Sala 1965an bû. Teze bibû du hefte ku min dest bi kar kiribû. Di gerînendetîyeke giştî da, alîgirê gerînendeyê nivîsgeha taybet bûm. Hê ji cejnê ra deh roj mabûn, gerînendeyê min nexweş ket û rapor wergirt. Dotira rojê gerînendeyê giştî ez gazî jûra xwe kirim.
-Kerem bikin ezbenî.
-Kartên pîrozbahîyê amade ne kurê min?
-Kîjan kartên pîrozbahîyê ezbenî?
-Heywax, Şikrî ji te re negotibû? Cejn hat, divê kartên pîrozbahîyê bên hinartin. Divîyabû heta niha me ji zû ve dabûna postê.
-Hîç haya min jê çênebû ezbenî.
-Pîî! Zû ke zû ke! Ez sibehê sê hezar kartî dixwazim, heta sibehê binivîse û bide postê.
-L’ser serê min ezbenî!
Min got û ji jûrê derketim.
Lê min dê çawa sê hezar kartên pîrozbahîyê binivîsanda? Gerînendeyê giştî, dixwest ku kart bi hibra çînî û bi nivîseke xweşik bên nivîsandin. Diviya min ji sê hezar kartan du hezarê wan, ji wan kesan ra wiha binivîsanda ku bi meqamî di bin wî ra bûn: “Cejna te pîroz dikim, têm çavên te.” Hezar hebên mayî jî ji wan kesan ra wiha binivîsanda, yên ku li meqamên jortir bûn: “Cejna we û jina we bi rêzdarî pîroz dikim û rojên xweş û serkeftî nîyaz dikim” .
Bêyî ku egle bibim, çûm li ser maseya xwe û zend û bendên xwe ba dan. Li pêşîya min qûçên terrikî û piçûk yên vexwendnameyan hebû. Min digot qey mesaîya min diqede û ez dê derkevim biçim mala xwe, lê ez mecbûr mam ku heta sibehê li vir bimînim û sê hezar kartî binivîsim. Gazin kêr nayê, dest bi kar bikim:
“Cejna te pîroz dikim, têm çavên te. Cejna te pîroz dikim, dihêm çavên te.” 5, 10, 20, 50, 100, 700, 875. Dinivîsim, dinivîsim xelas nabe! Wext ji nîvê şevê derbas bû çû, bêhna min wisa teng bibû ku nikarim terîf bikim. Dinivîsim, dinivîsim, dinivîsim… xelas nabe!
Herî dawî kartên meqamên jêrîn xelas bûn. Lê ez jî ji hev ketim. Hindik mabû ku berbang berz bibe. Min kartên ku karê wan qedîyabûn ji ser maseya xwe hilda bir danî cihekî din. Lê hê li pêşîya min giloreyeke ji hezar kartî pêk dihat disekinî. Min dest bi: “Cejna we û jina we bi rêzdarî pîroz dikim û rojên xweş û serkeftî niyaz dikim” kir. Min bêsekin dinivîsand. Palikê çavên min giran bibûn ku piştî her kartê çetintir dibû ez çavên xwe vekirî bihêlim. Resmen şkence li min dikirin. 125, 279, 400, 689…Min nivîsand, nivîsand, nivîsand. Piştî demekê min na, lê pênûsa min êdî hikum li min dikir. Lê min hîn dinivîsand:
Cejna we û jina we bi rêzdarî pîroz dikim û rojên xweş û serkeftî nîyaz dikim.
Cejna we û jina we bi rêzdarî pîroz dikim û rojên xweş û serkeftî nîyaz dikim.
Nîyaz dikim rojên xweş dema ku cejna we û jina we pîroz dikim..
Dema ku cejna jina we pîroz dikim bi rêzdarî rojên xweş dixwazim digel Nîyazî…
Dema ku bi Nîyazî re cejna we û jina we pîroz dikin herwiha rojên xweş dikin…
Pêşî cejna we dikin, piştre rojên xweş ji jina we û Nîyazî re dixwazin…
Cejna we jî, ya jina we jî ya Nîyazî jî bi rêzdarî dikim û xweşî dixwazim…
Berîya ku di cejna we de bikim, jina we bi rêzdarî pîroz dikim û çavên Nîyazî radimûsim…
Ya we jî, ya jina we jî, ya Nîyazî jî, cejnê jî, tetîlê jî, pêşerojê jî, paşerojê jî…bi rêzdarî dikim…
Min dotira rojê tam di wextê mesaîyê de, bi çavên ku bûbûn kasika xwînê kart gihandin.
Gerînendeyê giştî li çend heban wiha mêze kir:
Sihetx weş got. Te baş kirîye ku qedandîye. Hetmen bidin postê! Me hetmen dan postê!
Piştî sê rojan, pêşî gerînendeyê me yê giştî, dûre cenabê min hatin postakirin.
Aziz Nesin
Bir yanıt bırakın