek jî derdikeve pêşberî me. Di romanekî da vegêr çi dibe, kê dibe bila bibe (kesê yekem, kesê sêyem û kesê fîgûral) rûdanên ku pêk tên ji aliyê gelek kesan ve tên dîtin. Hin lêkolîner mijara perspektîfê/zîqbûnê bi rawe/mod(kip)ên vegêranê ve pêwendîdar dikin. Raweya lêkeran yekser amajeyê raweya zîqbûnê dike. Gerard Genette ku yek ji wan kesên ewilîn e li ser mijara zîqbûnê radiweste, zîqbûnê dike sê beş: Zîqbûna sifir, zîqbûna navxweyî, zîqbûna derveyî. Zîqbûna navxweyî jî di nav xwe da bûye sê beş; zîqbûna sabît, zîqbûna guherbar û zîqbûna piralî. [bnr. Dervişcemaloğlu, 2014: 96-99] Belê herwekî ku li jor jî hatibû diyarkirin, di navbera Mîrname’ya Jand Dost û Bacanên Pelçiqî da ji hêla pirbûna vegêran ve hevbeşiyek hebû. Lê ji hêla zîqbûnê ve her du berhem ji hev cihê ne. Di Mîrnameyê da zîqbûna piralî heye ku ‘heman bûyer’ ji hêla ‘gelek kesan’ ve tê dîtin û vegêrandin lê di Bacanên Pelçiqî da ‘gelek rûdanên’ ji hev ciyawaz ji hêla ‘çend kesên cuda’ ve tên dîtin û vegêrandin.

Di romana Bacanên Pelçiqî da “zîqbûna guhêrbar” serdest e. “Lewra bûyer û çîrokên ji hev cihê ji aliyê vegêr û karakterên cihê ve tê ragihandin” [Alan, 2015: 121]. Lêbelê di binbeşa yekem da zîqbûn li ser vegêrê heterodîegetîk(kesê sêyem) e. Ev jî tê wê wateyê ku di binbeşa yekem da zîqbûna sifir heye ku; di zîqbûna sifir da vêgêr ji lehengan bêtir tiştinan dizane. Derbarî derûnî, raman, daxwaz û tevgerên karakteran da gelek tiştan dizane û dibîne. Rûdana kuştina Hisên a ji aliyê birayê wî Hesen, bi vegêrê kesê sêyem tê pêşkeşkirin lê ev vegêrê kesê sêyem pêzanîna xwe zêde dernaxe pêş. Lewra beşa yekem bi piranî ji diyalogên her du birayan pêk tê. Di binbeşa duyem da ku bi vegêrê kesê yekem(otodîegetîk) hatiye pêşkeşkirin, zîqbûn li ser Cindî ye. Cindî yek ji karakterê romanê ye û çîroka xwe vedigerîne. Di binbeşa sêyem da ku ew jî wek binbeşa duyem bi vegêrê kesê yekem hatiye pêşkeşkirin, zîqbûn li ser Sulhedîn e. Çîroka Seyîdxanê Kerr bi bergeha Sulhedîn ango kurê Seyîdxanê Kerr ve hatiye ragihandin. Ev pevbestina beşan di beşa “vegêr”ê da hatibû ravekirin. Di beşa çarem da zîqbûn cardin vedigere li ser Cindî û bûyer bi bergeha wê tên ragihandin. Di binbeşa pêncan da karakterekî nû dikeve nav romanê û vegêran bi vegêrandina wê dewam dike. Vegêrê kesê yekem yanî Mencikê di vê binbeşê da çîroka xwe bi bergeha xwe pêşkeşî xwendevan dike. Di binbeşa şeşem da zîqbûn cardin vedigere li ser Sulhedîn. Heta binbeşa bîst û heştan metna vegêranê, beşekê bi zîqbûna Mencikê, beşekê bi zîqbûna Sulhedîn pêşkeş dike. Binbeşa bîst û heştan da cardin zîqbûn vedigere li ser Cindî. Sê binbeşên peyrew da (29, 30, 31) jî rûdan heman bi zîqbûna Cindî tên ragihandin. Di binbeşa sî û duduyan da zîqerekî nû tev li vegêranê dibe: Terfa. Terfa vegêrê çavdêr e û berdewamiya çîroka Mencikê vedibêje. Rûdan û çîrok hem bi devên wê hem jî bi bergeha wê tên pêşkeşkirin. Binbeşa sî û sisyan jî heta paragrafa dawî bi bergeha Terfa yê tê ragihandin. Di paragrafa dawî da em dibînin ku zîqbûn vedigere li ser Cindî. Ji binbeşa sî û çaran hetanî sî û heştan zîqbûn li ser Cindî ye. Wekî ku dixuyê derbasangê zîqbûnê hin cihan da bi teferuatên biçûk ve hatine pevgirêdan. Di hin cihan da jî em dibînin, dema ku ji paragrafekê derbasî paragrafeka din dibe, zîqbûn jî diguhere. Bi vî awayî hatiye destnîşankirin ku romana Bacanên Pelçiqî da zîqbûna guhêrbar serdest e.

Her zîqer rûdanên ku dibînin bi têgihiştina xwe dinirxînin. Belê gelek karakter hene lê nivîskarî roleke girîng nedaye zîqbûna wan. Ji ber ku her karakter bi roleke girîng derneketiye pêş. Zîqeran di berhemê da erka vegêrtiyê jî wergirtine. Zîqerê di navendê da Cindî ye ku em bi perspektîfa wî xwe digihînin çîroka Sulhedîn û Mencikê.

  • Dem û Mekan an jî Kronotop

Dem û mekan du hêmanên bingehîn ên vegêranê ne ku di nav wan da pêwendiyeke xurt û misoger heye. Li gorî Baxtîn “dem û mekan” yek in û bêyî hev qels in. Ji ber hindê van her du têgehan bi têgeha “kronotopê” bi nav dike. Baxtîn dibêje ku: “kronotop, cihê ku girêkên vegêranê bi hevûdu ve tên bestin û yek dibin destnîşan dike” [Baxtîn, 2017: 303]. Kronotop ango dem-mekan bûyerên di vegêranê da şênber dike û cismekê dide wan ku ev jî zemîna nîşandan û temsîlkirina bûyeran amade dike. Weku ku Baxtîn jî diyar dike: “Hemî hêmanên razber ên romanê –gelemperîkirinên felsefî û civakî, raman dahûrandinên sedem-encaman– li ber bayê kêşana kronotopê dikevin, bi rêya kronotopê şênber dibin” [Baxtîn: 2017, 304]. Herçiqas yekitiya dem û mekanê diyardeyeke aşkere be jî di metnên vegêranê da,  cara pêşîn ev her du têgeh ji hev cihê hatine pênasekirin û nirxandin. Ger ku em her du têgeha ji hevûdu cihê pênase bikin:

  1. Mekan

“Mekanê Edebî, ew hawir e ku heyber û karakterên metna vegêranê di tê da hatine bicîhkirin.  Ango ew jîngeha diyarde û karakterên vegêranê ye” [Jann: 2012, 107]. Ji bo veguhaztina çîrokê, hest û ramanên vegêranê cih yek ji hêmanên herî pêwîst e. Çawa ku tê gotin “erdnîgarî çarçoveya dîrokê ye” bi heman awayî meriv dikare bibêje ku “mekan, çarçoveya bûyer, hest û ramênên karakteran e”.  Di mabeyna mekanê vegêranê û mekanê hûnerên dîtbarî (wêne, film) ciyawaziyek heye. Lewma cihê di nav teksteke edebî da,  bi bergeheke fireh dîtina temamî ya jûrekê ne gengaz e, lê di fîlmekê an jî wêneyekê da meriv her tiştê heyî bi temamî dikare bibîne. “Her çiqas dîtina mekanê edebî dijwar be jî, xwendevan “wêneyê nivîskî” yê vegêranê di pêvajoya xwendinê da temam dike” [Jann: 2012, 106] Yanî mekan, ew hawir e ku rewş û bûyerên vegêranê di wir da tên pêşkeşkirin. Chatman wekî cudakirina dema gotarê û dema çîrokê li ser mekanê jî dabeşkirinek kiriye ku jê ra dibêje “mekanê gotarê” û “mekanê çîrokê” [Chatman, 2008: 89]

Mekanê çîrokê: Ew mekanê ku raman û bizavên karakteran di tê da derbas dibe û em pêwendiya zincîreya rûdanan tê da dişopînin ra tê gotin. “Hemî çarçoveyên mekanî û digel vê jî ew cihên ku tu rûdan lê neqewimiye lê di vegêranê da hatiye bilêvkirin vedigire nav xwe [Dervişcemaloğlu: 2014, 177].

Binê Pira Bilaliya, Mûş, Manisa, Milazgir, Kop, İran, Çiyayê Qertewînê, Cemalwerdî, Mala ku Cindî kirê kiriye hwd. Hemî hawirên ku karakter li wir bi tevgerin û hemî hawirên ku hatine bilêvkirin dikevin nav vê kategoriyê.

Mekanê gotarê: Mekanê vegêr ê wê gavê derdibirre. Di wateyeke din da: “ew hawirên ku rewşa vegêrandinê lê hatine bicihkirin e” [Jann: 2012, 107] Nexweşxane, girtîgeh, leşkergeh hwd. cihên gotarên xweser in. Ango ev cihên bi vî awayî gotarên xweser diafirîne.

  • Odeya sergînan ya ku Mencikê lê hatibû kilîdkirin (ku erka girtîgehekê da ye) û gotara xwe lê pêşkeş dikir dikare wekî mînaka vê kategoriyê bê dîtin.

Divê bê destnîşankirin ku mekanên gotarên berhemê qels hatine sazkirin. Lewra mekanên di berhemê da hîç bandor li ser gotarê nekirine. Heger weku mînak em mekanê gotara Mencikê bidin em dê yekser bibêjin ku gotara wê qels e!. Ji ber çi? Lewra Mencikê di odeyeke sergînan da dîl e. Beriya wî mexdûrê destdirêjiyekê ye û ji hêla derûnî ve têkçûyî ye. Lê dema ku em çîroka Mencikê ji gotara wê bi xwe guhdar dikin yekser dibihîzin ku Mencikê diyalogan (diyalogên di navbera xwe û endamê malê û diyalogên endamên malê…) radigihîne. Meriveke wekî Mencikê dê çawa bikaribe bi wê derûniya xwe ya têkçûyî diyalogên navbera karakteran ragihîne? Nivîskar gotara Mencikê tenê ji bo çîrok pêk bê û peyam bê ragihandin xistiye amraz. Lê dema ku amraz û armancê cih guherand pirsgirêk e, têkçûn e û mesele qediyaye. Nivîskarî ji xwe ra “endîşeya çawa vegêrînim” bêhtir “endîşeya çi vegêrînim” kiriye mebest û karakterekî wekî Mencikê jî bûye amraz. Heçku rewş û statuya Mencikê ya ku hatiye xêzkirin derfeta teknîkên vegêrandinê yên gelek serkeftî didin destê meriv. Diyardeyeke ku vê ramanê piştrast dike meseleya “deng”ê bixwe ye. Mencikê di wê jûra sergînan da dengê xwe tomarê kasetekê kiriye û behsa çîroka xwe ya trajîk dike. Mencikê çawa di wê rewşê da diyalogên karakterên din radigihîne, şayesên bêqisur dike û kevanekan vedike? Dengê Mencikê bûye qurbana “çi vegêrînim”a nivîskar.  

  • Dem

Dem, yek ji hêmanên bingehîn ê vegêranê ye. Herçiqas pênaseyeke misoger ji demê ra nehatibe kirin jî bi wataya xwe ya vegêrannasiyê ra pêwendîdar: “Ew maweya ku pêşandan û pêkhatina rûdan û rewşan ra an jî periyodên pêvajoya vegêrandina wan” [Dervişcemaloğlu: 2014, 159] ra tê gotin. Chatman dibêje ku du cure dem hene: “Dema gotarê;  ya ku ji bo xwendin û famkirina gotarê pêwîst e û dema rûdanê/çîrokê; maweya rûdanên ku di vegêranê da hatine derbirrîn e [Chatman: 2008, 57] Dema rûdanê, ew dema ku çîrok kêngî qewimiye destnîşan dike. Ango arasteyî maweya zincîreya rûdanan dike, ka seranserî metnê da çi qas dem wergirtiye. Gerard Genette di derbarî demê da sê kategoriyê girîng destnîşan kiriye. Pergal, Mawe û Frekans.

Pergal: Rêzbendiya rûdanan a di vegêranê da dinimîne.  Pergal bi pirsa “kêngî”yê ve pêwendîdar e. Di vegêranekê da vegêr rûdanan li gorî rêza qewimîna wan pey hevûdu rêz bike pergala rûdanan kronolojîk e. Vegêr dikare vê rêzbendiya rûdanan bişkêne û di pergaleke anakronîk da pêşkeş bike. Di kronolojiya pêkhatina rûdanan da “şkestin” peyda dibe. Vegêr geh rûdanên paşerojê da ku hîn neqewimiye behs dike geh rûdanên pêşerojê da ku beriya vegêrandinê qewimîne pêşkeş dike. Di dema vegêrandinê da anakronî bi du awayan pêk tê: paşveçûn(analepsis/flashback) û pêşveçûn(prolepsis/flashforward).

Analepsis/flashback/paşveçûn: Heger vegêr, rûdanekî ku beriya vegêrandinê qewimî be vegêrîne paşveçûn pêk tê. Weku ku Joseph V. Mascelli jî radigihîne, çend avantajên paşveçûyînan hene. Rêyekê ji karakteran ra vedike da ku beşa çîrokê ya ku bi wan ra pêwendîdar e vebêjin. Vegêr dikare di nav demê da paş da biçe û keresteya dîrokî an jî paşxaneyî pêşkeş bike. Rastiyên ciyawaz û mijarên çîroksaz bi rêya paçveçûnan dikarin bi bergehên ciyawaz bên pêşkeşkirin [Mascelli, 2007: 75]. Dezavantajê paşveçûyînan jî hene ku kronolojiya pêkhatina rûdanan xerab dike û bi derbasangan hişê xwendevan tevîhev dike.

 “Erê, tê bîra min, te pir baş bi xaran dilîst, ê min timî xar ji min diçûn, tu banqa min a xaran bûyî, kêngî ez bê xar bimama te dihat dida min”[r: 7]

Egît hevalê min ê zanîngehê , min û wî tevde li Stenbolê zanîngeh xwendibû, em li zanîngehê yê civatekê bûn.[r: 12]

Di vir da mebesta paşveçûnê rûdana ku wê kêliyê da diqewime trajîktirkirin e. Lewra Hesen niyet heye ku birayê xwe Hisên bikuje. Bi paşveçûyînê diçin rojên zarokatiya xwe û behsa parvekirinên hevûdu dikin ku niha di rewşeke berovajî da ne.

“Ez jî li Agiriyê bûm, di serhildana Kirrê Girîdaxê da bûm, min bi çavê serê xwe dît, di Geliyê Zîlan da mirov mîna pezên qurbanê hatin qetilkirin, 15 hezar mirovên belengaz hatin kuştin, 44 gund hatin şewitandin, bi hezaran mirov hatin nefîkirin”….. “ [r: 69]

Di vir da mebest ji paşveçûyînê xêzkirina çarçoveyeke dîrokî ye ji bo rûdanan. Ew rûdanên ku niha diqewimin bi rûdanên berê ra hatine pêwendîdarkirin. Di vir da em van rûdanên ku bi paşveçûyînê hatine ragihandin herwekî ku parçeyek ji jiyana karakterekê (Evdilbaqî) be hîn dibin. Ango em vê paşdeçûyînê bi bergeh û têgihiştina Evdilbaqî dibînin û fam dikin.

“Di Herba Cîhanê da me bi rûsan ra,  di Herba Xelasiya Tirkiyeyê da me bi fransiyan ra şer kir û ev welat xelas kir, niha hatine me qir dikin. Ji me ra dibên da îcar werin û serê xwe li ber rim û şûrê dewletê bitewînin” [r: 69].

Di vir da jî mebest ji paşveçûyînê berawirdkirina du serdeman e. Cardin bergeheke ciyawaz derdikeve pêşiya me. Di vir da Tewfîq tiştên ku berê jiyane bi jiyana xwe ya îroyîn ra berawird dike. Cihên reşkirî dema borî ango analepsîsê dinimînin û cihên sorkirî jî dema niha.

Prolepsis/flashforward/pêşveçûn: Ger ku vegêr, rûdanekî ku dê piştî vegêrandina wê/î pêk bê vegêrîne ev dibe pêşveçûn. Ji bo ew bûyerên ku dê bibin an jî dibe ku bibin bişayesîne diçe pêş û cardin vedigere dema xwe.

 Lê me yê wê çaxê ev xebera nebixêr, yanî kuştina hevalên xwe nebihîsta; ji ber ku wê çaxê berê me li binxetê, em ê li berriya Mêrdînê bûna. Havîna ku her du şervanên me bihatana kuştin em ê nêzî Amûdê bûna. Gelekî piştre me yê kuştina Mihê Xelîfe, kuştina piştmêrê xwe, kuştina gamêşê xwe yê herbê bibihîsta û em ê giş ji êşan bi hêçê biketana r: 94].

Di vir da Mebesta pêşveçûnê destnîşankirina rewşeke ayendeyê ye. Vegêr ji dema niha diçe dema bê û rewşa hevalên xwe vedibêje. Belê di vegêranekê da pêşveçûn gengaz e lê pêşveçûneke bi vî awayî ku rûdaneke misoger radigihîne ji nişka ve pêk tê û hişê xwendevan tevîhev dike. Nivîskêr di vir da cih daye rewşa derûnî ya vegêr û hevalên wî ku piştî kuştina hevalên wan tev ji ‘êşan bi hêçê ketin e’. Pêşveçûnên bi vî awayî hem pêbaweriya vegêrê kesê yekem kêm dikin hem jî xwendevan ji ‘sirrên’ ayendeyê mehrûm dikin. 

Me her kesî destê xwe jê şûştibû, li gorî me ew malê mirinê bû; lê piştî ku şer biqediya bi 10-15 rojan, wê şivanekî bihata Silêman bidîta û ew ji ciyê wî ji bin zinêr, ji qeraxa avê, ji nav şax û pelên daran derxista û ew li pişta xwe bikira û bibira gundê xwe û birîna wî paqij û derman bikira û bi vî awayî wê Silêman ji nav lepên mirinê bifilitiya.[r: 125]

Nivîskêr di vir da behsa rûdaneke misoger ku di dema bê da pêk hatiye dike. Lê dema dîtina Silêman a ji aliyê şivanekî ve wekî “10-15” hatiye destnîşankirin. Ev rewş cardin pêbaweriya bi vegêrê kesê yekem kêm dike.

Di her paşveçûn an jî pêşveçûna nivîskêr da mebestek (ev mebest dibe ku îdeolojîk, felsefî, sincî be) heye gelo? Heta radeyekê erê! Lewra hin caran ji bo ku rûdanên zêde gîrîft çêtir bên famkrin paşveçûyînên bivênevê çêdibin. Lê hin caran jî nivîskar paşveçûyînan ji bo ku karakterê xwe bide nasîn, ji bo berawirdikirina du serdeman, ji bo destnîşankirina rûdaneke girîng hwd. dike. Nivîskêr di anakroniyê da avantaj û dezavantajên ku dê li ser vegêranê û xwendinê bike berçav negirtiye. Ev jî di meseleya anakroniyê da qelsiyekî derdixe meydanê. Nivîskêr zêde serî li anakroniyê daye heta meriv dikare bibêje ku di rûpelekî da hem dema niha hem paşveçûn hem jî pêşveçûn bi hev ra bi kar aniye lê li dezavantajên wan nefikiriye ku ev dezavantaj ji gelek hêlan ve vegêranê bi pirsan ra rûbirû dihêle.

Herwekî ku di mînakan da jî dixuyê vegêr dikare hem rûdanên borî hem yên paşerojê ragihîne. Ev anakronî di raweya lêkeran da dikera bê destnîşankirin. Dema vegêranê dema niha ye lê bi rêya analepsîs û prolepsîsê kronolojiya rûdanan dişkê û raweyên lêkeran jî diguherin. Dibe ku raweya vegêranê û raweya gotarê û raweya demê ji hevûdu cihê bin.

Mawe: Tespîtkirina zemanê çîrok û zemanê gotarê ye [Alan: 2015, 127]. Mawe bi asta lezgîniyê ve pêwendîdar e. Nivîskar dikare xwe di vegêrranê da biewiqîne an jî bilezîne. Wekî ku Umberto Eco jî dibêje nivîskêr bi ewiqandin, girangirin û qevaztinan xwînerê xwe di nav berhema xwe da derdixe gerrekê. Nivîskar dikare jiyana kesekî bi çend hevokan ve pêşkeş bike û berovajiyê wê dikare çend xulekên karakterekî bi deh rûpel an jî bêhtir pêşkeş bike. Çend xalên “leza vegêranê” hene:

Rawestandin (pause) : Dema gotarê heye lê dema rûdanê tê rawestandin. Nemaze di kêliyên şayesandinê de.

Boyaxa xênî şîn û gemarî bû, li dîwêr çixêzên qeleman hebûn, ku ev dihat wê wateyê ku di vê malê da çend zarokên bêhawe hebûn.[r: 26]

Cemalvêrdî, gundekî bi qasî kilamên Evdalê Zeynikê delal bû, gundekî çiyayî bû, ewr li ser serê wî çefî bû; zinar û darên wî bi sewta Evdêl şîn hatibûn û bejn û bala wan bilind bû [r: 48].

Di vê taybetiya maweyê da şayesandin pêk tên. Ango dema rûdanê hatiye rawestandin lê dema gotarê hîn heye. “Karakter û mekan bi rêya rawestandina demê tên vegêrandin” [Tutumlu, 2002: 38]. Vegêr bi şayesandinê bi vî awayî dixwaze ji xwîner ra wêneyê mekanî zindî bike.  Lê her şayesandin nayê wateya rawestandinê di hin şayesandinan da rûdan tê vegêrandin:

Esrê teng bû, balîcan li ser agirê kuçikê ji biraştinê yek bi yek diteqiyan û ji hundirê wan dixan derdiket.[r: 44]

Di vê şayesandê da rûdanek jî pêk tê. Hem rûdanek hatiye vegotin hem jî wêneyê wê di hişê xwendevan da hatiye xêzkirin.

Lezandin (accelerate)/Kurtkirin: Dema gotarê kurt lê dema rûdanê dirêj e. Rûdana ku qewimiye bêyî ku were kitkitandin zû bi zû tê pêşkeşkirin.

Ev hefteyeke ku em li vir in. Elektrîk tune, kelmêş pir, cî di çadirê da teng û her ro bênderek bacan li ber min, ez ji wan ava bacanan çêdikim. [r: 45]

Vegêr di vir da rûdanên ku çend salan da pêk hatine bi hevokekî vedigerîne. Ev taybetiya maweya vegêranê ya herî zêde tê bikaranîne. Heger nivîskar bikeve kitekitên çîrok/rûdanekê dê dema gotara vegêrê wî/ê jî dirêj bibe. Ji ber hindê çîrokan kurt dike û pêşkeşî xwendevan dike. Nivîskêr dikare wateyekê li kurtkirinê bar bike ew mafê nivîskar e.

Girankirin (decelerate) : Dema gotarê ji dema rûdanê dirêjtir e. Rûdanek an jî karekî ku di xulekekî da pêk tê di vegêrandinê da bi hemî kitekitên wê tê pêşkeşkirin. Di berhemê da ji bo vê taybetiya maweyê mînakeke yekser nehatiye dîtin.

Hevdemî (synchronic)/Dik (scene) : Dema gotarê û dema rûdanê di heman kêliyê da pêk tên. Nemaze di axaftinên navbera karakteran de.

Evdilbaqî ji Emerê Perê re:

-“Emer hay ji xwe hebin û tu kesî bawe nebin, piştre aqûbeta we nebe mînanî aqûbeta Reşoyê Silo û jina wî ya qehreman Zeyno.”

Emer bi tirs û meraq:

-“Çima, çi bû ji wan?”

-“Reşoyê Silo ku şervanekî hêja bû; mîna mesela we bi firar û şervanên Agiriyê ra derbasî Îranê nebû û dewletê berê Zeyno girt û ciyê wî pê da kişfkirin û piştre bi destavêtin û kuştina jina wî gef lê xwarin û ew jî hat girtin.”

Heseno, yê ku ew ê jî bi Emerê Perê ra bimaya berî ku Emer bipirse:

-“Êêê dewletê çi kir ji wan?”

-“Piştî ku Reşoyê Silo xwe teslîm kir, wan ew û jina wî Zeyno bi ser hev da kuştin. Wan gulleyek bera devê Reşo da û serî wî jê kir û bajar bi bajar, gund bi gund ji bo ibretê li herêmê gerand.”[r: 106]

Meriv di diyalogan da derbarî karakteran da û derbarî mebesta afirandina karakteran da dibe xwedî agahî. Em bi rêya diyalogên ku fikra nivîskêr temsîl dike dikarin pêwendî, nêzîkatî û îdeolojiya nivîskêr a li hember rûdanan jî destnîşan bikin. Di vegêrana Bacanên Pelçiqî da hemû karakter jî (ku di heman demê da hinek ji wan vegêr in jî) xwe ji bin otorîteya nivîskêr xelas nekirine. Nivîskarî bi hin teknîkan jî vê otorîteriya xwe ya li ser karakterê xwe dûpat kiriye.

Jêbirin (ellipsis) : “Di çîrokê da dem biherike jî gotar tê rawestandin”. Beşeke aidê dema çîrokê nayê pêşkeşkirin gotara heyî radiweste, derbarî wan beşan/kêliyan da tu tişte nayê vegotin, ew kêlî tên qevastin.

Min guhikê teybikê xist guhê xwe û pê li bişkoka wê kir, min çavên xwe girtin û lê guhdarî kir:

ev hevoka dawiya beşê duduyan e, hevoka beriya jixewreçûna Cindî ye:

Ez zaf westiyabûm, giyanê min ji bargiraniya bîr û dilê min xûz bûbû. Piştî ku Egît ji min qetiyabû û min çend parî tiştek xwaribû ez li ser paldankê di xew ra çûbûm.

Berî ku şeveq lê bixe ez ji xew veciniqîm û rabûm. Ez dinav xwedanê da mabûm.(…)[r: 18-25]

Dema çîrokê di kêliya jixewreçûna Cindî da qut dibe û ew rûdana raketina Cindî nayê pêşkeşkirin. Ya rastî rûdan tên pêşkeşkirin lê di kronotopa çîrokeke din ango çîroka Sulhedîn da tên pêşkeşkirin. Lê çîroka Cindî li vir jê diçe. Di her derbasangê binbeşan da ev jêbirîn pêk tê.

       Em li hespên xwe siwar bûn û ji Cemalverdiyê rast çûn çiyayê Qetewînê. [r: 51]

Ev dawiya binbeşê heştan e ku berdewamiya wê di binbeşê dehan da  dê bê dayîn:

       Min û Fesîh me şîv çêdikir. Ji firaran Çaçê û Qeremêş li ser zinarekî nobedar bûn. [r: 58]

Nivîskar zêde serî li jêbirînan daye. Di derbasangê binbeşan da ev eşkere dibe. Nivîskar ji ber ku çîrokên wî her ku diçe bêhtir bi kitekit dibin bivênevê serî li jêbirîna gotarê dixe. Ango di seranserî berhemê da her çîroka ciyawaz dema ku ber bi encamê ve diçin kitekitên wan jî zêde dibe û nivîskar jî ji bo ku zêde nekeve kitekitan xwe dispêre teknîka jêbirînê.

Frekans/dubare: Derbarî dubarekirina rûdanan da ye. Frekans rasterast bi helwesta nivîskarê zimnî an vegêr ra eleqedar e ku ew di qisetkirina çîrokê da car bi car dikeve nav şîroveyan, teswîran, kurte û dubareyan [Alan, 2015: 126]. Binyad û çarçoveyeke ku agahî didin diafirînin. Dibe ku amajeyê psîkolojî û çemka karakteran bike. Çend taybetiyên dubarekirinê hene:

  • Rûdanek gelek caran diqewime û vegêr jî hevterîbê wê gelek caran behsa wê rûdanê dike. Di vir da divê bê destnîşankirin ku nivîskar rûdanekî bi mebestekî dikare gelek caran bide pêkanîn û gelek caran dubare bike.  Bo nimûne: Pelçiqandina bacanan ku Mencikê vê karê dike. Mencikê gelek caran dema ku maliyên wê diçin kar ew li kon, bacanan dipelçiqîne û ava bacanan çê dike. Di vir da em bi rêya pelçiqandina bacanan hem vatiniya Mencikê hem jî derûniya wê hîn dibin. Mencikê piştî ku destdirêjî li wê tê kirin wateyeke li pelçiqandina bacanan bar dike ku ev wate bûye navê pirtûkê jî.

  • Rûdanek tenê carekê diqewime lê vegêr gelek caran wê rûdanê pêşkeş dike. Dubarekirina rûdaneke ku tenê carekê pêk hatiye dibe ku di xwe da peyama nivîskar a veşartî binimîne. Bi dubarekirinê bala xwendevan bikişîne li ser rûdanê û bibêje; ev rûdan girîng e divê bê dubarekirin. Mebest ji dubarekirinê belkî payîn û afirandina bertekekê ye ku li ser xwendevan divê bê afirandin. Nivîskar dikare vê dubarekirina wê rûdana ku tenê carekî pêk hatiye bi çend karakter û bergehên ciyawaz pêşkeş bike an jî dikare tenê bi karakterekî. Bo nimûne: Destdirêjiya ku Elîka kiriye di çend beşên ciyawaz da bi rêya çend karakterên cihê cihê ve hatiye dubarekirin. Kuştina Elîcan, kuştina Seyîdxanê Kerr hwd.

  • Rûdanek gelek caran pêk tê lê vegêr tenê carekî behsa wê rûdanê dike.

  • Rûdanek tenê carekê pêk tê û hevterîbê wê vegêr jî carekê wê rûdanê pêşkeş dike.

Di berhemê da gelek mînakên ji her du xalên dawî jî hene. Vegêr gelek caran ew rûdanên ku bi hokerên wekî “her, hertim, her car, daim, her gav, tim hwd.” hatine sazkirin tenê carekî vedibêje. Ango rûdaneke ku hertim dubare dibe tenê bi carekê hatiye pêşkeşkirin. Dibe ku ew rûdan zêde ne girîng be an jî vegêr xwe ji kitekitên wê dûr dixe. Ji bo xala dawî jî; vegêr rûdaneke ku tenê carekî qewimiye tenê carekî vedibêje. Di vegêranekî da bi piranî ev xal serdest e.

Divê bê destîşankirin ku demeke rasteqîn a van çîrokan jî heye. Çîroka Sulhedîn û bavê wî Seyîdxanê Kerr di tarîxeke destnîşankirî da pêk tê. Ango dema çîroka Sulhedîn 1931-1932 ye ku behsa serîhildana Seyîdxanê Kerr a li hember dewletê dike. Ev çîrok di nav gel da jî bi awayê serîhildanekî tê zanîn û dema wê jî ew tarîxa diyar kirî ye. Dema çîroka Cindî jî demeke nêz e ku em vê ji tevlêbûna Cindî a ji şerê Sûrê ku di sala 2015an da dest pê kiribû û di sala 2016an da xelas bûbû, hîn dibin. Dema ku Terfa dixwaze bi Seyîdxan (Cindî) ra derbasî Rojava bibe ji Seyîdxan ra dibêje ku; em te ji bo ku tu bibî mifteya Reqayê dibin. Yanî Cindîyê ku xwe amade dike biçe tev li şerê Reqayê bibe dê ji bo bidestxisitina Reqayê roleke mezin bileyîze. Di vir da diyar dibe ku dema rûdanan û dema şerê ku li Reqayê pêk tê heman dem in. Ango dema ku ev rûdanên tên serê Cindî şer li Reqayê hîn berdewam e. Ku şerê Reqayê di 6ê Pûşbera 2017an da dest pê kiribû û di 17ê Cotmeha 2017an da bi dawî bibû. Ew çax em digihêjin encamekê ku; dema ku Terfa û Cindî hevûdu nas dikin dem mabeyna 6ê Pûşberê û 17ê Cotmeha 2017an da destnîşan dike.  Heger ku em vê dîrokê ji xwe ra bikin navend em dê demên çîrokên din jî peyda bikin. Terfa, çend meh piştî mirina Mencikê dide li ser rêya çiyê û dibe şervan. Em nizanin ku Terfa çend salên xwe li çiyê derbas kirine û ji ber vê hegerê em derbarî mirina Mencikê da tenê dizanin ku çend sal beriya dema çîroka Cindî ku me wek 2016-2017 diyar kiribû qewimiye. Di çend cihan da ev angaşt tê piştrastkirin. Herwekî dema ku Egît bi daxwaza Cindî li pey meseleya Mencikê dikeve çend kes jê ra dibêjin ‘gelek sal di ser bûyerê ra derbas bûne’ û dema ku Terfa navê hevalê Cindî jê dipirse, dibêje ez wî nas nakim û dibe ku piştî me hatibe. Di destpêkê da jî dema ku Egîtî wî xaniyi ji Cindî ra kirê dike dibêje: “xwediyê wî yê berê ew nû firotibû û xwediyê wî yê nû jî ew bi kirê dida”…(r:15). Ji vir em dikarin encameke wiha derxin ku çîroka Mencikê çend sal beriya 2016-2017an da pêk hatiye. Lê demeke wisa dirêj jî nîne. Dîroka çîroka kuştina Hisên jî bi dîroka çîroka Mencikê ra pêwendîdar e. Di seranserî berhemê da ji ber çend çîrokên ji hevûdu cihê çend demên ji hevûdu cihê jî hene. Romanê, bi rêya çîrokên dema borî û dema niha xwe li ser du demên ji hev gelek dûr saz kiriye. Lê ev dem bi awayekî aşkera di destpêkê da ji hev hatine veqetandin, lê di çend beşên dawiya romanê da heta radeyekî têkelî hevûdu dibin; axaftina Cindî bi Seyîdxanê Kerr ra,  berdewamkirina çîroka Mencikê ji aliyê Terfayê ve vê destnîşan dikin.                     

Encam

Di encama xebata me da jî diyar dibe ku xwendineke bi metoda vegêrannasî dê ji bo têgihiştin û veçirandina metna edebî, ji xwendevan ra alîgir be. Tenê ji bo hêsaniya xwendinê nîne, lê di heman demê da têgihiştina xwe ya li ser berhema edebî û cîhana fîktîv jî kûrkirinek e. Her metna edebî xwedî taybetiyên ciyawaz in û ji ber hindê di pêvajoya xwendin û dahûrandinê da divê lêpirsîn û nêzîkîpêdayîneke durist bê hilbijartin. Ji ber ku têoriya vegêrannasî metna vegêranê ji xwe ra dike navend, nivîskar û cîhana derveyî metnê me eleqedar nakin. Metna edebî ya ku cîhaneke wê ya taybet heye di nav sînorên xwe da tê hilsengandin. Bi hilbijartina ev cure xwendinê ango xwendineke vegêrannasî dê çêja xwendina xwendevan jî zêdetir bike. Lewra metna ku bê famkirin zewqeke cudatir dide meriv.

Divê bê diyar kirin ku çend xalên girîng ên metoda vegêrannasiyê li ser berhema di navenda xebata me da ye nehatiye sepandin. Wekî babeta karakter û karakterîzasyonê, gotar û temsîlên hişî yê vegêranê, mesafeya nivîskar û vegêrê(n) vegêranê hwd. Nivîskar herçiqas ji bo vegêrandina zincîreya rûdanan û wan çîrokên ji hevûdu cihê, ji xwe ra vegêrekî/e xeyalî/çîroksaz afirandibe jî otoriteya wî (nivîskar) li ser vegêrandina vegêrên wî heye.

Nivîskar di metna vegêranê da ji bo hin peyv û têgehên deverî û ferhengî baş bê famkirin di nav kevanekê da cih daye wateyên wan ên dîtir jî. Herwekî:

  • çek(cil), r: 32
  • çadirçiya(bermaliya), r: 35
  • ca xwe (dêya xwe), r: 36
  • avî (şevnem), r:48
  • xeber (sixêf), r: 65
  • şevqe (chapeau), r: 69 hwd.

û çendîn mînakên din. Di vir da mebesta nivîskarî çi dibe bila bibe (hêsankirina ferheng û têgihiştina metna vegêranê û dîtir) ev rêbaza ku serî lê daye kiriye ku mesafeya xwe û vegêrê xwe binpê bike. Di vir da têgehên Wayne C. Both yên wekî ;‘vegêrê pêbawer’ û ‘vegêrê pênebawer’ derdikevin meydanê ku ev bixwe jî mijareke dûdirêj e. Lêbelê nivîskar bi vê rêbaza xwe ‘pêbaweriyê’ şkênandiye. Lewra di beşên Mencikê da rewşeke xweser heye ku divê ne nivîskar ne jî xwendevan wê paştguh nekin. Beşên ku Mencikê çîroka xwe vedigerîne di eslê xwe da dengê kasetê ye. Ango xwendevanê rasteqîn bi rêya teybik û wê kaseta ku Mencikê dengê xwe tê da tomar kiribû çîroka Mencikê hîn dibe. Ew çax meriv dikare ji bo hemî beşan jî lê nemaze ji bo beşên Mencikê pirseke wiha bipirse: Gelo Mencikê wan kevanekan vekiriye? An nivîskar? Ev yekser karê nivîskar e. Lewra di eslê xwe da beşên Mencikê ne nivîskî ne lê bi devkî (dengî) ne. Meriv çawa dikare ku di kêliya axaftinê da ji bo hin têgeh û bêjeyên deverî ji hevûdu bên famkirin hertim kevanekan veke? Heger ku meriv rewşa derûnî û fîzîkî ya Mencikê jî li ber çavan bigire meriv dê yekser bibêje ku tişteke wisa negengaz e. Vê rêbaza hanê otorîteya nivîskar a li ser vegêrên wî pêşî aşkera û dûre bi dubarekirinê jî dûpat kiriye. Em di wan kevanekan da dengê vegêrê eslî na lê em dengê nivîskarê derveyî metnê dibihîzin. Nivîskar ji ber ku çend devokan bi kar aniye xwestiye ku ew bêjeyên ku li hin deveran tên bikarînan lê li hin deveran nayên bikarînan çêtir bê famkirin ketiye li ser rêyeke wiha. Ango ji ber ku li Serhedê ‘xeber’ di wateya ‘sixêfa’ devera Torî wan da tê bikaranîn nivîskar di nav kevanekê da wateya wê ya devera Mêrdînê jî daye. Belê nivîskar ji vê hayedar e lê nivîskar ji mesafeya xwe ya bi metna vegêranê ve ne hayedar e. Otorîteya xwe bi rêya dubarekirina vê rêbazê dûpat kiriye. Sepandinên bi vî awayî mesafeya di mabeyna dengê nivîskar û dengê vegêr û karakteran zû derdixe ber çavan. Di dawîyê da meriv digihêje wê baweriyê ku xwendineke bi metoda vegêrannasî ji bo dahûrandina diyardeyên bi vî awayî rêbazeke serkeftî ye ku meriv dikare gelek tiştên dîtir jî ji metna vegêranê bi dest bixe. 

ÇAVKANÎ

Alan, Remezan, Destpêkek ji bo Zanista Edebiyata Modern, Peywend, Stenbol, 2015

Altınkılıç, Ümran, “Pirdengî di Romana Mîrname ya Jan Dost de”, Kadim Akademi, hj:2, 2017

Aristoteles, Poetika, wer: Ari Çokona – Ömer Aygün, İş Bankası Kültür Yayınları, İstanbul,

2017.

Bahtin, Mihail. M, Dostoyevski Poetikasının Sorunları, wer: Cem Soydemir, Metis, İstanbul, 2004

Bahtin, Mihail. M, Karnavaldan Romana, berhevkar û pêşgotin: Sibel Irzık, wer: Cem Soydemir, Ayrıntı, İstanbul, 2017

Chatman, Seymour, Öykü ve Söylem wer: Özgür Yaren, da Ki, Ankara, 2009

Culler, Jonathan, Yazın Kuramı, wer: Hakan Gür, Ankara, 2007

Çıraklı, Mustafa Zeki, Anlatıbilim: Kuramsal Okumalar, Hece, Ankara, 2015

Dervişcemaloğlu, Bahar, Anlatıbilime Giriş, Dergah, İstanbul, 2014

Eagleton, Terry, Edebiyat Nasıl Okunur, wer: Elif Ersavcı, İletişim, İstanbul, 2016

Eco, Umberto, Anlatı Ormanlarında Altı Gezinti, wer: Kemal Atakay, Can, İstanbul, 1995

Forster, Edward M. Roman Sanatı, wer: Ünal Aytür, Adam, İstanbul, 2001

Genette, Gerarrd, Anlatının Söylemi, wer: Ferit Burak Aydar, Boğaziçi Yayınları, İstanbul, 2011

Jann, Manfred, Anlatıbilim, wer: Bahar Dervişcemaloğlu, Dergah, İstanbul, 2012

Jiyan, Rênas, Bacanên Pelçiqî, Belkî, Amed, 2017

Jiyan, Rênas, Ponijîn, Belkî, Amed, 2016

Kocatürk, Ali H. “Anlatıbilim; Kurama ve Eleştirel Yönteme Kısa bir Giriş” kovar: Kritik, İstanbul, 2008

Mascelli, Joseph V. , Sinemanın Beş Temel Öğesi, wer: Hakan Gür, İmge Kitabevi, İstanbul, 2007

Moran, Berna, Edebiyat Kuramı ve Eleştiri, İletişim, İstanbul, 2014         

Todorov, Tzvetan, Poetikaya Giriş, wer: Kaya Şahin, Metis, İstanbul, 2001

Yek, Burhan, “Vegotinzanî û Kurteanalîzek li ser Çîroka ‘Êş’ ê ya Hesenê Metê”, Zarema, hj:3, İstanbul, 2015


[1] Di soranî da ji bo vê zanistê “gêranewe/گێرانەوە” tê gotin. Di zimanê îngilizî da wekî ‘narratology’ û di zimanê tirkî da jî wekî ‘anlatıbilim’ tê binavkirin û ev peyv ji dersên mamoste Remezan Alan û ji dersên mamoste Zulkuf Egun derbasî lîteraturê bû. Berê li çend cihan têgeha `narratology`ê wekî `vegotinzanî` hatibû xebitandin. Lê bi min jî a herî rast û sûdmend têgeha vegêrrannasiyê ye.

*Ev gotar di sala 2018an da, ji bo semînera dersa mamoste Zulkuf Ergun, dersa Vegêrrannasiyê hatibû amadekirin, lê ez teze li blogê bar dikim.

İlk yorum yapan olun

Bir yanıt bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.


*