Derbar

Baha Dîn Akhan

xudreste, şi`irhez, xwendevan, serhedî, feqî, terkewelat

Silav xwendevanên xoşewîst,

Ez ji Kopê me (Kop navçeya Mûşê ye). Min li Mêrdînê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî kuta kir. Her wiha li wir, di beşa Ziman û Çanda Kurdî da mastera xwe dikim. Demekê di Weqfa Îsmaîl Beşîkcî da, berpirsê Kovara Kürt Tarihi û weşanên ÎBVyê bûm. Demekê jî min di rojnameya Xwebûnê da edîtorî kir. Hij xwendin, lêkolîn û sînemayê dikim. Bêtir hij berhemên wêje û sînemaya fantastîk, polîsîye, honaka zanistî, anîme, fîlmên kartonî dikim. Çîrok û helbestan dinivîsim. Dîwaneke min a helbestan heye, bi navê; `An jî Gilî Gotinên Li ser Hatinê` û xelata Pêşbaziya Arjen Arî wergirtiye.

Me`mûl ew e ji ehlê razan
Ew dê nekirin bi min tinazan

Ez pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me

Kurmanc im û kûhê kenarî
Van çend xeberê di kurdewarî

(Ehmedê Xanî)

I love books, books, and books.