Analîza Berhema Helîm Yûsiv a Dawîn: Wehşê Di Hundirê Min De
Berhema Helîm Yûsiv ku romana wî ya pêncan e, li ser şopa berhemên Yûsiv ên din dimeşe. Wehşê Di Hundirê Min da jî ku navê romana navborî ye, heman behsa tirsê dike, ew tirsa ku êdî her tim li kêlek navê Helîm Yûsiv dê cihê xwe bigire. Beriya ku ez derbasî dahûrandineke giştî bibim divê kurteyeke berhemê bê dayîn.
Berhem bi vegêrana kesê sêyem dest pê dike û vegêr di vê beşê da, ku nivîskar wê beşê weku “Li şûna Pêşgotinê” bi nav dike, behsa “wehşan” dike, ka wehş çi ye, ji ku ye, li ku ye? Nivîskar di vê beşê da behsa welatekî dike ku li wî welatî “wehş” dîsa xuyabûn e . Belê dîsa xuyabûn, lewra berê jî gelek kesan behsa wan “wehşan” kiribû lê ew demeke dirêj bû winda bûbûn û li ser windabûna wan, dîroknas ketine nav dudiliyê ka gelo bi rastî jî wehş hebûne an na. Li ser hebûn û nebûna wan çend nêrînên ciyawaz hebûne ku gorî nêrîna yekem, pisporan gotine: `Diyardeyeke weku “wehş” tune ye û ew tenê aferîdeyên xeyalî ne.` Lê gorî nêrîna duyem jî hatiye gotin ku: `Ew “wehş” bermayiyên wan dînozoran in ku demekê li dinê jiyane.` Hinekan jî henekên xwe bi meseleya hebûn û nebûna “wehşan” kirine. Hinekan gotine ku ev wehş tenê li “herêmê” hene, hinekên dîtir jî gotine ku ev wehş li her deverê dinyayê hene. Ev gotegotên derbarê “wehşan” da derbasî gelek qadên jiyanê bûne lê heta ku derbasî qada siyasetê nebibû kesî zêde guh nedabû wan.
Di vê qadê da jî, li hemberî wehşan du nêrînên cuda derketine holê; hin ji wan gotine ku divê pesnê wan wehşan bê dayîn da ku ji bo afirandina sîstemeke siyasî ya nû ji wan sûd bê wergirtin, lê hin ji wan jî diyar kirine ku, ew mîna heywan û dirindeyan in û bi dîrokeke reş ve girêdayî ne. Her wiha derketina wehşan bi “hêzên derveyî” ve girê didan. Ji ber van gotegotan, partiyên ciyawaz ên nû hatine damezirandin û piştî ku ev gotin ketine nav leşkeriyê jî, darbeyên leşkerî li pey hev hatine. Dawiya dawîn li wî welatî “wehş”ekî mezin peyda dibe û hemû kesan qir dike. Ji nav artêşê generalek radibe û fikrekê davêje holê: `Divê ew wehş bên kedîdikirin.` Piştî demekê ew general li ber çavê gel dibe tekane xelaskerê welêt yê ji dest wehşan. Lê piştî serok her tiştî hildide destê xwe li hemberî wehşan tu tiştî nake, tenê dixwaze wan kedî bike. Serok derbarê wehşan da gelek tiştinan qedexe dike û gel hînê bêdengiyekê dike. Lê alîgirên wehşan hêvîdar in ku rojek dê ji wan ra jî bê û ew dê ji vê xewa dirêj hişyar bibin. Piştî ku wehşê mezin ji nav diçe, serok îqtîdara xwe ya li welat xurtir dike û li her derî peyker û posterê û sirûdên ji bo wî li ber çavan dikevin.
Beşa duyem, bi jidayîkbûna kesekî bi navê Salar dest pê dike ku di heman demê da serlehengê romanê ye jî. Jidayîkbûna Salar bi hin nîşaneyên efsûnî xemiliye. Ango dema ku Salar tê dinê, peykerê “serokê mezin” pê ra dikene û Salar dikeve dirûvê balindeyekî reş î bibask û per. Salar difire, li çavên peyker dinihêre û dûr difire. Dema ku diya wî wan tên malê dibînin ku Salar di nav baskên xwe da ketiye xewê. Diya Salar, Sewsen, dizane ku ew kenîna peyker ne kenê xêrê ye û ew ken dê bibe qedereke reş, her û her li pey kurê wî be.
Vegêrê di destpêka vê beşê da diguhere û dibe Salar bi xwe. Salar êdî behsa jiyana xwe ya li wî welatî dike. Salar êdî mezin bûye û diçe dibistanê. Salar bi têgihiştina zarokekî (meraqdar) rewşa welêt a wê demê dest nîşan dike ku li her deverê muxaberatên serok û peykerên serok hene. Salarê piçûk her tim li ser wî peykerê serok pirsinan dipirse ku ew ji roja jidayîkbûna wî jê ra weku mîras maye.
Li wî welatî Salar, ji bo serokê mezin meşên mezin têne lidarxistin û divê her kes tev lê bibe, heger yê ku tev lê nebe ji teref muxaberatan ve yan têne girtin û di zîndanên tarî yên nediyar da bi salan êsîr dibin, yan jî ji teref wan ve têne kuştin. Rojekê ku Salar jî weku hemû hevalên xwe bi zora birêvebirê dibistanê tev li meşê dibe, ew û hevalê wî Hemîdo ji meşê direvin. Bişev leşker davêjin ser mala wan û wî û bavê wî û Hemîdo û osteyê Hemîdo yê bi navê Aram digirin. Ji teref leşkeran ve tên hişyarkirin ku heger careke din jî tişteke wisa biqewime dê neyên efûkirin. Leşker dûre reva zarokan a ji meşê davêjin stûyê mamosteyê wan ê bi navê Alan û wî digirin û diavêjin zîndaneke nediyar ku xebera tu kesî ji wî tune be.
Her derî tirs peyda dibe, ji ber girtin û kuştinan. Êdî navê wehşan dîsa têne bilêvkirin. Serok dixwaze ku tedbîra xwe li hemberî wan bigire û li her derê welat tije muxaberat dike. Zarok di vê navberê da mezin dibin tên waxtê zanîngehê. Hîn jî tu xeber ji mamosteyê wan tune ye. Dilê Salar jî ketiye keça mamosteyê wan, Meryemê. Salar beriya ku biçe Beyrûdê zanîngehê, hezkirina xwe ji Meryemê ra eşkere dike. Meryem jî diyar dike ku ew jî ji Salar hez dike.
Di beşa duyem da Salar diçe zanîngehê û piştî çar salan vedigere bajarê xwe. Lê li bajarê wî gelek tişt guherîne, serokê mezin miriye û kurê wî ketiye şûnê. Tu xeber ji mamosteyê wî tune ye. Li welat wehş kom bi kom derketine holê. Hevalê wî tev li refê şervanan bûye. Li her derî kuştin heye. Lê tişta ku neguheriye tirs e, ew tirsa ku serokê bav li ser gel çêkiribû weku mîrasa text, ji serokê kur ra dimîne. Wê navberê da pirtûkeke bi navê Bav û Kur dikeve destê muxaberatê ku li ser her du serokên welat tiştên nebaş dibêje. Muxaberat dixwazin ku xwediyê wê, ango nivîskarê wê û ew lehengên ku di pirtûkê (Ehmedê Xanî û Yilmaz Guney) da û heta xwediyê wêneyê li ser bergê (Salvador Dalî), pirtûkê bên girtin.
Muxaberat gelek li pey wê meseleyê dikeve û dawiya dawîn tên Salar jî digirin. Bi salar ra çend pirtûkên wî jî digirin; Dilxelîna Jean Paul Sartre, Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî hwd. Muxaberat dikevin pey Jean Paul Sartre jî. Êdî dêbavê Salar jî dizanin ku dê demeke dirêj xeber ji kurê xwe hilnegirin. Salar, her weku ku nivîskarê pirtûka Bav û Kur be tê tawanbarkirin û tê girtin. Salar ji şkenceyên gelek xerab derbas dibe, lê ji ber ku di vê meseleyê da tu tiştî nizane wisa belasebeb tê girtin. Rojekê dema ku Salar derdixin cem muellimê mezin (ku serokê muxaberatan e), derbarê mamosteyê xwe Alan da dibîhîze ku ew jî di wê girtîgehê da ye. Lê nikarin hevûdu bibînin. Piştî çend rojên din mamoste Alan tê berdan. Salar jî nêzî deh yazdeh salan di girtîgehê da dimîne.
Di beşa sêyem da, li derve dîsa komên “wehş”an peyda bûne û bi hev ra û bi dewletê ra ketine nav şerekî. Êdî girtî jî hêdî hêdî tên berdan. Rojekê Salar bi xwe jî tê berdan. Lê Salar li derve tenê mirinê dibîne. Her derî wehş hene, ku hevûdu dikujin. Salar diçe mala xwe lê dibîne ku diya wî nexweşa navciyan e, bavê wî kal bûye, Hemîdoyê hevalê wî zewiciye, Meryema hezkiriye wê mêr kiriye, oste Aram miriye, hevalê wî Selîmo bûye yek ji serokê koma wehşan, hevalê wî Sebrîyê şervan bûye generalekî şervanan û bi gelek şervanên xwe ra hatiye li herêmê şer dike. Piştî çend rojan diya Salar dimire. Salar her kesê li derdora xwe weku wehş dibîne û difikire ku merivê dawîn ew bi xwe ye. Lê dawî da dema ku diçe jûra diya xwe û li neynikê dinêre dibîne ku ew jî veguheriye wehşekî, biterî, bipirç, guhdirêj.
Vegêrrana
Di vê romanê da dengê çend vegêrên ciyawaz derdikevin pêşiya me. Di beşa ku weku pêşgotin hatiye binavkirin da em dengê vegêrê kesê sêyem dibîhîzîn ku Genette vê bi rewşa vegêrana heterodîegetîk bi nav dikir. Ev vegêr di derbarî rabirdû, niha û dahatûyê da gelek tiştinan dizane, midaxeleyan dike.
Em dengê vî vegêrê heta binbeşa duyem a beşa duyem dibihîzin. Di binbeşa sêyem a beşa duyem da Salar bi xwe, ku di heman demê da serlehengê vegêranê ye jî, karê vegêrrtiyê werdigire, yanî vegêrrê kesê yekem dikeve dewrê. Bi awayekî giştî di vegêrranê da vegêrrana kesê yekem serdest e. Lê di hin cihan da em dengê vegêrê kesê sêyem jî dibihîzin. Di hin cihan da jî vegêran dirûvekî cuda werdigire. Bo nimûne, dema ku Salar di girtîgehê da ye, behsa rûdanên ku ew nabîne dike. Lê dema ku behsa wan rûdanan dike bi raweya dema borî ya dûr diaxive. Her weku ku wan rûdanan ji kesekî din bihîstibe. Em di vegêrranê da pêrgî çend rewşên vegêranê tên.
Mekan
Bêguman di berhemên edebî da mekan ji bo ku rûdan û peyama sereke ya vegêranê çêtir bên têgihiştin yek ji hêmanên herî girîng ê vegêranê ye.1 Danasîna karakteran a bi hêmana mekanî ve rasteqiniya berhemê xurtir dike. Mekan li ser derûnî û gotara karakteran bi bandor e.
Em ji bûyerên di vegêranê da qewimîne tê derdixin ku rûdan bi piranî li rojavayê Kurdistanê diqewimin. Nivîskar behsa du serokan dike ku weku bav û kur li pey hevûdu hatine ser îqtîdarê. Ew her du serok Hafiz Esad û Beşar Esad bi xwe ne. Her çiqas em navê çend mekanên ciywaz yên weku; Beyrûd, Tirkiye, Yûnanîstan, Elmanya û Siwêd bibihîzin jî ew ne mekanên sereke ne ku rûdan zêde li wir qewimîbin, lê dîsa jî rûdanên piçûk li wan deran qewimîne.
Dem
Her rûdan di demeke diyar da diqewime. Di berhemên edebî da dem, hem di wateya xwe ya rasteqîn hem jî di wateya xwe ya çîroksaz da dikare bê pêşkeşkirin. Lê belê di berhemên edebî da her tim demeke diyarkirî heye ku karakter di wan deman da xwedî tevger in, ango rûdan di wan demên diyarkirî da diqewimin. Dema rûdanê û dema gotarê ji hev cihê ne. Dema rûdanê ji bo dema pêkhatina rûdanê tê gotin lê dema gotarê ji dema vegêrrana rûdanan ra tê gotin. Yek dema kirinê ye, yek dema behsê ye.
Em dîsa ji nîşaneyên ku di vegêrranê da tê derdixin, rûdan li ser demeke gelek dirêj belav bûne. Vegêr di berhemê da bi giştî behsa rûdanên ku di dema serokekî (û dûre di dema kurê serok da) diqewimin dike. Heger ku em li analojiya di berhemê da eşkere ye binêrin, em dê bibînin ku ew serok, Hafiz Esadê ku nêzî bîst salî serokatiya Sûrî kiriye bi xwe ye. Weku ku me got em vê angaşta xwe bi nîşaneyên yekser li kesayetîya wî ve diguncin, pê derdixin. Weku nimûne, ew peykerê ku destê xwe yê rastê bilind kiriye (çawa bibêje: raweste) yê ku li her derî welat peyda dibe. Ew rewşa civakî ya ku tê vêgêrran jî yekser rewşa civaka (an jî civakên) Sûrî ye.
Di dema Hafiz Esad da ku bi rêya derbeya leşkerî bibû serokê dewleta Sûrî, rewşa sosyolojîk a wê serdemê, peydabûna tevger û rêxistinên ciyawaz, rewşa derûnî ya takekesan di berhemê da temayên giring in. Hafiz Esad di dema xwe da jî bi wan kesan ra şer kiribû, ku ew rêxistin hem ji hêla hêzên derveyî ve hem jî ji hêla hêzên navxweyî ve dihatin xweyîkirin.
Dema ku Salar tê dinê serokê navborî li ser îqtîdara dewletê ye. Ango Salar di salên heftêyî (1970…) da hatiye dinyayê, ji ber ku Hafiz Esad di sala 1970î da, bi derbeya leşkerî hikumetê kir nav lepên xwe. Rûdan di navbera salên 1970 û 2011an da diqewimin. Lewra ew şerê dawîn yê ku Salar ji girtîgehê derdikeve û behs dike di sala 2011an da dest pê kir. Her çiqas bi rêya teknîka flashbackê, di kronolojiya demê da hin şkestin peyda bibin jî rûdanên vegêranê bi awayekî rêzbend hatine sazkirin. Ji zarokatiya Salar dest pê dike heta ji derketina zîndanê.
Çima Bêjeya Wehş?
Peyva “wehş” bi çend watayan tê bikaranîn. Ev peyv me’neya; `hov, barbar, nemirov, dirrinde, nemedenî, kûvî, heywan, mirovxwer hwd. da tê bikaranîn.` Di bingeha “wehş”îtiyê da jî bêguman “şîdet” heye. Şîdet çî ye, di kîjan bûneweran da dixiuyê û di kîjanan da herî zêde dixuyê?…
Ev pirs her tim hatine pirsîn û li gorî raman û ferasetên cihê jî ji her serîyî dengek derketiye. Lê pirsa herî giring a ku derbarê “şîdet”ê da tê kirin ev e: `Gelo di bingehê şîdetê da çi heye?` Ev pirs dikare wiha jî bê pirsîn: `Gelo di bingehê “daxwaza şîdetê” da çi heye?` Li vir pirseke din jî derdikeve holê, gelo şîdet tê xwestin?
Psîkologên weku Freud û Lorenz li ser vê meseleyê dibêjin ku, di eslê xwe da, şîdet tiştekî xweajoyî (îçgudusel) ye. Ew ji hebûnê tê, daxwazeke zikmakî ye. Wate, şîdet diyardeyeke pirralî ye. Hem aliyê wê yê civakî heye hem jî aliyê wê yê takekesî. Hemû însan dema ku tên dinê bi hişmendiya şîdetê têne dinê. Ango ew şiyana şîdetê şiyaneke irsî ye, lê zarok/takekes li ser meseleya şîdetê, di werara xwe ya di nav demê da pêrgî du rêyan tê, dikare yekî hilbijêre. Yan dê wê şîdeta ku ji dêbavê wî/ê gihiştiyê, jê ra mîras maye pratîze bike, yan jî dê heya ji dest bê wê daxwazê serkut bike. Lê serkutkirina wê daxwazê bi xwe jî dibe şêweyeke din a şîdetê, ev “şîdeta xweyî” ye.
Her meriv li ser wê dualiteyê ava bûye: yan dê bibe kesekî şîdetparêz, yan jî kesekî dijşîdet. Her du jî eynî ye. Dijşîdetî, şîdetek e ku weku bertek derketiye. Heger ku em ji têgehên Carl Gustav Jung sûdê werbigirin, ev şîdet dê bi sê awayan bixuyên;
- yek şîdeta ku di hiş da,
- dudu şîdeta ku di binhişê takekes da
- sisê şîdeta ku di binhişê civakî de.
Ev her sê şêwe şîdet jî di nav peywendeke xurt da nin. Lê dema ku “girse” ango “civak” peyda dibe êdî takekes wê karakterê xwe yê xweserî xwe winda dike. Êdî karakterê hişmend ji holê radibe û di nav wê girseyê da têkelbûnek peyda dibe.
Helîm Yûsiv jî yek ji wan nivîskaran e ku di berhemên xwe da herî zêde li ser têgeha şîdetê radiweste. Yûsiv vê têgeha “şîdetê” her çiqas li ser karakterekî an jî çend karakteran bide nîşan jî, ew “şîdet”eke hevpar e, kolektîf e. Di berhema focusa vê nivîsê da jî, “wehşîtî” bi awayekî fenanî têgeheke (nexweşî) kolektîf be hatiye derbirîn.
Di beşa yekem da vegêrrê kesê sêyem, dema ku behsa “wehş”an dike, wêneyê hemû welat tê ber çavên meriv. Dema ku Salar vegêrrtiyê dike, her tim ji bo xwe diyar dike ku di hundirê wî da jî “wehş”ekî razayî heye. Em bi rêya zîqbûna Salar hîn dibin ku karakterên dîtir jî hin caran xwe weku “wehş” dibînin. Ev “wehşîtî”ya ku Yûsiv behsê dike “wehşîtî”yeke bêalî ye. Em nizanin ka ev “wehşîtî” xerab e an baş e. Heke ez nimûneyekê bidim, Salar pêşî ew kesên ku serî jê dikin, tecawizê dikin, dizî dikin û behsa dîn dikin weku wehş dibîne, lê dema ku ji girtîgehê derdikeve êdî ew şervanên ku li dijî wan kesên serjêker jî weku wehş dibîne. Ev wehşîtî, zikmakî ye. Ne xerab e ne jî baş. Xerabî li gorî kê, başî li gorî kê? Yûsiv dixwaze bibêje ku bêguman di hundirê her kesî da “wehş”ekî razayî heye. Nivîskar vê angaşta xwe li ser karakterên xwe jî daye dûpatkirin. Herî dawî, karakterê sereke, Salar jî dema ku ji girtîgehê derdikeve, xwe weku wehş dibîne. di gel ku wî tu xerabiyek nekiriye. Hingê meriv dikare bibêje “wehşîtiya” ku Helîm Yûsiv behsê dike ne sedem an jî encama xerabî û bedkariyê ye, ew wekî fitratekê di meriv da cîwar bûye. Bi tehrekî dertê holê. Meriv li hemberî çi, kê wê wehşîtiyê çakîna derdixe holê, ya muhîm ev e.
Encam:
Di vê romanê da çend hêmanên giring hene ku ji bo temaya sereke ya berhemê jêneger in. Weku mînak; ew peykerê serok, muxaberat, goristan û ya herî giring jî ew pirtûka bi navê Bav û Kur e.
Helîm Yûsiv di vê berhema xwe da panoramaya serdema du desthilatdaran kiriye mijar. Di ber da jî ew geşedanên civakî yên ku li welêt qewimîne û ew geşedanên ku li ser takekesan qewimîne derbiriye. Divê bê gotin ku di vê berhemê da armanc ne ew e ku ji ramaneke siyasî ra bibe palpişt. Belê her çiqas di nîveka berhemê da weku qewm kurd hebin jî, jiyana ereban, ermeniyan jî li qelem daye. Bi min berhemê xwe ji angajebûnê parastiye. Lê bi dilekî rihet dikarim bibêjim ev mijar ji bo Helîm Yûsiv bûne mijarên sereke yên hunera wî ya edebî. Yûsiv tim li dora van têgehan çerx dike, bi israr bala me dikişîne ser van hêma û têgehan. Dilê Helîm Yûsiv spî nabe tu carî, neşê bibêje: Ha temam civak an jî xwendevanên min ji van têgeh û hêmayan tiştek wergirtin, ez dikarim dêhn û bala wan bidim ser tiştekî din.
Lê divê ez vê jî bêjim: Ev ne kêşeyeke bi Helîm Yûsiv ra girêdayî ye, mixabin. Ji ber ku rewşa civakî, sîyasî û kulturî ya xwendevanên wî da guherîneke mezin çênebûye Helîm Yûsiv jî neçar dimîne behsa van hêma û têgeh û rewşan bike. Ev mîrateyeke ku nivîskarê kurd zû bi zû nikare xwe jê xelas bike, ji bo ku bikaribe bergeha xwe biguherîne divê bergeha civakê jî biguhere. Heke na tiştekî teze yê ku ser civakê bê gotin namêne: di xew da ye, ditirse, dimire.
Bêşik di berhemê da dîsa şopa vegêrana xweserî Helîm yûsiv dixuyê. Ango bi şêweyeke xweserî Helîm Yûsiv vegêrran hatiye honandin ku ji surrealîzm û realîzma efsûnî avê vedixwe. Ev hilbijartin li ser peyama Yûsiv bûye yek ji hokarên herî bibandor.
Çavkanî:
Yûsiv, Helîm, Wehşê Di Hundirê Min da, Peywend, 2018, Stenbbol
Fromm, Eric, Insandaki Yıkıcılığın Kökenleri, wer: Şukru Alpagut, Payel Yayinlari,
Le Bon, Gustave, Kitleler Psikolojisi, wer: Hasan Can, Tutku, 2014, Ankara
Jung, Kalr Gustav, Jung Psikolojisi, wer: Murat Ukray, Yason Yayinevi, 2016, Ankara
* Jung, ligel pejirandina têgeha “binhiş” a Freud, li hember her sê têgehên Freud (îd, ego, superego) sê têgehên nû pêşniyaz dike. Li şûna “îd” têgeha “hiş”, li şûna “ego” “binhişê takekesî” û li şûna “superego” jî “binhişê civakî/kolektîf” bi kar aniye. Bo berfirehtir binêre: Kalr Gustav Jung, Jung Psikolojisi, wer: Murat Ukray, Yason Yayinevi, 2016, Ankara
