J.R.R Tolkîen: Zar û zimanê fantazmayê

J.R.R Tolkîen: Zar û zimanê fantazmayê

John Ronald Reuel Tolkîen, an jî zar û zîmanê edebiyata fantastik, li seranserî cîhanê xweyî navdariyeke yekta ye. Heta niha ji bo Tolkîen gelek tişt hatine gotin, hema bêje kuliyatek ji bo jînenîgariya wî hatiye amadekirin, lê der barê Tolkîen de, der barê raz û efsûniya afrîneriya wî de gelek tiştên negotî hêj hene.

J. R. R. Tolkîen di 3’ê çileya 1892’an de li Bloemfonteinê li Afrîkaya Başûr ji dayîk bû. Bavê wî Arthur Reuel Tolkîen karmendekî bankayê bû û bi hewesa jîyaneke payeberz, di salên 1980’î de, berê xwe dabû Afrîkaya Başûr û li wir dest bi kar kiribû. Piştî bavê Tolkîen di 1896’an de koça xwa bar kir, ew bi malbatî vegeriyan Îngilistanê û li wir bi cih bûn. Hinek gotegot hene li ser almanbûna malbata Tolkîen lê qet şik tê de tune ye ku wan hemû xwe wekî îngilizên xas dihesibandin.

Ronald Tolkîen li Bîrminghamê dest bi xwendina xwe kir lê malbatê gelek caran cih guherand û wî jî li dibistanên cuda xwendina xwe domand. Piştî demeke kin diya Tolkîen, Mabel ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da û ew jî çûn gihîştin xaltika xwe Beatrîceyê.

Zarokê zimanan û bîra derdorê

Ronald dema li dibistanê dixwend, hem wî bi xwe hem jî mamosteyên wî, kifş kirin ku şiyaneke wî ya şareza li ser zimanan heye û di fêrbûna zimanan de pir jîr e. Ronald ziman ji xwe re xistibû cîhaneke şahiyê; di wî temenê xwe yê piçûk de, dest pê kir xwe bi xwe zimanekî çêkir. Bi vî awayî wî bingeha zimanê elfî di piçûkatiya xwe de avêtibû. Latînî û Yûnanî zû fêr bû, dû re berê xwe de bikaranînên dêrîn ên zimanan û xwe fêrî hinek zimanên din kir.

Tolkîen biçûya ku derê, derûdor û hawira wir, kêş û hewaya wir diheband û di bîra xwe de bi cih dikir, lewra dizanîbû dê di demên bê de bi kêrî wî were. Her diçû Tolkîen hejmara zimanên dizane zêdetir dikir; li ser îngiliziya dêrîn, zimanên cermenî (nexasim yên gotik), galî, fînî bûbû pisporekî ser pozê xwe re. Êdî, hêdî hêdî dest bi wergera berhemên klasîk jî dikir.

Lehengên wî ji jiyana wî bûn

Şerê hemdinyayê li ber derî bû û piştî çendekê Tolkîen jî neçar ma beşdarî şer bibe. Lê li çeperên şer, ew bi nexweşiya tîfûsê ket û piştre wî şandin mal. Tolkîen mirovekî katolîk û bawermend bû, di şer de jî gelek hevrêyên xwe bû. Şîna wan vediguherî afrîneriyê, hêdî hêdî.

Tolkîen dil dabû Edith Mary Brat û pê re zewicî. Edith dê ji bo Tolkîen û ji bo lehenga wî ya honakî Lúthien Tinúviel bibûya îlham. Piştî zewacê û piştî şer Tolkîen wekî ferhengnasê alîgir, di nav xebata Ferhenga Îngilizî ya Oxfordê de, cih girt. Pê re pê re, bi hemdê xwe dest bi weşandina berhemên xwe kir.  Tolkîen tev li cîhana akademîk bû, bû profesor jî heta, lê wî tim afrîneriya xwe bi pêş dixist û tûrikê xwe dadigirt. Ji xwe re cîhanek afirandibû: Cîhana Navîn (Middle-earth)

Hobbît an jî destpêkeke mîtolojîk

Tolkîen ji xwe re xistibû wekî edetekê û tim ji zarokên xwe re çîrokine mitolojîk û efsanewî vedigot. Helbet piştî mirina wî ev çîrokên wî yên bi navê Bay Bliss, Roverandom, yên ji serdema wî ya ewil jî hatin çapkirin. De Tolkîen e meriv nizane ka çawa difikire, rojekê li ser rûpelekê wiha dinivîse: “Li kuneke di nav erdê de Hobbîtek jiyabû” û li ser vê yekê têra dilê xwe ponijî. Diviyabû pê derxista  ka Hobbîtek çi ye, di kuneke çawa de dijiya û çima di kunekê de dijiya? Tolkîen vê yekê wekî çîrok ji zarokên xwe re vegot, lê her ku diçû cîhana çîrokê berfirehtir dibû, çîrok bi ser hev de dinepixîn.Tolkîen çîrokên xwe derbasî nivîsê kirin û ew dan weşandin. Di sala 1937’an de Hobbît weşiya.  Çîrokan bandoreke ecêb li zarokan kiribû û pir hatibûn ecibandin. Li ser vê yekê weşangerê wî jî ketibû bin tesîra vê afrîneriyê û ji Tolkîen pirsîbû: “Gelo hêj tune ne?”

Mîrê Gustîlan û mîta Îngilîstanê

Tolkîen e ma, dê çawa tune be, wî hema di seranserî temenê xwe de, tûrikê xwe bi ziman û çîrokan dagirtibû, îja dora pêşkêşkirina wan berheman bû. Tolkîen li ser daxwazan, dest bi temamkirina çîrokên xwe yên nîvco kir. Wî nimûneyên ewil yên Silmarillion ji weşangerê xwe re şand û li benda berteka xwendevan ma; bertek tevlihev bû û diviya ev tevlihevî bihata birêkûpêkkirin.  ­Lê her diçû ev ji dirûvê çîrokên zarokan derdiketin. Tolkîen di eslê xwe de ji bo îngilîzan mît diafirandin û vê yekê jî dilê xelkê îngilîz xweş dikir.

Tolkîen rabû ji bo temamkirina çîrokê dest bi nivîsîna Mîrê Gustîlan kir. Berhem pir hat nirxandin û rexnekirin; lê belê bi awayekî ecêb dihat firotin û kesî nikaribû rê li ber bigirta. Jixwe piştî demekê çapên berhemê yên qorsan jî derketin. Di sala 1968’an de Mîrê Gustîlan wekî Mizgîniya (Încîla)“Civaka Alternatîf” dihat dîtin.  Bê guman bandorên vê yekê li ser Tolkîen çêbûn; di navbera şanazî û metelmayînê de diçû dihat. Lê belê tu tiştî rê li ber heyranî û hejmetkariya berhemê negirt. Heta hate radeyeke wisa ku heyran û hejmetkariyên berhemê name jê re dişandin, telefonî wî dikirin bê ka Frodo di wezîfeya xwe de bi ser ket an na, baskên Balrogan hebû an na, zimanên ku çêkirine çi ne, dema borî ya Quenyan-lanta çawa çê dibe?

Mirov bi çêkirina mîtan dibe afrîner

Tolkîen ji gelek kesên berê xwe dabûn honaka zanistî cudatir li ser bingeheke mîtîk berhemên xwe diafirandin. Ne ku haya wî ji serdema wî tune bû, berovajî vê yekê ew mirovekî şareza bû, wî kêmasiyên mitoloji û edebiyata îngilizî baş kifş kiribû û li ser vê yekê jî wî berê berhemdariya xwe dabû cureya fantastik a edebî. Ew bi xwe di axaftin û nameyên xwe de ku ji hevalê xwe C. S. Lewis re dişîne, vê yekê wiha destnîşan dike: “Mirovahiyê di seranserî dîrokê de ji bo baweriyên xwe yên bingehîn rave û şirove bike, serî li mîtolojiyê daye û mît afirandiye. Mirov ancax bi afirandina mîtan dikare bibe afrînerekî dîtir ê di bin  Xwedê re û bi dahênana çîrokan dikare bigihêje kemilîna xwe ya cewherî ku berî ji bihuştê bê qewirandin li ser hebû. Dîn hêmaneke bingehîn a afrîneriya Tolkîen e, di eslê xwe de, ew bi berhemên xwe xwendevanên xwe jî vedixwîne ser esasekî dînî

Tolkîen gelek berhemên fantastîk afirandine, piştî wî gelek kesan jî di vê cureya edebî de berhemên hêja dane. Belê berhemên Tolkîen mayînde ne di nav edebiyata cîhanî de, lê belê ew rewşa “civaka alternatîf” dê tim ji bo berhemên wî nikaribe bê bikaranîn. Pêşketin û geşedanên bi lez û bez ên civakî vê yekê piştrast dikin. Piştî Tolkîen cîhaneke yeksan nema û ew hêz û baweriya katolîk a ku Tolkîen xwe dispart wê jî şikiya. Belkî piştî Tolkîen, jinek dê bikaribûya cîhan û “jiyan”ên alternatif biafirîne, li gorî giyanê serdemê civakekê  texeyul bike, belkî navê wê cîhanê “Zivistan” jî bûya, lê dê hewldaneke pir di cih de bûya.  

Çavkaniyeke zêrîn li ser devok û zaravayên kurdî

Çavkaniyeke zêrîn li ser devok û zaravayên kurdî

Li ser zar û zimanê kurdî heta niha gelek xebatên hêja hatine kirin. Çi ji aliye kurdan ve çi ji aliye biyaniyan ve ev xebat hê jî didomin. Ev xebat hem li ser înternetê tên belavkirin hem jî bi awayekî çapkirî û wekî pirtûk tên belavkirin. Xebatên ku wekî pirtûk têne weşandin bi rêya weşanxane û belavkaran ve digihêje kurdan. Lê bele haya gelek kesan ji hinek xebatên ku li ser înternetê û di malperên taybet de tên weşandin tune ye. Em ê di vê kurtenivîsê de behsa malpereke kurdî bikin ku vê malperê xebaten pirr bi kêrhatî hatine kirine û em jî ji gelek aliyan ve jê razî ne.

Armanc kurdîxeberdan e

Em behsa malperekê dikin. Malper ya Zanîngeha Manchesterê bi xwe ye. Wekî projeyeke zanîngehê ev malper hatiye sazkirin û daneyên gelek girîng li ser malperê hatine barkirin.

Li heman zanîngehê di konferans û panelan de jî li ser zimanê kurdî gelek nîqaşên berfireh hatine kirin. Ev website an jî ev malpera navborî ji  bo dokûmentên der barê kurdî hatiye terxankirin. Zanîngeh ji bo armanca vê xebatê wiha dibêje: “Armanca me ew e ku em wekhevî û cudahiyên di navbera zaravayên kurdî de destnîşan bikin. Her wiha em bi vê malperê hêvî dikin ku kurd bêhtir bal û dêhna xwe bidin ser zimanê kurdî û kurdîxeberdanê di nav gel de teşwîq bikin.”

Gencîneya zarave û devokên kurdî tê parastin

Di malperê de bi giranî xebat li ser her du zaravayên kurdî, kurmancî û soranî hatine kirin. Kurmanciya ku li bakur, başûr, rojhilat û rojava tên xeberdan û soraniya ku li başûr, rojhilatê Kurdistanê tê xeberdan bûye dabaşa lêkolînan.

Di malperê de ne tenê li ser ziman xebat hatine kirin. Her wiha li ser erdnîgarî, civak û çanda kurdan de jî agahiyên hêja hatine parvekirin. Li ser berawirdkirina alfabeya kurdî bi alfabeya navneteweyî re jî agahî hatine dayîn.

Di malperê de xebata herî berfireh û binirx bê guman a li ser berhevkariya bilêvkirina peyvên ferhenga zimanê kurdî ye. Di malperê de li gorî hilbijartina zaravayên soranî û kurmancî nexşeyek vedibe. Dû re kî bixwaze dikare li gorî bajar, navçe û navendan bilêvkirina deng, peyv û risteyan li ser malperê bibîne.

Ser meselê  hûn dikarin di beşa “Danegeha Zaravayên Kurdî” (Database of Kurdish Dialects) de, pêl kurmanciya bakurê Kurdistanê bikin, dû re ji nav wê jî koda navçeya Bazîdê hilbijêrin (jixwe her navendek bi kodekê hatiye destnîşankirin). Dû re dê li jêrê hinek peyv û riste derkevin. Ew peyv û riste li herêma Bazîdê çawa tên bilêvkirin û nivîsîn di nav tabloyekê de hatiye destnîşan kirin.  

Her wiha heke hûn bixwazin li bilêvkirina peyv û hevokên devokan jî guhdar bikin hûn dikarin li “Mînakên Belaş yên Xeberdanê” (Free Speech Samples) bitikînin û guh bidin taybetiyên devokên kurdî.

Teknolojî pir bi pêş ketiye û em kurd jî îdî dikarin bi rêya wê ji hevûdu fehm bikin, têbigihijin. Divê tu hincetek ji bo kurdîxebernedana me tune be îdî. Em zede bi hûrgiliyan serê we neêşînin û em malperê emanetî we, we jî emanetî malperê bikin.

http://kurdish.humanities.manchester.ac.uk/

Dorîs Lessîng: Nivîskareke serhildêr û sofîstîke

Dorîs Lessîng: Nivîskareke serhildêr û sofîstîke

Nivîskara îngiliz Dorîs Lessîng bi çîrok, roman û nivîsên xwe ve berdevkê sedsala 20’î bû. Dibe ku em Dorîs zêde nas nakin lê wê em nas dikirin û haya wê ji me hebû. Haypêhebûneke wisa kurt lê belê xurt bû.

Li Kurdistanê ji dayîk bû

Nivîskar û xelatgira Nobelê Dorîs Lessîng di 22’ê cotmeha 1919’an de wekî zaroka malbateke îngiliz li Kirmanşaha Kurdistanê ji dayîk bû. Bavê wê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji lingekî xwe qop mabû. Bavê wê ji bo di bankaya împeratoriyê ya îngilizan de bixebite berê xwe dabû Kirmanşahê. Dorîsê di bîranînên xwe de wiha behsa mala wan a Kirmanşahê bikira: “Kirmanşah bajarekî qedîm yê bazirganiyê bû û di salê 1980’yî de ji ber şerê Îran û Iraqê gelek deverên wî hatibûn wêrankirin. Mala me ya ji kevirên mezin hatibû çêkirin li zozanekî bû ku çiyayên wê bi berfê hatibû xemilandin.”

Jin û jîneke serhildêr

Zarokatiya Dorîs di navbera xweşî û êşê de diçû û dihat. Piştî demekê malbatê ji Kirmanşahê koçî Rodezyaya Başûr Afrîkayê (Zîmbabweyê) kir. Piştî demekê Dorîs li paytexta wî çaxî Salîsburyê di dibistaneke katolîk de dest bi perwerdeya xwe dike. Dorîs jineke serhildêr bû, hemû şûn û şopên jiyaneke serhildêr li ser wê civiyabûn. Wisa jî Dorîsa ezîz xwe ji hemû qeyd  û bendên serdest, mêrane dadiweşand. Hê di 15 saliya xwe de ji malê cihê bû. Dema bû bist salî du zarok li ber pêşa wê bûn. Dorîs ji bo zewacê wiha digot: “Ev nifşeke jinan heye, tu dibêjî qey dema zarokên wan çêdibin jiyana wan radiweste û naherike êdî. Ber vê piraniya wan jinan nevrotîk bûn, lewra ew di nîveka nakokiyeke civakî de dijiyan.” Bi rastî jî Dorîs hem wekî jinekê hem jî wekî nivîskarekê ji gelek jinan û nivîskarên mayîn azadtir bû. Azadtir dibêjim, lewma Dorîsa delal tu carî xwe neçarî mêrekî û pergaleke wiha kujende nekir.

Wê xwe ji holê ranekir

Wê di heyama zewaca xwe de hest kir ku ev zewaca wê ne bi dilê wê ye. Her wiha wê hest pê kir ku ev zewac dê wê tune bike, dê wê di kesekî an jî çend kesine din de -ku jê re malbat dihat gotin- hepis bike û hemû nîşaneyên heyîna wê ji holê rake. Ji ber vê yekê wê malbata xwe terikand, wê xwe ji malbata xwe û poşmaniya xwe rizgar kir. Lê Dorîs piştî demekê di nav Koma Pirtûkên Çepgiran de cih girt û wê Gottfried Lessîng nas kir. Pê re zewicî û lawekî wan çêbû. Di 1949’an de bi lawê xwe re li Londonê bi cih bû û di sala 1954’an de wê bi temamî dev ji bizava komînîst berda.

Wê berhema xwe ya ewil Giya Distrên di 1949’an de nivîsî û wekî nivîskareke profesyonel wê dest bi serboriya xwe ya nivîskariyê kir.

Rexneya hunerî û edebiyateke alternatîf

Honaka Dorîs heta bêjî otobiyografîk e û ji serhatiyên wê yên li Afrîkayê sûd werdigire. Di berhemên wê de bîranînên zarokatiyê, endîşeyên siyasî û civakî, berberiya çandî, bêdadiya newekheviyên nijadî, têkoşîna kesayet a li beramberî xwe û nakokiyên kesayetî cih digirtin. Wê di çîrok û romanên xwe de li ser dagirkeriya li Afrîkayê û li ser paşxaneya serdestiya yên spî yên li Afrîkayê dîmenine pir serkeftî xêz dikirin. Li gorî wê çanda spiyên serdest çandeke bêweç û sitewr bû, nediafirand, tenê dihêra û dimezaxt.

Dorîsê di berhemên xwe yên Zarên Tundiyê de û Lênûska Zêrîn de teknîkên nû yên edebî, sentezeke baş a teknîkî ceriband û bi ser ket. Erê wê di bîldungsromanê de serkeftina xwe dabû nîşan lê serkeftin û mavdariya wê bêhtir ji berhemên wê yên wêrek bû. Dorîs keseke wêrek bû, berhemên wê hê wêrektir bûn.

Femînîzm, sofîzm û honaka zanistî

Ji ber bergeha wê ya femînen a di edebiyatê de hin rexne hatin kirin elbet. Lê belê wê fikrên xwe li ser bingeheke zexm dabû rûniştandin, wê rewşa ruhî ya jinan û ya mêran çak derbirîbû. Wê bi berhema xwe ya Lênûska Zêrîn dest bi peydakirina vê derûniya şexsî ya lehengan kiribû. Lê piştî demekê wê çarçoveya bergeha xwe firehtir kir û ki ser honaka zanistî hûr bû. Wê hêdî hêdî ji xwe re bingeha “honaka nav-fezayî” lê kir û fanteziyên kozmîk li ser berz kir. Dîmenên xewnan, rehendên mayîn û bernameyên jiyaneke (hebûneke) berztir pêşkêşî xwendevanan kir.

Di salên 1960’î de wê berê xwe da mîstîsîzma sofîtiyê; li ser perisîna hiş, rizgariya takekesî, çarenûsa takekesî û civakî cîhaneke nû afirand. Wê di vê pêvajoyê de ji Îdrîs Shah (yek ji zanayên mezin yê cîhana sofîzmê) gelek sûd wergirt.

Hozaneke sirgûnkirî ya Nobelê

Dorîs hozana ber dilê jinan bû û tim li ser kêşeyên heyî yên jinan diponijî. Dorîs di sala 1956’an de ji ber raman û rexneyên xwe yên beramberî desthilatiya Afrîkaya Başûr bi zorê ji welat hatibû derxistin. Di sala 1995’an de ji bo keça xwe û neviyên xwe bibîne vegeriya Afrîkaya Başûr. Li welatê ku 40 sal berê jê hatibû sirgûnkirin bi çepikan hat pêşwazîkirin.

Xelatên ku Dorîs wergirtine pir zêde ne û bi jimartinê jî naqedin bi Xwedê. Lê mirov dikare bêyî dudilî û bê guman bibêje ku di hemû xelatên herî navdar de navê wê derbas bûye. Gelek caran ji bo Nobelê hat pêşniyazkirin lê wê di sala 2007’an de wekî xelatgira herî pîr xelata Nobelê wergirt.

Şikeste an jî bîra cîhanekê

Yek ji berhema Dorîs Lessîng a herî navdar Şikeste ye. Ev berhem di eslê xwe de rêzeberhem e û ji 5 pirtûkan pêk tê. Li ser navê Arşîvên Kanopûsî yên li Argosê hatiye honandin, lê belê bi navê Şikeste navdar bûye. Ev berhemeke honaka zanistî ye û Şikeste navê cîhanê ye. Di berhemê de behsa împaratoriyeke galaktîk û seferên wan ên li beramberî Şikesteyê tê kirin. Li Şikesteyê peyamber an jî  qasid hene û ew ji destpêka jiyana organîk heta derketina mirovan hemû pêvajoyê raçav dikin. Her wiha ew Şikesteyê ji cîhaneke bi navê Şammat ya împeratoriya Puttiorayê diparêzin. Şikeste bûye navenda şerê Kanopûs û Şammat. Di berhemê de perisîna mirov, dîroka dînan, şerên cîhanî, xelayan, dîroka gerdûnî bi giştî ji hişê Dorîs yê newaze dinizile. Şikeste hem arşîva duhê hem jî rêbera sibehê ye.

Dorîsê di hevpeyvîneke xwe de wiha behsa Şikesteyê dikir: “Arşîvên Kanopûs yên li Argosê pir dihatin xwendin; heta wisa lê hat ku wê dînek da destpêkirin. Xwendevanan zen kir ku Şikeste rasteqîn e û li Amerîkayê komûnek hat avakirin. Wan ji min re dinivîsî û wiha digotin, ‘ka Xweda dê kîngê bên serdana me’. Her çiqas min got ev kozmolojî nîne ev lihevanîn û rikibandinek e jî wan digot, ‘tu henekan bi me dikî.’ Her wiha gelek kes ji romanên min ên realîst aciz bûbûn.” Şikeste li cîhanê bûbû daxwaza cîhaneke nû. Ursuluya ezîz û gewre dê ji bo Şikesteyê bigota ‘ev berhem gewhereke nemir e’.

Îsaac Asîmov: Kaniya Honaka Zanistî

Îsaac Asîmov: Kaniya Honaka Zanistî

Îsaac Asîmov, yek ji pêşengên honaka zanistî ya edebî tê hesibandin, di nav malbateke cihû de, li Rûsyayê hat dinê. Li ser dîroka jidayîkbûna wî agahiyeke têkûz tune ye lê, li gorî hatiye tomarkirin Asîmov di 2’ê çileya 1920’î de ji dayîk bûye. Îsaacê kurê Yahuda û Anna Rachel Berman Asîmov, di sê saliya xwe de, bi malbatî bar dikin û diçin Amerîkayê. Di sala 1928’an de dibin hemwelatiyên Amerîkayê.

Îsaac Asîmov di temenekî zû de xwe fêrî xwendinê dike û li cem bavê xwe fêrî zimanê yîdî (zimanê cihûyên aşkenazî) dibe. Îsaac di 15 saliya xwe de bawernameya lîseyê bi dest dixe û  li dikana bavê xwe dest bi kar dike. Îsaac li dikanê, di refeke kovaran de pêrgî kovareke honaka zanistî tê û ji wê rojê şûnde bala xwe dide ser honaka zanistî. Çîroka xwe ya ewil di 18 saliya xwe de, di kovara Amazing Storiesê de diweşîne.

Piştî demeke kin di sala 1941’ê de, çîroka xwe ya bi navê Nightfall ji kovara honaka zanistî ya herî meşhûr a wê demê Astounding Science re şand. Di navbera wî  û edîtorê kovarê John W. Campbell Jr. de pêwendiyeke xurt çêbû bê guman vê pêwendiyê teşe da nivîskariya wî.

Îsaac li zanîngeha Columbiayê di beşa kîmyayê de lisansa xwe xwend û  dû re master û doktoraya xwe  li wir kuta kir. Piştî demekê  li zanîngeha Bostonê di beşa biyokîmyayê de ders da. Di sala 1955’an de, di beşa kîmyayê de bû doçent û di sala 1979’an de jî bû profesor.

 Pirhêlî, pêşengtî û afrîneriya Îsaac

Belê Îsaac herî zêde bi berhemên xwe yên honaka zanistî dihat nasîn lê ew di gelek babet û warên mayîn de jî bi têra xwe şareza bû. Li ser civaknasiyê, dîrok, matematîkê eleqeyeke wî ya baş hebû. Her wiha, wî li ser Mizgînî (Încîl), fîzîk, kîmya, biyoloji, astronomî, mîzah, Shakespeare, Gîlbert, Sullîvan gelek berhem nivîsand. Ew nivîskar û zanyarekî pirhêl bû, hemû zanyarî li cem wî têkelî hev bûbûn. Nivîskarê navdîsîplîniyê bi xwe bû.

Îsaac Asîmov kesekî bi têra xwe afrîner bû û di seranserî temenê xwe de derdora 500 heb berhem nivîsandin. Bê guman piraniya berheman ji çîrok û romanên honaka zanistî pêk dihat. Di biwarê honaka zanistî de kesên wekî; H. G. Wells, Frank Herbert, Ray Bradbury, Arthur C. Clarke, Robert A. Heinlen, Ursula K. Le Guin hwd. gelek berhem dane. Îsaac Asîmov jî ji nav van kesan wekî yek ji pêşengê herî navdar tê nasîn . Lê ji hêla afirandinê û berhemdariyê ve Îsaac bi tena serê xwe berî hemûyan tê.

Honaka zanistî çavkaniyek e ji bo zanistê

Biwarê honaka zanistî bi pêşketina zanist, pîşesazî û teknolojiye re bêhtir geş bû û vê yekê jî çarçoveya afirandina edebî berfirehtir kir. Bê guman, nivîskarên vê biwarê ji zanistê sûd wergirtin lê belê şayesa edebî, şiyana wan a xeyalî û afrîneriya wan  bi xwe jî ji zanistê re bûn çavkaniyên girîng. Nivîskarên navborî bi berhemên xwe gelek têgeh, fikir û tiştên nû bexşî zanistên dîtir kirin.

Bi demê re, ev biwar bêhtir pêş ket û têkiliyeke pir xurt di navbera edebiyat û sînemaya honaka zanistî de çêbû.  Reng-rûçikê pergala kapîtalîst û dîstopîk herî baş di berhemên van kesan de derkete holê. Cîhan û jiyanên alternatîf di van berheman de bûbû babeteke sereke. Lê belê divê bê gotin ku pergalê jî ji wan îstîfade kir û bi rêya wan berheman fêrî rê û rêbazên nû bû, gelek tiştên mezaxtinê yên nû derxist piyaseyê.

Foundation: Dîrokçeya împeratoriya galaktîk

Îsaac di 21 saliya xwe de dest bi nivîsîna şahberhema xwe ya bi navê “Foundation” (Weqf) dike. Ev berhem di nav berhemên honaka zanistî de wekî sêbareya herî baş hat dîtin û berhemê di sala 1966’an de xelata Hugo ya Rêzeberhemên Honaka Zanistî yên Herî Baş  wergirt. Asîmov di vê berhema xwe de behsa împeratoriyeke galaktîk dikir û rûxandina vê împeratoriya galaktîk ji xwe re kir mijar. Her wiha Îsaac amaje bi dîsiplîneke zanistî ya nû dikir ku ew jî ji psîkolojî, dîrok û matematîkê hatibû têkelkirin. Asîmov bi rêya lehengê xwe Profesor Harî Seldon, der barê siberojê de texmînan dikir û wî ev zanist wekî zanista pêşbîniyê emiland: Ji bûyer û qewimînên dîrokê siberoja imperatoriyekê dihat texmînkirin.   Asîmov di dawiya temenê xwe de cardin li şahberhema xwe vegeriya û sêbareyeke din li Foundationê zêde kir.

3 Qanûnên Robotîk

Îsaac Asîmov di gelek waran de pêşeng bû. Di berhema xwe  ya bi navê “I, Robot”(Ez, Robot) de “3 Qanûnên Robotîk” pêşkêş kir û ev her sê qanûn wekî qanûnên esasî yên robotan hatin qebûlkirin. Van qanûnan li ser zanist û jiyana rojane ya mirovan jî reng veda û têkiliya di navbera robot û mirovan de li ser vê yekê pêş ket. Qanûn ev in:

  1. Robot, zirarê nagihînin mirovan, an jî li ser zirardîtina mirovan nikarin bêtevger bimînin û vê yekê piştguh bikin.
  2. Robot, heta bi Qanûna Yekem re nekevin nav nakokiyekê divê fermanên mirovan bi cih bînin.
  3. Robot, heta bi Qanûna Yekem û Qanûna Duyem re nekevin nav nakokiyê mecbûr in hebûna xwe biparêzin.

Çîrok û romanên Îsaac hêjayî gelek xelatan hatin dîtin. Îsaac gelek caran xelatên Nebula û Hugo ku ji bo berhemên honaka zanistî tên dayîn wergirt û diyar kir; ew pispor û şarezayî vî karî û vê biwarê ye. Asîmov di sala 1992’an de, di 72 saliya xwe de koça dawî kir. Lê li pey xwe gelek berhemên binirx hiştin ku dê tim wî bidin bibîrxistin. Kesên ji berhemên honaka zanistî hez dikin û dixwazin bixwînin divê eseh serdana Îsaac Asîmov bikin. Nexwe gelek alî dê kêm bimînin. 

Charlotte Perkîns Gîlman: Li dijî çarenûseke zer

Charlotte Perkîns Gîlman: Li dijî çarenûseke zer

Di dîroka bizava femînîst de cihekî taybet ê nivîskar û aktîvîsta amerîkî Charlotte Perkîns Gîlman heye. Charlotteyê nimûneyên ewil yên edebiyata femînîst afirandin û bi awayekî çalak di nav xebat û têkoşîna femînîst de cih girt. Li ber destê aktîvîst û nivîskarên wekî Îsabella Beecher Hooker û Harriet Beecher Stowe (nivîskara Holika Mamê Tom) mezin bû û di mijara mafên jinan ên hilbijartinê de bû yek ji pêşengên herî girîng. Charlotte di nav edebiyata amerîkî de, yek ji sewta herî berz a ramanî ya femînîzm û reforma civakî bû.

Charlotte Perkîns Gîlman di 3’ê tîrmeha 1860’î de, li Hartforda navenda parêzgeha Connectîcutê, li Amerîkayê ji dayik bû. Keça Mary û Frederîc Beecher Perkîns û xuşka Thomas Adîe bû. Di zarokatiya Charlotteyê de bavê wê, mala xwe di nav hejariyekê de dihêle û diterikîne. Malbat ketibû nav rewşeke çetin û di nav hejariyê de dijiya. Diya Charlotte, Mary nikaribû bi zarê xwe re eleqedar bibe. Lê belê ser-guhê xizmên bavê Charlotteyê, Îsabella û Harriet Beecher tim li ser malbatê bû.

Edebiyat jê bêpar nema   

Charlotteyê wisa perwerdeyeke bi dilê xwe nedît; hê dema 15 salî bû teze perwerdeya xwe ya çar salan temam kiribû, ev perwerdeya çar salan di heft dibistanên cuda de bi zehmetî hat kutakirin. Diya wê Mary ji bo zarokên wê wekî wê neêşin, xwendina berhemên edebî (honakî) û hevaltiyeke xurt a bi kesine din re li wan qedexe kir. Charlotteyê dê ji bo diya xwe (û xwe) wiha bigota: “Tenê dema ku didît keça wê razaye, wê ji keça xwe hez dikir”. Lê wê tu carî xwe radestî pencên jiyanê û hejariyê nekir. Li ser şaristaniyên qedîm xebitî, yek bi yek li pirtûkxaneyan geriya û xwe ji bo sibeheke ronak amade kir. Erê ji bo wê hatibû qedexekirin lê bala wê ji zû ve çûbû ser edebiyatê û Charlotte bi xwe dikaribû dev ji vê xisletê xwe berde, lê belê tu kesî dê nikaribûya edebiyatê ji Charlotteyê bêpar bihişta. Axir nema..

Dudiliya zewacê û zeriya wê

Charlotte di sala 1884’an de bi hunermend Charles Walter Stetson re zewicî. Lê dudiliya Charlotteyê ya der barê zewacê de bû sedem ku ew hem adi carekê de teklîfa zewacê erê neke. Lê di ber da ducanî ma û tekane zaroka wan Katharine Beecher Stetson di sala 1885’an de jê re çêbû. Charlotteyê piştî ku zarok anî dinê, di heyama zêstaniya xwe de kete nav derûniyeke xerab. Ev rewşa wê jê re bû îlham, çîroka xwe ya herî serkeftî “Zerkaxiza Dîwaran”  li ser vê derûniya xwe nivîsî.

Binoşe da bi muştaqî

Charlotte di sala 1888’an de mala xwe ji ya mêrê xwe cihê kir û di 1894’an de bi awayekî fermî dev ji hev berdan. Di sedsala 19’an de bûyerên bi vî rengî zêde peyda nedibûn, lê Charlotte ji xwe û ji biryara xwe bawer bû. Ev bûyer jê re bû derfetek, piştî vê yekê hê bêhtir di nav xebatên jinan de cih girt. Charlotteyê heta dawiya temenê xwe hem ji bo xwe hem jî ji bo jinan pir cehd kir.

Di sala 1932’an de hîn bû ku bi nexweşiya penceşêra pêsîran ketiye. Charlotteya pêşeng piştgiriya ramana heqkuştinê dikir; li gorî wê heke kesek bi nexweşiyeke kujende ketibe heqê wê/wî yê xwekuştinê heye. Charlotte yek ji wan kesan bû ku tu carî ji fikren xwe û ji jiyana xwe tawîz neda. Li ser nexweşiya xwe di 17’ê tebaxa 1935’an de, di carekê de kloroform vexwar û xwe kuşt. Di nîşeyekê de ku li pey çûyîna xwe hiştibû, wiha digot: “ez li şûna penceşêrê kloformê hildibijêrim”.

Charlotte di jiyana xwe de pêrgî gelek zehmetiyan hat, lê belê wê qet serê xwe netewand. Jiyana wê ya duh ewqas baş nebû, ji ber vê yekê tu carî bi xwezî venegeriya li duh nenihêrî. Ew li ser sibehekê difikirî ku tê de kamiliyeke mirovane serdest bû, ne ku kamilîbûneke mêrane. Di sala 1909’an de, di kovara Forerunner (Pêşeng) de nivîsên xwe yên li ser jinan û nirxandina berheman, nivîsên rexneyî, helbest, çîrokên xwe belav kir. Charlotteyê sêbareya romanên xwe yên utopyaya femînîst jî di heman kovarî de belav kir.

‘Welatê Jinan’ an jî utopyaya hemû heyaman

Charlotteyê di sala 1915’an de romana xwe ya bi navê Welatê Jinan (Herland) nivîsî û ev berhema wê di nav utopyayên femînîst de bi têra xwe femînîst û rasteqîn e. Li Welatê Jinan ev 2000 sal in bê navber, jin bi tena serê xwe, bi hev re û bi afrîneriya hevûdu dijîn. Li Welatê Jinan hevrikî, zayendperestî, hejarî, şer û pevçûn, dijminayetî tune ye, jixwe ku mêr tune bin ev jî dê tune bin. Te dî ne ji xêra Xwedê re ye, îlim pergala baviksalarî dê xwe bide der; rojekê sê heb “mêrên maceraperest ên amerîkî” didin dû xeyala Welatê Jinan û xwe bi teherekî digihînin wir. Ew her sê mêr difikirin ku jinên li wî welatî dê li ber cazîbe û jîrbûna wan deyax nekin. Lê belê qet di xema jinan de nîne ev yek. Charlotte bi zimanekî îronîk û tinazî behsa serhatiyên wan her sê nebixêran dike. Fikr û ramanên Charlotteyê yên der barê jinan û jiyanê de li ser jinên amerîkî û cîhanî pir bandor kirin.

Zerkaxiza Dîwaran

 Di hişê Charlotteyê de tofaneke zer rabûbû, ew bi hûrgiliyên jiyanê re dijiya û jiyan bi xwe ji bo wê bûbû hûrgiliyek. Di sala 1892’an de çîroka xwe ya bi navê Zerkaxiza Dîwaran weşand. Rewş û derûniya piştî zarokanînê li ser wê tesîreke neyînî çêkiribû. Mêrê wê ji bo ku baş bibe, bi ser xwe ve bê bang li bijîşkekê kiribû. Bijîşkî şîretan lê kir da ku zaroka xwe tenê nehêle û bi tu karekî din re xwe mijûl neke. Charlotte di vê çîroka xwe de behsa rewşeke heman awayî dike. Ew odeya ku Charlotte di dema tedawîkirina xwe de lê bû û ew dîwarê ku bi kaxiza zer hatibû nixamtin ji bo wê bû bingeha rexneyeke di cih de. Wê di vê çîroka xwe de behsa dewsa jinan a civakî û behsa jiyana wan a piştî zewacê dikir. Dewseke ne tu dews, zewaceke ne tu zewac. Wê qebûl nedikir jin tenê bi venêrîna zarokan û xizmeta mêrên xwe bên pênasekirin, ji ber vê yekê jî heta jê hat wê dengê xwe berz kir.

Ev berhem nameyek bû ji bo hemû jinan; nameya jiyaneke nû, nameya îmkan û gengaziyên cîhaneke nû. Gelekan guh da nameya Charlotteyê, gelekan dengê xwe li dengê wê zêde kirin, rikê gelekan ji çarenûseke zer û qîçik dihat; çarenûseke ku ji teref mêran ve dihat diyarkirin. Îro roj sewta Charlotteyan berz dibe li dinê; bi bêriya jîneke nû û bi bibîranîna jineke pêşeng.

Nûcîhanên Kolonyalîzmê; Westworld 1

Nûcîhanên Kolonyalîzmê; Westworld 1

Jean Baudrîllard ê teorîsyenê hizra sîmulasyonê dema behsa heqîqet, rastî û modelên rastiya nû dike hem behsa endîşeyekê dike hem jî li derdora sînorên cîhan(bînî-y)eke nû diçe û tê. Di serdema me de êdî rastî wekî tiştekî ye: Tiştekî meriv winda dike, mîna kite goreya we ya winda, an jî mîna mifteha mala we ku carina mirov dibêje qey cinan ew biriye.

Rastî ji bo mirovan mîna pêdiviyekê ye, lê wateya vê pêdivîbûyînê di hemû serdemên mirovahiyê de guherî ye. Wisa dixuyê ku dê tim di nav guherîn û veguherînê de be. Lêgerîna mirovan a rastî û heta heqîqetê, wan ber bi sibehekê ve dibe. Lê di sibehê de êdî rastiyek bi xwe tune ye, gelek rastî û modelên rastiyê hene. Modelên rastiyê jî bi xwe re hesta cîhanafrîneriyê derdixe holê. Ji bo her rastiyekê cîhanek!

Bibîrxistina Rojavayê Hov

Westworld rêzefîlmeke honaka zanistî û dîstopîk a platforma HBO’yê ya Amerîkayê ye. Afrînerên wê Jonathan Nolan û Lîsa Joy xwe dispêrin pêşnûmeya Michael Crîchton a ku bi heman navî di sala 1973’an de nivîsîbû. Westworld li ser wê mîta amerîkayî ya ku ji bo ax û warê gelên çermsor afirandibû hatiye ristin.

Ew fîlmên kowboyan, ên meşhûr: “Kowboy, fotêr, hesp, şalên delingfireh, ew galûkên bi peniya gîzmeyên wan ve û ew demançeyên Revolver ên li ber teşkên wan, li ser kembera navtengê wan; bi navê dîtir ‘demançeyên jinişkêve’, … Aha ev hemû xwedêgiravî amaje bi vî warî; warê jiyana hov dikin. Amerîkiyên ku xwe ji ser mêtingehan mezin dikirin ji vî warî re digotin: Wild West, ango Rojavayê Hov.

Mêtingeh tiştek in

Sînorên vê herêmê ji Çemê Mîsîsîpiyê dest pê dikir, yanî ew axa ku li aliyê rojava yê çem diket, hemû wekî Rojavayê Hov hatibû destnîşankirin. Rojavayekî (Ewropayê) Amerîka afirand û Amerîkayê jî li ser vê mîta rojavayîbûnê ji xwe re rojavayekî din afirand. Ev yek wekî mîtekê derkete holê û ji gelek berhemên edebî û sînematografîk re bû çavkanî. Rojava tenê ji bo yên rojhilat wekî warê şaristaniyê, warê pêşketinê dihat dîtin. Vê yekê rê li ber oryantalîzmê jî vekir. Lê ji bo Rojava (bi giştî mebest jê Ewropa ye) ne tenê rojhilat di heman demê de hemû hêl paşketî bûn û diviya hemû hêlên cîhanî bihatana şaristanîkirin. Ev ewropanavendî bû. Ji bo Ewropayê rojavayê wê jî (Amerîka) wekî parzemîneke paşdemayî, hov, nemedenî dihat qebûlkirin. Eynî mîna vê yekê; Rojavayê ku Amerîkayê ji bo xwe afirandibû jî Rojavayekî paşdemayî, hov û beyar bû. Amerîka li ser bingeha “medenîkirinê” nêzî rojavayê xwe dibû. Jixwe hemû dagirker li ser vê bingehê nêzîkatiyekê bi devera tê mêtingehkirin re datînin. Lewma mêtingeh ji bo yên mêtinkar tim mîna “tişteyekê” ne.

Rojavayê Hov ê nû

Lê belê dema mirov di çarçoveya Westworldê de li vê babetê dinihêre ev yek heta radeyekê hem hatiye berovajîkirin hem jî tiştebûna (objebûn) wê hatiye dupatkirin. Lewra li Westworldê êdî teknolojiyeke pir serkeftî heye; cîhaneke teknolojîk, parkeke robotîk a şahiyê, hişê çêkirî yê pirpêşketî… Ev berovajîkirina Rojavayê Hov e. Yanî rojavayek heye lê rojaveyekî teknolojîk e. Lê herçî dupatkirina tiştebûna Rojava ye, ew jî dîsa di peywenda mêtingehkirinê de derdikeve holê. Parka Westworldê, an jî Cîhana Rojava dîsa ji teref mirovan (temsîliyeta Amerîkaya nû ye) û şirketan (temsîliyeta kapîtalîzma li lûtkeyê ye) ve tê dagirkirin. Ev senaryoyeke futurîst a siberojê ye û mirov dikare vê yekê di konteksta kolonyalizma nû de jî binirxîne. Êdî şûna dewletan şirketên navneteweyî, an jî yên serneteweyî diçin deverekê dagir dikin û wê derê ji bo xwe dikin koloniyeke bikêrhatî. Jixwe me di demên nêz de dît ku êdî şûna dewletan şirket bi karê kişfkirina fezayê radibin.

Mirovên maqûl, robotên maqûl

Pergala dagirkeriyê ya ku bi me nas e çi ye? Bi qasî ku me tecrûbe kiriye û li rûpelên dîrokê hatiye nivîsandin, dagirkerî ew tişt e ku: “Dewletek, hêzek ji bo berjewendiyên xwe diçe dest datîne ser war û jîwara miletekî din, hêz û dewleteke din û hemû çavkaniyên wê yên madî û manewî ji bo xwe bi kar tîne.” Çavkaniyên madî ji bo aboriya xwe xurt bike û zexm bihêle bi kar tîne. Her wiha çavkaniyên manewî jî dagir dike da ku dagirkerî temendirêj bibe. Ziman, çand, dîn, pêwendiyên mirovan tên dagirkirin da ku hêzên dagirker ji bo xwe mirovine maqûl biafirîne. Mirovên maqûl di siberojê de dibine robotên maqûl!

Westworld û kolonyalîzma şahiyê

Lê li Westworldê dagirkerî li ser têgeha “şahî-kêf-xweşî”yê pêş ketiye. Jixwe Westworld wekî Parka Şahiyê jî hatiye derbirrîn. Mirov ji bo çend xulekan xwe bextewar hîs bikin, ji bo daxwaz û arezûyên xwe pêk bînin û ji bo nemiriyê hîs bikin tên Westworldê. Ev yek hem lêgerîna mirovahiyê ya şaristanbûyînê (ji Gilgamêş dest pê dike) ye hem jî kolonyolîzma şahiyê ye.

Westworld parkek e, tê de robotên gelek pêşketî hene. Tu ferqa van robotan ji mirovan tune ye. Hinek şirket û xwediyên wan ên pêxemberane, ji bo mirovên ku negihîştine serdema Wild Westê (dawiya sedsala 19’an û destpêka 20’î) di siberojeke nêz de, ev park ava kirine. Ew mirovên ku negihiştine wê serdemê, bi xêra vê parkê diçin di nav wê cîhanê û wê jiyanê dijîn, dema xwe derbas dikin, daxwazên û pêdiviyên xwe pêk tînin. Helbet ji bo vê yekê jî divê pereyê we hebe. Di eslê xwe de Westworld jixwe ji bo hin dewlemend ji wê cîhana Rojavaya Hov têr bibin, hin pêdiviyên xwe dabîn bikin û arezûyên xwe pêk bînin hatiye avakirin. Ev yek jî bi xêra robotên androîd ên parkê çêdibe. Em ê di nivîsên bê de hewl bidin vê yekê û hin xalên din yên wekî; Disneyland, lêgerîna heqîqet û nemiriyê, şoreşa hewce hwd. nirxandinên xwe kûrtir bikin. Lê belê dibe ku civa hin kesan li (xwendin û temaşekirina) mijarên wiha neyê û meraqa wan jî li ser rêzefîlm û nivîsên wiha tune be.