Helbesta Objektîvîst

Dîrok û Derketina Tevgerê

Helbesta Objektîvîst ne wekî “dibistaneke” fermî ya xwedî rêzikên hişk, lê wekî “meyleke” hunerî ya serdema xwe derkete holê ku hem ketibû bin bandora yên berî xwe hem jî bi tehrekî kûr lê veşartî bandor li yên dû xwe kir. Cara ewil di sibata 1931’ê de, di kovara Poetry de, bi edîtoriya Louis Zukofskyê ku paşxaneya teorîk a vê meylê dadihêna, hejmareke taybet a kovarê hat weşandin. Zukofsky cara ewil peyv “objectivism”ê li vê derê bi kar anî da ku helbestên komekê pênase bike.

Ev meyl/tevger di bin sîya Krîza Mezin a Aborî (Great Depression) de peyda û mezin bû. Helbestvanên wekî Louis ZukofskyCharles Reznikoff û George OppenCarl Rakosi, Lorine Niedecker ku piraniya wan cihûyên koçber ên xwedî nêrînên çepgir bûn, dixwestin helbestê ji romantîzmê û ji lîrizma vala rizgar bikin.

Çima Navê “Objektîvîst”?

Gava meriv vî navî dibihîse dibe ku xwe şaş bike û di wateyeke din de pênase bike. Divê ez bibêjim ku ev nav ne di wateya helbest û helbestvanên “bêalî” de hatiye bikaranîn. Zukofsky bi xwe du wateyên sereke dida vî navî:

  1. Helbest wekî objektekê/heyberekê: Helbest bi xwe tiştekî fîzîkî ye; mîna darekî, deriyekî an jî kevirekî ye. Divê helbest tenê qala tiştan neke, lê bi xwe bibe “objekt/heyber”ek (tiştekî xwedî rîtm û şikil).
  2. Helbest wekî armanceke rasteqîn: Helbest divê bi baldarî li dinyayê binêre û tiştan “wekî ku hene/çawa bin wisa” nîşan bide, bêyî ku hestên zêde yên helbestvan lê zêde bikin û tiştan ji rastiya wan dûr bixin.

Taybetmendiyên Sereke yên Helbesta Objektîvîst

Meriv dikare şêwaza helbesta objektîvîst/heyberparêz bi çend xalan ji tevgerên din ên heyî cuda bike: 

  • Zelalî (sincerity): Charles Reznikoff dibêje ku helbestvan divê bi durustî şahidiya dîtinên xwe bike, wan rasterast veguhêze xwendevan. Ziman divê zelal be, bi wate û mecazên din neyê xemilandin. Ango zimanekî zelal/xwerû û nexemilandî esas tê girtin. 
  • Objektîfkirin (objectification): Helbest divê bibe tiştekî fîzîkî yê yekpare. Şikl û teşeyê helbestê yê li ser rûpelê jî bi qasî dengê peyvan û rîtma wan giring e.
  • Dûrbûna ji Sembolîzmê: Divê di helbestekê de “sêv” tenê sêv be. Çênabe ew bibe sembola “gunehê ewil” an jî “evînê“. Ew li ser tiştên berbiçav/şênber (concrete) hûr dibin.
  • Hestên Veşartî: Hest bi gotinên mîna “ez xemgîn im” dernakevin holê, lê bi nîşandana dîmenekê ku wê xemgîniyê dihewîne derdikevin.

Pêşengên Tevgerê û Şêwazên Wan

HelbestvanTaybetiya Şêwazê
Louis ZukofskyPêşeng û teorîsyenê komê ye. Helbestên wî pir mîmalîst û di warê mantiqê de kûr in.
Charles ReznikoffWekî “şahid” an “parêzer” dinivîse. Bêhtir li ser jiyana bajêr, karkeran û dîrokê hûr dibe.
George OppenLi ser têkiliya mirov û cîhanê diponije. Zimanê wî hêsan lê felsefî ye.
William Carlos WilliamsBavê manewî yê komê tê hesibandin. Di helbesteke xwe de dibêje:  “no ideas but in things” (Fikir tune ne, tenê di tiştan de hene) 

Mînakên Helbestan û Analîz

William Carlos Williams – “The Red Wheelbarrow” (Kereya Sor)

so much depends  upon

a red wheel barrow

glazed with rain water

 beside the white chickens[1]

Analîz: Li vir ne behsa felsefeyeke kûr tê kirin, ne jî behsa hestên helbestvan. Tenê dîmenek heye: Taxurk/Destgereyeke sor a di bin baranê de û mirîşkên spî. Helbestvan bi vê yekê dibêje: “Dinya bi van hûrguliyên fîzîkî ve girêdayî ye.”

Charles Reznikoff – Ji rêza “Şahidiyên Wî”

Reznikoff bi gelemperî raporên dadgehan dixwendin û ji wan helbestên kurt û hişk derdixistin. Wî tenê rûdanê nîşan dida, bêyî ku bibêje “ev xerab e” an “ev baş e”. Helbesta wî ya bi navê “Negroes” mînakeke baş e ji bo vê yekê.[2]

Cudahî: Ji yên Berî Xwe Çawa Cuda Dibin?

  • Ji Romantîkan: Romantîk li ser “ez” û hestên xwe hûr dibûn lê objektîvîst li ser “tiştên li derve” hûr dibin. Ji xwe bêhtir bi derve re eleqedar dibin. 
  • Ji Îmajîstan: Îmajîstan her çiqas bandor li vî nifşî kiribe jî, wan di helbestên xwe de tenê wêneyek dikişandin. Lê berovajiyê wê, objektîvîst dibêjin: “Wêne bes nîne, divê helbest bibe “makîneyeke ku dixebite”; rîtm û avahî divê mîna bingehên avahiyeke saxlem bên sazkirin.

Giraniya li ser Tiştên Rojane (Bajarî û Civakî)

Objektîvîst ji “çiyayên bilind“, “bilbilên evîndar” an “lehengên mîtolojîk” direvin. Ji bo wan, maşîn/çerxeke kargehê, qulûqetên li ser solên karkerekî, an jî şûşeyeke şikestî ya li ser rê, ji hemû mîtolojiyan helbestîtir e.

  • Bo nimûne Charles Reznikoff: Reznikoff li kolanên New Yorkê dimeşiya û tenê tiştên ku didît dinivîsand. Carekê di helbestekê de behsa zilamekî ku li ber derî radiweste û li baranê dinêre, dike. Li vir qala “xemgîniya gerdûnî” nake, tenê wî zilamî û wê baranê nîşan dide.

The street is empty 

but for a man 

in a doorway 

watching the rain.

Kolan vala ye

ji bilî zilamekî

di ber derî de

ku li baranê temaşe dike.

Çima ev helbest “Objektîvîst” e?

  1. Dîmenekî Fotografîk: Reznikoff mîna kamerayekê tev digere. Ew nabêje “zilam xemgîn e” an “zilam li benda evîndara xwe ye”. Ew tenê dibêje “zilam li ber derî ye”. Bi şêwaza zîqerekî derveyî yê vegêranê tevdigere, dîmenê dikşîne dide me û em pê re tev li wê dîmenê dibin. 
  2. Sadebûn: Tu peyvên (nexasim hevalnav/rengdêr) mîna “reş, tarî, trajîk” ên ku hest û fikrên şexsî derdibirrin tune ne. Tenê street (kolan), man (zilam), doorway (ber dêrî) û rain(baran) hene.
  3. Hest di nav rastiyê de veşartî ye: Her çend helbestvan behsa hestên xwe nake jî, dema em wê dîmenê dixwînin (kolanek vala û zilamek ku tenê li baranê dinêre), hîsa tenêtiyê bi xwe di hundirê meriv de çêdike. Aha ev e hunera Objektîvîzmê: 

RASTÎ BIXWE BILA BIAXIVE, NE HELBESTVAN.

Wate: Ew dixwazin “helbestê daxin ser rûyê erdê”. Dinya ne di xeyalan de, di nav herî-çartix, hesin û betonê de ye.

Zimanê Sade û Rast (Hêza Peyvên Biçûk)

Zukofsky û hevalên wî bawer dikirin ku naveroka peyvên mezin ên mîna “wek, azadî, evîn, ebediyet“ê hatiye valakirin. Ji ber wê, wan giranî dida peyvên mîna the (ew), a (yek), on (li ser) ku amaje bi hebûna heyberan a fîzîkî dikirin. 

Louis Zukofsky di berhema xwe ya mezin de ku navê wê tenê “A” ye, nîşan dide ku peyveke herî hêsan a gramerê dikare bibe bingeha cîhanekê.

Cudahî: 

Helbestvanên berî wan digotin:  “Ronahiya heyvê ya zîvîn li ser deryayê dimilmile.” 

Objektîvîst dibêjin: “Heyv li ser avê ye.” 

Sadebûnek li vir esas hatiye girtin û ew sadebûn li vir ne hêsanî/besîtbûnî ye, berovajî van, ew “durustî” ye û amaje bi rewşeke rasteqîn dike.

Verse Libre (Helbesta Azad) û Konsantrasyon

Ev nifş ji îmajîzmê (imagism) hîn bû ku divê “gotinên zêde” (adjectives) neyên bikaranîn. Lê wan etîk (exlaq) jî li vê yekê zêde kir û helbesta ku sade bûbû rasteqîntir kirin. Yanî helbestvan êdî tenê wêneyekî nakişîne, ew di heman demê de, bi wî wêneyî “şahidiya” rastiyê dike.

  • Mînak ji George Oppen: Ew carinan tenê peyvek an du peyvan di rêzekê de dihêle. Ev yek balê dikişîne ser “fîzîkîbûn û mewcudiyeta” peyvê. Helbest li ser rûpelê mîna avahiyekê tê sazkirin.[3]

Mînaka George Oppen (Ji Discrete Series)

The evening, the heather,

The†

†light.

Richard III

On the stairway…

Êvar, giyasivnik,

Ronahî.

Richard III

Li ser pêpelûkê…

Lê mînaka ku herî zêde balê dikişîne ser yek an du peyvan û valahiya rûpelê bi kar tîne, ev beşa li jêr e:

Closed car — all windowing 

Forget me 

Not.

(Otomobîla girtî — her der pencere  

Min ji bîr 

Neke)

Çima Oppen bi vî rengî dinivîse?: 

  1. Giranî û Rawestan: Dema Oppen peyva “Neke” (Not) bi tenê di rêzekê de dihêle, ew rê nade ku tu zû bixwînî. Tu neçar î rawestî. Ew dixwaze tu “giraniya” wê peyvê di mejiyê xwe de hîs bikî.
  2. Peyv mîna Objektekê: Ji bo Oppen, peyv ne tenê amûrek e ku tiştekî din îfade bike. Peyv bi xwe “tiştekî fîzîkî” ye. Mîna ku tu keviran deynî ser hev, ew jî peyvan datîne ser hev.
  3. Valahiya li ser Rûpelê: Di vê şêwazê de, “spîbûna” kaxizê (silence/bêdengî) bi qasî peyvan giring e. Valahî, hebûna/fîzîka peyvên mayî zêdetir derdixe pêş.

Bandora Siyasî û Civakî (Marksîzm û Krîz)

Dema ev kom derket, li Amerîkayê “Krîza Mezin” (1929) hebû. Mirov birçî bûn, karker li kolanan bûn. Ev helbestvanên objektîvîst jî (bi taybetî Oppen û Zukofsky) çepgir bûn. Lê wan bi tehrekî jhdanovîst mîna “propagandayê” helbest nedinivîsand. Heta ji destê wan hat hewl dan xwe ji zextên “armanc û rêzikên” komînîzmê û çepgiriyê jî biparêzin. Lê çiqas bi ser ketin ev yek ciyê nîqaşê ye.[4]

  • Şêwaz: Li şûna ku bibêjin “Kapîtalîzm xirab e”, wan behsa jina karkerekê dikir ku nikaribû şîr ji zarokê xwe re bikire. Wan “siyasetê di nav rastiya objektîv de” nîşan dida. 

Cudahî: Çima ji Modernîzm û Îmajîzmê Cuda ne?

Ev xal ji bo cudahiya di navbera wan de bê kifşkirin û ji hevdemên xwe yên heyî bêne veqetandin pir giring in:

  • Redkirina Mîtolojiyê (Cudahî ji T.S. Eliot û Ezra Pound): Eliot û Pound her tim serî li mîtên Yewnanî û Latînî didan. Objektîvîstan digot: “Em karkerên cihû ne li New Yorkê, mîtolojiya Yewnanî ji me re xerîb e. Rastiya me kolanên me ne.”
  • Nasnameya Cihû û Sekularîzm: Piraniya wan ji malbatên koçber ên cihû bûn. Dîn ji bo wan ne mîstîsîzm, lê “dîrok û şahidiya li ser erdê” bû. Ev yek bû sedem ku helbesta wan bibe helbesteke “sekuler” (dinyewî) û li ser rastiya fizîkî ava bibe.

Mînakeke Berawirdî (Ji bo beşdaran):

Helbesta Romantîk: “Dilê min wekî çivîkeke birîndar li deriyê te dixe.” (Wekî ku hûn dibînin di vê risteyê de mecaz û metafor zêde ne)

Helbesta Objektîvîst (ji Charles Reznikoff): “Li ser peyarêyê / çivîkekî mirî heye / di nav tozê de.” (Tenê rastî heye, lê ew rastî bi xwe di nav xwendevanan de hestekê çêdike).

HÊZA PEYVÊN BIÇÛK (GRAMATÎK)

REDKIRINA METAFORÊ (RASTÎ)

MUZÎKALÎTEYA FIZÎKÎ (RÎTÎM)

1. Hêza Peyvên Biçûk: Çima “is” (Heye/E)?

George Oppen carekê digot: “Ger peyva ‘is’ hîn jî hebûya, pêdivî bi helbestê tune bû” bi rastî şoreşek e. Mebesta wî ev e: Peyva “is” (bûn) hebûna tiştekî mîna mucîzeyekê nîşan dide. Lê ji ber ku em zêde bi kar tînin, me wateya wê ji bîr kiriye. Helbestvanên Objektîvîst dixwestin bi peyvên “the”, “a”, “is”, “it” (ew, yek, e, tişt) kûrahiyê çêbikin.

  • Mînakek ji George Oppen:

“The small nouns 

crying faith

 in this world”

(Navdêrên piçûk / qîrîna baweriyê ne / di vê dinyayê de)

  • Ravekirin: Ji bo Oppen, navdêrên mîna “dar”, “kevir”, “stêrk” bi serê xwe bes in. Heger tu bibêjî “dara kesk a xemgîn“, tu xisarê didî wê darê. Tenê bibêje “Dar”. Ew “dar” jixwe bi xwe “heye” (is), û ev hebûn bi serê xwe helbest e.

2. Zimanê Bêmecaz (Literal Language)

Cudahiya wan a herî mezin ji Romantîkan û heta ji hin Modernîstan ev e: Peyv nabe sembol.

  • Di helbesteke klasîk de, “baran” sembola “hêsir” an “paqijbûnê” ye.
  • Di helbesta Objektîvîst de, baran tenê baran e. Ew şil e, sar e û dikeve ser rûyê erdê.

Çima ev girîng e? Ji ber ku gava tu baranê dikî sembol, tu rastiya wê ya fîzîkî ji dest didî. Objektîvîstan dixwest em “rastiya li ber çavê xwe” ji nû ve bibînin.

3. Cudahî: Îmajîzm (Imagism) vs. Objektîvîzm

Her du jî wêneyan bi kar tînin, lê ferqekî bingehîn heye:

  • Îmajîzm (Ezra Pound): Wêneyekî bedew dikişîne, bo nimûne: 

      rûyên di metroyê de mîna pelên li ser çiqilekî reş in

Ev hinekî “estetîk” û carinan “mîtolojîk” e.

  • Objektîvîzm (Charles Reznikoff): Wêneyekî “civakî” û “bajarî” dikişîne, bo nimûne: Reznikoff behsa bendên qetiyayî yên ku rûyê stûn/misaseke hesinî dikutin  dike ku ala ji stûnê hatiye daxistin û girekî bi darên rût li pişt wê stûnê heye, balafirek li asîman e, roniya wê vêdikeve. Li vir ne mîtolojî heye, ne jî “xemên gulê”. Tenê rastiya hişk a bajêr heye.

The ropes in the wind  

slapping the flag-pole

(the flag has been hauled down);

behind the bare tree-tops

the lights of an aeroplane

moving away slowly.

bendên ber ba dibin,

li rûyê stûna alayê dikevin

(ala daxistî ne)

li pişt girê darên rût

ronahiya balafirekê 

hêdîka dûr dikeve

4. Muzîkalîteya “Fizîkî” (Ne Lîrîk)

Dema em dibêjin “muzîkal”, mebesta me ne qafiye û rîtmên klasîk (wekî melodiyên stranê) ên edebî ne. Muzîka wan, muzîka “vibrasyon û dengê peyvê” ye. Zukofsky digot helbest wekî “yekeyeke muzîkî” ye. 

  • Şêwaz: Ew peyvan wisa rêz dikin ku xwîner neçar dimîne li ser her peyvê raweste. Mînak, di helbesteke Zukofsky de, dibe ku rêzek tenê ji yek peyvê pêk bê. Ev ne ji bo “teşeyê” ye, ji bo wê ye ku tu wî “dengî” di guhê xwe de bibihîzî.

Tabloya Berawirdî: Şêwaza Zimanî

TaybetmendîHelbesta Berî Wan (Romantîk/Mîtolojîk)Helbesta Objektîvîst
peyvxemilandî, mezin, sembolîksade, rojane, fîzîkî
mecaz (metafor)zêde ye (dil wekî gulê ye)kêm e an qet tune (dil tenê organek e)
mijarxwedawend, mît, evîna ebedîkarker, kargeh, kolanên bajêr, “bûn”
etîk (sinc)estetîk ji rastiyê giringtir erastî (zelalî) ji her tiştî giringtir e

Nimûneya Herî Zelal ji bo beşdaran:

Heger helbestvanekî klasîk behsa “nan” bike, dê bibêje: “Nan pîroz e, mîna kedê ye.”

Objektîvîst dê bibêje: “Nan li ser maseyê ye. Qalikê wê hişk e. Bêhna genim jê tê.”

Ev “rastiya hişk” xwîner teşwîq dike ku ne li “xeyalan”, lê li “dinyaya rastîn” vegere. Ev banga wan a siyasî û etîk e jî: 

DINYAYÊ WEKÎ KU HEYE BIBÎNIN, DA KU HÛN BIKARIBIN WÊ BIGUHERÎNIN

Çalakiyên Kargehê: 

Çalakî 1:  Her beşdar kaxizekê hildide û tenê “tiştekî ku di odeyê de dibînin” (wek pênûsekê, maseyekê, îskanekê, tabloyekê ûhwd.) bi 2-3 rêzan dinivîse, bêyî ku hestên (ez jê hez dikim, xweşik e, filanûbêvan) tev lê bikin helbesta xwe diqedînin. Ev yek dê bibe sedem ku felsefeya objektîvîzmê bi beşdaran bide hîskirin. 

Çalakî 2: Di kargehê de her beşdar dikare vê hevoka Oppen nîqaş bikî: “Bikaranîna peyvên ‘a (yek)‘ û ‘the (ev)’ ji her tîpa mîtolojîk kûrtir e.” Gelo di Kurdî de em dikarin bi vî rengî sade çawa binivîsin û hê jî bandoreke kûr li ser xwîner bikin?

Çalakî 3: “Gelo mimkun e ku em tiştekî bêyî ku hestên xwe tevlî bikin, tenê bi peyvan nîşan bidin?”

Ev şêwaz di helbesta Kurdî de jî dikare were nîqaşkirin. Mînak, di helbesta nûjen a Kurdî de dema em behsa “kevir”, “çiya” an “bajêr” dikin, gelo em wan wekî objekt dibînin an wekî sembolên siyasî? Objektîvîst dê ji me re bibêjin: “Pêşî li kevir binêrin, wî hîs bikin, paşê binivîsin.”

Nîqaş: “Gelo di helbesta Kurdî de em dikarin ji ‘ez’a helbestvan dûr bikevin? Dema em dibêjin ‘Kevir’, gelo em dikarin kevir tenê wekî tiştekî fîzîkî bibînin, yan her tim kevir di serê me de dibe sembola ‘berxwedanê’?”

Mînakên Kurdî: 

Arjen Arî: 

“Li ber derî / tasek av / û kela germa tîrmehê… / Zarokek / bi tiliya xwe / li ser tozê xêzan dikişîne.”

Rênas Jiyan: 

“Bajarekî li ser piyan / beton û hesin / û mirovên ku / bi saetan / li benda nanê germ in.”

Berken Bereh:

“Kevir li cihê xwe giran e. / Av di herikîna xwe de zelal. / Nan li ser maseyê / hîn germ e.”


[1] taxurka sor / ewqas tişt bi taxurka sor / a ku li cem  mirîşkên spî / bi dilopên baranê  dibiriqe ve  / girêdayî ne

[2] https://www.poetryfoundation.org/poems/49851/negroes 

[3] https://www.poetryfoundation.org/poems/46404/myth-of-the-blaze 

[4] Li gorî hin nêrînan gelek objektivîstan di pêwendî û muameleya bi komunîstan re zehmetî dikişandin. Lewra çepgir û komunîstan bi hutil-mutil digotin, divê her tiştê ku tu dikî ji bo civakê xwedî nirxekê be, an na divê tu dev jê berdî. Ev yek bû sedem ku helbestvanên objektîvîst neşên di ya xwe de israr bikin. Ser meselê Carl Rakosi ku yek ji wan helbestvanan e, di nameyeke xwe de ku ji bo Eliot Weinberger hinartibû, dibêje ku ew bûye endamê partiya komunîst û ev yek bûye sedem ku bi ji bo demeke dirêj helbesta wî vemire. Lê digot ku ew li şûna wê parêzvaniya tiştekî din dike. Her wiha George Oppen bi xwe jî 25 salan dev ji helbestê berda da ku bi awayekî çalak di nava tevgerên karkeran de cih bigire. 

İlk yorum yapan olun

Bir yanıt bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.


*